HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku yekîneyên gerîlayan li gelek cihan çalakî li dar xistine û yek jê serbaz bi giştî 10 leşker û kontrayek hatine kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku hêzên wan li çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de bi wesîleya salvegera şehadeta şehîd Zîlan li Colemêrg, Şirnex, Botan û Avaşînê çalakiyê bi bandor li dar xistine.
HPG’ê diyar kir ku di 28’ê hezîranê saet 04.00’an de artêşa tirk li derdora gundê Dawûşa ya Çelêya Colemêrgê tevî kontrayan operasyonek daye destpêkirin û ev agahî parve kir: “Hêzên me yekîneyeke operasyonê xistine bin kontrola xwe û ji nêz ve li wan dane. Di vê çalakiyê de yek jê serbaz 2 leşkerên payebilind hatine kuştin. Piştî çalakiyê artêşa tirk a dagirker tevî firfirokên hewayî yên bêmirov û helîkopteran operasyon berfirehtir kirine û leşker anîne qadên Tepê Kawa, Dawûşa û Mêrbûkayê. Operasyon bi tevlêbûna yekîneyên veşartî didome. Yekîneya me ya ku ev çalakî kirine, bi selametî vegeriyane baregeha xwe.
Di 29’ê hezîranê saet di 16.00’an de hêzên me bi awayekî hemwext li Girê Şikêr û Tepê Xwedê yên li qada Avaşînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê çalakî li dar xistine. Di her du giran de bi serkeftî li çeper û stargehên dijmin hatiye xistin û di vê çalakiyê de 6 leşker hatine kuştin. Piştî çalakiyê artêşa tirk a dagirker leşkerên xwe yên mirî û birîndar bi helîkopterên Skorsky ji qadê derxistine.”
Di daxuyaniyê de HPG’ê destnîşan kir ku di 29’ê hezîranê saet 08.00’an de hêzên wa li dijî leşkerên li qereqola Serbeng a Qilebana Şirnexê çalakiyeke sekvanî li dar xistine û wiha domand: “Li vê derê leşkerekî dijmin hatiye kuştin. Ev çalakî ji bo bîranîna salvegera şehadeta Şehîd Zîlan hatiye kirin.”
Kontrayê bi navê Cemal Laçîn hat cezakirin
HPG’ê ragihand ku hêzên wan di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Rizgar Gever û Şehîd Medya Mawa de, ji bo salvegera şehadeta Şehîd Zîlan li dijî artêşa tirk a dagirker rêzeçalakî li dar xistin û wiha domand: “Roja 28’ê hezîranê saet di 22:00’an de hêzên me li dijî leşkerên dagirker ên di avakirina kulubeya nobedê ya li nêzî gundê Germita yê navçeya Silopya ya Şirnexê de kar dikirin, çalakiyek li dar xist. Ji du baskan ve li leşkerên dijmin hate xistin û 2 leşker hatin kuştin. Heman rojê hêzên me li Botanê kontrayê bi navê Cemal Laçîn ceza kir. Ev şexsê he di şehadeta hevrêyên me Îrfan Dîrok (Akîf Tûrhan), Baran (Bayram Hakseve), Devrîm (Ahmet Karaaslan) û Şoreş (Çavûş Abbaszade) ya 1’ê tîrmeha 2018’an de, tiliya wî heye. Ev şexsên ku di şehadeta gerîlayan de rol digirin û bi dijmin re kar dikin li ku derê dibin bila bibin kengê be dê werin cezakirin. Ji aliye din ve roja 29’ê hezîranê di destê sibehê de artêşa tirk a dagirker bi tevlibûna gelek leşkeran li herêma Qaplana û Tengava Kêlê ya navçeya Qilebanê ya Şirnexê operasyon da destpêkirin. Ev operasyon heman rojê di saetên şevê de bêyî ku encam bigire paşve vekişiyaye.”
4 gerîla şehîd bûn
Di berdewamê de HPG’ê diyar kir ku roja 24’ê hezîranê bi şev di navbera gundê Pola û Tuyê yên navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê de hêzên wan bi leşkerên artêşa tir re hatine pêşberî hev û şer deketiye û wiha got: “Di vê şerê de 3 hevrêyên me şehîd bûn, hevrêyekî me jî piştî ku birîndar dibe ji bo nekeve destê dijmin bombeya li ser xwe teqand û şehîd bûye. Di vî şerî de 4 leşkerên dijmin birîndar bûne. Agahiyên têkildarî nasnameyên hevrêyên me yên şehîd dê piştre bi raya giştî re werin parvekirin.”
Êrîşên hewayî
Her wiha daxuyaniya HPG’ê wiha bi dawî bû: “Roja 27’ê hezîranê saet di navber 21:30 û 22:30’an de balafirên şer ên artêşa tirk a dagirker bombe li qada Çarçela ya herêma Zagrosê barandin. Di vê bombebaranê de tiştek bi hêzên me nehatiye.” BEHDÎNAN