Hevrêyên me Harûn, Sara, Rûken, Rêber, Amara û Bahoz li çiyayê Cûdî yê qedîm ê Botanê pênc rojan li dijî artêşa Tirk Ya dagirker û her cûre teknîka wê ya şer, di nava şert û mercên newekhev de li ber xwe dan, bi wêrekî û ruhekî fedaî şer kirin, derbên giran li dijmin xistin û bi lehengî şehîd bûn. Ev hevrêyên me wê timî bibin fermandarên me yên pêşeng. Ev şehıdên me yên leheng ku bi salan di nava şert û mercên bêeman de û di nava bêderfetiyê de bi fedakariyeke mezin li dijî dagirkeran şer kirin, bi jiyan, çalakî û meşa xwe ya ber bi şehadetê ve derbasî nava dîroka têkoşîna azadiyê bûn. Bîranîna şehîdên me yên leheng di serî de çiyayên serbilind ê Botanê wê li Bakur û tevahiya Kurdistanê bêne bîranîn, tola wan wê werin hilanîn û armanca wan teqez bê biserxistin. Li ser vê bingehê bila serê malbatên welatparêz ên hêja yên hevrêyên me yên şehîd, serê gelê me yê Botanê yê serbilind û gelê Kurdistanê sax be.
Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me yên şehîd bûne wiha ne:
Nav û paşnav: Ayşe Kapar
Nasnav: Amara Rûbar
Cihê jidayikbûnê: Etrûş
Dayik-Bav: Taybet-Ahmet
Dem û cihê şehadetê: 20’ê Kanûna 2022 / Cûdî
Nav û paşnav: Sabrî Yûmak
Nasnav: Harûn Çekdar
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Narinc-Hamdî
Dem û cihê şehadetê: 17’ê Kanûna 2022 / Cûdî
Nav û paşnav: Medya Gok
Nasnav: Sara Hêvî
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Dayik-Bav: Gulhan-Îbrahîm
Dem û cihê şehadetê: 17’ê Kanûna 2022 / Cûdî
Nav û paşnav: Torûntay Yildirim
Nasnav: Bahoz Ebex
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Esmaperî-Şevket
Dem û cihê şehadetê: 20’ê Kanûna 2022 / Cûdî
Nav û paşnav: Guler Gungen
Nasnav: Rûken Gabar
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Asiye-Hacî
Dem û cihê şehadetê: 17’ê Kanûna 2022 / Cûdî
Nav û paşnav: Yûsûf Malgaz
Nasnav: Rêber Kiçî
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Xezal-Abdulkerîm
Dem û cihê şehadetê: 20’ê Kanûna 2022 / Cûdî
Bi destpêkirina têkoşîna partiya me PKK’ê re gelê me yê ku ku êrîşên înkar, îmha û qirkirinê lê dihate kirin û li ber tunebûnê bû, hêviya xwe ya vejîn û azadiyê ji nû ve çêbû. Xelkê me yê Botanê ku li xaka kevnar ya Kurdistanê li gel êrîşan jî bi berxwedanê hebûna xwe parast, xwedî li têkoşîna me ya bi pêşengiya Rêber Apo derket û ji bo xurtbûna vê têkoşînê bi roleke mezin rabû. Bi hezaran ewladên leheng ên Botanê ku dan ser şopa xeta berxwedanê ya fermandarê nemir Egîd (Mahsûm Korkmaz) ku li Kurdistanê çirûska destpêkê ya gerîlatiyê pêxist, berê xwe dan nava refên têkoşînê û kirin ku şerê azadiyê yê gelê me bigihêje vê astê. Botan ku keleha berxwedan û navenda nirxên Kurdistanî ye, bû hedefa êrîşên giran ên dewleta Tirk ya dagirker û êrîşên herî zalimane li xelkê me yê Botanê hatin kirin. Xelkê me yê Mexmûrê ku li gel komkujî, êşkence û her cûr zextê bû şopdarê xeta welatparêziya herî kûr ya li Kurdistanê û ji ber êrîşênd ewleta Tirk ya faşîst neçar ma ji xaka Botanê koç bike, ti carî serî li ber mêtingeran netewand. Hevrêya me Amara li nava malbateke me ya hêja ji dayik bû ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a mêtinger neçar ma koçî Etrûşê bike. Di nava kevneşopiya berxwedêr ya xelkê me yê Mexmûrê mezin bû ku wek şopdarê xeta berxwedanê ya dîrokî tu carî xwe ji dayina berdêlan neda alî û ala têkoşînê ya Rêber Apo û partiya me PKK’ê bi serbilindiyeke mezin hilda. Hevrêya me Amara ku çanda dilsoziya bi nirxên Kurdistanî û civakî ya eşîra Goyî ya welatparêz di kesayetiya xwe ya berxwedêr de bi cih kir, hîn ji zarokatiyê ve êrîşên li dijî mirovahiyê yên dewleta tirk ya mêtinger dît, bi êşa gelê me ya ji xaka xwe hate qutkirin û penaberbûyî mezin bû. Ji ber ku ji malbata wê û xizmên wê gelek tevlîbûn li nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê çêbû, hevrêya me PKK ji nêz ve nas kir û têkiliyeke xurt bi têkoşînê re danîı.
Hevrêya me Amara çand û exlaqa partiyê ya ku ji malbata xwe wergirt, kir navenda jiyana xwe û weke jineke kurd ya ciwan timî dixwest azadiya gelê me pêk bîne, bi vî rengî xwe amade kir û bi kelecaneke mezin li benda wê rojê ma ku li çiyayên Kurdistanê tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bibe. Hevrêya me di temenê ciwantiyê de tevlî nava refên têkoşînê bû, li gelek qadan kar kir û xwe bi pêş ve bir. Ji bo hesabê êrîşên qirkirinê yên dewleta tirk ya faşîst ên li dijî gelê me bipirse û têkoşîna şehîdên me yên nemir bi serketinê tacîdar bike, têgihişt ku qada herî rast a têkoşînê refên gerîla ye. Bi vê têgihiştinê sala 2012’an tevlî nava jiyana gerîla ya pîroz bû, ku ji zarokatiyê ve dixwest vê yekê bike.
Hevrêya me Amara perwerdeya gerîlatiyê ya bingehîn bi lez û serketineke mezin qedand, bi kesayetiya xwe ya bi biryar, xwedî îrade û têkoşer gelekî bi pêş ket. Bi taybetmendiyên xwe yên milîtaniyê bi qasî di nava jiyanê de li qada şer jî weke milîtaneke YJA Starê ya mînak pêşengî ji hevrêyên we re kir û di demeke kurt de li nava refên têkoşînê bû xwedî tecrûbeyên mezin. Hevrêya me li herêma Zapê dest bi gerîlatiyê kir û bi meyla xwe ya li ser qada leşkerî, tatkîkên gerîlatiyê pejirand û derbasî nava jiyanê kir. Li Zagrosan ku sala 2012’an derbên giran li dagirkeran hate xistin, hevrêya me Amara li refên herî pêş cih girt, tevlî nava gelek çalakiyan bû û hêrsa xwe ya mezin ya li dijî dagirkeran di her çalakiyê de nîşan da. Hevrêya me ku yek ji milîtanên mînak ên îradeya Apoyî bû, tevî ku birîndar bû bi israr ji eniya şer dûr neket. Bi pratîka xwe ya li qada Zapê bû xwedî tecrûbeyeke mezin, piştre derbasî herêmên Garê û Metîna bû û bi xurtî tevlî pratîkê bû. Bi sekna xwe ya milîtanî ya li nava jiyanê, li nava hevrêyên xwe hemûyan bû cihê hezkirin û hurmetê, ji bo nirxên pîroz ên PKK’ê biparêze û mezin bike her tim hewl da. Hevrêya me li pêşberî şehîdên me yên nemir, Rêberê me û gelê me her tim xwe deyndar dît, her kêliya jiyana xwe bi têkoşînê derbas kir. Hevrêya me li ser felsefeya Rêbertî timî xwe kûr kir û li ser xeta PKK û PAJK’ê bêteredût meşiya. Hevrêya me Amara di tatkîkên gerîlatiyê de yên li perwerdeyê hîn bû, xwe kir pispor, kete nava kûrbûneke mezin ya leşkerî, ev kûrbûna xwe bi afirînerî xiste pratîkê û bû yek ji wan hevrêyan ku derbên giran li artêşa Tirk a dagirker xist. Hevrêya me pratîka xwe ya serketî ti carî têr nedît, her tim hewl da xwe hîn bêhtir bi pêş ve bibe û kete nava wê lêgerînê ku bêhtir tevlî bibe. Weke gerîlayekê çû xaka Botanê ya pîroz ku di zarokatiyê de bihîştibû lê qet nedîtibû. Ji bo hesab ji dagirkeran bipirse kuk zilma mezin li gelê me dike, bi israr xwest biçe Bakurê Kurdistanê. Hevrêya me Amara sala 2019’an weke milîtaneke fedaî, weke fermandareke pêşeng a YJA Starê li xaka Botanê ya qedîm vegeriya ku bi zorê jê hatibû qutkirin û bi vê vegerê serbilind bû. Hevrêya me Amara ku bû fermandar û li xaka Botanê vegeriya, xeta têkoşînê timî bilind kir û di şexsê xalê xwe Şehîd Şerîf Talî de bi têkoşîna xwe xwedî li mîrateya têkoşînê ya şehîdên me derket. Li Botanê li dijî dagirkeran bi rengekî bênavber têkoşiya, tevlî gelek çalakiyan bû û kedeke mezin da ku taktîk û gerîlatiay modernîteya demokratîk bigihîne herêmê. Bi kûrbûna li ser Îdeolojiya Azadiya Jinê di nava jiyanê û şer de nûnertiya nasnameya jinê ya azad kir, gelek hevrêyên me perwerde kir û kir ku hîn bi xurtî tevlî nava têkoşîna me bibe. Bi kesayetiya xwe ya ji dil têkiliya hevrêtiyê ya xurt danî û li ser xeta Rêber Apo bêteredût meşiya. Hevrêya me Amara Şerîf (Cîhan Kapar) ku bi bandora kesayetî û têkoşîna xwişka xwe hevrêya me Amara tevlî nava refên têkoşînê bû, sala 2021’ê di êrîşa dewleta tirk ya mêtinger qirker de ya bi çekên kîmyewî ya li ser Tunelên Berxwedanê yên Aris Faris şehîd bû. Ji bo tola hevrêyan hilîne yên ku 17’ê Kanûnê şehîd bûn û derseke dîrokî bide dijmin, di nava qada operasyonê de fermandarî ji çalakiya surprîz û bi bandor ya li dijî dijmin re kir û bi rêbaza fedaî şehîd bû. Ji hevrêyên xwe û hemû jinên ji bo azadiyê şer dikin re bû mînak.
Hevrêyê me Harûn li nava malbateke welatparêz ya Şirnexê ji dayik bû. Li nava derdoreke welê mezin bû ku hest û hişmendiya welatparêziyê lê xurt bû. Botan ku dilê Kurdistanê ye, bi tevlîkirina bi hezaran lehengên xwe li nava tevgera me û şehîdên xwe hîn jî xwedî sekneke hêjayî vê pênaseyê ye. Ji ber vê yekê jî herî zêde bû hedefa polîtîkayên şerê taybet, komkujî û qirkirinê yên artêş û rejîma tirk ya faşîst. Bû herêmeke welê ku bi rengekî bêhejmar komkujî, koçberkirin, şewitandina gundan û herî dawî jî şewitandina li jêrzemînan lê hate kirin. Xelkê me yê Botanê li hemberî her komkujiyê hîn bêhtir xwe li Rêberê me û tevgera me girt. Xelkê me yê Botanê zilma ku bi salan lê hate kirin gihand nifşên nû û kir ku têkoşîn bênavber dewam bike. Ciwanên leheng ên Botanê jî bi rengekî rast xwedî li vê mîrateyê derketin û li ser şopa şehîdên me yên leheng meşiyan, ref bi ref tevlî nava refên gerîla bûn.
Hevrêyê me Harûn ku ji kevneşopiyeke bi vî rengî ya serhildan û çanda berxwedanê ya xurt hat, di ciwantiya xwe de gerîla nas kir ku bi çîrok, berxwedana destanî û bîranîna wan mezin bû. Hevrêyê me Harûn bi rengekî çalak tevlî nava karên ciwanan bû û fêhm kir ku bêyî xweparastinê, parastin nabe û tevlî vî karî bû. Hevrêyê me Harûn ku baş zanî bû bêyî rêxistinî û têgihiştinî azadî bi dest nakeve, li ser bingeha xweparastinê xwe bi pêş ve bir. Dewleta tirk sala 2015an agirbest bi dawî kir û li dijî gelê me û tevgera me polîtîkayên qirkirinê ji nû ve xiste dewrê. Hevrêyê me Harûn baweriya xwe bi wê yekê anî ku têkoşîneke baş û bi wate tenê bi têkoşîna çekdarî û li nava refên gerîla dibe, sala 2015’an beşdarî nava refên gerîla bû.
Hevrêyê me Harûn ku perwerdeya xwe ya bingehîn li Botanê wergirt, zû hînî jiyana gerîla bû. Bi tevlîbûna xwe ya bi daxwaz, kelecan û moral bala hevrêyên xwe kişand. Hevrêyê me Harûn ku ne dûrî kedê bû û baş bi girîngiya kedê zanî bû, bandor li her qada lê bû, kir. Bi kedeke mezin xwe li hevrêtiya PKK’ê û jiyana gerîla girt. Dema ku dewleta tirk ya faşîst û dagirker di çarçoveya ‘Plana Têkbirinê’ de li dijî gelê me dest bi êrîşên li dijî mirovahiyê kir, li ser bingeha parastina rewa ya gelê me, xwerêveberî hate ragihandin. Kete nava lêgerîna parastina hebûna xwe û têkoşîna bidestxistina azadiyê. Rejîma faşîst ya ku nikare xwe li hebûna Kurdan rabigire, bi rêbazên ku weke deqeke reş ketiye dîroka mirovahiyê, êrîşî gelê me kir, mîna ku Kurdistanê ji nû ve dagir bike, dest bi êrîşan kir. Ji pitikên di pêçekê de heta bi mirovên extiyar ên mîna Dayika Taybet li pêş çavên her kesî mirov qetil kir. Hevrêyê me Harûn mîna gelek hevrêyan li hemberî van bûyeran bêdeng nema, li refên herî pêş ji bo piştgiriyê bide têkoşîna gelê me ya ji bo parastina îrade û hebûna xwe, derbasî Şirnexê bû. Hevrêyê me Harûn ku weke gerîla û şoreşgerekî li bajarê lê ji dayik bû û mezin bû vegeriya, bi van hestan cihê xwe li çeperên herî pêş girt. Tecrûbeyên ji hevrêyên xwe wergirtî bi ciwanên li derdora xwe re parve kir û bi rola pêşengiyê rabû. Artêşa tirk ji ber ku bi hêzên xwe yên taybet nekarî li nava bajêr bi pêş ve biçe û îradeya gelê me bişikîne, bajar dorpêç kir û dest bi hilweşandina bajêr kir. Hevrêyê me Harûn di bin fermandariya Şehîd Salar Ecem de tevlî gelek çalakiyên bi bandor bû û derbên giran li dagirkeran xist. Tevî ku bû salek tevlî nava refên gerîla bûbû, di pratîkê de xwe bi pêş ve bir, di nava pêvajoya berxwedanê de tecrûbeyên mezin bi dest xist û xwe gihand wê astê ku bi berpirsyarî rabe. Hevrêyê me Harûn tevî hevrêyên xwe derfet heta dawiyê bi kar anî û heta dawiyê li dijî dagirkeran şer kir. Bû yek ji kedkarên têkoşîna destanî ya li Şirnexê hate meşandin.
Hevrê Harûn piştî berxwedana xweseriyê ya Şirnexê derbasî herêma Cûdî bû û li wir li têkoşînê dewam kiriye. Bi tecrûbeyên ku li Şirnexê bûye xwedî, neqlê hevrêyên xwe kiriye, tevlî xebata parastina cewherî û birêxistinkirinê bûye û bi awayekî serkeftî pêk aniye. Ji Botanê ku jê hatiye, gelek fermandarên hêja û serkeftî di Têkoşîna Azadiya Kurdistane de derxistine. Hevrê Harûn ku endamekê mezin ê fermandariyê bû, ji bo xwe di warê bîrdozî û leşkerî de têr û tije bike derbasê Herêmên Parastinê yên Medyayê bûye. Hevrêyê me Harûn ku derbasî akademiyên leşkerî bûye, bi perwerdehiya ku dîtiye bûye gerîlayekê şareza. Sekna wî ya di perwerdehiyê de, tevlêbûyîn, daxwaz û behremendiya wî bala hevrêyên wî kişandiye û bi demeke dirêj perwerdehiya hevrêyên xwe girtiye ser xwe. Sê salan, ji bo gelek hevrêyên wî bibin gerîlayên profesyonel zêde ked daye û li hevrêyekê/e xwe ku ji akademiyê der çûye gelek tevkarî kiriye. Hevrê Harûn her ketiye wê hewilê ku bibe bersiv ji bo Rêbertiyê û şehîdan û bi wê giraniyê jiyaye. Ji wê boneyê, hevrê Harûn ku hay ji erk û berpirsyariya xwe hebû, bû hevrêyek ji hevrêyên me yên ku barê şoreşê hilgirt. Erka perwerdekirina hevrêyên xwe bi layiqî û serfirazî bi cih anî. Ji bo baştir ji bîrdoziya Rêber Apo fêm bike, derbasê akademiyên bîrdozî bû. Bi sekna li ser xwe bi awayekê baş li akademiyê, li ser esasê gotina “Zanîna bi xwe bingeha hemû zanîn e“ ya Rêber Apo, analîza xwe kiriye; ji Rêbertî, şehîd û têkoşîna me baştir fêm kiriye. Hevrê Harûn ku egîdî, wêrekî, serhildêrî û kedkarî ku taybetiyên herêma Botanê ne, bi bîrdoz û vîna Apoyî re kiriye yek û hest bi êş û coşa gelê me yê bindest ê li çar aliyên Kurdistanê kiriye û bûye xwedî hişmendî û nasnameyeke neteweyî. Hevrê Harûn ku wek mîlîtanekê fedaî yê Rêber Apo xwe bexşê şoreş û serkeftinê kiriye, bûye xwediyê jiyaneke gotin û kirinên xwe yek. Giringî bi hevretiyê daye, ketiye hewila geşkirina hevrêtiyê. Hem gava şervan bûye hem jî gava fermandar bûye bi nefspiçûkiya xwe sekneke mînak nîşan daye. Bi gotina “Hevrêtiya hevrê, girtina parê ji heqîqete yê ku tê temsîlkirin“ a Rêbertiya me tevgeriyaye û bûye parçeyekê heqîqetê. Hevrê Harûn ku bi dîtina perwerdehiyê baş zaniye ku barê wî girantir bûye, bi gavên ji xwe bawer di rêya fermandeya serkeftinê de bi pêş ve çûye. Bi erka ku ji akademiyê wergirtiye, berê xwe daye Bakurê Kurdistanê û çûye herêma Cûdî û tevlî xebata fermandariyê bûye. Ji bo pûçkirina polîtîkayên şerê taybet ên rejîma faşîst a AKP-MHP’ê, pêşengî ji pratîkbûyîna Gerîlatîya Modernîteya Demokratîk re kiriye. Hevrê Harûn hay ji polîtîkayên taybet ên rejîma faşîst a dagirker û talanker hebûye û pêşengî ji gelek çalakiyan re kiriye ku li herêmên hatine lidarxistin. Ji tevlêbûyîna xwe heta bi şehadeta xwe, bi sekin û têkoşîna xwe ya bi berdewamî, xwediyê pratîkeke serkeftî ye.
Hevrêya me Sara, ji malbateke welatparêz li Sêrtê çêbûye. Malbata hevrê Sara ji ber ku welatparêz bûye, li ser nirxên Kurdîtiyê israr kiriye û polîtîkayên qirkirinê yên dewletê qebûl nekirine, bi awayekê dijwar rû bi rûyê zextên dijmin bûye. Ji wê boneyê terka welêt kiriye lê tawîz ji sekina xwe ya rûmetyar nedaye û ji neçarî koçî Mêrsînê bûye. Hevrê Sara di nav malbat û derdoreke wiha de li Mêrsînê mezin bûye. Şehadeta xalê di nav refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê de, tevlêbûyîna kesên ji der û dora wê, kiriye ku hê ji piçûkiyê ve bala hevrê Sara bikişîne û hez ji gerîla bike. Bi taybetî gotina çîrokên qehremantiya xalê wê jê re, kiriye ku hevrê Sara gerîla bike qehreman, wisa fikiriye ku gava mezin bibe divê teqez tevlî refên gerîla bibe. Hevrê Sara, ji dîlgirtina Rêbertiya me bi komployeke navneteweyî û rabûna hêrsa gelê me pê, berteka gelê me li dijî vê komployê, çembera ji agir ku hevrêyên me li dora Rêbertiyê honandiye, gelek bi bandor bûye. Piştre her ku bibîranînên wê yên wê demê hatina bîra we, ev bibandorbûyîn bêhtir veguheriya lêpirsînan, ev lêpirsîn veguherîne lêgerînê. Hevrê Sara ku ji sala 2011’an ve bi awayekê çalak tevlî xebatên ciwanan bûye, di vê pêvajoyê de fersenda wê çêbûye ku PKK’ê ji nêz ve nas bike. Di van xebatan ciwanên ku çarênûsa wê û wan yek e, bi rêxistin kirine, kiriye ku ew jî bigihêjin refên azadiyê. Bi jêhatîbûyîn, kedkarî û dînamîzma ciwaniyê di her warî de pêşengî kiriye. Her çiqas di xebatên ciwanan de xwediya pratîkeke serkeftî be jî, sala 2013’an ji bo tola hevrê Sara ya kadroya pêşeng a PKK’ê, Rojbîn û Ronahiyê bi du hevalên xwe re biryar dide ku tevlî nava refên gerîla bibe.
Piştî tevlî nava refên gerîla dibe, ew navê Sara, her du hevalên wê jî navên Rojbîn û Ronahiyê li xwe dikin û têkoşînê ji Sarayan dewir digrin. Piştî dîtina perwerdehiya şervanên nû, derbasî herêma Qendîlê bûye, nêzîkê du salan li vê herêmê tevlî xebatê bûye. Dema ku li Qendîlê bûye, bi sekinandina li ser gerîlatîyê û bîrdoziya Rêbertiyê derbas kiriye. Di vê çarçoveye de li ser esasê vesazkirina gerîla tevlî xebatên leşkerî bûye. Di vê pêvajoya perwerdehiyê de bi taktîk û şêweya şer ya gerîla de ketiye. Di vê demê de, ku wek xalek ji xalên werçerxê yên jiyana xwe dibîne, hevrê Şehîd Zehra Penaber nas dike. Bi taybetî ji qedrê ku Şehîd Zehra daye hevrêtiyê, bi bandor bûye û bûye xwediya jiyaneke hêjayê vî nirxî û pêvajoyê. Piştî pratîka bi du salan ya Qendîlê, hevrê Sara bûye fermandara tîmê. Bi êrîşên dijmin ên bi ser gel û Tevgera me yên sala 2015’an hevrê Sara pir hêrs bûye. Wek mîlîtaneke Apoyî û gerîlaya YJA Star’ê xwediyê wê fam û ferasetê ye ku divê mirov teqez bersiva êrîşan bide. Ji wê boneyê, ji bo ku biçe qadên şer ên gur tim pêşniyaz kirine. Lê ji bo ku xwe di warê bîrdozî de yekcar bi pêş ve bibe û ji bo baş hînê awayê şer yê serdema nû bibe, tevlî perwerdehiya li Akademiya Hakî Karer bûye. Piştî ku perwerde bi awayekê sûdgir bi dawî kiriye, derbasê herêma Botanê bûye. Kêfxweş bû bi girtina cih li ba gelê xwe, di Berxwedana Rêveberiya Xweser de.
Li Silopiyayê tevlî berxwedanê bû, li vir derbeyên giran li dijmin xistibin jî, ji ber ku berxwedan têr çênebû xwe ji gelê xwe re her tim deyndar dît. Bi şehadeta hevrê Ronahî û gelek hevrêyên din di vê pêvajoya berxwedanê de, li dijî dijmin yekcar bi hêrs bû. Soz da ku ew ê teqez heyfa mirovên me bistîne ku li kuçeyan hatin qetilkirin. Hevrê Sara ku dawiya sala 2016’an vegeriya Herêmên Parastinê yên Medyayê, nirxandina pratîka xwe bi hûrgilî kir, ji xwe re kir ders û ket hewila geşkirina têkoşînê. Di şer de ferqa giringiya bikaranîna taktîkên gerîla bi awayên cur bi cur, dît, ji wê boneyê xwe di taktîka sabotajê de pi pêş ve bir. Ji berê behtir bû serwera hûrguliyên awayê şerê gerîla. Hevrêya me Sara ku piştî xwe nûkirina di warê leşkerî û bîrdozî de, xwest ku biçe qada Cûdiyê ku bedelên giran dane, ev daxwaza xwe bi cih anî. Wek fermandareke YJA Star’ê sala 2018’an careke din derbasê qada Cûdiyê bû ku ji bo gelek watedar bû. Piştî ku derbasê qada Cûdiyê bû, bi dersên ku ji pratîka xwe ya berê girtine, yekcar bi profesyonelî tevgeriyaye. Bi hest û hêrsa tolhildanê ji bo êrîşê dijmin bike bi awayekê baş li ser xwe sekiniye. Hema bibêje her kêliya jiyana xwe bi hûrbûyîna li ser derbeyên ku wê li dijmin bixe, jiyaye. Bi sebreke zêde û inyad, gav bi gav çalakî li dijî dijmin bi rêxistin kirine, ev çalakî bi awayekê serkeftî li dar xistine. Xwestiye bibe bersiv ji vê pêvajoya dîroki re ku em tê de ne û heyfa hevrêyên xwe bistîne. Hevrêya me Sara bi kesayeta xwe bi coş û kelecan her tim reng daye cihê lê bûye û bi pratîka xwe ya serkeftî, wek fermandareke YJA Star’ê erka pêşengiyê ku jê hatiye payîn bi awayekê serkeftî bi cih aniye. Ji sekina xwe ya jiyanê heta bi jidiliya xwe ya di hevrêtiye de, hevrê Sara bi hostatiya xwe ya di şer de û bi çalakiyên bi awayekê serkeftî pêk anîne, ji hemû hevrêyên xwe re bûye hêz û moral. Bi hevaleke wiha hêja re têkoşîna ji bo heman dozê, ji bo pir bi rûmet e û şans e. Em soz didin ku em ê teqez xeyalên azadiyê yên hevrêya xwe Sarayê pêk bînin.
Wan, bajarekê me yê ji wan bajaran e ku têkoşîna me azadiyê reh lê berdaye û wek her dem niha jî bi serhildanê bi awayekê çalak tevlî têkoşînê dibe. Di dîroka Kurdistanê de ser li ber dagirkeran xwar nekiriye û her tim li eniyên pêş ên berxwedanê bûye. Xwediyê kevneşopiyeke xurt û bi kok e. Hevreyê me Bahoz ku ji navçeya Ebexê ya Wanê hatiye dinyayê ku navendeke ji navendên berxwedanê ye ku partiya me PKK bi gelê me re bûye yek, di nav malbateke welatparêz de mezin bûye ku girêdayê çanda vê kevneşopiya pîroz afirandiye. Welatparêziya malbat û derdora wî û tevlêbûyîna nav refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ya gelek xizmên wî kiriye ku hevrêye me Bahoz jî hêj ji piçûkatiya xwe ve têkoşîna me nas bike û bide ser şopa têkoşînê. Mezinbûyîna di nav malbatekê de ku bi keda xwe debara xwe kiriye, kiriye ku hevrêyê me ji hêj ji zarokatiya xwe ve nasîna wî diyardeya ‘ked’ê re çêbibe û kedkariya wî di jiyana wî ya bi şoreşgerî ji pêş re de diyarker bûye. Hevrê Bahoz pir ji Gerîlayên Azadiya Kurdistanê hes kiriye û bi xeyala ku wê rojekê tevlî nava refên azadiya gelê me bibe, mezin bûye. Wek her ciwanekê kurd yê bixwaze bi awayekê bi rûmet bijî, hêj ji zû ve bûye şahidê zext û zilma dewleta Tirk a dagirker. 7’ê Cotmeha sala 2009’an dewleta Artêşa Tirk, kurê xalê Bahoz Şehîd Îbrahîm Atabay, gerîlayên HPG’ê Şehîd Sîpan Şervan (Sûnûllah Kesercî) û Şehîd Necmî Efrîn (Necmeddîn Ehmed Hesen) li gundê Kefê ya navçeya Ebexa Wanê bi nemerdî qetil kirin. Ev bû sedem ku hevre Bahoz rûyê rastîn yê dewleta faşîst bi awayekê eşkere bibîne û hêrsa wî rabe li ber. Soza girêdayîbûyîna bi xeta şehîdan ve daye û ji bo berpirsyariya xwe ya ji bo azadbûyîna gelê xwe bi cih bîne sala 2013’an ji qada Tendûrekê gihîştiye gerîla. Hevrêyê me yekî jêhatî, rast bû. Bi jêhatibûyin û rastiya xwe zû bi zû hînê jiyana gerîla bû û perwerdehiya gerîlatiya bingehîn li qada Xakûrkê bi awayekê serkeftî temam kir. Hevrêyê me li heman qadê dest bi pratîka xwe ya destpêkê gerîlatiyê kir. Her ku Partiya me PKK ku encama keda Rêber Apo ye, nas kir, hêrs û azwerî û biryardariya li ser têkoşînê zêde kir, ji bo bibe layiqê xeta fedaîtiyê ya partiya me her tim bi hewleke zêde rabûye. Bi perwerdehî leşkerî ku dîtine, di demeke kin de di taktîkên gerîlatiyê de bûye şareza. Hem di warê bîrdozî hem jî di yê leşkeri de tim xwe bi pêş ve biriye. Daye ser şopa şehîdan û parastin û berz û bilindkirina nirxên Partiya me kiriye esasê jiyana xwe ya şoreşger. Sala 2014’an ji bo parastina gelê me yê Êzidî ji fermana qirkirinê ya DAIŞ’ê, bi hevrêyên xwe re li herî pêş cih di nav berxwedana dîrokî de girtiye. Hevrêyê me erka xwe ya azadî û rizgarkirina gelê me yê Êzidî ji qirkirinê, bi serfirazî temam kiriye, ji bo li dijî mêtingeran şer bike cardin li çiyayên Kurdistanê vegeriyaye. Di êrîşên dewleta tirk ya faşîst ên li dijî gelê me de, di pêvajoya Berxwedana Rêveberiya Xweser de jî cihê xwe li herî pêş girtiye û li Şirnex û Silopiyayê derbên giran li dagirkeran xistine û gelek tevkarî li sekina rûmetyar a gelê xwe kiriye. Hevrê Bahoz li qada Botana pîroz a navenda berxwedana dîrokî ya gerîla ya li Kurdistanê bi salan bê navber têkoşiyaye, bûye fermandar û li têkoşîna berxwedanê dewam kiriye. Tevlî gelek çalakiyan li Bakurê Kurdistanê bûye ku pê derbeyên giran li artêşa tirk ya dagirker hatine xistin û wek fermandarekê pêşeng hemû erkên ku pêvajo divê bi berpirsyarî bi cih anîne û bûye navê jiyana bi mîlîtanî û jiyanê. Her kêliya jiyana xwe bexşê serkeftina Têkoşîna Azadiya Kurdistanê kiriye. Bi biryardarî li têkoşîna şehîdên me yên nemir, li Botanê dewam kiriye. Bûye mîlîtaneke layiqê Partiya me PKK’ê. Bi têkoşîna ku kiriye jiyana fedaiyane û xeteke şer a bi mîlîtanî mîrate hiştin ji me re. Têkoşîna hevrê Bahoz wê ji aliyê me hevrêyên wî ve teqez bi serkeftinê bê tacîdarkirin.
Bajarê me Şirnex ya erdnîgariya berxwedêr ya Botanê, ku ji destpêka têkoşîna me ya azadiyê ku bi ked û fedakariya zêde ya Rêber Apo û şehîdên me yên qehremen bi pêş ve çûye, piştgirî daye û bi hezaran ewladên xwe tevlî nava refên gerîla kirine, tevî qetlîam, êşkence û polîtîkayên şer en taybet tawîz ji xeta azadiyê nedaye û li mîsyona xwe pêşengtiyê dewam dike. Hevrêya me Rûken ku li bajarekê wiha û ji malbateke welatparêz a çanda berxwedanê ya vî bajarî serwer e, çêbûye, bi çanda qedîm ya gelê Botanê û taybetiyên wê yên berxwedêr mezin bûye. Lewma hêj ji zarokatiya xwe ve li dijî êrîşên dijmin ku bûye şahid, bi hêrs bûye. Hevrê Rûken ev hêrs bi têkoşîneke bi zanebûn kiriye esasê pirsîna hesab ji dijmin û maye li hêviya roja ku wê bigihîje gerila. Hevrêya me Rûken ku ji zarokatiya xwe ve guhdariya qehremaniyên gerîla kiriye û gerîla nas kiriye û bi pişt re ji hevrêtî, awayê jiyanê û xeta berxwedanê ya li gerîla li qada Gabarê ku çûye, bi bandor bûye. Hevrêya me Rûken ku ewqas nêzê armanca xwe bûye, bêyî teredud tevlî nava refên gerîla bûye.
Heval Rûken ku tevlêbûna wê li qada berxwedanê ya Adil, Gelhat û Gulbiharan e, ji bo têkoşîneke layiqê mîrate û xetên têkoşînê ya van fermandarên hêja gelek ked daye. Destpêkê li vir hînê gerîlatiyê bûye, bi pişt re derbasê Zagrosan bûye û perwerdehiya şervanên nû dîtiye. Di vê pêvajoya perwerdehiyê de li ser jiyana gerîla û çiya bûye xwediya gelek tecrûbeyan û bûye gerîlayeke şareza. Bi tevlêbûna bi xwestin û moral, zû bi zû hînê jiyana gerîlatiyê bûye, bi saya xisletê xwe yê ji xwe bawer yê jinên Botî, bi hêza ku ji felsefeya azadiya jinan ya Rêbertiya me girtiye, bûye mîlîtaneke pêşeng. Sekin bi hevrê Rûken neketiye, her tim meraqa hînbûyîna tiştên nû dikir. Bi vê taybetiya xwe her tim pirsyarî dikirin, qîma xwe bi tiştê heyî nedianî. Lewma xwe gelek bi pêş ve bir. Hevrê Rûken bi awayekê ji xwe bawer ji bo bibe jineke azad, di warê leşkerî de jî dixwest bibe şareza da ku meşa xwe azadiyê bi temamî bike. Lewma cih di nav akademiyên leşkerî de girt, di gelek waran de bû şareza. Xwest ku tevlî Berxwedana Rêveberiya Xweser bibe û li ser vî esasî sala 2016’an; derbasê Botanê bû ku lê çêbûye û gihîştiye xeyalên xwe.Kêfxweş bû bi tevlêbûyîna berxwedana gelê me yê Botanê ya ji Silopiyayê, heta bi Cizîrê, ji Şirnexê heta bi Nisêbînê li dijî dijmin mil bi milê gelê xwe şer kir.
Birayê wê Mûrat Botan (Behlul Gungen) bi awayekê çalak tevlî Berxwedana Rêveberiya Xweser ya Şirnexê bû û şehîd bû. Bi vê şehadetê hêrs û azweriya tolhildanê û têkoşînê û biryardariya hevrê Rûken yekcar zêde bû. Di şer de bi tevlêbûyîna xwe ya bi fedakarî û kedkarî hem gelê me hem jî hevrêyên wê rêz jê re girt. Wek gerîlayeke YJA Star’ê mîsyona xwe pêşengtiyê bi serfirazî bi cih anî. Hevrêya me Rûken ku ji şehadeta gelê me û hevrêyen pir bi bandor bû, her şehadetek ji xwe re kir boneya tolhildanê. Hevrêya me Rûken piştî Berxwedana Rêveberiya Xweser, derbasê qada Cûdiyê bû, li fersend dît ku nirxandina pêvajoya pratîk ku jiya, bike. Dersên pêwîst ji pratîka xwe derxistin hêj bi awayekê şarezatir berê xwe da pratîkê. Tevî derewên şerê taybet ên dijmin, tevlî dehan çalakiyan bû ku li qada Cûdiyê hatin lidarxistin, xwest bibe bersiv ji bo pêvajoya dîrokî ku gel û Tevgera me tê re derbas dibe. Hevrê Rûken di hewildana xwe de bi ser ket, di heman demê de ji bo birêxistinkirina gelê me jî xebitî, geşkirina xeta têkoşînê ya Berxwedana Rêveberiya Xweser ji xwe kir armanc. Bi nêzîkatiya xwe xwerû rast, bi baweriya bêdawî û girêdayîbûna qewîn ya bi xeta şehîdan Rêbertiyê ve, hevrêya me Rûken, mîlîtaneke mînak ya PKK-PJAK’ê ye û wê her tim pêşengtiyê ji me re bike.
Cizîra Botan di dîrokê de yek ji girîngtirîn navendên berxwedanê yên Kurdistanê bû û her tim karîbû çanda berxwedanê zindî bihêle.Bi hatina gerîla ya li herêmê re tevgera me ya azadiyê pejirand, bawer kir, bi zanebûn bû û ji berdêla azadiya xwe dudilî nebû.Eşîra me ya welatparêz Kiçî, ku yek ji eşîrên herî qedîm yê Cizîra Botan e, weke gelê me yê herêmê, bi partiya me re dilsoz û bi PKK’ê bawer bû û ji bo vê yekê dudilî nebû ku ewladên xwe yên herî bi nirx li refên têkoşînê zêde bike. Hevrêyê me Rêber di nava malbateke welatparêz ya ji eşîra me ya qedîm ya Kiçî de ji dayik bû û mezin bû. Hevrê Rêber ji zarokatiya xwe ve bi welatparêziya malbat û derdora xwe PKK nas kiriye. Hevrêyê me Rêber ku bi çîrokên lehengiya hevrêyên me yên tevlê têkoşînê bûne mezin bû, di temenê xwe yê biçûk de timî wê rojek bibe gerîla xeyal dikir. Hevrêyê me Rêberji zarokatiya xwe ve şahidê polîtîkayên înkar û tinekirinê yên dewleta tirk ya faşîst û mêtînger ya li dijî gelê kurd e, bi taybetî jî li hemberî gelê me yê Cizîra Botan, kîn û hêrseke mezin li dijmin hîs kiriye. Hevrêyê me Rêber yê ku dixwaze li dijî van polîtîkayên dewleta tirk ya qirker têbikoşe û mîrateya berxwedanê ya ji malbata xwe girtiye bidomîne, ferq kir ku têkoşîna herî bê sîtemkar ya ku dikare were meşandin di nava refên gerîla de ye û biryar da ku tevlê gerîla bibe.
Hevrêyê me Rêber di sala 2014’an de ji warê ku lê hatiye dinê, Botanê tevlê nava refên gerîla bû, di rojên destpêkê de ku bi kesayeta xwe ya kedkar û fedekariya xwe tevlê bû, ji bo xwe adepteyî jiyana gerîla bike tu zehmetî nekişand. Piştî demekê li Botanê ma, ji bo perwerdehiya şervanên nû bigire, weke gerîlayekî gihiştî û profesyonel vegere, derbasî Herêmên Paratinê yên Medyayê bû. Hevrê Rêber ê ku her roj zêdetir xwe di warê leşkerî de bi pêş dixe, ji bo ku ji tecrûbeyên hevalên xwe sûd werbigire, timî pirs kiriye û lêkolîn kiriye.Di vê pêvajoyê de hevrêyê me Rêber di berxwedana Kerkûkê de ku yek ji berxwedanên herî bi heybet ên dîrokê ye li hemberî êrîşên qirkirinê yên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser gelê me bi lehengî şer kir, tecrûbeyek mezin bi dest xist. Hevrêyê me Rêber yê ku ev peywîra xwe bi serkeftî bi cih anî, dîsan berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hevrêyê me Rêber ê ku di warê leşkerî de gihiştiye asteke girîng, ji bo ku xwe bigihîne asta gerîlatiya profesyonel û pisporiyê perwerdehiya branşê dît. Hevrêyê me Rêber ê ku pêvajoya perwerdehiyê baş nirxand û ne tenê di warê leşkerî, di warê îdeolojîk de jî xwe bi pêş ve bir, bi helwesta xwe ya jiyanê û serkeftinên xwe yên di perwerdehiyê de bi ser ket, lewma erka perwerdekirina hevrêyên xwe girt ser milê xwe. Hevrêyê me Rêber ji bo vê erka ji bo wî hatiye dayîn bi awayek şayan bi cih bîne, têkoşînek mezin daye. Li gel tecrûbeyên xwe yên leşkerî ji hevrêyên xwe re radigihîne, bi zanîst û tecrûbeya xwe pêşengtî ji hevrêyên xwe re dikir û hevrêyên xwe perwerde dikir. Hevrêyê me di dema perwerdekirina hevrêyên xwe de her roj hînî tiştekî nû dibe, bi dilnizmîbûna xwe hezkirin û rêzdariya hevrêyên xwe bi dest xistiye. Hevrê Rêber ê ku di pêvajoya perwerdehiyê de li ser şêwaz û taktîkên gerîlatiyê yên serdema nû lêhûrbûna xwe bi hevrêyên xwe re parve kir û hewl da ku wan bixe pratîkê. Hevrêyê me Rêber piştî ku ev erka xwe bi serketî bi cih anî, ji bo tecrûbeyên xwe yên jiyanî û leşkerî bike pratîkê û xeyalên xwe pêk bîne derbasî qada Botanê bû.
Hevrêyê me Rêber ku ew kelecana gerîlatiyê ya li xaka wî lê peyda bûbû, roja çû Botanê ew bi xwe re bir û vê kelecanê li hevrêyên li cem xwe jî peyda kir. Li qada Botanê, pêşengtiya gelek çalakiyan kir û derbe li ser derbeyê li dijmin xist. Vê lêhûrbûna xwe ya derba li dijmin, di hemû kêliyên jiyanê de berfireh kir. Hevrêyê me Rêber ku gerîlatiya profesyonel di pêvajoyên perwerdehiyê de wergirtibû, ji xeynî pûçkirina gelek operasyonên dewleta tirk ya dagirker, di pratîkkirina taktîk û şêweyê gerîlatiya nû de jî ku derbên giran li hêzên operasyonê dixe, rol û risteke pêşengiyî wergirt. Hevrêyê me Rêber ku ji xeynî kedkarî û dilnizmiya xwe, bi rêxistinbûyîna xwe û biryardariya xwe ya di şer de jî ji bo hevrêyên xwe bûye mînak, bi van taybetmendiyên xwe moral û hêza berxwedanê li hevrêyên xwe bar kir.