Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

HPG: Li Xakurkê û Avaşînê 5 dagirker hatin kuştin

Di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Starê de yên li Xakurkê û Avaşînê bi qasî ku hat tespîtkirin 5 dagirker hatin kuştin

Navenda Çepemenî û Ragihandina HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Metîna;

Hêzên me yên YJA Star roja 1’ê tîrmehê saet di 18:30’an de bi çekên giran çalakiyek li dijî baregeha Kanî Masî ya artêşa tirk a dagirker lidar xistin ku dikeve herêma Kanî Masî ya navçeya Amêdiyê. Di vê çalakiyê de ku bi rengekî bi bandor li çeper û konên dagirkeran hatiye xistin de hejmara dagirkerên hatin cezakirin nehat zelalkirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakûrkê;

Hêzên me yên YJA Starê roja 1’ê tîrmehê di saet 05:30’an de li dijî dagirkerên ku xwestin ber bi Girê Şehîd Axîn a herêma Şehîd Bêrîtan ve biçin bi rêbazê sekvaniyê çalakiyek lidarxistine. Di çalakiyê de dagirkerek hatiye cezakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê;

Roja 1’ê tîrmehê saet 07:20’an de li hemberî dagirkerên ku li dora çeperên şer ên li herêma Werxelê bûn ji 3 baskan ve bi rengekî koordînekirî çalakiyek hatiye lidarxistin. Baskê yekem ê çalakiyê, çepera ku 5 dagirker tê de bûn hat armanckirin û lêdan. Di vê çeperê de 3 dagirker hatine cezakirin û 2 jî birîndar bûne. Baskê duyemîn û sêyemîn, dagirkerên ku ji ber lêdana bibandor a gerîlayan dixwestin birevin hatine hedefkirin û lêdan. Di encama van lêdanan de herî kêm dagirkerek hatiye cezakirin.

Di vê çalakiyê de bi giştî 4 dagirker hatine cezakirin û 2 dagirker jî birîndar bûne.

Li qadên Werxelê û Tabûra Ereban dagirker bi zanebûn agir bi eraziyê dixin.

Di roja 30’ê hezîranê de ji saetên serê sibehê heya êvarê dagirkeran tunelên şer ên li qada Wexelê bi bombeyên gazê û teqemeniyan bomberduman kirine.

Roja 1’ê tîrmehê di navbera saet 00:00 – 01.00’an de qada Dola Şîvê ji aliyê qereqolên li ser sînor bi topan û bi helîkopterên şer ve hatiye bomberdumankirin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar