Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cumartesi - 6 Temmuz 2024

HPG: Li Zapê 4 dagirker hatin cezakirin

Di çalakiyên gerîlayên azadiya Kurdistanê de 4 leşkerên tirk ên dagirker hatin cezakirin. Dagirkeran 12 caran bi çekên kîmyewî û 2 caran jî bi bombeyên qedexe êrîş kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ev daxuyanî da: “Di çalakiyên hêzên me de 4 dagirker hatin cezakirin û dagirkerek jî birîndar bûye. Artêşa tirk a dagirker 12 caran bi çekên kîmyewî û 2 caran jî bi bombeyên qedexe çeperên berxwedanê yên gerîlayan bombe kir. Di heman demê de 5 caran bi balafirên şer û bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran qad bombe kir.

Agahiyên li ser çalakiyên ku hatine kirin û êrîşên hatine kirin wiha ne;

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

Roja 12’ê kanûnê saet 10:30 û 18:20’an de li derdora çeperên şer ên gerîlayan a li qada Çemçoyê ya Şêladizê tîmên me yên gerok bi çekên giran du caran li dagirkeran dan. Di van çalakiyan de herî kêm 3 dagirker hatine cezakirin û dagirkerek jî birîndar bûye.

12’ê kanûnê saet 22.30’an de li derdora çeperên berxwedanê yên gerîla yên li herêma Sîda ya Şêladizê hêzên me bi çekên giran li dagirkeran dan.

12’ê kanûnê saet 22:30 û 15:00’an de li derdora çeperên berxwedanê yên gerîla yên li herêma Sîda ya Şêladizê tîmên me yên gerok bi sûîkastê li dagirkeran dan. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.

Êrîşên artêşa tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî;

Di 12’ê kanûnê de çeperên berxwedanê yên gerîla yên li nêzî gundê Sîda û herêma Çemço ya Şêladize ya navçeya Amediyeyê 2 caran bi bombeyên qedexekirî hatin bombekirin.

Di 12’ê kanûnê de çeperên berxwedanê yên gerîlayan ên li nêzî herêma Çemço ya navçeya Şêladize ya Amediyeyê 12 caran bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa tirk a dagirker;

Di 12’ê kanûnê de Qadên Girê Ortê, Girê Çarçel ên Metîna û derdora Gundê Şelaze 5 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

12’ê kanûnê Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê Bihar û Çemço bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar