Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

HPG’ê 2 pakrewan bi bîr anî

HPG’ê nasnameya 2 Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yê li Bestayê şehîd bûne aşkere kir û got: “Ev hevalên me yên hêja yên ku nimûneyên herî heqîqî û sade yên milîtaniya Apoyî ne, bi cesaret û fedakariya xwe û bi heyecan û coşa xwe ya di jiyanê de mîsyona xwe ya pêşengtiyê bi awayekî serkeftî bi cih anîne.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî 2 gerîlayên şehîd bûne ev daxuyanî da

“Di 14’ê Gulana 2023’an de li ser agahiyên ajanên li herêmê dijmin li dijî herêmên Çemkê Tehlo û Daristana Serê yên girêdayî herêma Besta ya Şirnexê operasyoneke berfireh dabû destpêkirin. Artêşa Tirk agahî stendibû ku komek hevalên me li vê qadê ne, tevî 8 balafirên şer, 2 helîkopterên êrîşê û gelek kontrayan gelek caran êrîş pêk anîne. Dora qada ku hêzên me lê bi cih bûne, hate girtin û du rojan bi helîkopterên êrîşê hatine bombekirin. Di 16’ê Gulanê de hevrêyên me Bawer Med û Rênçber Givara bi awayekî xurt li hêzên dijmin dan. Dijmin li vir derbeke giran xwariye û piştre bi balefirên şer û helîkopteran û bi gazeke zer û bêhna sêvan jê dihat, qad bombe kiriye. Hevalên me Bawer û Rêncber du rojan bi awayekî destanî ji bo xwe parastinê şer kirine û piştre şehîd bûne. Artêşa Tirk hejmara windahiyên xwe yên li vir veşartiye û li xwe mikur hatiye ku bi tenê 4 leşker û kontrayek mirine. Lê bi qasî ku hêzên me tespît kiriye, 17 dagirker hatine cezakirin.

Êrîşên artêşa Tirk di 17’ê Gulanê de berfirehtir bûn û ber bi herêma Daristana Serê ve berfireh bûn. Li vir jî di navbera hêzên me û artêşa Tirk de şer derket û di van pevçûnan de fermandarên me yên pêşeng Dilşêr û Şerger hevalên me bersiva pêwîst dan dijmin û şehîd bûn.

Ev hevalên me yên hêja yên ku nimûneyên herî heqîqî û sade yên milîtaniya Apoyî ne, bi cesaret û fedakariya xwe û bi heyecan û coşa xwe ya di jiyanê de mîsyona xwe ya pêşengtiyê bi awayekî serkeftî bi cih anîne. Em sersaxiyê ji malbata hevalên xwe Şerger û Rêncber re û gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.

Nasnameya hevalên me Dilşêr Çiyareş û Bawer Med di daxuyaniya me ya di 23’ê Gulana 2023’an de hatibû parvekirin.

Agahiyên nasnameya hevrêyên me Şerger û Rênçber ên şehîd bûne wiha ne:

  Nasnav: Şerger Caf

  Nav û paşnav: Servet Hesen

  Cihê jidayikbûnê: Kelar

  Navê dê û bav: Rahna – Hesen Perec

  Dîrok û cihê şehadetê: 17’ê Gulana 2023’an/Besta

  Nasnav: Rêncber Gîvara

  Nav û paşnav: Hasan Agirman

  Cihê jidayikbûnê: Şirnex

   Navê dê û bav: Hazniye – Mahmût

  Dîrok û cihê şehadetê: 16’ê Gulana 2023’an / Besta

Şerger Caf

Hevrêyê me Şêrger Caf li navçeya Kelar a Başûrê Kurdistanê ji dayik bûye û ji eşîra Caf e. Çanda Kurdan a qedîm a ku cewhera eşîra Caf winda nekiriye, bi civakbûn û welatparêziya xwe ya xurt mezin bûye. Hevrêyê me Şerger ku di malbateke hejar de mezin bûye, hemû zehmetiyên ji ber Kurdbûnê jiyaye. Bavê hevrêyê me Şerger di sala 1993’an de di nav refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de dema şer dikir û şehîd bûye. Ji ber ku hevrêyê me Şerger bavê xwe qet nas nekir û bê bav mezin bû, di jiyana wî de valahiyeke mezin a ruhî çêbû. Lê belê şehadeta bavê wî di têkoşîna ji bo welat û gelê xwe de dil û hişê hevrêyê me Şerger bi hestên herî kûr ên welatparêzî û nirxên welatparêziyê tije kir. Ji ber vê yekê her tim li hember gelê xwe berpirsyar hîs dikir û bi hişmendiya ku kurê şehîdan e tevdigeriya.

Hevrêyê me Şerger 15 salan bi awayekî serkeftî xwend û çû zanîngehê. Digel zehmetiyên jiyanê jî di her karê ku dest pê kiriye û di derdora zanîngehê de serkeftî bû. Hevrêyê me Şerger ê ku xwedî karakterekî sade, rast û kedkar e, weke ciwanekî xwedî zihniyeta pratîkî ya bilind û di heman demê de bi qabîliyetên pêşketî derketibû pêş. Bi taybetî jî bi eleqeya xwe ya li ser muzîkê, bi hêza xwe ya lêxistina enstrumanekê û bi dengê xwe yê xweş, karîbû hemû kesên ku lê guhdarî dikirin, bandor bike. Êş û dîroka gelê Kurd a bi hezaran salan bi bexşî, aşiq, qewal, dengbêj, kilambêj, stranbêj, çîrokbêj, pîr û bi gelek awayên din vegotiye û straye û ji nifşekî ragihandine nifşekî din. Hevrêyê Şêrger di stranên ku guhdarî kiriye û gotiye de welatê me Kurdistanê tecrube kiriye, gelê xwe jiyaye û li azadiyê geriyaye. Hevrêyê me Şêrger ku xwedî hişmendiyeke kûr a neteweyî ye, li dijî polîtîkayên dijminên mêtinger, qirker û hevkarên xayîn ên ku bûne amûra ku Kurd ji hev cuda bibin, helwest nîşan daye. Bi vê bîrê li hemberî hemû zaravayên Kurdî meraqeke mezin jiyaye û zaravayên Kurmancî, Soranî û Kelhorî baş dizanî û xwe hînî Farisî jî kiriye.

Hevrêyê me Şêrger dît ku doza azadiya gelê Kurd û têkoşîna rizgariya netewî bi nêzîkatî û hevkariyeke netewperest a pûç û paşvemayî nikare bi ser bikeve. Dîroka Kurdî xwend û hîn bû, di encama lêkolînên xwe de tevgera azadiya Apoyî nas kir. Îdeolojiya zanistiya demokratîk a sosyalîst a PKK’ê nas kir û dît ku ne tenê di aliyê fizîkî de, beriya her tiştî di warê îdeolojîk de divê Kurd û Kurdistan azad bibin. Hate zanîn ku heta li Kurdistanê û li hemû cîhanê têkoşîna sosyalîzmê neyê dayîn, heta ku têkoşîna zayendî ya ku azadiya mutleq a jinê dike û têkoşîna çînan a ku parçebûna civakê ji holê rabike neyê bilindkirin, azadî ne pêkan e.  Hevrêyê me Şerger îdeolojiya sosyalîst a demokratîk a zanistî ya tevgera Apoyî û her wiha hişmendiya neteweyî ya Kurdayetiyê ku hildigire xwendiye, fêm kiriye û biryar daye ku bibe milîtanekî Apoyî.

Hevrêyê me Şerger di destpêkê de beşdarî çalakiyên Komalên Ciwan bû, xwest emû ciwanên wekî xwe ronî û hişyar bike. Bi kelecana xwe ya bilind, bi baweriya xwe ya mezin, bi moralê xwe yê bêhempa û bi hezkirina xwe ya bi kelecan a têkoşînê, zû pêş ket. Hevrêyê me Şerger ku xwedî karakterekî lêkolîner e û timî li ser destkeftiyên bilindtir disekine, di sala 2014’an de li Qendîlê tevlî nava refên gerîla bû. Hevrê Şerger ê ku tevlî nava refên PKK’ê bû, dît ku jiyana gerîla ya sosyalîst li ser bingeha komuna demokratîk û ferdekî azad hatiye avakirin û di vê jiyanê de têkiliyên hevrêyên bêberjewendî, bêhesap û jidil ên di nava vê jiyanê de hatine bicihkirin, gelekî bandor bûye. Hevrêyê me Şerger dît ku PKK ji bilî tevgereke ku azadiya gelê Kurd û hemû gelan dixwaze, pêşî di jiyana xwe de sosyalîzm û azadiyê pêş xist. Hevrê Şerger ku di nava refên PKK’ê de ji tiştên ku ew zêdetir li bendê bû dîtiye, bêyî fikar tevlî vê jiyanê bûye û hemû kesayetiya xwe xistiye nav vê têkoşînê. Ji ber ku ew zarokê çiyayên Kurdistanê bû, di adaptekirinê de tu zehmetî nedît û li Zagrosan dest bi gerîlatiyê kir. Hevrê Şevger destê xwe diavêt ku derê ew tişt bi serkeftî pêk dianî û di demeke kurt de bûye xwedî tecrube û li ser vî esasî tevlî çalakiyan bûye. Di çalakiyekê de bi sivikî birîndar bûye, ev tişt ji xwe re kiriye tecrube û di çalakiyeke din de jî ji ber performansa xwe ya serkeftî ji aliyê hevrêyên xwe hatiye xelatkirin. Di her warî de hezkirin û eleqe û hurmeta hevrêyên xwe stendiye.

Wî dît ku têkoşîna gerîla fedakarî, bawerî, îrade û di hunera şer de jî hişmendiyeke kûr, hostatiya taktîkî dixwaze. Bi vê armancê di sala 2016’an de li Dibistana Navendî ya Partiya Mazlûm Dogan hate perwerdekirin û di îdeolojiya Apoyî û Paradîgmaya Azadiya Jinên Ekolojîk a Demokratîk de kûr bû. Di heman demê de li ser têkoşîna partiyê, têkoşîna xeta rêxistinî, şerê zayendî û çînan di nav nîqaşên berfireh de cih girtiye û têkoşîna îdeolojîk daye meşandin. Hevrê Şerger ji dîroka Kurdistanê hîn bûye ku li Kurdistanê pelek jî bêyî partî nikare bilive û heke bêyî îdeolojî tevbigere wê ber bi ba bikeve.

Hevrêyê me Şerger di sala 2016’an de bi armanca pêkanîna îdiaya şoreşê û azadiya gelê me derbasî herêma Besta ya Botanê bû. Hevrê Şerger ku li Bestayê pir zû tevlî pratîka gerîla bû, di destpêkê de li Botanê hevrêyên xwe yên li qadan, erdnîgarî û rastiya dijmin nas kir. Bi adaptebûna xwe ya bilind, bi lez û bez bû yek ji gerîlayên xwedî tecrûbe yên Bestayê. Bi taybetî di salên 2016, 2017 û 2018’an de beşdarî gelek çalakiyên gerîla yên xurt bû. Hevrêyê me Şerger bi wêrekiya xwe ya awarte, zîrekiya pratîk, afirîneriya xwe û nepeniya xwe ya kûr gelek caran êrîşî leşkerên Tirk kiriye, ketiye nava dijmin û derbek li dijmin daye. Hevrêyê me Şerger bi tevlêbûna xwe ya ji dil, bi hevrêtiya xwe ya nizm, bi helwesta xwe ya rêxistinî, bi nêzîkatiya bîrdozî û pratîka xwe ya aktîvîst li Botanê bû gerîlayekî naskirî. Hevrêyê me Şerger zû bû fermandarek û bi tecrubeya ku bi dest xist, berpirsyarî wergirt. Dizanibû ku gerîla çavkaniya herî mezin a azadî û hêviyê ya gelê Kurd e, hewl da heta ku ji dest tê, di gerîlatiyê de kûr bibe, ji bo têgihiştin û pratîkkirina gerîlatiya modernîteya demokratîk a serdema nû kedeke mezin da. Hevrêyê me Şerger bûye şahidê operasyonên ku dewleta Tirk di salên 2019, 2020, 2021, 2022 û 2023’an de li dijî tevahî gerîlayên Bakurê Kurdistanê û bi taybet Botanê daye destpêkirin. Hevrê Şerger bi hostetî karibûye li ber gelek êrîşên dijmin rabe û dema ku dijmin ne li bendê bû, wî li dijmişn daye. Hevrêyê me Şêrger bi qasî 8 salan di şert û mercên herî dijwar de yên ku derfet tunebûn, têkoşîna xwe domandiye.

Hevrêyê me Şêrger weke kurekî leheng, şervanê azadiyê û fermandarekî gerîla yê serketî yê ji eşîra Caf û gelê me yê Başurê Kurdistanê, bi salan bê hesab ji bo azadiya gelê xwe têkoşiyaye. Hevrêyê me Şerger operasyona dijmin a ku di 14’ê Gulana 2023’an de li herêma Çemkê Tahlo ya Bestayê pêk hatibû dît, bû şahidê berxwedana destanî ya 3 hevalên me ya du rojan, ji bo piştgiriya hevalên xwe û şikandina êrîşa dijmin çalakî pêk anî. Hevalên me Şerger û Dilşêr bi awayekî xurt li hêza dijmin dane û dijmin derbeke giran xwariye. Hevrêyê me Şêrger di 17’ê Gulana 2023’an de di şerê bi artêşa Tirk a dagirker re bi qehremanî şer kir, derbên giran li dijmin xist û bi destaneke nû ya berxwedanê nivîsand û kete dîroka têkoşîna Kurdistanê.

Hevrê Şerger ê ku kurê şehîdekî bû, şopandina rêya bavê xwe û ya hemû şehîdan wekî erka xwe dît, di tevahiya jiyana xwe ya şoreşgerî de hewl da ku vê erkê bi temamî bi cih bîne, di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de kedeke mezin da û tevlî nav karwanê şehîdên meha Gulanê bû. Hevrêyê me Şerger wê di dilê hemû gelê Kurdistanê de weke kurekî serbilind ê eşîra Caf û gelê me yê Başurê Kurdistanê bimîne ku em ê her tim pê serbilind bin û em ê wî ji xwe re mînak bigirin. Têkoşîna destanî ya hevrê Şêrger wê ji hemû ciwanên Kurdistanê re bibe mînak û ala serkeftinê ya têkoşîna azadiyê wê ji aliyê hevrêyên wî ve li asîmanan bê daliqandin.

Gelê me ku di êrîşên bişaftin, înkar û îmhayê yên dewletên mêtinger de êş dikişîne û hebûna wê tê înkarkirin, bi PKK’ê re ku bi pêşengiya Rêber Apo pêş dikeve ji nû ve zindî bûye û li ser xeta jiyana bi rûmet bûye xwediyê jiyanek bi rûmet. Li gel pêşketina Têkoşîna Azadiya Kurdistanê zarokên bi wêrek ên gelê me yê welatparêz ku li her cihek ê Kurdistanê berxwedanê bilind dikin, ref bi ref beşdarî refên têkoşînê bûne. Têkoşîna me ya gerîla ya dîrokî ku li çiyayên Kurdistanê tê meşandin, ji aliyê gelê me ve bi serhildanan hatiye silavkirin û bi ruhekî mezin ê berxwedanê xwedî lê hatiye derketin. Li hemberî bayê azadiyê yê bê navber ku PKK’ê afirandî, dewleta Tirk a mêtinger îflas kir û xwestiye bi êrîşkirina gelê me têkoşîna me asteng bike. Gelê welatparêz ê Kurdistanê di êşkenceyên mezin de hatine derbaskirin û rû bi rûyê êrîşên herî bê rehm ên dîrokê mane. Dewleta Tirk a dagirker tevî hemû êrîşên xwe nekariye îrade û sekna bi rûmet a gelê me bişikîne. Dewleta Tirk a faşîst bi şewitandina hezaran gundan gelê me neçarî koçberiyê kiriye, lê bi van êrîşan jî encam negirt û dilsoziya gelê me ya ji bo Gerîlayên Azadiya Kurdistanê xurt bûye.

Rênçber Gîvara

Hevrêyê me Rênçber ku eslê xwe ji Kerborana Mêrdînê ye, ji ber êrîşên dagirkeran neçar maye ku koçî Hezexa Şirnexê bikin. Di nava malbatek ku girêdayî kevneşopiya welatparêziyê ye û ji xeta xwe ya berxwedan û rûmetê tawîz nedaye de, hatiye dinê. Hevrêyê me Rênçber di nava malbat û derdorek ku girêdayî çanda berwedanê de, mezin bûye. Ev yek bûye sedem ku di temenekî zû de têkoşînê nas bike. Ji aliyê dewleta Tirk a mêtinger ve gundên wan hatiye valakirin, zext û zilma ku li wan hatî kirin bûye sedem ku hevrêyê me Rênçber rastiya dijmin ji nêz ve nas bike. Ji malbat û derdora wî ya nêz tevlîbûnên wan ên refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê hebûn. Ev yek bûye sedem ku hevrêyê me Rênçber eleqeyek mezin li hemberî gerîla hîs bike. Hevrêyê me Rênçber ku xizmê fermandara me ya nemir û mîlîtana pêşeng a artêşbûna jinê Şehîd Zelal Botan e ku Rêber Apo weke ‘Keça Botanê’ bi nav kiriye, bi xeyala tevlîbûna refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê mezin bûye.

Hevrêyê me Rênçber ku li dijî dagirkeran xwedî hêrsek mezin e û bawer kiriye divê bersiva êrîşên li dijî gelê me were dayîn, sala 2014’an li xaka Botanê ku bi heskirinek mezin girêdayî ye, li çiyayê pîroz ê Cûdî tevî refên gerîlayên azadiyê bûye. Hevrêyê me Rênçber ji bo li dijî êrîşên dagirkeran xaka Kurdistanê biparêze, bi biryardariyek mezin tevlî refên têkoşînê bûye. Bûye xwedî sekin û tevlîbûnek mîlîtanî. Hevrêyê me Rêncber ku bi kesayeta xwe ya paqij û cewherî hezkirin û rêzdariya hevrêyên xwe qezenc kiriye, li Botanê bi perwerdeyên ku dîtiye xwe pêş xistiye û bêyî teredut ji bo li dijî dagirkeran şer bike di çeperê herî pêş de cihê xwe girtiye. Hevrêyê me Rênçber li pey şopa fermandarê me yê nemir Egîd meşiya û hezkiriyê Gabarê bû, li her qada Botanê pratîk meşandiye û pêşengî ji gelek çalakiyan re kiriye. Bi hevrêyên xwe re derbeyên giran li artêşa Tirk a dagirker xistiye. Hevrêyê me Rênçber di pêvajoya şerê dijwar de du caran birîndar bûye, bi îradeya Apoyî ya xurt bi lez baş bûye û bênavber têkoşîna xwe domandiye. Di şexsê Şehîd Zelal Botan û xizmê wî Şehîd Rojhat Zelal (Diljar Hazar) ku sala 2018’an li Şirnexê bi lehengî li ber xwe da û şehîd bû de, mîrateya têkoşînê ya hemû nemirên me bi rengekî bandor tevlî berxwedana xwe kiriye. Hevrêyê me Rênçber baş dizanî ku PKK partiya şehîdan e û di tevahî jiyana xwe ya şoreşgeriyê de, girêdayî xeta şehîdan bûye û bîranînên wan di têkoşîna xwe de daye jiyandin. Hevrêyê me Rênçber di pratîka şer de di demek kurt de xwe pêş xist û ji wezîfe û berpirsyariyên demê re bû bersiv. Li Botanê piştî pêvajoya şerê dijwar derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bûye û tecrubeya xwe ya gerîlatiyê bi perwerdeyên ku dîtiye zêde kiriye û di felsefeya Rêber Apo de xwe zane kiriye. Hevrêyê me Rênçber ku dilê wî li Botanê, li qada şer lêdida ji bo vegere Bakurê Kurdistanê pir israr kiriye. Hevrêyê me ku di qada îdeolojîk û leşkerî de xwe gihand astek mezin, her tim ketiye nava lêhêrbûnên ku derbeyên giran li dijmin bixe û serkeftinê bîne. Di jiyan û şer de pêşengî ji hevrêyên xwe re kiriye. Hevrêyê me ku girêdayî kedkarî û hevrêtiyê ye û xwedî seknek bi hestiyar e, bi dilsoziya xwe ya bi Rêbertî û şehîdan re tê naskirin. Bi tevlîbûna xwe ya sade, xwezayî û dilnizm ji hemû hevrêyên xwe re bûye hevrê û fermandarek mînak. Hevrêyê me di demên herî zehmet de gelek wezîfeyên krîtîk bi serkeftinê qedand û di xebatên ku meşandî de her tim serkeftin ji xwe re esas girtiye. Zaniye ku bi tarzê xwe yê bi rêk û pêk û bi disîplîn encam bigire. Hevrêyê me Rênçber ku sala 2021’an car din derbazî Botanê bû, di jiyana xwe ya şoreşgerî de timî li pêş bû û li qadên herî zehmet ji xwe re esas girtiye ku têkoşînê bimeşîne. Hevrêyê me tarzê tîmên bi tevger bi serkeftî derbasî jiyanê kir û di çalakiyên bi bandor de derbeyên giran li artêşa Tirk a dagirker xistiye.

Hevrêyê me Rênçber bi girêdana hevrêtiyê ya pîroz û bi tevlîbûna xwe ya xurt li ser xeta Apoyî û li pey şopa şehîdan bi biryardarî û îrade meşiya. Bîranîna têkoşînê ya hevrêyê me wê timî pêşiya me ronî bike û mîrateya berxwedanê ya şehîdên me yên pîroz teqez bi serkeftinê tacîdar bike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar