Armanc azadiya Rêber Apo ye

Li Girtîgeha Îmraliyê çi diqewime? Dewleta tirk û hevkarên wên ên navneteweyî ji bo çi bi israr nahênlin agahî ji Îmraliyê bê birtin? Rewşa...

Kurdên li Lubnanê

Îsrailê dest bi destwerdana bejahî li başûrê Lubnanê kir û pêre jî cihên Hizbilah li başûrê Beyrûtê bombebaran dike. Ev tevgera wan piştî kuştina...

Çarşamba - 2 Ekim 2024

HPG: Şehîdên Avaşînê mîrateyeke mezin a têkoşînê li pey xwe hiştin

Daxuyanî wiha ye:

“Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk a mêtinger ku ji sala 2021’ê û vir ve li Avaşîn, Zap û Metînayê dewam dike, Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi îradeyeke mezin şer dikin û derbên herî giran li dijmin dixin. Li taybetî li herêma Avaşînê şerekî mezin hat kirin, taktîkên gerîla yên serdema nû bi hostatiyeke mezin hatin bikaranîn. Hevrêyên me Ekîn, Dilda û Şiyar jî di vê berxwedanê de ji bo tola hevrêyên şehîd hilînin û bersivê bidin daxwazan azadiyê yên gelê me, têkoşîneke destanî kirin. Ev hevrêyên me yên leheng ku bi çalakiyên xwe bûne tirsa dilê dijmin, bi tecrûbeyên ji sala 2021’ê wergirtî, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên sala 2022’yan hîn bi profesyonelî û rêbazeke encamgir li dijmin xistin û pêşengî ji Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê re kirin. Van hevrêyên me bi keda xwe ya bêhempa ya li herêma Avaşînê, mîrateyeke mezin a têkoşînê li pey xwe hiştin. Em soz didin ku li ser şopa van hevrêyên xwe bimeşin, tola wan hilînin û armancên wan bi ser bixînin.

Li ser vê bingehê em sersaxiyê ji malbatên hêja yên hevrêyên me Ekîn, Dilda û Şiyar re dixwazin, bila serê tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz sax be.”

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Ekîn Tolhildan
Nav paşnav: Cansel Gul
Cihê jidayikbûnê: Stenbol
Dayik-Bav: Altûn-Yaşar
Dem û cihê şehadetê: Hezîrana 2022 / Avaşîn
Nasnav: Dilda Ayper Rojhat
Nav paşnav: Seher Karga
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Saîme-Îsmaîl
Dem û cihê şehadetê: Hezîrana 2022 / Avaşîn
Nasnav: Şiyar Firmesk Amed
Nav paşnav: Abdûllah Bayakbayan
Cihê jidayikbûnê: Riha
Dayik-Bav: Zehra-Mûsa
Dem û cihê şehadetê: Hezîrana 2022 / Avaşîn
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar