Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser şehadeta Mahîr Binevş û Azad Serab daxuayniyek weşand ev tişt parve kir: “22’yê hezîrana 2023’yan di êrîşa dijmin a li ser herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl de, zarokê hêja yê gelê me yê Nisêbînê Mahir Binevş û zarokê bi wêrek ê gelê me yê Ereb Azad Serab ku bi baweriya ji yekîtiya gelan tevlî nava refên PKK’ê bû, şehîd bûn.”
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku her du şehîd jî li qadên ku berxwedan lê herî bilind, şer kirin û wiha hate gotin:
“Hevrêyên me Mahir û Azad di ferqê de bûn ku dewleta Tirk a qirker ji dervey zilmê tiştekî din nade gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn û fêm dikirin ku têkoşîna li dijî vê zilmê, berpirsyariya şoreşgerî ya dîrokê ye. Bi vê zanebûnê kêliyekî jî teredut nekirin, bi erka xwe ya şoreşgeriyê rabûn. Li qadên ku berxwedan lê herî bilind, bûn û di heman çeperî de weke mîlîtanên Apoyî şer kirin. Dizanîn ku encex bi vî rengî dikarin hem wezîfeyên xwe yên şoreşgeriyê pêk bînin hem jî ji berpirsyariyên pêvajoya dîrokî ya têkoşîna me re bibin bersiv û bi vî rengî tevger dikirin. Bi hezkirin bûn dilsozê jiyana azad ku bi fikrê netewa demokratîk a Rêber Apo, xwişk û biratiya gelan û bi pêşengiya PKK’ê li Rojhilata Navîn hatiye avakirin. Bi hesreta azadiyê, ked û cesareteke mezin raber kirin û li dijî dagirkeriyê şer kirin. Hevrêyên me Mahir û Azad ji gava ku tevlî têkoşînê bûn heta kêliya ku şehîd bûyîn, bi fedayî şer kirin û heta nefesên xwe yên dawî ti carî ji meşên xwe yên fedayî tawîz nedan.
Hevrêyên me Mahir û Azad bi têkoşîn û şehadeta xwe bûn pira di navbera gelên Kurd û Ereb de. Bûn haveynê yekîtiyê û navê xwe di dîroka têkoşîna me de nivîsandin. Em van zarokên bi wêrek ên gelên Kurd û Ereb bi rêzdarî bi bîr tînin, soz didin ku bîranînên wan di baxçeyê azadiyê yê gelan de timî bidin jiyîn. Di serî de malbatên wan ên hêja, em ji hemû gelên Ereb û Kurd ên welatparêz re sersaxiyê dixwazin.
Agahiyên derbarê nasnameyên hevrêyên me yên şehîd, bi vî rengî ne:
Nasnav: Mahir Binevş
Nav û Paşnav: Idrîs Erkol Cihê Jidayikbûnê: Stenbol Navê Dayik – Bav: Yasemîn – Suleyman Cih û Dîroka Şehadetê: 22’ê Hezîrana 2023’an / Zap |
Nasnav: Azad Serab
Nav û Paşnav: Alî Demlexî Cihê Jidayikbûnê: Minbic Navê Dayik – Bav: Meryem – Ahmed Cih û Dîroka Şehadetê: 22’ê Hezîrana 2023’an / Zap |
‘Hevrê Mahîr berê da Şoreşa Rojava’
Hevrêyê me Mahir di nava malbateke welatparêz de ku eslê xwe ji navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ye, li Stenbolê ji dayik bû. Piştre malbata wî car din vegeriya Nisêbînê û ew jî li vir mezin bû. Ji ber ku malbata wî girêdayî çanda xwe bû û xwedî kevneşopiyeke welatparêz bû, hevrêyê me Mahir jî girêdayî cewherê xwe yê Kurdîtiyê mezin bû. Bi vê wesîleyê di nirxandineke xwe de wiha dibêje, ‘Ji ber ku ez welatparêzî û girêdayî nirxên xwe bûyînê li Nisêbînê fêr bûm, ez xwe wisa dihesibînim ku li Nisêbînê ji dayik bûme.’ Hevrêyê me Mahir ji welatparêziya xelkê me yê Nisêbînê û ji sekna wê ya li hemberî êrîşên dijmin pir bandor bû. Weke ciwanekî kurd her tim di nav hewldanê de bû ku bibe layiqê vê sekna gel. Mîna her ciwanekî kurd ê li Kurdistanê dijî, derfet dît ku partiya me PKK’ê ji nêz ve nas bike. Bi lêhêrbûn û lêpirsînên ku li hemberî rastiya dijmin kirî, fêm kir ku PKK ji bo gelê me girîngiya jiyanî ye. Hevrêyê me dizanî ku gelê me bi saya têkoşîna Rêber Apo û şehîdên me yên pîroz bûye gelekî têkoşer. Ji bo ku di vî warî de rastiya PKK’ê û Rêber Apo fêm bike, ket nava lêhêrbûneke zêde de. Hevrêyê me Mahir bi Şoreşa Azadiyê ya Rojava re ku sala 2012’an pêş ket, bi kelecan bû û pêşbînî kir ku ev şoreş wê bandorê li hemû Kurdistanê bike û ji bo parastinê wê bi rê ket. Hevrêyê me Mahir bi îlhama ku ji Şoreşa Azadiyê ya Rojava wergirtî, tevlî xebatên ciwanên welatparêz bû. Bi tevlîbûna xwe ya bi kelecan û bi coş bû yek ji hevrêyên me ku demek dirêj pêşengî ji ciwanên Nisêbînê re kir. Di pêvajoya amadekariya Berxwedana Rêveberiya Xweser a li Nisêbînê hate pêşxistin de, cih girt û hewl da wezîfe û berpirsyariyên xwe yên demê bi cih bîne. Hevrêyê me Mahir ji sekna mîlîtanên Apoyî ya li hemberî dijmin bandor bû û hevrêyên me yên ku di vê pêvajoya berxwedanê de nas kirî, ji xwe re mînak girt. Hevrêyê me Mahir bi taybetî ji sekna hevrêyên me Binevş (Fîlîz Yagiz) û Soro (Salih Kaplan) bandor bû. Di hemû jiyana xwe ya şoreşê de, di şexsê van hevrêyan de bû dilsozê bîranîna hevrêyên me yên şehîd. Dijmin êrîş bir ser Berxwedana Rêveberiya Xweser a Nisêbînê û li vir li hemberî gelê me komkujî pêk anîn. Ev yek bû sedem ku hevrêyê me Mahir jî tevlîbûneke hîn bi çalaktir pêk bîne. Hevrêya me naskirina Nisêbînê ji xwe re kir avantaj û li vir di berxwedana li dijî dijmin de, roleke girîng lîst. Bi cesareta xwe ya di şerê li Nisêbînê de ku artêşa tirk a dagirker sendrom lê jiyan kir, ji hemû hevrêyên xwe re bû çavkaniya hêz û moralê. Hevrêyê me Mahir bawer kir ku bi têkçûna dijmin wê şoreşa me derbasî qonaxeke nû bibe û li ser vî bingehî têkoşiya. Di demên herî zehmet ên têkoşînê de jî bû çavkaniya hêviyê. Hevrêyê me Mahir di pêvajoya şer de di warê leşkerî de tecrubeyên girîng bi dest xist û bi îdîaya mezinkirina têkoşîna xwe, biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe.
Hevrêyê me Mahir piştî ku tevlî nava refên gerîla bû, bi perwerdeyên ku dîtî bilez fêrî jiyana gerîla û çiyê bû. Bi saya tecrubeyên xwe yên ku berê di xebatên ciwanên welatparêz de bi dest xistî, car din tevlî xebatên Komalên Ciwan bû. Ji bo ku ciwanên Kurdistanê bên rêxistinkirin û li dijî dijmin parastina cewherî ya gelê me xurt bibe, di nava xebateke zêde de bû. Hevrêyê me Mahîr ji bo bi destxistina gelek serketinan, ked da. Nêzî 4 salan xebatên xwe bi serketî meşand, lewma rêzdariya hevrêyên xwe qezenc kir. Şehadeta hevrêyên wî yên ku berê bi wan re xebat dimeşand, bandor lê kir. Lê dizanî ku bersiva herî rast a ji rastiya şehadetê re ew e ku têkoşîna xwe mezin bike. Di vî warî de jî rêzdarî û hezkirina hemû hevrêyên xwe qezenc kir.
Hevrê Mahîr têkoşîna şehîdan dewr girt
Hevrêyê me Mahîr xwest di berxwedana li dijî êrîşên ku dewleta tirk a mêtinger ji sala 2019’an û vir ve li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dayî destpêkirin de, cih bigire û ji bo ku tevlî xebatên leşkerî bibe pêşniyar kir. Hevrêyê me ku berê tecrubeya wî ya şer hebû û xwe di warê rêxistinî û bîrdozî de kir pispor, bawer kir ku bi van taybetmendiyan dikare hîn zêdetir tevlêkariyê li berxwedanê bike. Hevrêyê me ji bo ku bigihije armanca xwe, israr kir û di dawiyê de beşdarî xebatên leşkerî bû. Hevrêyê me fêm kir ku divê xwe di taktîkên gerîla yên dema nû de, kûr bike û perwerdeya pisporiyê dît. Bi saya serketina xwe ya di van perwerdeyan de, demekî perwerde da hevrêyên xwe. Bi vî rengî hem hevrêyên xwe perwerde kir, hem jî tecrube û zanista xwe hîn kûrtir kir. Hevrêyê me Mahir têkoşîna hevrêyên xwe yên şehîd dewr girt û ji bo ku berpirsyariya xwe bi cih bîne, her tim di nava lêhêrbûnê de bû. Hevrêyê me Mahir xwest vê lêhêrbûnê demildest li herêmên Metîna, Zap û Avaşînê ku êrîşên dijmin lê zêde ne, bixe nav pratîkê û bi vê armancê derbasî qada Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl bû.
‘Ji xeta berxwedanê û mîlîtaniya Apoyî tawîz neda’
Hevrêyê me li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl timî dijmin çavdêr dikir, hingî ku derfet dît li dijî dijmin çalakî kir. Bawer kir ku bi vî rengî wê êrîşên dijmin pûç bibin û bi vê armancê her tim ji bo çalakiyên nû lêhêrbûn dikir. Hevrêyê me Mahir asta lêhêrbûna xwe di her kêliya jiyanê de nîşan da û bi fikir û pratîka xwe bû mîlîtanekî Apoyî yê hêja. Hevrêyê me biryar da ku hêrsa xwe ya li hemberî dijmin her tim veguherîne çalakiyê û bi hewldanên xwe yên di vî alî de ji hevrêyên xwe re bû mînak. Hevrêyê me Mahir dizanî ku encex bi mezinkirina têkoşîna şehîdên me û pêkanîna xeyalên wan dikare bibe dilsozê bîranîna wan. Bi vê asta zanebûnê bû xwedî pratîkeke serketî. Hevrêyê me Mahir heta kêliya ku şehîd bûyî, ji xeta berxwedanê û mîlîtaniya Apoyî tawîz neda û têkoşiya. Di serî de ciwanên Nisêbînê, ji hemû ciwanên Kurdistanê re bû mînak. Hevrêyê me weke mîlîtanekî hêja di dîroka azadiyê ya gelê me de cihê xwe yê bi rûmet girt.
Şoreşa Azadiyê ya Rojava ku li ser esasê ramanên Rêber Apo ya “Neteweya Demokratîk” bi pêş ket, di serî de li gelê Ereb bandor li gelek gel û baweriyên cuda yên li herêmê dijîn kir. Şerê azadiyê yê bi Şoreşa Rojava re pêş ket, li dijî hêzên paşverû yên xwestin gelên Rojhilata Navîn ji nû ve bikişînin nava tarîtiya serdema navîn bi ser ket, ji bo hemû gelên alîgirê azadiyê bû çavkaniya hêviyê. Gelên herêmê ku di bin bandora ramanên Rêber Apo de ne, her roj hê bêhtir xwedî li Rêber Apo derdikevin û wî weke Rêbertiya xwe qebûl dikin. Ji bo vê jî gelên me ku di nav hemû pêvajoyên têkoşînê de cih digirin, bi tevlîkirina ewladên xwe yên herî bi nirx li nava refên berxwedanê hewl didin girêdanbûna xwe ya bi Rêber Apo û têkoşîna me ya azadiyê re nîşan bikin.
Hevrêyê me Azad li Minbicê weke neferekî gelê me yê Ereb, di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû. Hevrêyê me yê ku bi terbiye û exlaqê ku ji malbata xwe wergirtî mezin bû, piştî ku Minbic ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hate dagirkirin, bûbû yek ji hezaran mirovên ku mehkûmî tarîtiyê bûye. Ji ber çeteyan li ser navê Îslamê, bîrdoziyên xwe yên paşverû li ser civakê ferz dikirin û hewl didan civakê bixin bin kontrola xwe, ev yek bûbû sedema nerazîbûna gelên li herêmê dijîn. Ji bo vê jî hemû gelên ku di bin zilma DAIŞ’ê de dijîn û bi taybet gelê Minbicê li benda wê rojê bûn ku di zûtirîn demê de azadiya xwe bi dest bixin. Malbata hevrêyê me Azad jî ji bo rizgarkirina bajarê wan di nava bendewariyekê de bû. Pêngava rizgarkirina Minbicê ku bi pêşengiya Şehîd Feysel Ebû Leyla û Eylem Riha bi pêş ket, hêviyên azadiyê yên gelên li vir dijîn zindî kir. Di 15’ê Tebaxa 2016’an de piştî ku bajar bi temamî ji çeteyan hate rizgarkirin, gelê Minbicê vê rizgariyê mîna cejnekê pîroz kir. Di vê pêvajoyê de ku hevrêyê me Azad hê nû ketibû ciwantiya xwe, ji hevrêyên me yên ku di berxwedanê de gihiştin şehadetê bi taybetî ji Şehîd Feysel Ebû Leyla bi bandor bûbû. Şehadeta gelek şervanên Kurd û yên din ên ji bo azadiya xwe têdikoşin, ruhê yekîtiyê yê gelan hîn bêhtir xurt kiriye. Piştî rizgarkirina bajarê ku lê dijiya, hêza rizgarkirinê û rastiya Rêber Apo ku çavkaniya ilhama vê hêzê ye, ji nêz ve nas kir.
‘Tevî xwişka xwe di heman çeperan de têkoşiyan’
Hevrêyê me Azad û xwişka wî, bawer kirin ku Şoreşa Azadiyê ya Rojava şoreşa hevpar a gelan e û li ser vê esasê cihê xwe di nava refên şoreşê de girtin. Hevrêyê me Azad ku kêfxweşiya tevî xwişka xwe di heman çeperan de têkoşiyan, roj bi roj xwe ji aliyê leşkerî û bîrdozî ve bi pêş xist. Hevrêyê me Azad ku berê derfetên xwendinê nedîtibû, bi şoreşa ku pêk hat re fêrî xwendin û nivîsandinê bû. Hevrêyê me yê ku di warê çand û hunera şoreşgerî de derfet dît xwe bi pêş bixîne, hewl da pîvanên jiyana Apoyî di kesayeta xwe de bide rûniştandin û li ser vê bingehê gavên xurt avêtin. Lê êrîşên li ser Şoreşa Rojava ku her diçû giran dibû û destpêkirina êrîşên dewleta tirk a dagirker li dijî destkeftiyên şoreşê, bû sedem ku hevrêyê me Azad zêdetir li qada leşkerî lêhûr bibe. Hevrêyê me yê ku pêbawere Şoreşa Azadiyê ya Rojava ku destketiya hevpar a hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, ancax bi berxwedanê dikare were parastin, li ser taktîkên leşkerî jî lêhûr bû. Hevrê Azad ku di gelek branşên leşkerî de xwe bi pêş xist, karî bibe şervanekî jêhatî. Eleqeya hevrêyê me ya ji felsefeya Rêber Apo û çiyayên Kurdistanê re ku ev felsefe lê belav bû, hişt ku lêhûrbûna hevrêyê me Azad li ser gerîla û çiyayên Kurdistanê bêhtir pêş bikeve. Êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li ser Girê Spî û Serêkaniyê, dagirkirina van herêman û komkujiyên li dijî gelê me hatine kirin, di biryaradariya hevrêyê me Azad de bi bandor bû. Hevrêyê me sala 2019’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêyê me Azad ku nedikarî heyraniya xwe ya li hemberî heybeta çiyayên Kurdistanê veşêre, ji ber ku ji berê ve tevlî refên gerîla nebûbû, her tim poşmaniya xwe tanî ziman. Lê belê hem bi perwerdehiyên dîtî hem jî bi tevlîbûna xwe ya çalak hewl da wê valatiyê dagire. Hevrêyê me ku di demeke kurt de bi perwerdehiya ku dîtî re hînê jiyana çiyê bû, di taktîkên şerê gerîla de jî pêş ket. Hevrêyê me Azad ku bi taybetî di gerîlatiya serdema nû de ji bo kûrbibe di nava hewldan û lêhûrbûnan de bû, fêm kir ku encax bi vî rengî dikare li dijî dagirkeriya dewleta Tirk têkoşîneke serkeftî bide meşandin. Hevrêyê me Azad di heman demê de ji ber ku li çiyayên Kurdistanê rastî gelek gerîlayên ji neteweyên cuda hat, careke din fêm kir ku biryareke çawa rast daye. Hevrêyê me Azad ê ku dît têgihiştina “Neteweya Demokratîk” a ji aliyê Rêber Apo ve hatî pêş xistin, di kûrahiya hevrêtiya gerîlayên li çiyayên Kurdistanê xwe dide der, ji bo xwe di felsefeya Rêber Apo de kûrtir bike, giranî da perweredehiyên bîrdoziyê. Her çendî berê hinek hînê zimanê kurdî bûbû jî, ji bo hê bêhtir bi kurdiyek herîkbar û nerm biaxive û baweriya xwe ya yekîtiya gelan nîşan bide, hewl da.
Êrîşên dewleta tirk a dagirker a li dijî tevgera me ya azadiyê ku navnîşana jiyana nû ya li Rojhilata Navîn e û şehadeta hevrêyên me ya di berxwedana li dijî dijmin de, ji bo hevrêyê me Azad bû sedema tolhildanê. Hevrêyê me Azad ku weke milîtanekî Apoyî derxist zanabûnê ku divê hesab ji dewleta tirk a dagirker bipirse, ji bo vê xwest biçe qadên ku şer lê giran e û ji ber vê xwesteka xwe israr kir. Li ser vê bingehê hevrêyê me ku berê xwe da qada Rojavayê Zapê, li vir ji ber tevlîbûna wî ya çalak bû milîtanek ku hemû hevrêyên wî mînak bigirin. Hevrêyê me Azad ku bi tevlîbûna xwe ya bêhesab û bêdudilî şêwaza fedaiyane domandiye, li vê herêmê di gelek çalakiyên ku li dijî dijmin hatine pêşxistin de cih girtiye. Hevrêyê me ku di van çalakiyan de bi wêrekiya xwe karî hêz û destekê bide hevrêyên xwe, bi hevrêtiya xwe ya xurt karî cihê xwe di dilê hemû hevrêyên xwe de bigire. Hevrêyê me Azad ku ji dema tevlî nava gerîla bû û heta kêliya gihaşt şehadetê bi felsefeya Rêber Apo ve girêdayî bû û PKK’ê weke hesreta azadiyê ya hemû gelên Rojhilata Navîn qebûl dikir, wê her tim di têkoşîna me de bijî û bîranînên wî wê siberoja me ronî bike.”