Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

HPG: Şehîd Doga bi ruhê fedaî bû fedaiyeke mînak

HPG’ê daxuyand ku hevrê Doga bi tevlîbûn, biryardariya xwe, baweriya mezin, azweriya xwe ya serkeftinê bûye mînak  û wiha domand: “Şêwaza li dijmin xistinê û ruhê fedayî, karî şêwaza serdema nû pêk bîne û di vê aliyê de bû fedayiyek mînak.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê gerîlayê şehîd ev tişt diyar kirin:

“Hevrêya me Doga Viyan di 12’ê cotmeha 2023’an de li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl li dijî dijmin bi lehengî û biryardadriyek mezin şer kir, derbên giran li dijmin xist û şehîd bû. Hevrêya me Doga ku mîna şervan, fedayî û jina azad a çanda xwedawendane, ji bo ku nehêle dagirker li ser xaka ku mirovahî lê mezin bûye biçewisîne, bi kedek mezin têkoşiya. Ji bo ku bikaribe di şêwaza tîmên pispor a li qadê û tunelan de bi taktîkên serdema nû ya Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk serkeftî pêk bîne, bê teredût tevlî bû. Bi sekn, însiyatîf û çalakbûna xwe, pratîkek ku hêza moral û psîkolojîk dide gerîla nîşan da. Hevrêya me Doga bi tevlîbûn, biryardariya xwe, baweriya mezin, azweriya xwe ya serkeftinê, şêwaza li dijmin xistinê û ruhê fedayî, karî şêwaza serdema nû pêk bîne û di vê aliyê de bû fedayiyek mînak. Ruhê fedayî, tevlîbûna mînak, hevrêtiya xurt, cesaret, xwînsarî, hêrsa li dijî dijmin, azweriya serkeftinê, îrade û sekna milîtanî ya serdema nû ku hevrê Dogan nîşan daye, wê her tim rê nîşanê me hevrêyan bide û armanc û xeyalên wê veguhere heqîqetê. Li ser vê bingehê em sersaxiyê ji malbata wê ya hêja û hemû gelê me yê welatparêz ê Kurdistanê re dixwazin.

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêya me Doga Viyan wiha ne:

Nasnav: Doga Viyan

Nav û Paşnav: Gulbahar Hîzmalî

Cihê Jidayikbûnê: Êlih

Navê Dayik – Bav: Emîne – Hasan

Cih û Dîroka Şehadetê: 12 Cotmeh 2023 / Zap

 

Gelê Kurd li ber tunebûnê bû, ji xwe şerm dikir, xwe înkar dikir û ew qasî ji xwe re bûbû biyanî ku dest ji hewldana avakirina siberojeke azad berde, nedikarî xeyala azadiyê jî bike. Lê Rêber Apo bawer kir ku gelê Kurd encex bi têkoşîna li ser xeta fedayîtiyê dikare xwe ji nû ve zindî bike. Ji bo vê jî bi hemû hebûna xwe, xwe fedayê têkoşîna azadiyê ya gelê me kir. Bi têkoşîna ku kêlî bi kêlî pêş xist, heta hemû hucreyên xwe bû xwedî şêwazeke fedayî. Bi keda xwe ya bilind, bi enerjiya xwe ya bê dawî û bi hezkirina xwe ya ji têkoşînê re hişt ku hevrê di vê xeta fedayî de têbikoşin. Pêşengên me yên fedayî Mazlûm, Hayrî, Kemal, Akîf, Alî, Bêrîtan, Zîlan û gelek yên mîna wan weke xelekên vê şêwaza fedayî di nefesa xwe ya dawî de dilsoziya xwe ya bi fedayiyê herî mezin Rêber Apo re anîn ziman. Bi hezaran hevrêyên me yên fedayî ji bo ku di ronahiya felsefeya Rêber Apo de bibin parçeyek ji heqîqetê xwe feda kirin, dema hewce kir di dilê dijmin de bûn volkan û bûn agirê tolhildanê ya gelê me. Ruhê fedayî yên hevrê Sara, Rûken, Rojhat û Erdal ku li metropolan bilind dibe, li çiyayên Kurdistanê vediguhere şêwaz, taktîk û çalakiya berdewam û derbên giran li dijmin dixîne.

Hevrêya me Doga Viyan yek ji wan hevrêyên ku ruhê fedayî yê Apoyî ji xwe re mînak girtiye û di fedayîbûnê de xwe kûr kiriye û bi hemû hebûna xwe, xwe fedayê têkoşînê kiriye. Hevrêya me Doga li Êlihê di malbateke bi eslê xwe ji Sêrt Misircê hatiye dinê û li vir mezin bûye. Hevrêya me Doga ku 10 salan li Êlihê xwend, weke xwendekareke serkeftî pêş ket. Hevrêya me Doga ku xwedî kesayetek gihîştî, lêgerînên xurt û ruhê azad e, ji bo xwe bigihîne başî, bedewî, heqîqet û azadiyê her tim hewl daye. Ti carî bi pergala jiyanê û derewên modernîteya kapîtalîst nehat xapandin, her tim bi hezkirineke mezin li heqîqetê geriya. Lêgerîna xurt a azadiyê û hişmendiya kûr a welatparêziyê ya hevrêya me Doga, rê li ber biryardariya tevlîbûna li nava tevgera Apoyî vekir.

Li ser vê bingehê di sala 2015’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Li Avaşînê dest bi jiyana gerîlatiyê kir û li vir perwerdeya xwe ya destpêk dît. Hevrêya me Doga ku zû pêş ket û hînê jiyana gerîlatiyê bû, derbasî herêma Govendê bû. Ji bo di gerîlatiyê de pispor bibe û astek serkeftî bi dest bixe, tevlî yekîneya çekên giran bû. Heta sala 2019’an li qada şer a giran ma, di çalakiyan de cih girt û xwe pêş xist. Li seranserê Avaşînê gav bi gav geriya, ked da, xuh da û bi dil û can têkoşiya. Ji hevrêyên xwe yên li kêleka wê şehîd bûne û ji hîndekariya pratîka şer dersên mezin girt û di sala 2019’an de bi ezmûneke mezin derbasî Zapê bû.

Hevrêya me Doga mîlîtanek hêja bû ku di her qadê de ked da, bê dudilî beşdar bû, cewher, gotin û pratîka wê yek bû. Bi hişmendiya xwe ya xurt a şoreşgerî û bi ronahiya dilê xwe her derdor û her hevrêyek xwe, bedew kir. Hevrêya me Doga ku bi hevrêtiya tevgerê û Apo ve gelek girêdayî bû, bi dil û can beşdarî dergeha azadiyê bû. Ji bo ku bibe milîtanek serketî yê doza azadiya gelê xwe, di asta fedayîbûnê de tevlîbûn esas girt. Ji bo pîvanên fedayîbûnê di kesayet, jiyan û şêwaza xwe ya têkoşînê de xurt bike, têkoşîneke mezin da. Her çiqasî xwe gihandibû asteke bilind a biryardariyê û di biryara xwe ya ji bo çalakiya fedayiyane de zelal bibe jî, li her cihê ku pêwîstiyên şoreşê jê re lazim bû, bi hebûna xwe re karibû bi heman pîvanê têbikoşe. Hevrê Doga ku şopdarê xeta Zîlan bû, mîlîtanek pir bi berpirsyarî û jêhatî bû ku her tim li gorî serkeftinê bi erka xwe radibû. Şoreşgerek pispor bû ku dizanibû ji her xeletî û kêmasiyê ders bigire, veguherîne sedema derketin û serketinê û bi biryardariyek mezin bi pratîk bike.

Hevrêya me Doga ku li çiyayên azad ên Kurdistanê mîna lezî û bedewiya xezalan pratîk dimeşand, ji erkek dibezî erkek din, bi sekna xwe ya di nava têkoşîna bîrdozî û rêxistinî de jî mîlîtanek mînak bû. Li dijî ferasetên paşverû yên jiyanê, li dijî aliyên paşvemayî û bi taybetî jî li dijî dijmin xwedî hêrseke mezin bû. Bi cesareta xwe ya mezin û bi netirsiya xwe, mîlîtanek ku çav dadigirt. Hevrêyek bû ku tevlî her kêliya jiyana azad dibû û dizanîbû rengê xwe çawa bide jiyanê.

Ji bo ku bikaribe di şêwaza tîmên pispor a li qadê û tunelan de bi taktîkên serdema nû ya Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk serkeftî pêk bîne, bê teredût tevlî bû. Hevrêya me Doga bi jîrbûna xwe ya taktîkî, cesaret û hakimiyeta xwe ya di qada şer de diparast û destpêkê hevrêyên xwe difikirî û bi wî rengî koordîne dikir. Derbeyên herî giran li dijmin dixist. Ev taybetmendiyên diyarker ên mîlîtaniyê bûn ku mohra xwe li demê xist. Bi pratîka xwe ya mînak, di pêkanîna şêwaz û taktîkên serdemê de tevkariyên hêja kir. Bi rastî jî bi sekn, însiyatîf û çalakbûna xwe, pratîkek ku hêza moral û psîkolojîk dide gerîla nîşan da. Hevrêya me Doga bi tevlîbûn, biryardariya xwe, baweriya mezin, azweriya xwe ya serkeftinê, şêwaza li dijmin xistinê û ruhê fedayî, karî şêwaza serdema nû pêk bîne û di vê aliyê de bû fedayiyek mînak.

Hevrêya me Doga ku di kesayeta xwe de îdeolojiya Apoyî daye rûnişkandin, bi jiyankirina dîrokê û bi xeyalkirina paşerojek azad a mezin karîbû wateya rast bide roja me ya îro. Bi hêza wateyê ya mezin nêzî her kêlî û pêvajoyê bû. Taybetmendiyên ku hişt hevrêya me Doga bibe xwedî tevlîbûnek serkeftî, hişmendiya wê ya kûr a dîrokî, girêdana wê bi azadiyê û xeyalên wê yên bi coş bû. Hevrêya me Doga di helbesta xwe ya sala 2017’an de bi van gotinan hestên xwe di rojnivîska xwe de neqişandibû:

‘Ma hêsan e

Ev axa pîroz nebû para Îskender

Ma em dê bidin sê çar talankeran?

Ma hêsan e, ma hêsan ha;

Li ser xaka mirovahiyê

Vehewîna nemirovan

Ma dernediketin li hemberî wan

Neviyên xwedawendan

Ma xwedî nedikirin,

Ev xaka ku

bi xwîna xwe diparastin

Ger bê xwestin ma dîsa xwîn nedihat herikandin?

Ma hêsan e ha, ma hêsan e

Li ser xaka miroviyê

Bi rehetî dagir bike,

Xaka Kurdistanê

Ne bi dijminan

Dê bi çirayên azadîyê tije bibe

Siberojên azad yên me ne.’

Hevrêya me Doga mîna ku hîs kir, fikirî û nivîsî bû şervan, fedayî û jina azad a çanda xwedawendane, ji bo ku nehêle dagirker li ser xaka ku mirovahî lê mezin bûye biçewisîne, bi kedek mezin têkoşiya. Hevrêya me Doga Viyan di 12’ê Cotmeha 2023’an de li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl li dijî dijmin bi lehengî û biryardadriyek mezin şer kir, derbên giran li dijmin xist û şehîd bû.

Ruhê fedayî, tevlîbûna mînak, hevrêtiya xurt, cesaret, xwînsarî, hêrsa li dijî dijmin, azweriya serkeftinê, îrade û sekna milîtanî ya serdema nû ku hevrê Doga nîşan daye, wê her tim rê nîşanê me hevrêyan bide û armanc û xeyalên wê veguhere heqîqetê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar