Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

HPG’ê 2 şehîdên Mêrdînê bi rêzdarî bi bîr anî

HPG'ê 2 gerîlayên li Mêrdînê şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr anî û wiha got: "Hevrêyên me Bager û Azad weke şervanên bi ruhê fedaî yê Apoyî li gelek qadên Kurdistanê li dijî dewleta tirk a mêtinger qirker şer kirin, berpirsyariyên xwe yên ji bo gelê me di asta herî bilind de bi cih anîn."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî gerîlayên li Mêrdînê şehîd bûn daxuyaniyek da. HPG’ê şehîd Bager Andok û Azad Mûskan bi rêzdarî bi bîr anî.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Di Mijdara 2019’an de li Mêrdînê di êrîşa dijmin de hevrêyên me Bager Andok û Azad Mûskan ên di nava karên Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) de bûn, şehîd ketine. Hevrêyên me Bager û Azad weke şervanên bi ruhê fedaî yê Apoyî li gelek qadên Kurdistanê li dijî dewleta tirk a mêtinger qirker şer kirin, berpirsyariyên xwe yên ji bo gelê me di asta herî bilind de bi cih anîn û bûn ewladên herî bijarte yên gelê me. Hevrêyên me Bager û Azad ku bi karaktera xwe ya berxwedêr û biryardariya li ser têkoşînê milîtanên Apoyî yên mînak bûn, bi mîsyon û berpirsyariyên xwe yên di rêxistinkirin û pratîkkirina Şerê me yê Gel ê Şoreşgerî de cihê xwe di dilê gelê me girtin. Weke şopdarên Xebatkar, Çiyager û Zeryanan di nava karên YPS’ê de ji bo afirandina rastiya gel ê şerker kedeke mezin dan û di dîroka têkoşînê ya gelê me de cihê xwe yê bi rûmet girtin.

Em hevrêyên xwe Bager û Azad di salvegera şehadeta wan de careke din bi hurmet û minet bi bîr tînin û di serî de malbatên wan ên hêja ji tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne bi vî rengî ne:

Nasnav: Bager Andok
Nav û Paşnav: Hayrî Kaptan
Cihê jidayikbûnê. Êlih
Dayik-Bav: Mehdiye-Abdulsitar
Dem û cihê şehadetê: Mijdara 2019 / Mêrdîn
Nasnav: Azad Mûskan
Nav û Paşnav: Mûsa Polat
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Salîme-Şehmûz
Dem û cihê şehadetê: Mijdara 2019 / Mêrdîn

Bager Andok

Hevrêyê me Bager li bajarê me Êlihê ji dayik bû ku bi çanda berxwedanê û hişmendiya xwe ya welatparêziyê li pêş e. Hevrêyê me li nava malbat û derdoreke welatparêz mezin bû, Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê zû nas kir. Ji ber ku di nava têkiliyên civakî yên xurt de bi hestên welatparêziyê mezin bû, bala xwe hîn bêhtir çû ser êşên ku civaka me dikişîne. Hevrêyê me Bager ji ber ku li warê fermandarê me yê nemir ê pêşengiya gerîlatiya li Kurdistanê Egîd (Mahsûm Korkmaz) mezin bû, vê yekê bandoreke xurt li kesayetiya hevrêyê me kir. Hevrêyê me di temenekî gelekî ciwan de Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê nas kir û her tim xwest bibe gerîla. Li hemberî êrîşên sîstema mêtinger a ji bo asîmîlekirina ciwanên Kurd û dûrxistina ji cwhera wan, hevrêyê me tevlî nava karên ciwanan bû û di serî de ciwanên Kurd ji bo parastina gelê me ji êrîşên qirêj kedeke mezin da. Di dema vî karî de li gel temenê xwe yê ciwan bû xwedî tecrûbeyên mezin û di gelek serhildanan de bi rola pêşengiyê rabû. Hevrêyê me Bager têkoşîna xwe ti carî têrker nedît, her tim ji xwe re kir esas ku hîn bi xurtî tevlî bibe û sala 2011’an ku Şerê Gel ê Şoreşgerî bi xurtî dihate meşandin û derbên giran li dagirkeran dihate xistin beşdarî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû.

Hevrêyê me Bager ji bo şikandina tecrîda li derveyî mirovahiyê ya li ser Rêber Apo, ji bo gelê me yê li ber qirkirinê bigihîne paşerojeke azad li çiyayên qedîm ên Kurdistanê bi berxwedana efsanewî re bû yek. Hevrêyê me li qada Amedê tevlî nava refên gerîla bû, di nava şerê giran de û li nava şert û mercên zehmet perwerdeya xwe bi serketî qedand. Çar salan li qada Amedê têkoşiya, di nava şert û mercên giran ên pratîkê de bû xwedî îradeyeke ji pola. Bi kesayetiya xwe ya ji dil û kelecanî moral da hevrêyên xwe yên pê re di pratîkê de bûn, bi wan re bû yek, têkiliyeke xurt a hevrêtiyê danî û di demeke kurt de bû xwedî tecrûbe. Hevrêyê me Bager firsend dît ku hevrêyê me Şehîd Çiyager nas bike, bi wî re bixebite, ev hevrêtî ti carî ji bîr nekir û di şexsê hevrê Çiyager de dilsozê bîranîna têkoşînê ya şehîdan hemûyan ma û li ser vê bingehê bi xurtî tevlî bû. Ji bo têkoşîna şehîdên me bi ser bixîne bê rawestan di her kêliyê de ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê me xebitî. Da ser şopa fermandar Egîd (Mahsûm Korkmaz) û Çiyageran û bû nûnerekî xurt ê kevneşopiya berxwedanê. Hevrêyê me Bager tevlî gelek çalakiyên li dijî mêtingeriyê bû, bi ruhê milîtaniya demê gerîlatiyeke bi bandor kir. Li Amedê tevî ku du aran birîndar bû ti carî refên berxwedanê neterikand, bi îradeya Apoyî zû rehet bû, ji nû ve tevlî nava hevrêyên xwe bû û têkoşîna xwe ji cihê mayî dewam kir.

Hevrêyê me Bager di taktîkên gerîlatiya demê de bû pispor, bi pratîka xwe bersiv da pêwîstiyên pêvajoyê û piştî gelek pratîkên serketî beşdarî nava karên li ser bingeha xweparastinê bû û di vî karî de wezîfeyên Partiya me bi serketî bi cih anî. Hevrêyê me Bager di sala 2017’an de derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû, akademiyên leşkerî û îdeolojîk bi serketî qedand. Hevrêyê me Bager di vê pêvajoyê de tecrûbeyên berxwedana gerîla ya dîrokî ya li Bakurê Kurdistanê bi hevrêyên xwe yên ciwan re parve kir, weke hevrêyekî pêşeng hem di nava jiyanê de hem jî di nava şer de wezîfeyên xwe bi ser xist. Hevrêyê me ku xwedî kesayetiyekî têgihiştî, dilnizm û kedkar bû, zû bi pêş ket, xwe ji her qad û wezîfeyê re amade kir. Îdeolojiya Apoyî, hevrêtiya PKK’ê û jiyana bi wate ya gerîla ku bi dilxwaziyeke mezin pê ve girêdayî bû bi hevrêyên xwe re parve kir û dewlemend kir. Hevrêyê me Bager taybetmendiyên milîtaniya pêşeng di şexsê xwe de şênber kir, bi armanca serxistina her wezîfeyê tevlî bû. Hevrêyê me Bager tecrûbeya xwe ya gerîlatiyê bi kûrbûna îdeolojîk û pisporiya leşkerî kir yek, ji bo pêşvebirina hevrêyên xwe ked da. Ji roja ku tevlî bû û pê ve li ser xeta fedaî beşdar bû, pêwîstiyên fedaîtiyê hem li nava jiyanê hem jî di şer de nîşan da. Bi sebreke mezin derbasî Bakurê Kurdistanê bû, li benda roja gerîlatiya li Bakurê Kurdistanê ma û xwe ji bo vê amade kir. Li ser pêşniyar û biryardariya xwe ya bi israr careke din berê xwe da Bakur û li qada Mêrdînê têkoşîna xwe dewam kir.

Hevrêyê me Bager ku ti carî rê neda dagirkeran û firsenda herî biçûk veguherand çalakiyê, li refên herî pêş beşdarî gelek çalakiyan bû ku derbên giran li mêtingeran hate xistin. Bi berpirsyarî rabû, bi daxwazeke mezin xebitî û li nava hevrêyên xwe hemûyan bû cihê hezkirin û hurmetê. Bêfikar tevlî nava jiyana pîroz a PKK’ê bû, bi kedê mezin bû û hevrêyên xwe xurt kir.

Hevrêyê me Bager bi ruhê fedaî yê Apoyî li dijî dijmin şer kir û li pey xwe mîrateyeke mezin a têkoşînê hişt. Bîranîna hevrêyê me Bager wê her tim pêşiya me ronî bike û armanca ‘Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad’ wê teqez bê biserxistin.

Azad Mûskan

Hevrêyê me Azad li gundê Mûskan ê navçeya Çêrmûg a Amedê ji dayik bû. Li nava gund bi xwezaya Kurdistanê ya mîna bihuştê bi çanda qedîm a Kurdistanê mezin bû. Ji ber ku li devereke welê mezin bû ku bandora sîstema kapîtalîzmê lê kêm bû, hevrêyê me bi çanda xwezayî û berxwedanê têgihişt. Hevrêyê me Azad ziman, çand û hişmendiya xwe ya dîrokê ji derdora welatparêz û civakê wergirt, vê yekê kir ku bi xurtî têkiliyê bi rastiya Kurdistanê re biafirîne. Hevrêyê me Azad şahidî ji têkoşîna efsanewî ya partiya me PKK’ê û berxwedana gerîla re kir ku rûpelekî nû di dîrokê de afirand; bi rêya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê PKK nas kir. Xwedîderketina gelê me li lehengên xwe yên li dijî êrîşên dewleta Tirk a mêtinger şehîd bûn, bandoreke mezin li hevrêyê me Azad kir.

Hevrêyê me Azad ji bo karibe perwerdeya xwe dewam bike, neçar ma ku ji xaka Kurdistanê dûr bikeve ku bi eşqeke mezin pê ve girêdayî bû. Di vê pêvajoyê de cihêkariya li gelê Kurd dihate kirin bi xwe jiya û dît, sîstema zordar nas kir, li hemberî polîtîkayên qirêj ên dijmin ên li ser ciwanên Kurd, ku hewl dida ji têkoşînê dûr bixîne, bêbersiv nema. Hevrêyê me Azad beşdarî nava karên ciwanan bû û bi vî rengî gava destpêkê ber bi refên têkoşînê ve avêt. Bi dînamîzma xwe ya ciwantiyê xwest xizmetê ji têkoşîna azadiyê ya gelê me re bike. Hevrêyê me Azad di vê pêvajoyê de partiya me, têkoşîna me, ya herî girîng jî fikrê Rêber Apo nas kir, bi berxwedanê re hîn bû û bi pêş ket. Bi fêhmkirina fikrên Rêber Apo re rastiay Kurd, Kurdistanê û dijmin fêhm kir, têkoşîna xwe spart zemîneke xurt. Polîtîkayên li dijî Rêber Apo, şehadet û herî dawî jî şehîdxistina hevrêyên me Sara (Sakîne Cansiz), Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan li Parîsê, bandoreke mezin li hevrêyê me Azad kir. Xwest ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bike, bersivê bide şehadetan û bi vî rengî kete nava kûrbûneke mezin. Di sala 2014’an de ku li her derê êrîş li ser hebûna gelê Kurd dihate kirin, hevrêyê me Azad dît ku bi rewşa heyî nikare bersivê bide pêvajoyê, biryardariya xwe mezin kir û biryar da ku xwe ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê me feda bike. Di demekê de ku êrîşên li ser Şoreşa Azadiyê ya Rojava zêde bû, hevrêyê me Azad derbasî Kobanê bû û tevlî nava berxwedana dîrokî ya li dijî çeteyên DAÎŞ’ê yên faşîst bû. Hevrêyê me Azad li dijî çeteyên DAÎŞ’ê yên dijminê mirovahiyê tevî hevrêyên xwe bi lehengî şer kir û piştî azadiya gelê me misoger kir, derbasî çiyayên Kurdistanê bû û beşdarî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû.

Hevrêyê me Azad ku bi taybetiya xwe ya jidil bi yekbûna jiyana gerîla ya a pîroz re zordarî nedît, bû xeleka bihêz a têkiliya hevaltiyê ku ev şewqa şênber a ruhê PKK’ê ye. Hevrêyê me Azad ku bi tevlîbûna xwe ya bi enerjî perwerdeya bingehîn a gerîla bi serketî qedand, bi heyecan û coşeke mezin ket nava pratîka xwe ya yekemîn a gerîlatiyê. Li hember êrîşên tinekirinê yên dewleta Tirk a kolonyalîst a di sala 2015’an de di bin navê “Plana Têkbirinê” de ku armanca wan têkbirina îradeya azadiya gelê Kurd bû, ji bo bibe bersiv di gerîlatiyeke  profesyonel de pispor bûn esas girt. Heval Azad dizanî ku yekane rêya bersivdayina li hemberî pêvajoya şerê dijwar, profesyonelbûn û pisporbûna taktîkên gerîla ye, girîngiyeke mezin dida perwerdehiya ku dîtiye û bi taybetî di taktîkên sûîqestê de jêhatîbûna xwe nîşan da. Hevrêyê me Azad ku li gelek qadên ku piştre çûyê bi awayekî aktîf û di refên herî pêş de cih girt û  xeyala xwe  ya gerîlatiya li Bakurê Kurdistanê qet winda nekir û li ser vê bingehê bû xwedî israreke mezin. Di axaftinên xwe yên bi hevrêyên xwe re, di vê pêvajoya şerê dijwar ê bi dijmin re, ti carî qebûl nedikir ku bêyî misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û tinekirina konsepta îmhayê ya li ser gelê me, tu carî ji bo xwe nefeseke rehet qebûl nekir. Heval Azad wekî  milîtanekî fedayî ê Rêber Apo, di jiyan û şer de peywira xwe ya pêşengtiyê bi serkeftî bi cih anî. Li gelek qadan ma û bi îradeyeke mezin, bi hêzeke bêdawî di berxwedana dîrokî ya li dijî dagirkeran de cî girt. Rêhevalê me Azad ê ku hem di qada bîrdozî de hem jî di qada leşkerî de bi kûrbûna xwe ve ev yek esas girt, di her firsendê de parastinên Rêber Apo nirxand û  her tim li ser  paradîgmaya ku demokrasî, ekolojî û azadiya jinê esas digire disekinî.

Hevrêyê me Azad bi tevlîbûna xwe ya xurt a jiyanê, şer û perwerdeyê veguherî gerîlayekî jêhatî û berê xwe da Bakurê Kurdistanê ku ev yek xeyala wî bû. Hevrêyê me Azad ku li Mêrdînê li dijî dagirkeran bi fedakarî şer kir, ruhê serketinê yê serdemê fêm kir û di pratîkên xwe de ev yek bi xurtî nîşan da. Li gel çalakiyên leşkerî yên ku wî bi awayekî serketî tê de cî girt, di xebatên xwe yên ji bo hişyarkirin û birêxistinkirina gelê me de jî  bû mînakek baş. Bi heyecan, coş û tevlîbûna xwe ya bimoral re  bi hevrêyên xwe re têkiliyên xurt danî û bû xwedî helwest û tevlêbûneka ku mîsyona pêşengtiyê esas digire. Taybetmendiya herî diyar a Hevrêyê me Azad di azadiyê de israra wî û lêgerîna wî ya bê dudilî ya heqîqetê bû. Wî li her derî li gel hevrêyên xwe ti carî destûr neda ku dagirkerî û dagirkeran û ala serkeftina ya partiya me di asta herî jor de li ba kir.

Hevrêyê me Azad ku bê dudilî li ser şopa têkoşîna fedaiyên me yên nemir meşiya û bi têkoşîna xwe ya leşkerî  li ser xeta berxwedanê ya mîrateya şehîdên me meşiya û ji me re mîraseke xurt a têkoşînê hişt. Xeta berxwedanê ya ku hevrêyê me Azad li pey xwe hiştiye wê her tim rêya me ronî bike û em soz didin ku em ê bîranîna Rêheval Azad  di têkoşîna xwe de zindî bigirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar