Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

HPG: Rîska belavbûna şer heye

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê ev hişyarî da: “Li gorî daxuyaniya rayedarekî PDK’ê ku bi navê Alîkarê Wezîrê Pêşmergeyan axivî, daxuyaniya Waliyê Duhokê û li gorî hin agahiyên îstîxbaratî yên gihîştine ber destê me, hêzên PDK’ê amadekariyan dike ku dest li vî şerê stratejîk ê navbera me û dewleta tirk werde.”

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye: “Tê zanîn ku ji Avaşîn heta Metînayê li qadeke berfireh em bi dewleta tirk a dagirker re di nava şerekî giran de ne. Bi taybetî ji 25’ê gulanê û vir ve li aliyê girê Metîna-Amediyê di navbera hêzên me û artêşa tirk a faşîsta mêtinger de şerekî mezin diqewime. Dewleta tirk li hemberî hêzên me teknîka serdemê û çekên kîmyewî yên qedexekirî bi kar tîne û tevî vê yekê jî xitimî ye, nikare bi pêş ve biçe.

Ev şer di navbera gelê kurd û dagirkeriya tirk de şerekî gelekî dîrokî ye. Lê belê li gorî daxuyaniya rayedarekî PDK’ê ku bi navê Alîkarê Wezîrê Pêşmergeyan axivî, daxuyaniya Waliyê Duhokê û li gorî hin agahiyên îstîxbaratî yên gihîştine ber destê me, hêzên PDK’ê amadekariyan dike ku dest li vî şerê stratejîk ê navbera me û dewleta tirk werde. Li bakurê Metînayê di navbera hêzên me û dewleta tirk de şer diqewime. Li rojhilatê Metînayê jî şerekî gelekî giran dewam dike. Dema ku hêzên PDK’ê aliyê başûr ê Metînayê bigire, hingî plana dorpêçkirin û îmhakirinê ya dewleta tirk wê temam bibe, ku li ser hêzên me ferz dike. Bi vî rengî wê PDK tev li vê pêvajoya tunekirinê bibe. Ev plana xetere ya PDK’ê ya li ser Metînayê ji bo me tê wateya îlana şer. Ji ber ku li cihên girîng ên Serê Metîna hêzên me hene. Bidestxistina wê derê tenê bi êrîşê dibe. Ev jî tê wateya destpêkirina pêvajoyeke nû ku qet ne bi dilê me ye.

Rîsk heye ku şer belav bibe

Ev rewş wê were wê wateyê ku PDK piştgiriya heta niha dide dewleta tirk bigihîne asteke bilind. Ev jî tê wateya bicihanîna plana dewleta tirk ku ji berê ve dixwaze û hewl dide şer bike şerê nava kurdan. Divê were zanîn; tevlibûna PDK’ê ya bi vî rengî ya li nava şer, yanî êrîşa li ser hêzên me yên li Metînayê, wê tenê li Metînayê nemîne û wê bê wateya destpêkirina şerekî giştî. Ji ber vê yekê em bang li hêzên siyasî yên xwedî berpirsyarî, rewşenbîr, hunermend û saziyên welatparêz ên başûrê Kurdistanê, bang li hêzên kurdistanî hemûyan dikin ku bi berpirsyarî rabin û pêşî li êrîşeke bi vî rengî bigirin.

Pêşî li vê êrîşê bigirin

Ji bo şer nebe şerê nava kurdan me heta niha di asta herî bilind de berpirsyariyên xwe bi cih anîn. Lê belê eger êrîş li ser hêzên me yên li çeperan bê kirin, hêzên me jî wê xwe biparêzin. Lewma aşkere ye ku pêvajo ber bi asteke gelekî xetere ve diçe. Ji ber vê yekê em bang li gelê xwe û hêzên welatparêz hemûyan dikin ku di vê mijarê de bi erk û berpirsyariya xwe rabin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar