Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...
Çarşamba - 17 Temmuz 2024

Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

HPG: Tîmên gerîlayan 16 dagirker ceza kirin

Tîmên bi tevger ên gerîlayên azadiya Kurdistanê derbên giran li dagirkeran dixin. Di çalakiyan de 16 dagirker hatin cezakirin, derb li helîkopterekê hate xistin. Dagirkerên ku derbên giran dixwin çekên kîmyewî bi kar tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayên Kurdistanê daxuyaniyek da. HPG’ê aşkera kir ku hêzên wan derbên giran li dargirkerên dewleta tirk dixin. HPG’ê diyar kir ku di encama çalakiyan de herî kêm 16 dagirker hatine kuştin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya têkildarî çalakiyên gerîlayên Kurdistanê wiha ye: “Artêşa tirk a dagirker ji payîzê û vir ve li Botanê operasyoneke dagirkeriyê ya berfireh daye destpêkirin. Hêzên me bi hostetiyeke mezin beşeke zêde ya van operasyonan pûç kiriye. Dagirkeran herî dawîn li qada Cûdiyê operasyon dabûn destpêkirin, hêzên me yên gerîlayê gerok bersivên xurt dane dagirkeran û derbên giran li dagirkeran dane.

Li qadên Zap û Avaşînê jî hêzên me bi tarza tîmên gerîlayên gerok çalakiyan li dar dixin û ev çalakî bênavber didome. Tîmên gerîlayan ên gerok her dera Avaşîn û Zapê kirine qada berxwedanê û bi gelek taktîkan derbên giran li dagirkeran dixin. Hêzên me yên di çeperên şer de jî berxwedanê geş dikin û têkoşîna wan jî bi ruhê fedaî yê Apoyî didome. Artêşa Tirk a dagirker ji tîmên gerîlayên gerok derban dixwin û nikarin li heberî çeperên şer jî encamekê bistînin. Artêşa Tirk dîsa wekî her carê bi çekên kîmyewî êrişan dike.

Hêzên me ji Bakur heta Başûr gelek çalakî li dar xistine, di van çalakiyan de bi giştî 16 dagirker hatine cezakirin, dagirkerek birîndar bûye û derb li helîkopterekê hatiye xisitn.

Agahiyên li ser çalakiyan wisa ye:

Li Herêma Botanê

Li qada Cûdî bi pêşengiya YJA Starê ev çalakî hatine kirin.

Di 29’ê Nîsanê de li Girê Hendekê hêzên me yên YJA-Starê dijmin xistine bin kontrola xwe, saet di 15.00’an e bi awayekî koordîneyê ji du milan ve li dagirkeran xisitne. Di van çalakiyan de herî kêm 3 dagirker hatine cezakirin. Piştî çalakiyê dagirkeran qad bomberdûman kirine û bi helîkopteran mirî û birîndarên xwe ji qadê derxistine.

Di 29’ê Nîsanê de li qada Teyrê Baz hêzên me ketine ser şopa dagirkeran û saet di 18.00’an de tîmên me yên gerîla xwe bera nav dagirkeran dane, bi bombeyên destan û çekan li dagirkeran dane. Di vê çalakiyê de herî kêm 2 dagirker hatine cezakirin. Piştî vê çalakiyê dagirker ketine nav panîkê fîşek li dora xwe reşandine. Dagirkeran êvarî bi helîkopteran mirî û birîndarên xwe ji qadê derxistine.

Di 30’ê nîsanê de saet di 10.30’an de hêzên me li berpalên Teyrê Baz ji du milan ve bi sûîkastê li dagirkeran dane. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatine cezakiin. Piştî çalakiyê dagirkeran bi helîkopteran mirî û birîndarên xwe ji qadê derxistine. Artêşa Tirk a dagirker ji ber çalakiyên hêzên me derbên giran xwarine, bi helîkopterên êrişê, hawan û obusan qad bomberdûman kirine û di 30’ê Nîsanê de êvarî neçar mane operasyona dagirker bidin sekinandin.

Di van çalakiyên bi bandor de 7 dagirker hatine cezakirin. Ev çalakî ji aliyê tîmên me yên gerok ên li qada Botanê ji bo tolhildana hevalên me yên li Zap û Avaşînê şehîd bûne, hate lidarxistin.

Li Herêma Avaşinê;

Di 1’ê gulanê saet di 00:00’an de li herêma dagirkerên li dora Berxwedana Serdemê ya Werxelê ji her du aliyan ve bi taktîka sûîqestê hemwext ji aliyê hêzên me ve hatin hedefgirtin û 2 dagirker hatin cezakirin. Piştî çalakiyê qada berxwedanê bi obusan hatiye bombekirin.

Di 1’ê gulanê saet di 13.20’an de 3 çeperên dagirkeran ên li derdora Qada Berxwedana Werxelê ji aliyê hêzên me ve hatine hedefgirtin. Di encama çalakiyê de 3 çeper hatin derbkirin.

Di 1’ê gulanê saet di 15.35’an de, dagirkerên ku xwestine li herêma Berxwedana Serdemê ya Werxelê cih bigirin, ji aliyê hêzên me ve hatine hedefgirtin û gulebaran kirin. Dagirkerên ku piştî vê çalakiya hêzên me gavekê paşde vekişiyan, herêm bi dijwarî bomberdûman kirin.

Li Herêma Zapê;

Di 30’ê nîsanê bi şev helîkopterên ku dixwestin li ser navçeya Amediye ya Dihokê ya di bin kontrola PDK’ê de ye bifirin û derbasî Herêma Berxwedana Serdemê ya Kurojahro bibin bûn hedefa hêzên me. Di encama derbeyên bi bandor ên hêzên me de 1 helîkoptera Skorsky derb xwar û neçar ma ji qadê derkeve.

Di 30’ê nîsanê de artêşa tirk a dagirker çeperên şer ên Girê Şehîd Cûdî yên li herêma Berxwedan ya Karkerê û 2’yê Gulanê jî çeperên şer ên Girê Berxwedan ên li herêma Şehîd Şahîn bi çekên kîmyewî bombebaran kirin. Li vir gaza kîmyewî ku bi rengê spî û bi tama tal e, hatiye bikaranîn.

Di 1’ê gulanê saet di 10.50’î de hêzên me yên YJA Starê ji her du aliyan derb li dagirkerên ku dixwestin li derdora çeperên şer ên Girê Şehîd Harûn ên herêma Berxwedana Serdemê ya Kurojahro bi cih bibin xistin. Di encama vê çalakiyê de dagirkerek hat cezakirin û 1 jî birîndar bû.

Di 1’ê gulanê saet di navbera 07.15 û 11.00’an de dagirkerên li derdora çeperên şer ên Kevirêkun ên herêma Berxwedana Kurojahroyê, hêzên me bi taktîka sûîqestê 3 caran li dagirkeran dan. Di encama van çalakiyan de 3 dagirker hatin cezakirin. Heman rojê saet 14.00’an de dîsa dagirker ji aliyê hêzên me ve hatin hedefgirtin û gulebarankirin û dagirkerek hate cezakirin.

Roja 1’ê gulanê saet di 11.15’an de dagirkerên li derdora çeperên şer ên Girê Ortê yên herêma Berxwedana Karkerê bûn hedefa hêzên me. Di encama vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.

Di 1’ê gulanê saet 12:20’an de dagirkerên li dora herêma Berxwedana Serdemê ya Werxelê ji aliyê hêzên me ve hatin gulebarankirin û dagirkerek hate cezakirin.

Di 1’ê gulanê de qadên Girê Cûdî, Çemço û Saca yên herêma Zapê bi dehan caran ji qereqolên li ser xeta sînor bi obusan, 11 caran jî bi balafirên şer hatiye bombekirin. Heman rojê danê sibehê ji qereqolên li ser xeta sînor herêma Berxwedana Serdemê ya Werxelê bi obusan hate bombekirin.

Di 1’ê gulanê saet di navbera 18.00-00.00’an de Girê Hakkarî yê herêma Metîna ji aliyê qereqolên li ser xeta sînor ve bi obusan û ji aliyê balafirên şer ve hatiye bombekirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar