Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

HPG: Rêheval Rodî bi rengekî fedaî şehîd bû

HPG'ê diyar kir ku gerîla Rodî Nalîn 3'yê kanûnê li Kerboranê şehîd bû û ev tişt hat parvekirin: “Rêhevalê me bi çekên ferdî bersiv dan artêşa tirk a dagirker û bi wêrekiyeke mezin şer kirin. Di vî şerê giran de herdu hevrêyên me ji bo bi saxî nekevin destê dijmin bi fedaîtî ber bi şehadetê ve çûn."

 

HPG’ê diyar kir ku gerîla Rodî Nalîn 3’yê kanûnê li Kerboranê şehîd bû û ev tişt hat parvekirin: “Rêhevalê me bi çekên ferdî bersiv dan artêşa tirk a dagirker û bi wêrekiyeke mezin şer kirin. Di vî şerê giran de herdu hevrêyên me ji bo bi saxî nekevin destê dijmin bi fedaîtî ber bi şehadetê ve çûn.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku Rodî Nalîn (Orhan Elma) li navçeya Kerboran a Mêrdînê di şerê giran ê bi artêşa tirk a dagirker re şehîd bûye. HPG’ê diyar kir ku şehîd Rodî soz da ku têkoşîna azadiyê ya ku di oxira wê de bêteredût şer kir, bi ser bixîne.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:

“3’yê kanûna 2023’yan li derdora bajarokê Deywan ê navçeya Kerboran a Mêrdînê, di hevrêyên me li dijmin rast hatin. Hevrêyên me bi çekên ferdî bersiv dan artêşa tirk a dagirker û bi wêrekiyeke mezin şer kirin. Di vî şerê giran de herdu hevrêyên me ji bo bi saxî nekevin destê dijmin bi fedaîtî ber bi şehadetê ve çûn. Yek ji hevrêyên me yên şehîd bûne hevrê Rodî Nalîn e. Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me yê din dema diyar bû wê bi gelê me yê welatparêz û raya giştî re bêne parvekirin.

Li her derê bakurê Kurdistanê bi eşq xebitî

Hevrêyê me Rodî ku ewladê leheng ê gundê Marînê yê welatparêz û xelkê Mêrdînê bû, ji sala 2007’an dema tevlî nava refên têkoşîna azadiyê bû heta şehadetê bi wêrekî û fedakariyeke mezin têkoşiya. Bi ruhê fedaî yê Apoyî û hişmendiya şoreşgerî ji Herêmên Parastinê yên Medyayê heta bi gelek eyalet û herêmên bakurê Kurdistanê li her derê bi eşq xebitî. Ji bo azadiya gelê me û Rêberê me, ji bo têkbirina êrîşên dijmin, ji bo xwedîderketina li bîranîna şehîdên me, ji bo serxistina berpirsyariyên xwe bi her awayî tevlî nava têkoşîna azadiyê bû. Hevrêyê me dema ku bi erka xwe radibû li artêşa tirk a dagirker rast hat û bi rengekî hêjayî milîtaniya fedaî ya Apoyî û lehengiya herêma Mêrdînê li dijî dijmin şer kir û şehîd bû.

Bila serê malbata hêja ya hevrêyê me Rodî, xelkê Mêrdînê yê welatparêz û gelê Kurdistanê sax be. Em soz didin ku têkoşîna azadiyê ya ku Rodiyan bi rengekî fedaî tevlî bûn û di oxira wê de bêteredût şer kirin, bi ser bixînin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Rodî Nalîn bi vî rengî ne:

Nav paşnav: Rodî Nalîn
Nasnav: Orhan Elma
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Mecbûre-Abdulkerîm
Dem û cihê şehadetê: 3’ê Kanûna 2023 / Mêrdîn

 

Têkoşîna azadiyê ber bi serkeftinê ve diçe

Herêma Mêrdînê herêmek qedîm a kurd e ku di dîroka kurdan de navenda konfederasyonên herî mezin bû, xwedî dîrokeke mezin e û kurdîtiya xwe, ziman, çanda xwe her tim parastiye. Herêma Mêrdînê ku çand û nasnameya xwe ya civakî her tim parast û pê serbilind bû, asîmîlasyon, bêkesayetîhiştin û bênasnamehiştin tu carî qebûl nekir. Hebûna xwe her tim parastiye û dewam kiriye. Herêma Mêrdînê ku yek ji qadên destpêkê yên belavbûna tevgera Apoyî ye, ew qad e ku Rêber Apo di pêvajoya destpêkê de bi xwe çû wê derê, kadroyên damezrîner ên tevgera me kedeke mezin lê dan, Apoyiyan bi derfetên kêm hewl dan rêxistiniyê lê bikin û ev yek jî bi derbaskirina zor û zehmetiyên mezin pêk anîn. Herêma Mêrdînê bi hezaran ewladên xwe yên tevlî têkoşîna azadiyê kir ku bi Ferhat Kûrtayan destpê kir û bênavber dewam kir, bi welatparêzên xwe yên şehîd bûn, bi gelê xwe yê berdêl da, bi jinên xwe yên berxwedêr, bi girtiyên xwe yên bi dehan salan li zindanan li ber xwe dan, bi ciwanên esîl û bi kevneşopiya mezin a serhildanê di dîroka Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de xwedî cihekî mezin e. Li Çemê Çikestûnê û ji Tûrcelê heta Bagokê, ji Dêrikê heta Qoser û Mêrdînê dengê Apoyiyan û xelkê Mêrdînê yê welatparêz ê têkoşîna azadiyê her tim geş bû. Dengê têkoşîna azadiyê îro bênavber gur dibe û ber bi serkeftinê ve diçe.

Yek ji navendên girîng ên welatparêziyê yên herêma Mêrdînê navçeya Nisêbînê û gundê wê yê Marînê ye. Marînê ku yek ji gundên herî dîrokî û welatparêz ên herêma Bagokê ye, bi têkoşîna Apoyiyan re dil da Rêber Apo û tevgera azadiyê, ji dil baweriya xwe bi Apoyiyan anî ku wê azadiya Kurdistanê misoger bikin. Xelkê Marînê bi vê baweriyê fedakariyên mezin kir, bi dehan ewladên xwe tevlî nava têkoşîna azadiyê kir, li gel zilma giran a dijmin jî ti carî serê xwe li ber dijmin netewand û tawîz ji welatparêziya bi rûmet neda. Gundê Marînê ji gerîlayê xwe yê destpêkê Reşo (Nezîr) heta bi Dijwar (Metîn Aslan), Pîroz (Şahnaz), Menîra, Sînan Dînç, Zahîre Aslan, Kemal Bagok (Lokman Genç), Egîd Bagok (Mazlûm Ok), Zafer Bagok (Abdulkadîr Aydin), Bahadîn Ûfak, Ekrem Dînç, Abdulhadî Ok û Rodî Mêrdîn (Levent Dayan) ewladên xwe yên herî hêja û leheng tevlî karwanê şehîdan kir. Xelkê Marînê da ser şopa van ewladên leheng û îro jî welatparêziya xwe ya esîl bi rengekî bêtawîz dewam dike.

Rastiya faşîzma dewleta tirk fêm kir

Hevrêyê me Rodî Nalîn jî li gundê Marînê yê Nisêbînê yê bi hestên welatparêziyê, ji dayik bû. Bi dengê geş ê Apoyiyan ê ku li deşta Mêrdînê deng vedida û destanên lehengiyê mezin bû. Xwişka hevrêyê me Rodî hevrêya me Nalîn (Nadîre Elma) sala 1992’an tevlî nava refên gerîla bû û sala 1999’an li Garzanê şehîd bû. Ji ber ku li nava malbateke ku bi têkoşîna azadiyê re bû, mezin bû, vê yekê bandoreke mezin li hest û hişmendiya hevrêyê me Rodî kir. Ji ber welatparêziya xurt a malbat û gund, dewleta tirk a faşîst gelek zilm û zordarî lê kir. Dema ku dît serî natewînin, êrîşên qirkirinê bi rêk û pêk kir. Malbata hevrêyê me Rodî ji ber zext û zilma dijmin di sala 1993’yan de neçar ma koçî Stenbolê bike. Hem li gundê xwe hem jî li metropolê rastiya dewleta tirk a faşîst bi her awayî dît û fêhm kir. Hevrêyê me Rodî kiryarên dewleta tirk a faşîst mêtinger ti carî ji bîr nekir. Di sala 1999’an de Komploya Navneteweyî ji aliyê hestewarî ve gelekî bandor lê kir û dest ji dibistanên asîmîlasyonê yên dewleta tirk berda. Weke kesayetekî kurd ê bi rûmet baweriya xwe bi wê yekê anî ku ji bo rabûna li ber Komploya navneteweyî, çirandina fermana kuştina kurdên azad û misogerkirina azadiyê divê têbikoşe û bi vê têgihiştinê tevlî nava karên ciwanan ên şoreşger bû. Di nava karên ciwanan de bi tevlîbûna xwe ya çalak, coş û karakterê xwe yê çalakgeriyê bi rolên girîng rabû. Piştre tevlî nava karên Tevgera Welatiyên Azad bû û ji bo avakirina civakeke demokratîk û birêxistinkirina wê, kar kir. Du salan bi rengekî çalak xebitî, lê zext ji dijmin dît û hate binçavkirin. Ti ji zext û êrîşên dijmin nekarî hevrêyê me Rodî ku xwedî karaktereke berxwedêr bû ji têkoşîna wî vegerîne.

Hevrêyê me Rodî ku bi eşqeke mezin dilsozê Rêber Apo bû, bi têgihiştina wateya dîrokî û mezin a Rêberê me ji bo gelêw Kurd, di mijara Rêber Apo de timî hesas bû. Di sala 2007’an de li hemberî jehrîkirina Rêber Apo, ji bo parastina Rêbertî û bersivdayina li dijmin, biryardariya xwe ya têkoşînê mezin kir û beşdarî nava refên grîla bû. Destpêkê li herêma Xakurkê tevlî nava perwerdeya gerîla bû. Ruhê fedaî yê Apoyî yê li nava refên gerîla, hevrêtiya ji dil a li nava PKK’ê û jiyana komunal a xwe dispêre kesayetiya azad a paradîgmaya Apoyî gelekî bandor lê kir. Dît ku bi tevlîbûna li nava refên grîla biryareke rast û di cih de da û bi daxwazeke mezin tevlî kar bû. Ji sala 2007’an heta 2011’an li herêma Xakurkê karê pratîkî kir. Di bin fermandariya gelek fermandarên efsanewî yên tevgera me Şehîd Xebat Dêrik, Şehîd Elîşêr Koçgirî, Şehîd Çîçek Kiçî û gelek fermandarên Apoyî yên hêja yên mîna wan xwe perwerde kir.

Hevrêyê me Rodî bi xwestekek mezin berê xwe da Bakurê Kurdistanê û sala 2011’an derbasî Qada Botanê bû. Ji eyaleta Wanê heta Bestayê, ji Cûdî heta Gabarê li gelek deverên Qada Botanê bi rengekî çalak kar û xebat meşand. Hevrêyê me Rodî bi kesayeta xwe ya kedkar, fedakar, jîrbûna xwe ya bi pratîk, vekirî, kêrhatî û cesareta xwe bilind li her qada ku çûyê û di her xebatê de serkeftî bû. Tecrubeyên ku wergirtî, perwerdeyên dîtî, tiştên ku ji hevrêyên xwe yên şehîd fêr bûyî û dersên ji têkoşîna şoreşê girtî tecrubeyeke girîng di wî de ava kir. Li ser vî bingehî bi hezkirin û xwestekek mezin bi rengekî bê navber pratîk meşand. Hevrêyê me Rodî piştî pratîka 6 salan a li Botanê ji bo ku tecrubeyên xwe bi hevrêyên xwe re parve bike, xwe di bîrdozî û paradîgmaya Apoyî de kûr bike, di taktîkên gerîla ya demê nû de bibe pispor û pratîka xwe nîşan bide derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Hevrêyê me Rodî sala 2017’an li Akademiya Şehîd Îbrahîm beşdarî perwerdeyê bû, bi biryardarî û lêhêrbûna li vir xwe ji bo wezîfeyên xwe yên dema nû amade kir.

Heval Rodî dilsozê Rêber Apo û şehîdan bû

Hevrêyê me Rodî bi hêza ku ji perwerdeya Apoyî wergirtî ber bi qada pratîk ve meşiya û di navbera salên 2017-2019’an de li Zap û Metînayê wezîfeyên cur be cur girt ser xwe û tevlî xebatan bû. Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a mêtinger û qirker di nava tîmên bi tevger de cih girt, berpirsyarî girt ser xwe û derbeyên bê hempa li dijmin xist. Hevrêyê me Rodî di gerîlatiya li bakurê Kurdistanê de xwedî tecrubeyeke girîng bû û ji bo ku ji wezîfeyên xwe yên şoreşê re bibe bersiv car din berê xwe da bakurê Kurdistanê. Li Bakur ji bo ku di şert û mercên dijwar û demên zehmet de ji wezîfeyên xwe yên mîlîtaniya demê re bibe bersiv, fedakariyeke mezin nîşan da û xebitî. Hevrêyê me Rodî ku dilsozê Rêber Apo, şehîdên me û gelê me bû, ji bo serketina doza me ya azadiyê her cure zehmetî girte ber çav û têkoşiya. Bi saya afirênerî û kesayeta xwe ya ku çareseriyê dihilberîne, gelek wezîfeyên girîng bi serketî pêk anî.

Hevrêyê me Rodî heta kêliya şehadeta xwe jî ji sekin û têkoşîna xwe tawîz neda û weke ewladekî leheng ê gundê Marînê, herêma Mêrdînê û hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz tevlî karwanê şehîdan bû. Çawa ku hevrêyê me Rodî li pey şopa şehîdên beriya xwe meşiya û qasî 16 salan bi rengekî bênavber têkoşîna wan meşandibe, ciwanên egîd ên gelê Kurd jî wê ala têkoşînê ya Rodiyan dewr bigirin û teqez bigihînin serketinê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar