“Di operasyona ku dijmin di 2’ê kanûna 2022’yan de li dijî herêma Gabarê daye destpêkirin de hevrêyê me yê hêja Koçer ê ku fermandarê herêma Gabarê bû û hevrêyên me Fedakar Hêlîn û Egîd Nîzîp heta nefesa xwe ya dawîn di milîntatiya Apoyî de israr kirin û şehîd bûn. Ev hevrêyên me yên hêja ku di nava lehengên berxwedana destana ya li Botanê, dilê têkoşîna me ya gerîla de ne, bûne nûnerên dawî yên fedakariya bênavber a ku di pêşengiya fermandarê me yê mezin Egîd (Mahsûm Korkmaz) de hatibû pêşxistin û bi Adil, Nûda, Gulbahar û Gelhatan berdewam kiriye.
Di serî de ji malbatên hêja yên hevrêyên me Silav, Fedakar û Egîd, em sersaxiyê ji gelê Kurdistanê yê welatarêz re dixwazin
Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ne:
Nasnav: Silav Koçer
Nav û paşnav: Behiye Kaçar
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Navê dê û bav: Xezal – Egîd
Dîrok û cihê şehadetê: 2’ê Kanûna 2022’an / Gabar
Nasnav: Fedakar Hêlîn
Nav û paşnav: Mazlûm Akman
Cihê jidayikbûnê: Stenbol
Navê dê û bav: Aynûr – Alaaddîn
Dîrok û cihê şehadetê: 2’ê Kanûna 2022’an / Gabar
Nasnav: Egîd Nîzîp
Nav û paşnav: Yakûp Demîr
Cihê jidayikbûnê: Dîlok
Navê dê û bav: Hatîce – Abûzer
Dîrok û cihê şehadetê: 2’ê Kanûna 2022’an / Gabar