Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

HPG: Li Zapê dagirkerek hat kuştin

HPG’ê ragihand ku li herêma Zapê di encama çalakiyeke sûîqestê de dagirkerek hatiye kuştin. Li Xakurkê jî bi çekên giran li çeperên dagirkeran hat xistin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser êrîşên dewleta tirk a dagirker û çalakiyên gerîla daxuyaniyek da.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêmên Xakurkê û Zapê;

18’ê tebaxê saet di 15:30’î de hêzên me li herêma Xakurkê bi çekên giran li çeperên dagirkeran ên li ser Girê Şehîd Şahan xistin. Bi rengekî serketî li çeperên hatibûn diyarkirin hat kirin.

21’ê tebaxê saet di 20:30’î de li herêma Zapê li dijî dagirkerên li qada Cîlo yê Biçûk bi rêbaza sûîqestê çalakî hat kirin. Di encamê de dagirkerek hat cezakirin.

Herêma Avaşînê, qadên berxwedanê yên Girê Sor û Werxelê;

22’ê tebaxê, artêşa tirk a dagirker piştî ku bombe li qada Girê Sor barand, xwest ber bi qada berxwedanê ve bê. Bi destwerdana berxwedêrên Girê Sor re dagirker bê encam man û neçar man xwe vekişînin.

22’ê tebaxê saet di 13:00 de û 23’ê tebaxê serê sibehê artêşa tirk a dagirker qada berxwedanê ya Werxelê ji qereqolên li ser sînor bi çekên giran bombe kir.

22’ê tebaxê saet di navbera 23:40-01:30’î de qada berxwedanê ya Werxelê 5 caran bi teqemeniya ji aliyê dagirkeran ve hat bombekirin. Dagikeran hewl dan piştî vê bombardûmanê bi pêş ve biçin. Berxwedêrên Werxelê ev hewldana dagirkeran têk birin.

Li ser qadên berxwedanê liv û tevgera droneyan dewam dike.

21’ê tebaxê saet di navbera 21:00-23:40’î de li herêma Avaşînê li qadên Mervanos, Tabûra Ereban, Girê Sor, Girê Spî û Girê Silêman helîkopter geriyan.

22’ê tebaxê saet di 18:40’î de li herêma Metînayê quntarê Girê Çarçelê bi balafirên şer hat bombekirin.

22’ê tebaxê saet di navbera 21:00-22:30’î de li herêma Zapê qadên Tîpa T û Girê Şehîd Sîmko bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar