Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

HPG: Yên li Pasûrê hatine kuştin kontra û sîxur in

HGP’ê ragihand ku di çalakiyên gerîla yên li Xakurk û Şemzînanê de bi kêmanî 7 leşker hatin kuştin. HPG’ê diyar kir ku di çalakiya sabotajê ya li Pasûrê de jî  7 kontra hatine kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku hêzên wan di çarçoweya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li dijî artêşa TC’ê ya dagirker rêzeçalakî lidar xist. HGP’ê ragihand ku di çalakiyên gerîla yên li Xakurk û Şemzînanê de bi kêmanî 7 leşker hatin kuştin. HPG’ê çalakiya sabotajê ya li Pasûrê jî girt ser xwe û got ku di çalakiyê li Pasûrê de 7 kontra hatine kuştin.

HPG’ê li ser çalakiyan ev agahî parve kir: “Hêzên me yekîneyên artêşa TC’ê ya dagirker ku li herêma Ermûş ya herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê kemîn datanîn xiste bin kontrola xwe. Hêzên me demeke dirêj yekîneya dijmin xiste bin kontrola xwe û roja 20’ê îlonê saet di 06.20’an de li geliyê Girê Şehîd Sarya bi taktîka sabotajê çalakî li dar xist. Di vê çalakiyê de fermandarê operasyonê jî di nav de bi giştî 3 leşker hatin kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê saet di 07.45’an de artêşa TC’ê ya dagirker bi helîkopterên Skorsky kuştî û birîndarên xwe ji herêmê rakir.”

Li Girê Leylek 4 leşker hatin kuştin

Bi berdewamî av agahî hatin parvekirin: “Di 18’ê îlonê saet 06.40’an de hêzên me li dijî artêşa TC’ê ya dagirker ku li Girê Leylek yê navçeya Şemzînan a Colemêrgê bicih bûbûn çalakiyek lidar xist. Bi xurtî li çeper û baregehên dijmin hate xistin lê hejmara kuştî û birîndaran nehate tespîtkirin. Di heman rojê saet 13.20’an de hêzên me cara duyemîn yekîneya dijmin a li Girê Leylek kir hedef. Bi serketî li çeper û baregehên dijmin hate xistin, gelek çeper hatin rûxandin bi qasî hat tespîtkirin 4 leşker hatin kuştin. Di çalakiyê de çeka giran A-4 ya dagirkeran ji aliyê hêzên me ve hate rûxandin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker herêm bombebaran kir û bi helîkotperên skorsky kuştî û birîndarên xwe ji herêmê rakir. Yekîneyên me yên ev çalakî kirine bi silametî gihiştin baregehên xwe.”

Li Pasûrê 7 kontra hatin kuştin

HPG’ê di daxuyaniya xwe de li ser çalakiya Pasûrê jî ev tişt anî ziman: “Dewleta tirk a faşîst û qirker ji bo îmhakirina hêzên me yên gerîla serî li gelek rêbazên qirêj dide. Yek ji vana jî kesên kontra-sîxur rêxistin dike û bi awayekî weke sivîl dişînin qutkirina daran û hincetên din dişînin qadên gerîla, bi xebatên keşfê, şopandina tevgera gerîla, ji bo tespîtkirinê erkdar dikin. Ev kontra û sixûrên hene dema têkildarî gerîla agahiyekê digrin ji dewleta tirk re radighînin û bi êrîşên hewayî dixwaze gerîla îmha bike. Di 12’ê îlonê saet 20.00’an de bi vê armancê li dijî kontrayên ku hatine qadên gerîla li herêma Beyrok li ser rêya Pasûr-Mûşê çalakiya sabotajê hat lidarxisitn. Ev çalakî dema derbasbûna wesayîta kontra têdebûn pêk hat. Di vê çalakiyê de 7 kontra hatine kuştin û 10 kontra jî birîndar bûne.

Yên li Pasûrê hatine kuştin kontra û sîxur in

HPG’ê destnîşan kir ku yên li Pasûrê hatine kuştin kontra û sîxur in û ev agahî ragihand: “Dewleta AKP-MHP’ê ya faşîst û mêtinger û çapemeniya wê bi berevajîkirineke mezin ev kesên he weke sivîlên ku dar komkirine lanse kiriye û bi rojan propagada kiriye. Gelê me û raya giştî dizane ku xelkê sivîl û heta cerdevanên normal ên gund ne di hedefa me de ne. Yên li vir bûne hedef ne sivîl û cerdevanên normal ên ku dewleta tirk qala wan dike ye. Ev kesana kontrayên taybet ên ji aliyê dewleta AKP-MHP’ê ve ji Mûş, Pasûr û Êlihê hatine û li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê dide karkirin e. Hemû jî kontrayên li dijî gel û şoreşê yên dewlet bikartîne ye.” BEHDÎNAN

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar