Tevî êrîşên dewleta tirk a dagirker ên bi her cure çekên kîmyewî, bomberdûmanên hewayî û bejayî, berxwedana gerîla bênavber didome. Di çalakiyan de 15 dagirker hatin cezakirin, 1 pergala kameraya mobesse û 2 dron hatin derbkirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê ev agahî parve kir:“Berxwedana bi heybet û çalakiyên bi bandor ên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bênavber dewam dikin. Bi rexmê ku artêşa tirk a dagirker 38 caran bi çekên kîmyewî, 56 caran bi balafirên şer û bi sedan caran jî bi obusan Qadên Berxwedanê bombebaran kiribe jî, tu encamek bi dest nexist. Di çalakiyên bi pêşengiya hêzên me yên YJA Starê hatin lidarxistin de 15 dagirker hatin cezakirin, 3 dagirker birîndar bûn, pergala kameraya mobesse û 2 dron hatin derbkirin.
Agahiyên derbarê çalakiyên ku hatine lidarxistin wiha ne;
18’ê gulanê danê nîvro, dagirkerên li herêma Kurojahro bi çekên giran ji aliyê hêzên me ve hatin hedefgirtin. Hedefên ku di vê çalakiyê de hatine destnîşankirin bi awayekî serkeftî li wan hatiye xistin.
20’ê gulanê saet 18:40’an de, dagirkerên ku dixwestin xwe li derdora çeperên şer ên Şehîd Berxwedan ên Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn bi cih bikin, ji aliyê hêzên me ve ji nêz ve hedef hatin girtin. Di encama vê çalakiyê de 4 dagirker hatin cezakirin û 1 pergala kameraya mobesse jî hat derbkirin. Piştî ku artêşa tirk a dagirker şeva 21’ê gulanê bi helîkopterên êrîşê herêm bi dijwarî bombebaran kir, bi helîkopterên Skorsky windahiyên xwe rakirin.
21’ê gulanê saet 16:15’an artêşa TC’ê ya dagirker piştî ku çeperên şer ên Şehîd Hewrê yên li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn bi teqemeniyan bombebaran kir, xwest bi pêş ve biçe. Ev dagirker ji aliyê hêzên me ve bi taktîkên sabotajê hatin hedefgirtin û li wan hat xistin. Li wir 2 dagirker hatin cezakirin.
Roja 21’ê gulanê saet di 16:30’an de, dagirkerên ku li derdora çeperên şer ên Şehîd Berxwedan ên Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn di nava tevgerê de bûn, ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatin hedefgirtin û ji nêz ve li wan hatiye xistin. Di encama vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin.
Roja 21’ê gulanê saet 11:50’î dronek ku li ser çeperên şer ên Şehîd Tolhildan ên Qada Berxwedanê ya Kurojahro digeriya ji aliyê hêzên me ve hat derbkirin.
21’ê gulanê danê nîvro çeperên şer ên Şehîd Tolhildan ên Qada Berxwedanê ya Kurojahro ji aliyê artêşa tirk a dagirker ve 7 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan hatin bombekirin. Piştî bombebaranê di saet 15:30’an de komeke dagirker bi kincên parastina li hember kîmyewî xwestin ber bi çeperên şer ve bi pêş ve biçin. Ev dagirker ji aliyê hêzên me ve bi taktîkên sabotajê hatin hedefgirtin û li wan hat xistin. Dema ku dagirkerên ku qedemeyek bi paşde vekişiyan, xwestin careke din bi pêş ve biçin, ji aliyê hêzên me ve bi bombe û çekên ferdî bi awayekî bandor li wan hat xistin. Heman rojê saet 17:25’an de dagirker careke din bûne hedef û ji nêz ve li wan hat xistin. Di encama van rêze çalakiyên hêzên me yên YJA Starê de herî kêm 6 dagirker hatin cezakirin û 3 jî birîndar bûn.
20’ê gulanê saet 22:30’an de dagirkerên ku xwestin ber bi çeperên şer ên li herêma Berxwedanê ya Şikefta Birîndara bi pêş ve biçin, ji aliyê hêzên me ve bi çekên ferdî li wan hate xistin û 1 dagirker hat cezakirin.
Roja 21’ê gulanê saet 19:20’an droneke teqemenî lê barkirî ya ku li herêma Şikefta Birîndara digeriya ji aliyê hêzên me ve hatiye derbkirin.
21’ê gulanê bi şev helîkopterên êrîşê ku xwestin herêmên Şikefta Birîndara, Karker û Çemço bombe bikin, rastî gulebarana hêzên me hatin. Di encama mudaxeleya hêzên me de helîkopter neçar man ji qadê dûr bikevin.
Di 21’ê gulanê de artêşa tirk a dagirker 31 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyên ku dûmanên bi rengên cuda derdixin çeperên şer ên Şehîd Hewrê, Şehîd Berxwedan, Şehîd Şahîn, Şehîd Tolhildan, Şikefta Birîndara û Çiyareş bombe kirin.
Artêşa tirk a dagirker bi dehan caran bi balafirên şer, helîkopterên êrîşê û obusan Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kir.
Agahiyên derbarê êrîşan wiha ne:
Di 20 û 21’ê gulanê de balafirên keşfê yên bêdeng û biçûk li ser herêmên Girê Cûdî, Girê Amediyê, Girê Bihar û gundên Kanê, Sergelê, Dêreşê, Guherzê, Berçiya û Mijê yên navçeya Amediyê geriyane. Ev tevger hê jî didome.
Di 21’ê gulanê de ji qereqolên li ser xeta sînor Girê Rûbar, Girê Cûdî, Girê Şehîd Kendal, Girê Şehîd Yunus, Girê Şehîd Leşker, Kurojahro, Şehîd Şemdîn, Mamreş, Çiyareş, Şehîd Dunya, Çemço û Rênçbir Axa yên herêma Zapê, bi obus û helîkopterên êrîşê û 36 caran bi balafirên şer ve hatine bombekirin.
Di 21’ê gulanê de qadên Girê Hakkarî, Girê Çarçel û Girê Ortê yên herêma Metîna ji qereqolên li ser xeta sînor bi obusan û 13 caran jî bi balafirên şer hatine bombekirin.
Di 21’ê gulanê de quntarên Qada Berxwedanê ya Werxelê ya herêma Avaşînê bi obusên ji qereqolên li ser xeta sînor hatine avêtin û 7 caran jî bi balafirên şer ve hatiye bombekirin.”