Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayan de daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî parve kir: “Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoregerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de 21’ê Sibatê saet 12:15’an li dijî leşerên tirk ên li Girê Lêlîkan ê Herêma Xakurkê ya Herêmên Parastina Medyayê çalakiyek hate kirin. Di çalakiya ji nêz û bi bandor li çeper û kozikên leşkerên li gir hate xistin de 4 çeper hatin ruxandin û bi qasî hate zelalkirin 4 leşkerên tirk hatine kuştin. Piştî çalakiyê balafirên şer ên tirk a dagirker saet 18:00’an dever da ber bombeyan. Yekîneyên me yên çalakî kirin, bi sax û selametî gihiştin navendên xwe.” BEHDÎNAN