Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-BÎM) bi daxuyaniyekê nasnameyên gerîlayên bi navê Ararat Herekol û Zîn Zagros ên di 1’ê nîsanê de li herêma Garê şehîd bûbûn aşkera kir û ji gelê Kurdistanê re sersaxî xwest. Daxuyaniya HPG’ê wiha ye: “Hevrêyên me Ararat û Zîn ên ji Wan û Kobanê ku du navendên girîng ên berxwedanê yên Kurdistanê ye tevlî nava refên gerîla bûn û ji bo azadiya gelê me bi awayekî fedaî şer kirin, bûn mînakên berbiçav ên milîtaniya jinê ya Apoyî. Hevrêyên me Ararat û Zîn ku li gelek qadan têkoşiyan li her devera ku lê bûn, di parastina xeta azadiya jinê de bi ser ketin û mohra xwe li dîroka me ya têkoşînê dan. Hevrêyên me Ararat û Zîn di her kêliya jiyana xwe de bi mezinkirina têkoşîna şoreşgerî re karîbûn bersivê bidin dewleta tirk a mêtinger ku sûcê qirkirinê li dijî gelê me pêk tîne.
Weke hevrêyên wan em careke din soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna ku hevrêyên me Ararat û Zîn dewrî me kirine bi hişmendiya ku di şexsê wan de layiqî hemû şehîdên xwe bibin û heta serketinê bibin didin. Em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz, bi taybetî ji malbatên hêja yên hevrêyên me Ararat û Zîn re dixwazin.”
Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:
Nasnav: Ararat Herekol Nav û paşnav: Sîbel Denîz Cihê jidayikbûnê: Wan Navê dayik û bav: Necîbe- Nûrettîn Dîrok û cihê şehadetê: 1’ê Nîsana 2024’an/ Garê |
Nasnav: Zîn Zagros Nav û paşnav: Gulê Hiso Cihê jidayikbûnê: Kobanê Navê dayik-bav: Ceyle- Ahmet Dîrok û cihê şehadetê: 1’ê Nîsana 2024’an/ Garê |
Di daxuyaniyê de li ser jiyana têkoşînê ya her du gerîlayan ev agahî hatin dayin:
“Hevrêya me Ararat li navçeya Erdîş a Wanê ku bi berxwedanê navê xwe li dîrokê nivîsand, çavên xwe li cîhanê vekir. Ji ber ku malbata wê bi çand û nirxên Kurdan ve girêdayî ye, hevrêya me Ararat bi van nirxan mezin bû. Ji ber tevlîbûn û şehadeta gelek xizmên wê yên nêz di nava têkoşîna me ya azadiyê de, bû sedem ku partiya me PKK’ê zû nas bike.
Êş û hêrsa ji ber komkujiya dewleta tirk a qirker ku bi hezaran mirovên me li Geliyê Zîlan qetil kir, hêj zindîbûna xwe diparêze û hevrêya me Ararat ji ber bi van çîrokan mezin bû, gelek bandor bû û rastiya dijmin baştir nas kir.Di heman demê de ji ber zaroktiya wê bi salên herî germ ên têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya partiya me PKK’ê re hevwext bû, bû sedem ku hevrêya me ji tevgera me hez bike. Hevrêya me Ararat ku xeyal dikir bi xizma xwe ya nêz Şehîd Sara Serhed – Leyla Yildiz re tevlî nav gerîla bibe, her demê karî girêdayî vê xeyala xwe bimîne. Dîsa şehadeta gerîlayên ku berê nas dikir, ku di encama pevçûnên bi dijmin re şehîd bûn û ji aliyê dewleta tirk ve hatin êşkence kirin, bû yek ji wan faktoran ku di devahiya jiyanê de bandor li hevrêya me Ararat bike. Hevrêya me ya ku rastiya qirkirinê ya dewleta tirk di polîtîkayên asîmîlasyonê yên ku dema dest bi xwendina dibistanên dewleta tirk kir de dît, yekser refleksa parastina cewhera xwe ya Kurdbûnê bi pêş xist. Hevrêya me Ararat ku heta sala duyemîn a zanîngehê li dibistanên fermî yên tirk dixwend, piştî tevlîbûna şehîd Sara Serhed ku bi hevre biryara tevlîbûnê dabûn bi demek kûrt di sala 2014’an de ji herêma Serhedê berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêya me Ararat ku bi qasî du mehan li herêma Serhedê ma, tecrûbeyên destpêkê yên li ser gerîlatiya li vir bi dest xist. Hevrêya me ku di jiyana gerîla û taktîkên şer de bû xwedî hişmendî, tecrûbeyên ku li Serhedê bi dest xist, kir bingeha tevahiya jiyana xwe ya gerîla. Piştre hevrêya me Ararat ku berê xwe da Herêmên Parastinê yên Medyayê, li Xakurkê perwerdeya şervanên nû dît. Hevrêya me Ararat a ku bi kêfxweşiya pêkanîna xeyala xwe zarokatiyê û hêza ku ji heybeta çiyayên Kurdistanê wergirtî bi awayekî çalak tevlî jiyanê bû, di kesayetiya xwe de veguherînên girîng ava kir û bû gerîlayekî jêhatî. Hevrêya me ku bi perwerdeyên ku wergirtî re derfet dît ku di bîrdoziya rizgariya jinê de hîn bêhtir kûr bibe, di heman demê de dîroka têkoşîn û berxwedanê ya ji aliyê hevrêyên jin ve hat pêşxistin, ji avabûna Partiya me heta roja îro hîn bû. Asta azadiyê ku di encama têkoşîna jin de bi ked û berdêlên giran hatine bidest xistin derxist zanabûnê. Ji bo vê jî her demê xwe deyndarê Rêber Apo û hevrêyên me yên şehîd bû û hewl da layiqî wan be. Piştî perwerdeyê hevrêya me Ararat ku demeke kurt di nava xebatên pratîkî de ma, piştre derbasî gel Rêveberiya Partiya me bû. Hevrêya me ku bi qasî 3 salan li vir xebat meşand, di vê pêvajoyê de bû xwedî derfetekê ku di aliyê îdeolojîk de xwe kûr bike. Hevrêya me Ararat ku şêweyên jiyanê yên hevrêyên me ji xwe re mînak girt, bû xwedî ked û hewldaneke giran ku taybetmendiyên kesayetiya Apoyî di şexsê xwe de biafirîne.
Hevrêya me Ararat ji bo layiqî berxwedana Rêber Apo ya Îmralî ya dîrokî û hevrêyên ku li dijî dewleta tirk a dagirker bê dudilî şer kirin bibe, diyar kir ku ev yek bi têkoşîna di xeta fedaîbûnê de pêkan e. Di heman demê de hevrêya me ya ku zanîbû bi vê yekê re xwegihandina nasnameya jina azad ji bo wê pêkan e, ket nava pêvajoyeke têkoşînê ya dijwar. Hevrêya me pêşî kesayeta xwe analîz kir, bi taybetmendiyên ku sîstema kapîtalîst di şexsê wê de avakiriye re têkoşîn meşand û nirxên azadiyê ji bo xwe esas girt. Hevrêya me Ararat ku dixwest şêweyê têkoşînê yê Rêber Apo fêhm bike, bi lêkolîn û lêhûrbûnên xwe re tempoya têkoşînê roj bi roj mezin kir. Hevrêya me ku gihîşt wê encamê tenê eger karibe bibe şervaneke heqîqetê, wê demê dikare layiqî Rêber Apo û şehîdên me be, li ser vê esasê derxist zanabûnê ku ev yek bi têkoşîneke domdar û bi bandor pêkan e.
Hevrêya me Ararat a ku hêrsa xwe ji emrê ciwantiyê ya li dijî dewleta tirk a mêtinger bi perwerdeyên ku dîtî re veguheraned hesta tolhildanê, ji bo bersiva ku dijmin heq dike bide, xwe di warê leşkerî de perwerde kir û bû gerîlayek jin a jêhatî ya YJA Starê. Bi taybetî bi pisporiya xwe ya di şêwaza şerê gerîlatiya serdema nû de, karî bawerî bide hevrêyên xwe yên têkoşînê. Hevrêya me Ararat ku di gelek branşên gerîla de pispor bû, ji bo bersivê bide êrîşên artêşa tirk a dagirker ên li ser her qada ku gelê me xwedî destketiye, bi taybetî herêmên Parastinê yên Medyayê ye, timî dixwest biçe herêmên ku şer lê giran bû. Hevrêya me ku di vê mijarê de israr kir, armanca xwe pêk anî û li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl tevlî berxwedanê bû. Bi îdîa û bîryardariyek e mezin di berxwedanê de cihê xwe girt û diyar kir ku ew ê hemû êrîşên dijmin bişkînin û teqez bi serkevin. Hevrêya me Ararat ku demekê li vir têkoşiya û piştre berê xwe da qadên cuda yên têkoşînê, li her cihê ku çû jî, têkoşîna xwe hê mezintir kir. Hevrêya me ku di êrîşa dijmin a 1’ê Nîsana 2024’an de bi pêş ket gihîşt şehadetê, heta nefesa xwe ya dawî bi dayîna berdêlên mezin xwedî li nirxên me yên azadiyê derket. Weke hevrêyên wê em soza xwe dubare dikin ku em ê bi hişmendiya ku di şexsê wê de layiqî hemû şehîdên xwe bin û vê têkoşîna ku dewrî me kiriye bi serketinê tacîdar bikin.
Hevrêya me Zîn li bajarê têkoşînê Kobanê di nava malbateke ji eşîra dêrîn a Kêtîkî de ji dayik bûye. Malbata hevrêya me malbateke welatparêz û girêdayî çand û kevneşopiya Kurdî ye û her wiha hevrêya me Zîn jî girêdayî van nirxan mezin dibe. Li gel Şoreşa Azadiyê ya Rojava hawirdoreke azadiyê ava bû û vê yekê bi taybet ji bo jinan bû derfet ku hemû beşên bindest xwe bi awayekî azad îfade bikin û azad bijîn. Hevrêya Zîn beşdarî xebatên hevalên me yên jin dibe û bi vî rengî partiya me PKK’ê nas dike û gelekî ji sekn û têkiliyên hevrêyên me bi bandor dibe. Ev yek dibin sedem ku hevrêya me Partiya me mereq bike û dest bi lêgerinan dike. Hevrêya me Zîn di nîqaşên li gel hevrêyên jin ji têkilliya Rêber Apo û hevrêyên jin ên azad û heya şêwejiyana gerilayên jin ên ku li çiyayên Kurdistanê têdikoşin di gelek gelek mijaran de xwe pêş xist. Hevrêya me têkildarî van mijaran kete nava kûrbûnekê û alternatîfên jiyana azad ya ku hevrêyên wê qal dikir û rastiya civaka xwe û misyona ku civak li jinan bar dike berwird dike. Hevrêya me bi van berawirdkirinan bi pergala mêran serdest baştir nas kir û ev yek jî bû sedem ku hevrêya lêgerînên xwe kûrtir bike. Bêguman hevrêya me Zîn jî weke hemû jinên ciwan nexwest xwe bi çar dîwaran sînordar bike û bi saya kûrbûnên xwe xwe bihêzkir kir û gihîşt wê baweriyê ku bi pergala mêran a serdest re têbikoşe. Hevrêya me baş dizanî ku ev yek li çiyayên Kurdistanê pêkan e û di sala 2014’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêya me Zîn piştî tevlîbûna xwe yekem perwerdeya xwe girt û di pêvajoya perwerdeyê de bi alîkariya hevrêyên xwe jî di demeke kurt de hînî jiyana gerîla û çiya bû. Bi saya perwerdeyên îdeolojîk û bi parvekirinên hevrêyên wê yên jin re weke jinekê hêza xwe ya mezin nas kir. Hevrêya me Zîn çi qasî ji taybetmendî û zîhniyeta ku civaka mêran a serdest di kesayeta wê de ava kiribû dûr diket gihîşt wê baweriyê ku jin di hemû mijarên jiyanê de têra xwe hene û xwedî hêzeke mezin in. Hevrêya me Zîn hemû caran dianî ziman ku asoya wê di nava têkoşînê de û bi jiyana PKK’ê re xwe gihandiye astên bilind û gihîşt wê baweriyê ku pergala kapîtalîst ji bo hemû jin û ciwanan xeteriyeke mezin e û disa tim dianî ziman ku ji bo vê yekê jî li dijî vê pergala xeter hewceyî bi naskirina jiyana azad a Rêber Apo heye.
Her çend xwebaweriya hevrêya me Zînê zêde dibû tevlîbûneke aktîftir nîşan dida û dixwest bersivê bide êrîşên dewleta tirk a dagirker bi taybet jî yên di sala 2015’an de zêde bûn. Ji bo vê yekê jî hevrêya me derbasî herêmên Zap û Cîloyê bû û li vir li dijî dijmin di gelek çalakiyan de cih girt. Hevrêya me dixwest zanînên xweyên îdeolojîk bi serkeftinên leşkerî tacîdar bike û bersivê bide êrîşên dewleta tirk a dagirker û her wiha di vî warî xwe bû xwedî ked hewldaneke mezin. Hevrêya me Zîn weke gerîlayeke YJA Starê hewl dida ku hemû erk û wezîfeyên xwe bi awayekî serkeftî bi cih bîne û serketin ji xwe re weke tekane rê hilbijart.
Piştî ku hevrêya me Zînê li herêmên Zap û Cîloyê pratîkeke serkeftî nîşan da, li qadên têkoşînê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê ma û piştre jî li gelek herêman di pêngavên şoreşgerî yên li dijî çeteyên DAÎŞ’ê de cihê xwe girt. Hevrêya me têkoşîna li dijî çeteyên DAÎŞ’ê ji xwe re weke erk û berpirsiyarî pejirand ku DAÎŞ’ê di salên dawî de qirkirineke mezin li ser jinan pêk anîn û her wiha hevrêya me standina tola jinên ku di bazarên koleyan de dihatin firotin, ji xwe re kir sereketirin armanc. Bi beşdariya xwe ya wêrek û bêdudilî ya di hemû pêngavên de ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak û hêzeke mezin. Hevrêya me di têkoşîna li dijî çeteyan de hemû erkên xwe bi awayekî serkeftî bi cih anîn û careke din derbasî çiyayên Kurdistanê bû. Hevrêya me piştî derbas dibe beşdarî perwerdeya Akademiya Leşkerî ya Mehsûm Korkmaz dibe û li vir li ser pêvajoya pratîkên xwe, xwe zêdetir pêş dixe û hewl dide ku erkên xwe yên serdemî bi awayekî serkeftî bi cih bîne.
Hevrêya me Zînê ji bo ku di kesayeta xwe de xeta azadiya jinan biafirîne lêgerîn û kûrbûnên xwe zêdetir dike û digihîje wê baweriyê ku ev yek bi tenê bi kûrbûna li ser felsefeya Rêber Apo pêkan e. Ji bo vê yekê jî hemû kêliyên jiyana xwe bi fêmkirina rastiya Rêber Apo derbas dike û vê yekê bi van gotinan wiha îfade dike: ‘’Mirov çi qasî rastiya Rêber Apo fêm bike, ew qasî bi xwe re rû bi rû dimîne û dikare hêza bûna miroveke azad di kesayeta xwe de diafirîne.’’ Hevrêya me Zîn a di şerên li gel dewleta tirk û çeteyên de şahidiya şehadeta gelek hevrêyên xwe dike û digihîje wê baweriyê ku zindîhiştina bîranîna van hevrêyên xwe girêdayî pêşxistina hevrêtiya girêdayî rêgezên Apoyî ne û her wiha gihîşt wê baweriyê ku bes bi vê yekê pêkan e ku erkên serdemî bi awayekî serkeftî bi cih bîne û hewl dida ku hevrêtiya xwe mezintir bike.
Hevrêya me Zînê piştî perwerdeyê bi israr û biryardariyeke mezin berê xwe da pratîkê û serfetin ji xwe re weke tekane armanc pejirand. Her wiha hevrêya li ser vê rêya xwe ya têkoşînê tu tişt ji xwe re weke astengî nedît û israr kir ku derbasî herêmên ku lê şer dijwar bûn. Hevrêya Zîn ku jidil û bi fedaîyane beşdarî pêvajoya ku ji bo gelê me û Tevgera me pêvajoyeke dîrokî ye, bû û hemû erk û berpirsiyariyên xwe bi awayekî serkeftî bi cih anîn û hevrêya me di 1’ê Nîsanê de tevlî karwanê şehîdan bû. Hevrêya me ya nemir bi hevaltiya xwe ya bihêz, bi sekna xwe ya diyar a li ser xeta azadiya jinan û bi dilsoziya xwe ya bêhempa a ji bo Rêber Apo wê tim di nava têkoşîna me de zindî be.’’