Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

HPG: Navê cerdevanên hatine qadên gerîla di destê me de ne

HPG'ê daxuyand ku artêşa dagirker ku dixwaze xwe ji vê rewşa xitimandî rizgar bike hewl dide cerdevanan di êrîşa dagirkeriyê ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de bide pêş û ev hişyarî kir: “Dewleta tirk a dagirker bi vê polîtîkayê dixwaze artêşeke kontra ji cerdevanan ava bike. Cerdevanên din ên ku hatine Herêmên Parastinê yên Medyayê û yên hewl tê dayin ku bêne anîn, navên wan li ber destê me hene.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayên azadiyê û êrîşên dewleta tirk a dagirker de daxuyanî. HPG’ê di daxuyaniyê de cerdevan»n ku hewl didin bi dagirkeran re têkevin Herêmên Parastinê yên Medyayê » ragihand ku tu kesên ku li hemberî gelê xwe bi zanebûn û bi xwesteka xwe çek bi kar anîne û di dagirkirina welatê xwe de rol lîstine, xiyanet kirine, di dîrokê de tu carî ji aliyê hêzên şoreşger ve bêhesabpirsînê nehatine hiştin.

“Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi vî rengî ne:

Li Herêma Şehîd Delîl a rojavayê Zapê;

19’ê gulanê saet di 09:15’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin û derb li sîstemeke kamera ya mobesse hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

19’ê gulanê saet di 14:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

19’ê gulanê saet di 15:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên nîv otomatîk li dagirkrean hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

19’ê gulanê saet di 12:25’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin ku ketibûn nava liv û tevgerê. Di encamê de liv û tevgera dagirkeran hate rawesetandin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

Êrîşên artêşa dewleta tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

18, 19 û 20’ê gulanê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê 21 caran bi gazên kîmyewî, carekê bi droneyên bombebarkirî û carekê jî bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin. Hate tespîtkirin ku beşek ji gazên kîmyewî hatin bikaranîn bi rengê zer bû.

18’ê Gulanê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê tunelên me carekê bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa dewleta tirk a dagirker;

18 û 19’ê gulanê li herêma Xakurkê qadên Sinînê, Goşînê, Girê Şehîd Şerîf 6 caran, li herêma Metînayê qadên berxwedanê yên Bazê, Şêlazê, Golka û Dergelê 5 caran, li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê qadên berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê Bahar 3 caran, herêma Zapê carekê; bi giştî 15 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

18’ê gulanê li herêma Metînayê qadên berxwedanê yên Dergelê, Golkayê bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

Dıvê cerdevan nekevin nava hewldanên dagirkeriyê

Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa tirk a dagirker ku di sê salên dawî de li Herêmên Parastinê yên Medyayê dikin, li pêşberî berxwedana dîrokî ya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bê encam mane. Bi taybetî Operasyonên Şoreşgerî û çalakiyên bi bandor ên gerîla ku ji payîzê û vir ve têne kirin, derbên giran û hilweşîner li artêşa dagirker xistin, dagirker nekarî li hemberî gerîla bisekinin. Artêşa dagirker ku dixwaze xwe ji vê rewşa xitimandî rizgar bike, careke din serî li rêbazên têne zanîn dide, hewl dide cerdevanan di êrîşa dagirkeriyê ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de bide pêş. Dewleta tirk a dagirker bi vê polîtîkayê dixwaze artêşeke kontra ji cerdevanan ava bike. Beşek ji cerdevanên ku rojên dawî anîn Herêmên Parastinê yên Medyayê navê wan di çapemeniyê de hate weşandin. Cerdevanên din ên ku hatine Herêmên Parastinê yên Medyayê û yên hewl tê dayin ku bêne anîn, navên wan li ber destê me hene. Em hişyariyê didin hemû cerdevanan ên ku anîne Herêmên Parastinê yên Medyayê û hewl didin bînin herêmê. Divê tu cerdevan qebûl neke ku derkevin derveyî gundê xwe, divê qebûl nekin ku di bin fermana artêşa dagirker de tevlî êrîşên dagirkeriyê yên herêmên cuda bibin. Divê tevlî van operasyonên dagirkeriyê yên li başûrê Kurdistanê nebin, divê neyên Herêmên Parastinê yên Medyayê û nekevin çeperên artêşa dagirker ku di hedefa gerîla de ne. Tu kesên ku li hemberî gelê xwe bi zanebûn û bi xwesteka xwe çek bi kar anîne û di dagirkirina welatê xwe de rol lîstine, xiyanet kirine, di dîrokê de tu carî ji aliyê hêzên şoreşger ve bêhesabpirsînê nehatine hiştin. Divê cerdevanên ku bi vî rengî bi roleke nexêr radibin zanibin ku wê rojekê bêne darizandin û bêhesab nemînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar