Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

HPG: Tangek hate îmhakirin

Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê li baregehên dewleta Tirk a dagirker ên li Kanî Masî û Bamernê xist. Di çalakiyê de tankek hate îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîla û êrişên dagirkerêyê de daxuyaniyek da HPG’ê aşkera kir ku li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta tirk gerîlayên azadiya Kurdistanê berxwedaneke bêhempa pêş dixe û her roj derbên giran li dagirkeran dixe. HPG’ê diyar kir ku gerîlayên azadiya Kurdistanê li baregehên dewleta tirk a dagirker ên li Kanî Masî û Bamernê xistine. Di çalakiyê de tankek hat îmhakirin.

HPG’ê daxuyaniya xwe de ve tişt ragihand: “Çalakiyên hêzên me yên li dijî artêşa Tirk a dagirker didome. Artêşa Tirk a dagirker hemû metodên şerê qirêj dixe meriyetê li hemberî çeperên şer ên Qada Berxwedanê çekên kîmyewî bi kar tîne lê dîsa jî li hemberî hêzên me nikare encamekê bistîne.

Di çalakiyan de 6 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker birîndar bûn û tankek jî hate îmhakirin.

Li Herêma Avaşînê

Di 10’ê gulanê de saet di 16.20’an de dagirkeran hewl dan li dora çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Werxelê bi cih bibin. Hêzên me yên YJA Starê bi çekên giran li dagirkeran dan û di vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin û 2 dagirker jî birîndar bûn. Dagirkeran piştî çalakiyê qad bi balefirên şer bomberdûman kirine û êvarî jî bi helîkopteran mirî û birîndarên xwe ji qadê derxistine.

Di 10’ê gulanê saet di 13.10 û 18.00’an de jî hêzên me yên YJA Starê bi çekên giran bi îsabet li dagirkerên dora çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Werxelê dane.

Li Herêma Zapê

Di 9 û 10’ê gulanê de hêzên me bi çekên giran li dagirkerên li dora çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Kurojahoro dane. Di vê çalakiyê de bi îsabet li hedefan hate xistin.

Di 10’ê gulanê saet di 15.30 û 20.30’an de hêzên me yên YJA Starê bi çekên giran li dagirkerên li dora çeperên şer ên Girê Şehîd Şemdîn a Qada Berxwedanê ya Kurojahro dane. Di vê çalakiyê de bi îsabet li çeperên dijmin hate xistin.

Di 10’ê gulanê saet di 13.00’an de dagirkeran hewl dane darên li dora çeperên şer ên Girê Şehîd Cûdî ya Qada Berxwedanê ya Karkerê bibirin. Hêzên me li dagirkeran dane û dagirkerek hate cezakirin.

Di 10’ê gulanê de  bi şev dema ku helîkopterên şer xwestin Qadên Berxwedanê ya Kurojahro û Girê Rûbar bidin, hêzên me li helîkopteran dan. Ji ber mudaxeleya xurt a hêzên me helîkopter ji qadê dûr ketin.

Di 10’ê gulanê de saet di 12.00’an de hêzên me bi çekên giran li dagirkerên li dora çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Şahîn dane. Di encama lêdana xurt a hêzên me de dagirker qedemeyekê vekişiyan.

Di 10’ê Gulanê de saet di navbera 12.00 û 21.00’an de çeperên şer ên Girê Şehîd Berxwedan a Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn bi çekên kîmyewî hatiye bomberdûmankirin.

Li Herêma Metîna;

Di 10’ê gulanê saet 14.55’an qereqola Kanî Masî ya artêşa Tirk a dagirker a li navçeya Amediyê ya Dihokê bû hedef û bi çekên giran ji aliyê hêzên me ve hate derbkirin.

Di 10’ê gulanê saet 16.00’an hêzên me li baregeha artêşa Tirk a dagirker ya li herêma Bamernê ya li Başûrê Kurdistanê xistin. Di encama lêdana bi bandor a hêzên me de tankeke li qada baregehê hate rûxandin û 3 dagirker jî hatin cezakirin.

Êrîş berdewam dikin

Êrîşên berfireh ên artêşa Tirk a dagirker a li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê bi obus, helîkopterên êrîşê û balafirên şer dewam dikin. Agahiyên êrîşan wiha ne:

Di navbera 9 û 10’ê gulanê de quntarên Girê Şekîf ê herêma Xakurkê bi obusan hatiye bombekirin.

Di 10’ê gulanê saet 17.40’î qada Deşta Kafya ya herêma Garê bi balafirên şer hatiye bombekirin.

Di 10’ê gulanê bi şev jî qadên Girê Cûdî, Girê Amediyê û Girê FM yên herêma Zapê 7 caran bi balafirên şer hatiye bomberdûman kirin. Heman rojê ji qereqolên li ser xeta sînor Girê Hakkarî ya herêma Metîna bi obusan hatiye bombekirin.

Di 10’ê gulanê de qadên Şehîd Şahîn, Çiyareş, Kurojahro, Şehîd Harûn, Girê Şehîd Şemdîn, Girê Cehenem, Çemço, Saca, Karker û Şikefta Birîndara yên herêma Zapê bi helîkopterên êrîşê û 9 caran jî bi balafirên şer hatine bombekirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar