Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

HPG: Li Zapê 3 dagirker hatin cezakirin, çeperek hat rûxandin

Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de 3 leşkerên tirk ên dagirker hatin cezakirin, çeperek jî hat rûxandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîlayên azadiya Kurdistanê daxuyaniyek. HPG’ê di daxuyaniya xwe de çalakiyên ku di 11 û 12’ê gulanê de li dijî artêşa tirk a dagirker hatin kirin ragihand. HPG’ê aşkera kir ku di çalakiyên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê de 3 leşkerên tirk ên dagirker hetine cezakirin û çeperek jî hatiye rûçandin.

Berfirehiya daxuyaniya HPG’ê wiha ye: “Li dijî artêşa tirk a dagirker ku li Zap û Avaşînê çekên kîmyewî û teqemeniyan li hemberî qadên berxwedanê bi kar tîne, çalakiyên hêzên me dewam dikin. Agahiyên berfireh ên van çalakiyan wiha ne, ku di encamê de 3 dagirker hatin cezakirin, çeperek jî hate rûxandin;

Li Herêma Avaşînê;

Di 12’ê gulanê saet di 13.20’î de li Qada Berxwedanê ya Werxelê, hêzên me yên YJA Starê bi sabotajê li dagirkeran xistin ku dixwest ber bi çeperên şer ve biçin. Heman rojê saet di 15:10 û 15:30’î de hêzên me bi çekên giran li dagirkeran dan. Piştî çalakiyên hêzên me, dagirkeran 5 caran bi teqemeniyan bombe li çeperên şer barandin û piştre bi gavekê paşve kişiyan.

Li Herêma Zapê;

Di 11’ê gulanê de li Qada Berxwedanê ya Kurojahro, li dijî dagirkerên ku dixwestin êrişî çeperên şer ên Girê Şehîd Tolhildan bikin, hêzên me çalakî kirin. Piştî destwerdana hêzên me, dagirker neçar man bi astekê xwe vekişînin.

Di 12’ê gulanê saet di 11.40’î de li dijî dagirkerên li dora çeperên şer ên Girê Ortê yê li Qada Berxwedanê ya Karker bi sûîqestê çalakî hate kirin. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

Di 12’ê gulanê saet di 13.00 de li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn li dijî dagirkerên ku dixwestin bi teqemeniyan êrişî çeperên şer bikin, hêzên me bi çekên giran çalakî kirin. Hêzên me her wiha li droneyên li ser qadê xistin. Di encama vê destwerdanê de drone neçar man ji herêmê biçin.

Di 12’ê gulanê saet di 12.30’î de li Qada Berxwedanê ya Çiyareş, li dijî dagirekrên ku dixwestin ber bi çeperên şer ên li Girê Şehîd Sorxwîn ve biçin, hêzên me çalakî kirin û dagirkerek ceza kirin. Dagirkeran piştî vê çalakiyê bombe li qadê barandin û bi qedemeyekê xwe vekişandin.

Di 12’ê gulanê saet di 15.30’î de hêzên me bi çekên giran li çepereke dagirkeran a li dora çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Kurojahro dan. Di çalakiyê de çeper hate rûxandin û dagirkerek hate cezakirin.

Di 12’ê gulanê saet di 14.30’î de li dijî dagirkerên li dora çeperên şer ên li Girê Şehîd Şemdîn ê li Qada Berxwedanê ya Kurojahro, hêzên me yên YJA Starê bi çekên giran çalakî kirin. Bi rengekî serketî li hedefên hatin diyarkirin hate xistin.

Di 11’ê gulanê saet di 13.30’î de li qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Şahîn, hêzên me li dagirkeran dan ku dixwestin êrişî çeperên şer bikin. Di encama derbên giran de dagirker neçar man bi qedemeyekê xwe vekişînin.

Di 12’ê gulanê de bi şev li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn, li hemberî çeperên şer ên li Girê Şehîd Berxwedan bi çekên kîmyewî û teqemeniyan bombardûmaneke giran hate kirin.

Êrişên artêşa dagirker

Artêşa Tirk a dagirker bi balafirên şer, helîkopterên êrişê û ji qereqolên li ser sînor bi obusan bombardûmaneke giran li Herêmen Parastinê yên Medyayê dike.

Agahiyên berfireh ên êrişan wiha ne:

Di 12’ê gulanê saet di 20.30’î de qadên Girê Amediyê û Girê FM ên Zapê 4 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Di 12’ê gulanê saet di navbera 10.00-11.00 de li herêma Xakurkê qada Girê Şekîf ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obus û hawanan hate bombekirin.

Di 11 û 12’ê gulanê de li herêma Metînayê Girê Hakkarî, Girê Koordîne, Girê Azad û derdora gundên Dêşîşê, Seraro, Êdînê û Hirorê bi helîkopterên êrişê û ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obusan hatin bombekirin.

Di 12’ê gulanê de li herêma Zapê qadên Çemço û Sîda ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obusan hatin bombekirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar