Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

HPG: Li Xakurkê û Ebexê 13 leşker hatin kuştin

Gerîlayên HPG/YJA Star li Xakurkê û Ebexê rêze çalakî pêk anîn. Di van çalakiyan de biqasî hate zelalkirin 13 leşkerên tirk hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Starê yên li dijî artêşa tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir ku di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzên wan di 19’ê cotmehê de li herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî artêşa tirk çalaki pêk anîne û ev agahî parve kir: “Di saet 11:15’an de li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Axîn çalakiyek pêk hat. Ji sê baskan ve li çeper û stargehên dijmin hate xistin û di vê çalakiyê de 4 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC a dagirker leşkerên xwe yên mirî û birîndar bi helîkopterên Skorsky ji herêmê rakir. Hêzên me saet 11:30’î jî li artêşa TC a dagirker a li ser Girê Şehîd Şahan xistin. Di çalakiyê de ku li konekî û çeperên dijmin hate xistin, di encamê de 6 leşker hatin kuştin. Di heman deme de hêzên me saet 16:30’î li qada Ermûşê li dijî yekîneyên artêşa TC a dagirker ên derketin operasyonê çalakiyeke sabotajê kirin. Di vê çalakiyê de hejmareke zêde leşkerên dijmin hatin kuştin, lê hejmar nehate tespîtkirin. Yekîneyên me yên çalakî kirin bi selametî li baregehên xwe vegeriyan.”

Her wiha HPG’ê destnîşan kir ku hêzên wan di çarçoveya Pêngava Serketinê ya Şoreşgerî de kul i Eyaleta Serhedê didome di 19’ê cotmehê li dijî wesayîteke bi tîpa transît a diçû Qereqola Kevirê Şamiya li navçeya Ebex a Wanê çalakiyeke pêk anîn û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Di çalakiyê de wesayît hate rûxandin û biqasî hate tespîtkirin 3 leşker hatin kuştin. Yekîneya me ya çalakî pêk anî bi selametî li baregehên xwe vegeriya.” BEHDÎNAN 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar