Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

HPG: Şehîdên Werxelê mîrateyeke mezin a berxwedanê li pey xwe hiştin

HPG’ê şehîdên Werxelê bi rêzdarî bi bîr anî û got, “Hevrêyên me Celal, Jînda, Amara, Ozgur û Mazlûm bi şerê dîrokî yê li dijî dagirkeran derbasî nava dîroka azadiyê ya gelê me bûn û mîrateyeke mezin a berxwedanê li pey xwe hiştin.”

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya li ser mijarê wiha ye: “Li dijî êrîşên qirker ên artêşa tirk, ku 23’ê nîsana 2021’ê li ser herêmên Avaşîn, Zap û Metînayê da destpêkirin, berxwedana herî bi heybet a dîroka Kurdistanê hat nîşandan.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li gel derfetên kêm jî bi îradeya Apoyî li ber xwe dan û ev berxwedan wê ji bo paşeroja gelê me diyarker be. Gerîlayên azadiyê ku bi vê têgihiştinê li dijî dagirkeran şer dikin, ji niha ve dijmin têk birine. Di sala 2021’ê de ku berxwedana dîrokî lê qewimî, di tunelên şer ên Werxelê de derba herî giran li dijmin hat xistin. Li van tunelên şer ku dewleta tirk a dagirker hemû teknîka li ber destê xwe bi kar anî, li îradeya ji pola ya gerîlayên Apoyî ketin û pengizîn. Li gel hemû êrîşan jî dagirkeran nekarîn encamê bi dest bixin û bi rengekî nemerdane çeka kîmyewî bi kar anîn. Di encamê de li tunelên şer ên Werxelê hevrêyên me Jînda, Amara û Ozgur şehîd bûn. Piştre jî hevrêyên me Celal û Mazlûm ku bi alîkariya hevrêyên xwe yên li tunelan ve çûn bi bandora çekên kîmyewî şehîd bûn. Van hevrêyên me yên hêja bi lehengiya xwe, bi dilsoziya bi hevrêtiyê re û sekna xwe ya bi biryardarî ya ji bo parastina welatê xwe, rê nedan artêşa tirk a qirker. Em van hevrêyên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku di têkoşîna xwe de xwedî li bîranîna wan derkevin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Celal Fedakar

Nav paşnav: Bestûn Bekir

Cihê jidayikbûnê: Silêmaniye

Dayik-Bav: Emîne-hacî

Dem û cihê şehadetê: 26’ê Îlona 2021 / Avaşîn

Nasnav: Jînda Ronahî

Nav paşnav: Hevîn Hesen

Cihê jidayikbûnê: Efrîn

Dayik-Bav: Emîne-Abdo

Dem û cihê şehadetê: 23’ê Îlona 2021 / Avaşîn

Nasnav: Amara Çiya

Nav paşnav: Zîlan Mûhammed

Cihê jidayikbûnê: Dirbêsiyê

Dayik-Bav: Nadya-Mûhammed

Dem û cihê şehadetê: 23’ê Îlona 2021 / Avaşîn

Nasnav: Ozgur Bedran

Nav paşnav: Nesîp Ekîn

Cihê jidayikbûnê: Sêrt

Dayik-Bav: Erdem-Resûl

Dem û cihê şehadetê: 23’ê Îlona 2021 / Avaşîn

Nasnav: Mazlûm Batman

Nav paşnav: Umran Kaya

Cihê jidayikbûnê: Êlih

Dayik-Bav: Gulcîhan-Mehmet

Dem û cihê şehadetê: 26’ê Îlona 2021 / Avaşîn

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar