Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

HPG: Operasyon têk çû û 6 leşker hatin kuştin

HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan, operasyona hêzên artêşa tirk a li Geverê vala derxistiye û derbên giran lê dane. HPG’ê diyar kir ku di şer de 6 leşker hatine kuştin û dewleta tirk bi rêya çapemeniyê xwest ku têkçûna xwe veşêre

Navenda Ragihandin û Çepemeniyê ya HPG’ê ragihand ku artêşa tirk di 12’ê gulanê de li deverên Zêrane, Mêzê, Gundên Aslan, Matê, Mihemed Emîn û Talanê yên bi ser Oremar a Gever a Colemêrgê dest bi operasyoneke berfireh kiribû.

HPG’ê ragihand ku di 13’ê gulanê de li gundê Aslan di saetên danê nîvroyê de şereke dijwar di navbera hêzên wan û leşkerên tirk de rû da û ev agahî dan: “Di şer de gelek leşkerên tirk hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn. Yekîneyên operasyonê neçar man ku vekişin. Di heman rojê saet ji 17:00’an heta 19:00’an jî helîkopteran devera gundê Aslan bombe kir. Di 14’ê gulanê saet di navbera 13:00-15:00’an de balafirên şer jî gundê Aslan û derdora wî bombebaran kir. Di şerê du rojan de bi qasî ku hate zelalkirin, 1 jê payebilind bi giştî 3 leşker hatin kuştin û leşkerek jî birîndar bû.”

Çalakiyên sabotajê

Di berdewamê de jî HPG’ê destnîşan kir ku di heman rojê de hêzên wan li dijî yekîneyên artêşa tirk ên li Qela Perîxanê û devera Zêraneyê bi giştî 5 çalakiyên sabotajê pêk anîn. HPG’ê ragihand ku di çalakiyan de bi qasî ku hatiye zelalkirin, 3 leşker hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne. HPG’ê diyar kir ku dibe ku hejmara kuştî û birîndaran zêdetir be.

4 gerîla şehîd bûn

Daxuyaniya HPG’ê wiha dom kir: “Tevî hemû desteka teknîkê û rêbazên cuda, artêşa TC’ê ya li pêşberî yekîneyên me têk çû, di 17’ê gulanê de ji qadê vekişiya. Hevrêyên me Çekdar Avaşîn, Çiyager Êrîş, Devrîm Firat û Êrîş Andok ên ku di tevahiya operasyonê de bi lehengî şer kirin, şehîd bûn. Agahiyên têkildarî nasnameya hevrêyên xwe em ê piştre bi raya giştî re parve bikin. Artêşa tirk bi rêya çapemeniya şerê taybet, dixwazin binketina xwe binuxumînin.  Di 6 rojên operasyonê de ji bo ku kuştî û birîndarên xwe veşêrin, bi rêya çapemeniyê xwestin raya giştî bixapînin. Bang li gelê xwe dikin ji vê propagandaya qirêj a dijmin bawer nekin.”

Li Serhedê çalakî

Têkildarî çalakiyên li herêma Serhedê de jî HPG’ê ev agahî bi raya giştî re parve kirin: “Hêzên me di roja 22’yê gulanê saet di 07.00’an de di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Serfiraziyê ya li Eyaleta Serhedê de li dijî wesayîteke ya bi tîpa Amarog a li ser rêya di navbera Qereqola Şilê û Serêkaniyê ya girêdayî Bazîd a Agiriyê de çalakiya sabotajê pêk anî. Di çalakiyê de wesayît hate derbkirin lê hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehate zelalkirin. Artêşa TC’ê ya piştî çalakiyê qad bi obus û hewanan topbaran kir. Her wiha kuştî û birîndarên xwe jî bi wesayîtên zirxî ji qadê dûr xistin.”

Bombebarana li ser herêmên gerîla

Der barê bombebarana artêşa tirk a di 23’yê gulanê de li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de jî HPG’ê ev agahî parve kirin: “Balafirên şer saet di 06:00’an de qada Ermûş a girêdayî Herêma Xaxûrkê û di saet 10:00’an de jî devera Elî Dirêj bombebaran kir. Saet derdora 12:30’an de jî devera Karox û Kalatûka yên girêdayî Herêma Qendîl li gel Girê Hekarî yê Herêma Metînayê bombebaran kir. Di van êrîşan de tu zirar negihiştiye hêzên me.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar