KCK: Divê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Çarşamba - 3 Temmuz 2024

HPG: Li Zap û Avaşînê 6 dagirker hatin cezakirin

Di çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Starê de 6 dagirker hatin cezakirin û 2 dagirker jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayan daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hate diyarkirin: “Berxwedana gerîlayên azadiya Kurdistanê li hemberî operasyona dagirker a dewleta Tirk a mêtinger bênavber didome. Hêzên me bi tîmên gerok ên afirîner hin çalakî li dar xistin. Di van çalakiyan de 6 dagirker hatin cezakirin û 2 dagirker jî birîndar bûn.

Li Herêma Avaşînê

Di 28’ê nîsanê de saet di 15.20’an de dagirkeran xwestin li dora Qada Berxwedanê ya Werxelê bi cih bibin. Hêzên me bi sûîkastê ji du milan li van dagirkeran xistin. Di vê çalakiyê de dagirker hate cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker ji qereqolên li ser sînor obus avêt qadê û qad 3 caran bi balefirên şer hate bomberdûmankirin.

Li Herêma Zapê

Di 28’ê nîsanê de dagirkeran dema xwestin ki Girê Şehîd Sorxwîn a girêdayî Qada Berxwedanê ya Çiyareşê ber bi Girê Şehîd Kûrtay ve biçin, bûn hedefa hêzên me. Di encama çalakiya hêzên me de ji saet 10.30’an heta saet 14.00’an li qadê şerekî giran çêbû. Hêzên me çekên ferdî û sûîkastê li dagirkeran da. Di vê çalakiyê de herî kêm 3 dagirker hate cezakirin. Artêşa Tirk a dagirker piştî ku qada çalakiyê bi obusan bomberdûman kir, mirî û birîndarên xwe ji qadê derxist.

Di 28’ê nîsanê de dagirkerên li derdora çeperên şer ên Kevirêkun ên herêma Berxwedana Kurojahro ji aliyê hêzên me ve bi taktîkeke sûîqestê hatine gulebarankirin û 1 dagirker hatiye cezakirin. Heman rojê saet di 12.00’an de jî dagirkerên li herêmê bûne hedef û bi çekên giran hatine gulebarankirin, hejmara dagirkerên ku hatine cezakirin û birîndar bûne nehatiye zelalkirin.

Di 28’ê nîsanê saet di 18:40’an de li derdora qada Berxwedana Serdemê ya Werxelê, dagirker ji aliyê hêzên me ve bi çekên giran bûn hedef. Di encama lêdanên bi bandor ên hêzên me de 1 dagirker hate cezakirin û 1 jî birîndar bû.

Di 28’ê nîsanê  de saet di navbera 09.00-20.00 de artêşa TC’ê ya dagirker 5 caran bi teqemenî, çekên kîmyewî û 2 caran jî bi balafirên şer Herêmên Berxwedana Serdemê ya Kurojahro bombe kiriye. Bi şev careke din Herêmên Berxwedanê bi helîkopterên êrîşê bomberdûman kirin.

Di 28’ê nîsanê de saet di navbera 18.45-18.50’an de qadên Girê Cûdî û Girê Bihar ên herêma Zapê 3 caran bi balafirên şer bomberdûman kirine. 29’ê Nîsanê saet di navbera 04.30-05.00’an de qada Girê Cûdî ji qereqolên li ser xeta sînor bi obusan hatiye bombekirin.

Di 28’ê nîsanê de saet di navbera 17.30-20.00’an de qadên Girê Cehenemê û Çemço yên herêma Zapê 8 caran bi balafirên şer bomberdûman kirine. Heman rojê herêma Çemço ji qereqolên li ser xeta sînor bi obusan hatiye bombekirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar