Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser êrîşên dagirkeriyê yên artêşa tirk û berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriyê daxuyaniyek da.
HPG di daxuyaniya xwe de ev agahî parver kir:
“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de;
26’ê îlonê saet di 08:15’an de li dijî dagirkerên li Kela Bêdewê ya li herêma Zapê, bi çekên giran çalakî hat lidarxistin. Di vê çalakiyê de hêzên me bi rengekî serketî li hedefên hatine diyarkirin xistine.
25’ê îlonê li herêma Xakurkê cîhaza wênekişandinê ya ku artêşa tirk a dagirker li qada Girê Şehîd Kamûran bi cih kir, ji aliyê hêzên me ve hat desteserkirin.
Li herêma Avaşînê li qada berxwedanê ya Werxelê;
26’ê îlonê danê êvarê artêşa tirk a dagirker bi çekên giran bombe li qada berxwedanê ya Werxelê barand. Piştî vê bombardûmanê dagirkeran hewl dan bi pêş ve biçin û di navbera dagirkeran û berxwedêrên Werxelê de şerekî giran qewimî. Li pêşberî berxwedana bi biryar a hêzên me, dagirker nekarîn bi pêş ve biçin.
25’ê îlonê saet di navbera 15:25-17:00 de li herêma Avaşînê qada Basya bi balafirên şer hat bombekirin.
26’ê îlonê saet di 10:00 de li herêma Xakurkê Droneyên hêzên PDK’ê li qada Sinînê geriyan. Ev qad piştre ji aliyê balafirên şer ên artêşa tirk a dagirker ve 3 caran hat bombekirin.” BEHDÎNAN