HPG’ê 4 gerîlayên par şehîd bûn bi bîr anî û got, “Hevrêyên me Bişeng, Azad, Rûbar û Baz bûn nîşaneya biryardariya azadî û têkoşînê.”
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye: “Di daxuyaniya xwe ya 18’ê gulana 2021’ê de me ragihandibû ku 11’ê gulana 2021’ê hêzên me dema ji cihekî diçû cihekî din li qada Selmasê hêzên Îranê êrîşî wan kir û 4 hevrêyên me li vê derê şehîd bûn. Aşkere bû ku di vê êrîşê de hevrêyên me Bişeng, Azad, Rûbar û Baz şehîd bûne.
Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:
Nasnav: Bişeng Fîraz Zagros
Nav paşnav: Şehrîban Angi
Cihê jidayikbûnê: Agirî
Dayik-Bav: Têlî-Mahmût
Dem û cihê şehadetê: 11’ê Gulana 2021 / Serhed
Nasnav: Azad Rojhat Tendurek
Nav paşnav: Fetûllah Yildirim
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Emîne-Selahattîn
Dem û cihê şehadetê: 11’ê Gulana 2021 / Serhed
Nasnav: Rûbar Şawurî
Nav paşnav: Hasan Tûgrûl
Cihê jidayikbûnê: Mersîn
Dayik-Bav: Sacîde-Lefîk
Dem û cihê şehadetê: 11’ê Gulana 2021 / Serhed
Nasnav: Baz Pîrdogan
Nav paşnav: Mûrat Edîs
Cihê jidayikbûnê: Agirî
Dayik-Bav: Adûlê-Ahmet
Dem û cihê şehadetê: 11’ê Gulana 2021 / Serhed