Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...
Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

HPG: Şehîd Sîdar di eniya pêş de şer kir û derbên giran li dijmin xist

HPG’ê ragihand ku gerîla Sîdar Serhed ji Rojava heta Herêmên Paratinê yên Medyayê li hemberî dewleta tirk a dagirker şer kir û wiha got: “Hevrêyê me Sîdar di gelek çalakiyên li dijî dagirkeran de di eniya herî pêş de cih girt, bi hêrsa di dilê xwe li ser hev derbên giran li dijmin xist.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê gerîla Sîdar Erzirom ê ku di şerê li dijî dewleta tirk a dagirker de şehîd bû daxuyanî da. HPG’ê daxuyand ku şehîd Sîdar di nava gelek çalakiyên surprîz ên ku digotin nepêkan e û nayên kirin de cih girt. Hem derbên giran li dijmin xistin û di heman demê de gotina Rêber Apo ya “Teknîka herî mezin mirov e” careke din piştrast kir.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

“Hevrêyê me Sîdar Serhed di Çileya 2024’an de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê di şerê li dijî dijmin de tevlî karwanê nemiran bû.

Hevrêyê me yê milîtanê hêja Sîdar ku ji aliyê gelê me yê Serhedê ve hat mezinkirin, bi ked û fedakariya xwe di têkoşîna azadiyê ya ku bi îrade û biryardariyeke mezin tê de cih girt, bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Hevrêyê me yê ku ji Amedê dest bi meşa azadiyê kir û li Rojava berdewam kir, li hemberî hemû êrîşên li ser gelê me bi fedaî li ber xwe da, erkên xwe yên şoreşgerî bi cih anî. Piştre hevrêyê me berê xwe da çiyayên Kurdistanê, evîna xwe ya zarokatiyê û bi tevlîbûna xwe ya fedaî derket lûtkeyê. Hevrêyê me yê ku diyar kir ku wî bi Rêber Apo re xwe nas kir, ji bo di rastiya Rêber Apo de kûr bibe û bibe layiqî hevrêyên me yên şehîd, hewl da têkoşîna xwe kêlî bi kêlî berfireh bike.

Em soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna azadiyê ya hevrê Sîdar ku bi kesayeta xwe ya xwezayî, sade û mutewazî di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girt. Em soza xe dubare dikin ku têkoşîna azadiyê ya dewrî me kiriye bigihînin serkeftinê û di kesayeta wî de bibin layiqî hemû şehîdên xwe yên leheng. Li ser vê bingehê em sersaxiyê ji malbata hêja ya hevrê Sîdar, gelê welatparêz Serhedê û hemû gelê me yê welatparêz ê Kurdistanê re dixwazin.

Agahiyên nasnameya hevrêyê me Sîdar Serhed wiha ne:

Nasnav: Sîdar Serhed

Nav û paşnav: Tûran Derdîyok

Cihê jidayikbûnê: Erzirom

Navê dayik û bav: Hatûn – Hesen

Dem û cihê şehadetê: Çileya 2024 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Hevrêyê me Sîdar li navçeya Qereçoban a Erziromê di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Ji ber ku di malbateke ji eşîra Celaliyan a kevnar de hatiye dinê, bi çand û kevneşopiya kurdî mezin bû. Hevrêyê me demekê li dibistanên fermî yên tirkan xwend û paşê dev ji dibistanê berda. Têgihîşt ku ev dibistanên ku navendên asîmîlasyonê ne tiştekî ku bidinê tune ye. Piştre hevrêyê me Sîdar ji bo debara malbata xwe dest bi şivantiyê kir. Hevrêyê me Sîdar di temenê biçûk de berpirsyarî girt ser milên xwe. Hevrêyê me heqê karê ku dikir bi cih dianî û di şivantiyê de ezmûneke mezin bi dest xist. Hevrêyê me ku diyardeya kedê jî nas kir, her ku diçû xwe azad hîs dikir. Ji ber vê sedemê ked û xebat kir pîvana jiyana xwe. Hevrêyê me Sîdar ê ku di temenê xwe yê biçûk de dest bi fêhmkirina rastiya dewleta tirk a mêtinger kir, di dibistanê de bêhtir bi aliyê qirker ê dijmin hişyar bû. Ji ber vê yekê hevrêyê me yê ku li hemberî dewleta tirk bi bertek bû. Piştî ku bi malbata xwe re çû Stenbolê, polîtîkaya dijminatiya dewleta tirk a li hemberî gelê kurd hîn kûrtir fêm kir. Hevrêyê me yê ku fêm kir dewleta tirk ji aliyê siyasî, civakî û aborî ve her tim êrîşî gelê me dike, li hemberî vê rastiya dijmin dest bi lêgerînê kir. Hevrêyê me yê ku di temenekî ciwan de ji têkoşîna gerîla ya li çiyayên Kurdistanê haydar bû, her tim sempatiyeke mezin ji gerîla re hebû. Gerîla jî kir lehengê zarokatiya xwe û ji xwe re kir armanc. Di demeke ku li hemberî dijmin di nava lêgerînê de bû de, berxwedana fedaî ya gerîla ya li hemberî êrîşên li ser gelê me hişt ku hevrêyê me Sîdar rêya têkoşînê diyar bike. Bi taybetî êrîşên qirkirinê yên çeteyên DAÎŞ’ê yên ku dewleta tirk bi awayekî vekirî piştgiriya wan dikir û êrîşî ser gelê me yê Rojava û Şengalê dikirin, ev yek hişt ku gotin ji bo hevrêyê me Sîdar bi dawî bibe. Li ser vê bingehê hevrêyê me berê xwe da çiyayên Kurdistanê û ji Amedê tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Sîdar ku demeke kin li qada Amedê ma. Perwerdeya leşkerî li wir dît û di taktîkên şerê gerîla de hinek ezmûn bi dest xist. Hevrêyê me yê ku bi taybetmendiyên xwe yên kedkar û fedekar rêzgirtina hemû hevrêyên xwe bi dest xist. Hevrêyê me Sîdar di zane ku weke milîtanekî Apoyî divê bersivê bide êrîşên li ser Şoreşa Azadiyê ya Rojava û komkujiyên li ser gelê me, vê carê berê xwe da qada Rojava û li wir tevlî berxwedanê bû.

Hevrêyê me Sîdar ji bo bi awayekî aktîf beşdarî pêvajoya şerê germ a li Rojava bibe perwerdeya demkurt dît û piştre derbasî eniyên şer ên dijwar bû. Hevalê me yê ku yekem car li ser xeta Kobanê tevlî şer bû, di cih de bersiv da êrîşên çeteyan ên li wir pêş ketibûn. Hevrêyê me yê ku li hemberî êrîşên çeteyan ku hema hema her roj pêş dikevin, tecrubeyeke diyar bi dest xist, bi tevlîbûna xwe ya îrade û exlaqî ji bo hemû hevrêyên xwe bû çavkaniya hêzê. Ji ber vê yekê hem ji bo pûçkirina êrîşên çeteyan hem jî li dijî çeteyan çalakiyên bi bandor pêk anî. Hevrêyê me yê ku piştre derbasî yekîneyên bi tevger bû û di hemû pêvajoyên operasyonê de cih girt. Hevrêyê me Sîdar ê ku li Reqa, Tişrîn û Dêrazorê li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer kir. Ji bo ku çete êdî ji bo gelê me nebin xeteriyeke cidî, kedeke girîng da. Hevrêyê me Sîdar ê ku li Dêrazorê ku derba dawî li çeteyan hat xistin, birîndar bû. Bi saya îrade û azweriya azadiyê, di demeke kin de bi ser xwe de hat û dîsa bi awayekî çalak tevlî têkoşînê bû. Piştî têkçûna çeteyên DAIŞ’ê hevrêyê me Sîdar jî li dijî êrîşên dewleta tirk a dagirker, qirker ku dijminê sondxwarî yê gelê me ye, yên li ser Rojava beşdarî berxwedanê bû. Hevrêyê me yê ku di berxwedana Efrînê û Serêkaniyê de cih girt, bi lehengî û fedaî li ber xwe da. Di çalakiyên derbên giran li dewleta tirk hat xistin de roleke girîng lîst. Hevrêyê me Sîdar ku dema li Rojava bû, derfeta ku di gelek beşan de pispor bibe bi dest xist, di heman demê de ezmûneke girîng a leşkerî bi dest xist. Di heman demê de hevrêyê me kêlî bi kêlî xwe perwerde kir, sekna xwe ya jiyanê parast û bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Hevrê Sîdar piştî erka xwe ya li herêma Rojava bi cih anî, biryar da ku dîsa vegere çiyayên ku bêriya wî kiriye. Bi taybetî êrîşên qirkirinê yên dewleta tirk ên li gelek qadan li dijî gelê me û Tevgera me pêk tîne, hişt ku hevrêyê me bigihêje vê biryarê. Hevrêyê me Sîdar ê ku ji bo hêrsa li hember dijmin veguherîne çalakiyê, careke din vegeriya nav gerîlayên ku xeyala wî ya zarokatiyê bû û bi coşeke mezin gihişt Herêmên Parastinê yên Medyayê.

Hevrêyê me Sîdar piştî gihîştina çiyayan berê xwe da Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê ku berxwedaneke dîrokî lê pêk hat û li vir beşdarî pêngava berxwedanê bû. Hevrêyê me yû ku xwedî tecrûba leşkerî bû di demeke kin de fêrî taktîkên şerê gerîla yê tunel û nîv-seferberiyê bû. Hevrêyê me Sîdar ê ku bi hevalên xwe yên ku li hemberî hemû êrîşên nemirovane yên dijmin demeke dirêj li ber xwe dan û derbên giran li dijmin xistin, li heman çeperan şer û pevçûn weke şans û rûmet dît û hewl da ku bigihêje asta herî jor. Hevrêyê me Sîdar ku di gelek çalakiyên li dijî dagirkeran de di eniya herî pêş de cih girt, bi hêrsa di dilê xwe li ser hev derbên giran li dijmin xist. Di nava gelek çalakiyên surprîz ên ku digotin nepêkan e û nayên kirin de cih girt. Hem derbên giran li dijmin xistin û di heman demê de gotina Rêber Apo ya “Teknîka herî mezin mirov e” careke din piştrast kir. Hevrêyê me Sîdar bi cesareteke mezin bi fedaiyetiyeke mezin tevlî çalakiyan bû û mîna pêşengên xwe Doga, Ciwan, Andok, Welat, Huseyîn, Şahîn û Serxwebûnan bê teredud bi ser dijmin de meşiya. Hevrêyê me dizanibû ku bi salan bi her derba li dijmin tola xwe hiltîne, bû dengê gelê me yê ku dilê wî ji bo azadiyê lêdixe.

Em careke din soza xwe dubare dikin ku em ê teqez têkoşîna azadiyê ya hevrê Sîdar ê ku di Çileya 2024’an de di şerê li dijî dijmin de şehîd bû, bi xebat û kedeke mezin bigihînin serkeftinê û armancê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar