Gerîlayên HPG û YJA-Starê li dijî leşkerên artêşa tirk a dagirker li Xakûrkê çalakî lidarxist. HPG’ê ragihand ku di çalakiyê de 4 leşker hatine kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-BİM) têkildarî çalakiyên gerîla yên li dijî artêşa tirk û êrîşên hewayî yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyek nivîskî weşand.
HPG’ê diyar kir ku hêzên wan li dijî tevgera dagirkeriyê ya artêşa tirk li herêma Xakûrkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dabû destpêkirin, roja 11’ê tîrmehê saet 09.10’an di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li dijî yekîneya operasyonê ya artêşa tirk ku li Girê Şehîd Sarya û derdora wê bi cih bûbûn, çalakiyek li dar xistine û ev agahî parve kir: “Di çalakiyê de ji sê baskan ve li çeper û baregehên dijmin ên li gir hate xistin, 4 leşker hatin kuştin û leşkerek jî birîndar bû. Artêşa TC’ê ya dagirker piştî çalakiyê bi serûber bi çekên giran herêm gulebaran kir û saet 14:00’an bi desteka balafirên Skorsky kuştî û birîndarên xwe ji herêmê rakir. Yekîneya me ya çalakî lidarxistî bi silametî gihiştin baregehên xwe.”
2 gerîla şehîd bûn
Di daxuyaniyê de HPG’ê ragihand ku roja 26’ê hezîranê artêşa tirk li herêma gundê Arkenîs yê navçeya Şaxê ya Wanê operasyon daye destpêkirin û wiha domand: “Di operasyona ku bi desteka wesayîtên zirxî û balafirên keşfê didome de, di navbera hêzên me û dagirkeran de şerê dijwar diqewime. 2 hevreyên me ku bi lehengî li dijî dijmin şer kirin, şehîd bûn. Agahiyên têkildarî nasnameya hevreyên me yên şehîd wê piştre bi raya giştî re were parve kirin.”
Êrîşên hewayî
HPG’ê destnîşan kir ku di 4’ê tîrmehê de artêşa tirk li gundên Kanîsor, Xazir, Axçur, Silila û Aşkan ên navçeya Payîzava ya Wanê operasyon daye destpêkirin û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Artêşa TC’ê ya dagirker ku li gund û derdora wê karê lêgerînan dikin heqaret li gelê xwecihî dike û zextan li wan dike. Ev operasyon heman rojê bêyî ku encamek bigire paşve vekişiya. Ji aliyê din ve roja 11’ê tîrmehê balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker saet di 05:00’an de bombe li herêma Adilbeg a herêma Avaşîn ya Herêmên Parastinê yên Medayayê û saet di 17:00’an de li herêma Kesta ya herêma Metînayê barandin. Di van bomberbaranê de tiştek bi hêzên me nehatiye.” BEHDÎNAN