Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...
Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

HPG: Şehîd Arîn li her derê parêzvaniya felsefeya Rêber Apo kir

HPG’ê ragihand ku gerîlaya azadiyê Arîn Êrîş di encama êrîşa dewleta tirk a dagirker de şehîd bû û wiha got: “Weke mîlîtaneke fedaî ya YJA Starê li her derê parêzvaniya felsefeya Rêber Apo û jiyana şoreşgerî ya bi kedên bêhempa ya şehîdên me yên leheng, kir. Hevrêya me Arîn li hemû qadên ku lê dima bi fedaîbûna xwe hate naskirin û di heman demê de ji bo xwe di xeya azadiya jinan de pêş bixe jî kedên mezin nîşan dan.”

Navenda Ragihandin Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-BÎM) derbarê nasnameya gerîlaya şehîd de daxuyanî da. HPG’ê gerîlaya YJA Starê Arîn Êrîş a ku di hezîrana 2019’an di encama ‘êrîşên dijmin’ ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, bi rêzdarî bi bîr an. HPG’ê da zanîn ku soz didin ku têkoşîna ku hevrêya me Arîn dewrî me kiriye di şexsê wê de, layiqî hemû şehîdan bibin û bi serketinê tacîdar bikin.
HPG’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ev tişt parve kir:
“Hevrêya me Arîn ku wezîfeyên xwe yên şoreşgerî bi biryardarî û hesasiyeteke mezin bi cih anî û bi coş li her qadê tevlîbû û bû gerîlayeke mînak a YJA Starê. Hevrêya me Arîn bi têkoşîna xwe cihê xwe di dîroka me ya azadiyê de girt. Hevrêya me Arîn ku bi perwerdeyên wergirtî re bi her awayî ji hevrêyên xwe re bû mînak û di her şert û mercî de xeta Partiyê parast û bersiv da pêwîstiyên serdemê. Hevrêya me ku weke milîtaneke PKK û PAJK’ê ya leheng gelek xebat bi serketî pêk anî, bi tevlîbûna xwe re karî di dilê her hevrêyekî xwe de cih bigire.
Hevrêya me Arîn ku meşa xwe ya azadiyê li herêma Metîna destpê kir û li qadên cuda yên Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam kir; Bi kesayetiya xwe ya dilnizm, kedkar, manewiyeta xurt û hevrêtiya xwe ya ji dil karîbû di dilê hemû hevrêyên xwe de cih bidest bixe.
Hevrêya me Arîn weke milîtanek bi hişmendiya kûr a azadiyê ya Apoyî xwe ji nû ve ava kir û cihê xwe di nava xebatên Hêzên Taybet de girt. Em soz didin ku têkoşîna ku hevrêya me Arîn dewrî me kiriye di şexsê wê de, layiqî hemû şehîdan bibin û bi serketinê tacîdar bikin. Bi van hestan em hevrêya xwe Arîn di salvegera şehadeta wê de careke din bi rêzdarî û mînetdarî bibîr tînin û sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz, bi taybetî ji malbata wê ya hêja re dixwazin.”

Nasnav: Arîn Êrîş
Nav paşnav: Necbîr Budak
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-bav: Amîne-Hûseyîn
Dem û cihê şehadetê:  13’ê hezîranê 2019/ Herêmên Parastinê yên Medyayê

Hevrêya me Arîn di nava malbateke welatparêz li keleha berxwedanê Amed ku bi hezaran ewladên xwe tevlî tevgera me ya azadiyê kiriye, jidayik bû. Hevrêya me ji ber ku li nava malbat û derdoreke welatparêz de mezin bû, bi hişmendiya Kurdbûnê bi pêş ket. Malbata hevrêya me Arîn ji ber polîtîkayên dijmin, rastî zextan hatin û neçar man ji Kurdistanê derkevin û biçin metropolên Tirkiyeyê. Ji ber vê yekê hevrêya me ji 12 saliya xwe ve neçar ma ji Kurdistanê dûr bijî. Hevrêya me Arîn di ferqa vê yekê de bû ku bersiva herî watedar a li dijî polîtîkayên qirkirinê yên dijmin, parastina ziman, çand û hişmendiya Kurdîtiyê ye û li ser vê bingehê xwedî li van taybetmendiyan derket. Li ser vê bingehê ji bo ku polîtîkayên dijmin ên qirkirin û asîmîlasyonê vala derxe, kedek mezin raber kir. Hevrêya me ku lêgerînên wê yên destpêkê di ciwantiyê de li ser rola jinê ya di nava civakê de bû, ji ber li metropola ku weke gel koç kirine rastî cihêkarî dihat, bû sedem ku li ser rastiya Kurd lêhûrbe. Hevrêya me Arîn ku hem weke jinekê hem jî weke kurdeka di nava civakê de cihêkarî lê hate kirin, ket ferqa ku eger ew xwedî li têkoşîna li ser vê eksenê derkeve, dikare bibe aîdê xwe. Hevrêya me ku ti caran koletî û jiyana derewîn a ku dijmin ferz dikir qebûl nekir, tevî ku dijmin şansê jiyanê jê re nehiştiye jî taybetmendiyên xwe yên Kurdistanê parastiye û ev kiriye bingeha têkoşîna xwe. Hevrêya me Arîn ji ber tevlîbûna xizmên xwe yên nêz li nava refên gerîla û cewhera welatparêziyê ya malbata xwe, di emrê ciwantiyê de derfet dît ku têkoşîna me nas bike û li ser vê bingehê di ciwantiya xwe de tevlî xebatên şoreşgerî û ciwanan bû. Hevrêya me her wiha ji bo destekkirina malbata xwe ji aliyê aborî ve dixebitî, di destpêkê de bi keda xwe hînî jiyanê bû û her tim ev taybetmendî zindî hişt. Hevrêya me ku hem di xebatên xwe yên ciwantiyê de û hem jî di pêvajoyên ku kar dikir de derfet dît li ser fêmkirina jiyanê lêhûrbe, pirsgirêka azadiya jinê kir navenda lêhûrbûnên xwe. Hevrêya me li ser statûya jinê. Hevrêya me Arîn a bi felsefeya Rêber Apo ronî bû, biryardariya xwe ya têkoşînê hê bêhtir zelal kir. Hevrêya me ket ferqa ku azadiya jin û parastina hebûna gel, encax bi têkoşîna gerîla pêkan e û bi bandora apê xwe yê tevlî nava refên gerîla bû, biryar da tevlî nava refên gerîla bibe. Li ser vê bingehê hevrêya me Arîn bi îdîaya ku bibe jinek azad û têbikoşe di sala 2013’yan de berê xwe da çiyayên Amedê.

Li herêma Xakurkê di gelek çalakiyên serkeftî de cihê xwe girt

Hevrêya me ku demeke kurt li Amedê ma, piştre bi pêşniyara hevrêyên xwe derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Hevrêya me ku perwerdeya xwe ya şervaniyê ya nû li herêma Metîna dît, ji jiyana gerîla, têkiliyên hevrêtiyê yên gerîla û xwezaya Kurdistanê gelekî bandor bû. Hevrêya me ku tevlîbûna xwe ya li nava gerîla weke gava destpêkê ya azadiyê nirxand, bi moral û kelecaneke mezin tevlî perwerdeyan bû. Hevrêya me bi perwerdeyên ku dîtî re kesayeta xwe lêpirsîn kir, têkoşîn meşand û pêşketin esas girt. Hevrêya me ku li herêma Metîna tevlî xebatên pratîkî bû, hewl da her karê xwe bi baldarî û bi hesasiyeteke mezin bimeşîne. Hevrêya me ku dixwest di xeta fedayîtiyê de bi pêş bikeve, sala 2014’an ji bo hilandina tola hemû hovîtiyên li hemberî gelê me hatin kirin tevlî nava xebatên Hêzên Taybet bû. Hevrêya me ku perwerdeyeke tejî û dagirtî dît, li ser perspektîfên Îdeolojiya Rizgariya Jinê ya Rêbertî lêhûrbû û derfeta xwe naskirinê bêhtir bi dest xist. Di qadên leşkerî de weke gerîlayeke YJA Starê ya xwedî tecrûbe hevrêyên xwe perwerde kir. Hêvrêya me Arîn bi tecrûbeyên xwe yên leşkerî gelek hevrêyên xwe di warê îdeolojîk de perwerde kir û pêş xist û ji bo ku li gel hevrêyên wê sekna Apoyî peyda bibe, xwedî kedên mezin e. Hevrêya me ya ku hem perwerde dida û hem jî perwerde digirt, di demeke kurt de weke gerîlayeke profesyonel û fedaî amadebûna xwe ya ji her cure xebatan re îspat kir. Hevrêya hemû kêliyên jiyana xwe weke qada perwerdeyê nirxand û hemû erk û berpirsiyariyên xwe bi awayekî serkeftî bi cih anîn. Li hemberî êrîşên îmhayê yên ku di sala 2015’an de ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve hatin destpêkirin û ji bo layiqbûna hevrêyên xwe yên ku di encama van êrîşan de bi çalakiyên fedaî şehîd bûn, weke pêşniyar derbasî herêma Xakurkê bû. Hevrêya me li herêma Xakurkê di gelek çalakiyên serkeftî de cihê xwe girt. Weke mîlîtaneke fedaî ya YJA Starê li her derê parêzvaniya felsefeya Rêber Apo û jiyana şoreşgerî ya bi kedên bêhempa ya şehîdên me yên leheng, kir. Hevrêya me Arîn li hemû qadên ku lê dima bi fedaîbûna xwe hate naskirin û di heman demê de ji bo xwe di xeya azadiya jinan de pêş bixe jî kedên mezin nîşan da. Hevrêya me rastiya nêzîkatiya serweriya mêran ya hezaran salan nas kir û li dijî vê yekê jî têkoşîneke bênavber meşand. Hevrêya me di pêvajoya ku êrîşên dijminî yên li ser Tevger û gelê me de weke mîlîtaneke Apoyî erk û berpirsiyariyên xwe bi awayekî serkeftî bi cih anîn û bi biryardariyeke mezin berê xwe da pratîkê. Hevrêya me tim di nava lêgerîna mezinkirina têkoşîna xwe û derbxistina dijminî de bû û weke gerîlayeke jîr û jêhatî di gelek çalakiyên li dijî dijmin de weke pêşeng rola xwe lîst. Li hemberî hewldanên dijmin ên dagirkirina Herêmên Parastinê yên Medyayê bi lehengî têkoşiya û bersiva pêwîst da.
Hevrêya me di 13’ê Xizîrana 2019’an de di çalakiyeke li dijî dagirkeran de bi fedekarî tirseke mezin di dilê dijmin de peyda kir û derbên mezin li dijminî xistin. Hevrêya me ya ku di vê çalakiyê de li dijî dijminî bi lehengî têkoşiya tevlî karwanê nemiran bû. Hevrêya me tevî hemû şert û mercan jî karî bibe milîtaneke girêdayî xeta Apoyî û gelekî alikariya hevrêyên xwe kir û pêşvistina têkiliyên xwe yên hevrêtiyê esas girt. Bi jiyana xwe ya sade, bi hevrêtiya xwe ya jidil û bi dilê xwe yê pak karî ji bo hemû hevrêyên xwe bibe mîlîtaneke fedaî ya mînak. Em jî weke şopdarên rêhevala xwe ya bi qîmet soza ku em ê têkoşîna xwe bi serkeftinê tacîdar bikin, dubare dikin.’’

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar