Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayan daxuyanî da û ev agahî parve kir:
“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de;
4’ê mijdarê saet di 21:15’an de li herêma Zapê, hêzên me li helîkopterên êrîşê xistin ku dixwestin bombeyan li qada Tîpa T bibarînin. Di encama vê çalakiyê de derb li helîkoptereke êrîşê hat xistin.
3’ê mijdarê saet di navbera 15:00-16:00 de li herêma Zapê, qada Şehîd Cûdî û sibeha 4’ê mijdarê jî qada Çemço ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obus û hawanan hatin bombekirin.
4’ê mijdarê li herêma Zapê, qadên Girê Şehîd Sîmko û Karker bi balafirên şer û helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.
4’ê mijdarê saet di 06:00 de artêşa tirk a dagirker bi çekên giran bombe li qada Werxelê ya Avaşînê barand. Di şeva heman rojê de helîkopter li ser qadên Tabûra Ereban, Banîsta û Mervanosê geriyan.
4’ê mijdarê saet di navbera 10:30-11:30’î de qadên Girê Şehîd Şerîf û Sinînê yên Xakurkê bi balafirên şer hatin bombekirin.” BEHDÎNAN