Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

HPG: Şehîdên me îspat kirin ku mîlîtaniya Apoyî têk naçe

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku Serhildan Maku û Dîren Amed îspat kirin ku mîlîtaniya Apoyî tu caran têk naçe û wiha got: “Hevrêyên me Serhildan û Dîren di têkoşîna şoreşgeriyê de gelek serketin bi dest xistin û bi meşa xwe yên li Botanê nirxên nû tevlî têkoşîna şoreşê kirin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê agahiyên derbarê nasnameyên Serhildan Maku (Alî Ahmedpur) û Dîren Amed (Mazlum Şener) de parve kir. HPG’ê daxuyand ku  9’ê Tebaxa 2023’an di êrîşa li ser Botanê de şehîd bûn.

Daxuyanî HPG’ê wiha ye:

“9’ê Tebaxa 2023’an di êrîşa dijmin a li ser qada Elkê ya Botan de mîlîtanên Partiya me hevrêyên hêja Serhildan Maku û Dîren Amed şehîd bûn.

Hevrêyên me Serhildan û Dîren li Botanê ku navenda têkoşîna me ya gerîla ye, gerîlatî kirin û di pêvajoyeke ku dijmin bi dijwarî êrîş dikir de wezîfeyên xwe yên mîlîtaniyê bi serketî bi cih anîn. Hevrêyên me yên hêja tevî her cure zehmetiyê di berxwedan û Apoyîtiyê de israr kirin û bi şêwazê herî rast nûneriya ruhê demê kirin. Hevrêyên me îspat kirin ku mîlîtaniya Apoyî tu caran têk naçe. Hevrêyên me Serhildan û Dîren di têkoşîna şoreşgeriyê de gelek serketin bi dest xistin û bi meşên xwe yên li Botanê nirxên nû tevlî têkoşîna şoreşê kirin. Hevrêyên me Serhildan û Dîren bi pratîkên xwe yên li Botanê gihiştin lûtkeya têkoşîna xwe û bi îdia û biryardariyeke mezin li dijî her cure êrîşên dijmin sekna xwe ya bi rûmet parastin û tevlî karwanên şehîdan bûn.

Di serî malbatên hêja yên hevrêyên me Serhildan û Dîren, em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Bi berpirsyariya ku em ê bibin layiqê mîrateya berxwedanê ya hevrêyên xwe Serhildan û Dîren, em soz didin ku em ê bi ser bikevin.

Agahiyên derbarê nasnameyên hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne:

Nasnav: Serhildan Maku

Nav û Paşnav: Alî Ahmedpur

Cihê Jidayikbûnê: Maku

Navê Dayik – Bav: Cemîle – Mihyedîn

Cih û Dîroka Şehadetê: 9’ê Tebaxa 2023’an / Botan

Nasnav: Dîren Amed

Nav û Paşnav: Mazlûm Şener

Cihê Jidayikbûnê: Amed

Navê Dayik – Bav: Afîtab – Urfan

Cih û Dîroka Şehadetê: 9’ê Tebaxa 2023’an / Botan

Serhildan Maku

Hevrêyê me Serhildan li bajarê Maku yê Rojhilatê Kurdistanê di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû. Hevrêyê me Serhildan li ser ergnîgariyeke ku çanda kurd lê bandor e û tevî hemû polîtîkayên qirkirinê yên hêzên dagirkeran bi israr tê parastin, ji dayik bû û mezin bû. Bi çanda exlaqê civakî mezin bû û di kesayeta xwe de nûneriya vê taybetmendiya ku ji malbata xwe girtî, kir. Malbata hevrêyê me Serhildan ji demên destpêkê ve Partiya me PKK’ê nas dike û li hember sempatî hîs dike. Hevrêyê me ku bi saya malbata xwe Partiya me nas dike, sala 1994’an koma destpêkê ya gerîla dît û jê bandor bû. Bi zanebûneke neteweyî û bi fêmkirina rewşa mêtingeriyê ya ku gelê me di nav de, wateyeke mezin da têkoşîna gerîla. Lewma bû heyranê têkoşîna ku ji aliyê gerîla ve bi fedakarî tê meşandin. Hevrêyê me Serhildan dizanî ku gerîla di heman demê de nûneriya jiyaneke nû dike û fêm dikir ku yekane rêya rizgarbûna ji jiyana sîstemê, bûyîna gerîla ye. Hevrêyê me li ser vî bingehî lêhêrbûnê dike û dikeve nava lêgerînan. Her kêliya xwe feda kir da ku têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya partiya me PKK’ê fêm bike. Li dijî Komploya Navneteweyî ya ku 15’ê Sibata 1999’an li dijî Rêbertiya me pêk hatî, mîna li gelek deverên Kurdistanê li Rojhilatê Kurdistanê jî bû sedema nerazîbûnên mezin û serhildanên bê hempa. Ev jî xisûsek din bû ku hevrêyê me Serhildan bandor kir. Komploya li dijî Rêbertiya me û şehîdên ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ ku li dijî vê komployê bedena xwe kirin xeleka ji agir, di dilê xwe de hîs kir û weke ciwanekî kurd ê bi rûmet fikirî ku divê ji vê pêvajoyê re bibe bersiv. Dijmin armanc dikir ku bi komployê Tevgera me tasfiye bike. Hevrêyê me li dijî vê armanca dijmin tevlîbûna nava refên gerîla weke helwesta herî rast dît û sala 1999’an berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

‘Tu carî esareta Rêbertiya me qebûl nekir’

Hevrêyê me li herêma Şehîdan dest bi gerîlatiyê kir û perwerdeya xwe ya destpêkê jî li vir dît. Bi perwerdeya ku dîtî, taybetmendiyên esas ên jiyana PKK’ê û çiyê fêr bû. Bi lêhêrbûnên ku kirî, bû gerîlayekî pispor. Ji têkîliyên pîroz ên hevrêtiyê yên di nava PKK’ê de ku bi kedeke bê hempa, hewldan û berdêlên mezin hatiye afirandin, pir bandor bû û nirxek mezin da hevrêtiyê. Hevrêyê me rastiya hevrêtiya PKK’ê fêm dikir û ji bo ku bibe hevrêyekî baş ê Rêbertiyê me, her tim di nava hewldanan de bû. Bi hêza ku ji perwerdeyê girtî, tevlî xebatên pratîkî bû û di gelek herêmên cuda û qadên xebatê de cih girt. Di serî de Şehîdan, Xakurkê, Zap li gelek qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê gerîlatî kir. Di heman demê de di nava vî wextî de tevlî xebatên gel û ciwanan jî bû. Bi taybetî ji bo ji nû ve xebatên ciwanan bên rêxistinkirin, bû xwedî kedeke girîng. Hevrêyê me Serhildan ji bo tevlîbûna bi dehan ciwanên Kurdistanê ya nava refên azadiyê, roleke girîng lîst. Hevrêyê me Serhildan tu carî esareta Rêbertiya me qebûl nekir û her tim li dijî vê yekê xwedî hêrseke mezin bû. Dizanî ku encex bi geşkirina têkoşînê wê Rêbertiya me bi fîzîkî azad bibe. Li ser vî bingehî weke gerîlayekî azadiyê, ji bo mezinkirina têkoşînê û parçekirina sîstema qirkirinê ya dijmin hîn zêdetir ket nava hewldanan.

Di çalakiyan de derbeyên giran li dijmin dixist

Li ser vî bingehî hevrêyê me Serhildan sala 2008’an li Akademiya Leşkerî ya Mahsum Korkmaz tevlî perwerdeyê bû. Di vê pêvajoya perwerdeyê de xwe di taktîk û stratejiya gerîla de hîn zêdetir kûr kir. Li ser bingehê parêznameyên Rêbertî xwe di paradîgmaya Rêbertî ya ‘demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê’ de perwerde kir. Hevrêyê me weke leşkerî û îdeolojîk asteke diyar bi dest xist, berê xwe da zozanên Serhedê û tevlî têkoşîna gerîla ya li wir bû ku derbeyên giran li dijmin dixist. Bi lêhêrbûnên xwe yên girîng ên li herêma Serhedê, du salan pratîkek serkeftî meşand. Piştre bi bêşansî dîl kete destê hêzên Ermenistanê. Hevrêyê me li Ermenistanê 4 salan di girtîgehê de ma, di vê pêvajoyê de girêdayî kevneşopî û mîrateya berxwedana zindanan a Partiya me ma û berxwedan veguherand şêwazekî jiyanê. Dema ku sala 2014’an ji girtîgehê derket, car din berê xwe da Herêmên Parastinê yên Medyayê. Sala 2015’an derbasî herêma Qendîlê bû û demekê li vir têkoşîn meşand. Piştre dema ku dewleta tirk a mêtinger di serî de Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Tevgera me êrîşa topyekûn da destpêkirin, hevrêyê me Serhildan derbasî herêma Heftanînê bû û demeke dirêj jî li vê herêmê têkoşîn meşand. Li Heftanînê li dijî êrîşên dijmin berxwedanên destanî derketin holê û tevî berdêlên mezin jî derbeyên giran li dijmin hatin xistin. Hevrêyê me li Heftanînê bi taybetmendiyên xwe yên kedkar û fedakar her tim ji hevrêyên xwe re bû çavkaniya hêz û moralê.

Hevrêyê me Serhildan dixwest ku hêrsa xwe ya li hemberî dijmin di pratîka xwe de nîşan bide, lewma xwest ku li Bakurê Kurdistanê têkoşîna xwe bidomîne ku li wir têkoşîneke dijwar dihate meşandin. Hevrêyê me ji bo vê yekê lêhêrbûn kir û pêşniyar kir. Bi saya sekna xwe ya bi helwest derbasî Bakurê Kurdistanê bû. Hevrêyê me Serhildan ji ber ku wê li Botanê ku navenda têkoşîna gerîla ye, gerîlatî kiriba pir bi kelecan bû. Di heman demê de bi îdia û biryardariyeke mezin ber bi herêma nû ya wezîfeyê ve meşiya. Li Botanê li gelek herêman kar û xebat meşand. Tevî hemû êrîşên dijwar ên dijmin, ji bo domandina kevneşopiya berxwedanê ya li Botanê bû xwedî kedeke mezin.

Hevrêyê me Serhildan bi jiyana xwe ya derwêşane, bi wateya ku dayî hevrêtiyê û bi xwesteka xwe ya têkoşînê ji hemû hevrêyên xwe re bû mîlîtanekî Apoyî yê mînak. Hevrêyê me 9’ê tebaxa 2023’an di êrîşa dijmin a li ser qada Elkê ya Botanê de heta nefesa xwe ya dawî bi nirxên azadiyê ve girêdayî ma û tevlî karwanê şehîdan bû. Weke hevrêyê wî em soza xwe dubare dikin ku bi heman biryardarî û xwesteka hevrêyê xwe Serhildan, wezîfeyên şoreşê pêk bînin.

Dîren Amed

Hevrêyê me Dîren li Amedê di nava malbateke welatparêz û girêdayî çanda xwe de, ji dayik bû. Ji ber vê yekê cewherê xwe yê Kurdbûnê parast û mezin bû. Ji xizmên wî yên nêz tevlî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bûne û şehîd bûne. Hevrêyê me Dîren hîna di temenê biçûkahiyê de Partiya me nas kir. Ji ber ku li navendeke mîna Amedê ku bi serhildanan bûye yek, mezin bûye û bûye şahiyê zextên dijmin rastiya me ya têkoşînê pir zû nas kir. Ji ber ku rastiya dewleta tirk a ku ji dervey qirkirin, komkujî û êşkenceyê tiştek din ji bo gelê kurd rewa nabîne, bi pêkanînên wê nas kir li dijî vê sîstema mêtinger bû xwedî hêrseke mezin. Lewma ji rastiya têkoşînê ya li derdora xwe jî bandor bû û tevlî xebatên ciwanên şoreşger û welatparêz bû. Hevrêyê me ku bi rengekî aktîf tevlî xebatên ciwanên şoreşger û welatparêz bû, hem kir ku gelek ciwanên kurd têkoşîna azadiyê nas bikin û tevlî nava refên berxwedanê bibin, hem jî ji bo ku gelê me xwe rêxistin bike û sîstema xwe ya parastina cewherî ava bike, ked da. Di pêvajoyên xwe yên xebatê de, derfet dît ku rastiya têkoşîna me ji nêztir bibîne û fêr bibe. Bi taybetî ji gerîla ku li dijî dijmin bi fedayî şer dike, bandor bû. Hevrêyê me bawer dikir ku li dijî sîstema qirkirinê ya dewleta tirk encex bi têkoşîna li ser xeta fedayîtiyê, serkeftin wê pêk were û li ser vî bingehî lêhêrbûnên xwe hîn kûrtir kir. Hevrêyê me Dîren di ferqê de bû ku gelê me jiyaneke azad heq dike û weke ciwanekî Kurd ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ku mîmarê vê berxwedanê ye, fikirî ku divê têkoşîna xwe hîn geştir bike û sala 2014’an berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Hevrêyê me ji herêma Amedê ku lê ji dayik bû û mezin bû tevlî nava refên gerîla bû, agahiyên destpêkê yên li ser gerîlatiyê jî li vê derê hîn bû. Bi perewerdeya ji hevrêyên xwe yên hêja û bi tecrûbe wergirtî, zû hînî jiyana li çiyê û gerîla bû. Bi tevlîbûna xwe ya bi coş û çalak bû milîtanekî serketî. Ji bo karibe xwe hîn bêhtir xurt bike û di kesayetiya Apoyî de kûr bibe, bi pêşniyara hevrêyên wî derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û destpêkê li herêma Heftanînê beşdarî nava perwerde û karên pratîkî bû. Li vê herêmê beşdarî perwerdeya akademîk bû, derfet dît ku ji aliyê leşkerî û îdeolojîk ve xwe bi pêş ve bibe. Bi saya kesayetiya xwe ya cewherî û durist, hevrêyê me kete nava pêvajoyeke veguherînê û bû milîtanekî Apoyî ku nirxên azadiyê parast û bi pêş ve bir. Bi înîsiyatîf û wêrekiya xwe di demeke kurt de beşdarî gelek karên girîng bû. Di nava karên girîng de cih girt ku pêwîstî bi baldarî, mantiqê leşkerî, berpirsyarî û îradeyeke mezin bû, bi berpiryariyên girîng rabû û ev berpirsyariyên xwe bi rengekî serketî bi cih anî. Nêzî 3 salan li herêma Heftanînê gerîlatî kir, di demekê de ku êrîşên dijmin giran bû, ji bo wezîfeyên xwe yên li pêşberî gelê me û Rêberê me bi cih bîne, pêşniyar kir ku derbasî Botanê bibe. Di pêvajoyekê de ku dijmin hemû derfetên xwe ji bo tasfiyekirina tevgera me û qirkirina gelê me seferber kiribû, bi rengekî ku li mîlîtaniya Apoyî bê li herêmên herî zehmet ê têkoşînê tevlî şer bû, bi vê sekna xwe li nava hevrêyên xwe hemûyan bû cihê hurmetê.

Bi kenê xwe her xebat hêsan kir

Hevrêyê me Dîren di gerîlatiya serdema nû de xwe şareza kir, di taktîk û rêbazê de xwe pispor kir û li herêma Botanê bû sedema moral û kelecaneke mezin. Bi taybetî bi tevlîbûna xwe ya bêteredût û zelaliya di armanca xwe de, enerjiyeke pozîtîf tevlî her karî kir. Bi kenê xwe her xebat hêsan kir. Bi rengekî çalak tevlî gelek çalakiyên li herêma Botanê bû ku derbên giran li dijmin hatin xistin û berpirsyarî û wezîfeya xwe ya demê bi cih anî. Bi kesayetiya xwe ya dilnizm tu carî xwe têrker nedît û her tim ji xwe re kir esas ku têkoşînê mezin bike. Ji bilî misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tu serkeftin ji xwe re têrker nedît, ji bo vê armancê bi ser bixîne bi her awayî fedakarî kir. Bi tempoya xwe ya kar a bêrawestan, hevrêyên xwe teşwîq kir û weke namzetekî fermandariyê her tim li pêş bû û her roja xwe ji bo vê armancê derbas kir.

Di êrîşên dijmin ên 9’ê tebaxa 2023’yan de tevî hevrêyê me Serhildan heta nefesa xwe ya dawî şer kir, ji kevneşopiya me ya berxwedanê tawîz neda û şerê azadiyê ku bi hêviyeke mezin tevlî bû û nirxên mezin afirand, di asta herî bilind de temam kir û tevlî karwanê şehîdan bû. Weke hevrêyên hevrêyê me Dîren em soz didin ku hêjayî têkoşîna wî bin û berpirsyarî û wezîfeyên xwe bi ser bixînin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar