Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

HPG: PDK’ê êrîşî 7 gerîlayên me kir

HPG’ê diyar kir ku PDK’ê êrîşî 7 gerîlayên wan kiriye û wiha got: “Dewleta tirk dema êrîşî gelê me û hêzên me dike, PDK’ê jî dibe hevkarê van êrîşên mêtinger û faşîst.”

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê têkildarî êrîşên PDK’ê ya li hemberî komeke gerîla daxuyanî da û ev agahî parve kir: “

“Komeke me ya ji 7 gerîlayan pêk dihat, li herêma Xelîfanê dema xwestine çemê Zapê derbas bikin hêzên PDK’ê ew xistine kemînê û êrîşî gerîlayan kirine. Agahî ji me re hatiye ku ev gerîlayên me hatine tasfiyekirin.

Hêzên PDK’ê bi awayekî nemerdane hêzên me xistiye kemînê û tu tiştekî ji vêya xerabtir tuneye ku hêzên me wisa şehîd bûne. Tu eleqeya vî tiştî bi kurdbûnê tune. Ev êrîş xisareke mezin dide doza azadiyê ya gelê Kurdistanê. Diyar e ku rêveberiya PDK’ê hêzên xwe nêzî cihên hêzên me çêdikir û dixwest em li wan bidin. Di vê pêvajoya hesas de, em li berjewendiya gelê xwe difikirin û dema ku me li wan nedaye, vê carê bi awayekî xayînî hêzên me dixin kemînê û dixwaze pêvajoyeke şer a yekalî bide destpêkirin.

Divê hemû gelê Kurdistanê vî tiştî ji Barzanî û rêveberiya PDK’ê bipirsin: Heke di navbera kurdan de şerek çêbibe û xwîna ciwanên kurd were rijandin, wê çi bikeve destê we? Çima hûn bi israr şerê di navbera kurdan de ferz dikin? Ev nayê wateya ku di sedsala 21’an de dema şerekî wisa çêbibe wê dahatûya gelê me xerab bibe? Divê gelê me û dostên me, vî tiştî ji PDK’ê bipirsin.

Dewleta tirk li Îmraliyê li hemberî Rêbertiya me û li zindanan li hemberî rêhevalên me îşkenceyê dike. Di heman demê de li her qadê êrîşên faşîst û mêtinger dibe ser gelê me û hêzên me. Dema ku PDK jî dibe hevkarê van êrîşan em vî tiştî ji edalet, wijdan û biryara gelê xwe û raya giştî re dihêlin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar