Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî 5 gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne ev agahî parve kir:
“Dewleta Tirk a dagirker ku ev sed sal in li dijî gelê me êrîşên qirkirinê dimeşîne û gelek qetlîam kiriye, di sala 2022’an de Zap di serî de li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê operasyoneke berfireh a dagirker daye meşandin. Dagirkeran hewl dane van êrîşan li rojavayê Zapê jî bidomînin lê rastî îradeya fedaî ya Apoyî hatine. Dagirkeran bi mehan hewl dan ku di dîroka dagirkeriyê de êrîşên herî kûr bikin û bigihêjin encamê. Li hemberî dagirkeran li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hevrêyên me Tevar, Eylem û Rêncber bi bîr, bawerî û cesareteke mezin şer kirin û şehîd bûne. Ev hevrêyên me bûne milîtanên herî bijarte yên partiya me PKK û PAJK’ê. Milîtanên mêrxas ên Rojava Reşîd û Êrîş jî ji bo taktîkên dewlemend ên gerîlatiyê yên serdema nû pêk bînin û derbên giran li dagirkeran bixin, kedeke mezin dane. Hevrêyên me Reşîd û Êrîş ji bo pêkanîna pêdiviyên hevalên xwe yên li qadên şer û binesaziya berxwedanê xurt bikin, di êrîşa dijmin de şehîd bûn. Ev hevrêyên me yên hêja yên bi fedakarî têkoşiyan, bi jiyan û israra xwe ya di têkoşînê de bûne milîtanên mînak ên Apoyî.
Di serî de ji malbatên bi rûmet ên hevrêyên me Tevar, Eylem, Rênçber, Reşîd û Êrîş, em sersaxiyê ji hemû gelê me yê welatparêz ê Kurdistanê re dixwazin.
Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:
Nasnav: Tevar Delal
Nav û paşnav: Mizgîn Ozer
Cihê jidayikbûnê: Wan
Navê dê û bav: Muhlîse – Mehmet Emîn
Dîrok û cihê şehadetê: Gulana 2022’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê
Nasnav: Eylem Hêvî
Nav û paşnav: Eda Eroglû
Cihê jidayikbûnê: Semsûr
Navê dê û bav: Naîle – Mehmet
Dîrok û cihê şehadetê: Gulana 2022’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê
Nasnav: Rênçber Metîn
Nav û paşnav: Reşît Kiran
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Navê dê û bav: Hezbiya – Xelîl
Dîrok û cihê şehadetê: Gulana 2022’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê
Nasnav: Reşît Arîn
Nav û paşnav: Ahmet Adnan
Cihê jidayikbûnê: Hesekê
Navê dê û bav: Bedriye – Adnan
Dîrok û cihê şehadetê: Gulana 2022’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê
Nasnav: Êrîş Avent
Nav û paşnav: Bessam Mihemed
Cihê jidayikbûnê: Qamişlo
Navê dê û bav: Nesrîbe – Bahaddîn
Dîrok û cihê şehadetê: Gulana 2022’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê