Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

HPG’ê 3 gerîlayên şehîd bi bîr anî

HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên şehîd bûne aşkera kir û wiha got: "Em van hevrêyên xwe yên hêja bi rêzdarî bi bîr tînin ku bi asta fermandariyê pêşengî ji şoreşê re kirin û soza xwe dubare dikin ku armancên wan bi ser bixînin."

ANF Images

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 3 gerîlayên xwe yên di demên cuda de şehîd bûbûn aşkera kir û wan bi bîr anî. HPG’ê di daxuyaniya xwe xwe bal kişand ser berxwedan û têkoşîna  gerîlayên xwe Delîla Argeş (Pelda Încî), Mawa Tolhildan (Hamza Yildirim), Cesûr Rojhilat (Ferşît Îsazade)  ku şehîd bûne. HPG’ê di serî de ji malbata şehîdan û gelê kurd re sersaxî xwest û soza bilindkirina têkoşînê dubare kir.

Daxuyanî wiha ye: “Artêşa dewleta tirk a dagirker sala 2020’î xwest ji Bakur heta Başûr cografya Kurdistanê bike qada şer û Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê tasfiye bike. Artêşa Tirk a qirker ku bi tasfiyekirina gerîla xwest destketiyên gelê me ji holê rake, li îradeya ji pola ya Gerîlayên Kurdistanê ket. Bi saya berxwedana gerîla, dijminê mêtinger qirker nekarî bigihêje armanca xwe. Şehîdên me yên leheng bi bawerî û fedakariyeke mezin ji pêvajoya şerê giran re pêşengî kirin û pêşketin afirandin. Lewma afirînerên hêviya şoreşê ya heyî, şehîdên me yên leheng in. Hevrêyên me Delîla, Mawa û Cesûr jî sala 2020’î pêşengî ji şerê me yê rûmetê re kir ku li dijî artêşa dewleta Tirk a faşîst hate meşandin û şehîd bûn. Van hevrêyên me bi baweriyeke mezin dest bi meşa şoreşê kirin û di asta fermandariyê de pêşengî ji vê meşê re kirin. Em van hevrêyên xwe yên hêja bi rêzdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku armancên wan pêk bînin.”

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne: “Delîla Argeş (Pelda Încî), li Amedê ji dayik bûye, navê dê û bav; Nîlufer-Sedat, di 15’ê hezîrana 2020’an de li Gabarê şehîd bûye. Mawa Tolhildan (Hamza Yildirim), li Êlihê ji dayik bûye, navê dê û bav; Mahfîze-Mehmet, di 28’ê hezîrana 2020’an de li Kato Jîrka şehîd bûye. Cesûr Rojhilat (Ferşît Îsazade), li Ûrmiyeyê ji dayik bûye, navê dê û bav; Medîne – Xorşît, di 25’ê gulana 2020’an de li Xakurkê şehîd bûye.”

Têkildarî jiyan, berxwedan û têkoşîna gerîla Delîla Argeş de HPG’ê ev agahî da: “Hevrêya me Delîla li paytexta qedîm a Kurdistanê li Amedê ji dayik bû, li nava malbateke welatparêz mezin bû. Hîn di zarokatiya xwe de zilm û neheqiya li Kurdistanê dît. Li xaka Amedê ya dilsozê çand û kevneşopiya xwe, zext û biçûkxistina jin û zarokan qebûl nekir û sala 2009’an tevlî nava refên partiyê bû. Tevî ku zanî bû meşa rêya heqîqetê zehmet û bi berdêlên giran e, hîn di roja destpêkê de bi kelecan û moraleke mezin tevlî nava têkoşînê bû û bi pakbûna zarokatiyê ji dilsozî û sekna xwe tawîz neda. Coşa tevlîbûna di temenê ciwantiyê de li her qada wezîfeyê ya têkoşîna azadiyê bi cih anî. Bi berpirsyarî û cidiyeteke mezin tevlî her wezîfeyê û pêşxistina Têkoşîna Azadiyê ya Jinê bû ku bi kedeke mezin a Rêber Apo hate afirandin, li gelek qadan bi karê xwe tevkariyeke mezin kir. Sala 2014’an dema ku hêzên faşîst qirker bi destê DAÎŞ’ê êriş birin ser Şengalê, bi sedan mirovên me qetil kirin, destdirêjî û destavêtin kirin, bi sedan jin li bazaran hatin firotin, bû yek ji hêzên me yên destpêkê yên YJA Starê ku çû Şengalê. Zanîbû ku divê bersivê bide û diviyabû li cihê bersivdayinê bûya. Ji ber vê yekê li çiyayê Şengalê li kêleka gelê xwe demeke dirêj şer kir. Piştre jî li gelek qadên cuda yên têkoşînê wezîfe bi cih anî û sala 2017’an ji bo çûyîna Bakur xwe amade kir. Hevrêya me Delîla da ser şopa Nûda û Gulbaharan û ji bo li Gabarê gerîlatiyê bike, ber bi Bakur ve bi rê ket. 3 salan bi şervaniya bêhempa ya doza me ya bi rûmet; li dijî êrişên bêeman ên dijmin bêrawestan wezîfe û berpirsyariyên xwe bi cih anî. Di rastiya Kurd ê nû de ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye afirandin, ew feraset heye ku berdêla xwe giran jî be di oxira baweriya xwe de divê têkoşîn bê meşandin û dema pêwîst kir divê tu xwe feda bike. Hevrêya me Delîla jî bi vê têgihiştinê tevlî bû. Heta kêliya dawî jî bi vê têgihiştinê jiya. Li Bakurê Kurdistanê ji bo tevkariya herî baş li têkoşîna me ya şoreşgerî bike kete nava hewldanên berfireh. Bi taybetî xwest ku bi taktîkên gerîla yên serdema nû bersivê bide êrişên dijmin, ji bo vê jî timî kûr bû. Bi kelecan, rûkenî û dilgermiya xwe ya di nava jiyanê de ji bo hevrêyên xwe hemûyan bû çavkaniya moralê. Bi şehadeta xwe ji bo me hevrêyên wê bû hinceta têkoşîneke hîn xurtir.”

HPG’ê di daxuyaniya xwe de wiha behsa gerîlayê şehîd Mawa Tolhildan kir: “Hevrêyê me Mawa li yek ji bajarên welatparêz ên Kurdistanê li Êlihê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû û mezin bû. Hevrêyê me Mawa ji eşîra Torî ye ku di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de berdêlên mezin daye û her roj hîn bêhtir xwedî li têkoşîna me derdikeve. Ji ber van taybetmendiyên malbat û derdora xwe, tevgera azadiyê hîn di ciwantî de nas kir. Hevrêyê me Mawa di ciwantî de tevlî nava karên ciwanan bû û bi roleke çalak rabû. Di pêvajoya vî karî de gelek caran hate destgîrkirin; rastiya dewleta Tirk a ku gel, çand û kesayetiya gelê Kurd sûc dibîne, tenê koletiyê ferz dike û kesayaetiya Kurd tenê weke noker qebûl dike, di vê pêvajoyê de baştir dît. Hevrêyê me Mawa piştî van hemûyan biryar da ku têkoşîna xwe mezintir bike û berê xwe da çiyayên azad ên Kurdistanê, tevlî nava refên gerîla bû. Ji roja ku tevlî bû û pê ve bi wêrekî, fedakarî û çalakbûna xwe li pêş bû, di pratîkê de zehmetî nekişand û zû hînî hevrêyên xwe bû. Bi perwerdekirin û pêşxistina xwe ba kişand û tecrûbeyên ku ji pratîkê wergirtî li ser zemîna îdeolojîk da rûniştandin, li gorî vê yekê nêzîkatî nîşan da. Hevrêyê me Mawa bi van taybetmendiyên xwe di serî de di Berxwedana Xwerêveberiyê de bi roleke çalak tevgeriya, di vê pêvajoyê de birîndar bû û dîl kete destê dewleta Tirk a faşîst. Piştî ku demekê li zindanê ma, bi tecrûbeyên wergirtî careke din berê xwe da çiyayên azad û mîna di karên ciwanan, li çiyayên azad û Berxwedana Xwerêveberiyê, bû xwedî sekneke welê ku derbên herî giran li dijmin bixe. Hevrêyê me Mawa bi îrade, daxwsaz û biryardariya xwe bû mînak ji hevrêyên xwe hemûyan re û kîn û hêrsa li dijî dijmin fêhm kir. Her kêliya xwe ji bo hilanîna tola hevrêyên xwe yên şehîd bûne bi kûrbûnê derbas kir. Ji roja ku tevlî bû û pê ve li her qada lê ma ji aliyê hevrêyên xwe ve hate hezkirin û bû cihê hurmetê. Hevrêyê me Mawa her tim ji xwe re kir esas ku bi felsefeya Apoyî xwe bi pêş bixîne. Di vê pêvajoyê de di kesayetiya xwe de pêşketinên girîng afirand, di heman demê de tecrûbeyên xwe bi hevrêyên xwe re parve kir, hewl da perwerde bike. Bi sekna xwe ya dilnizm û bi biryar, ji bo hevrêyên xwe bû sembola îrade û berxwedanê.”

Derbarê gerîla Cesûr Rojhilat de jî HPG’ê ev tişt ragihand: “Hevrêyê me Cesaûr li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê welatparêz Ûrmiyeyê ji dayik bû. Ji ber ku malbata wî xwedî karakterekî xwedî li kevneşopiya berxwedanê û çanda Kurd derdikeve bû, li gorî rastiya gel mezin bû. Ji derdora xwe li dîroka devkî ya gelê me guhdarî kir, di pêvajoya dîrokî de ji ber kiryarên qirker û komkujiyê yên mêtingeran ên li ser gelê me, li dijî dijmin bû xwedî hêrseke mezin. Ji ber vê yekê jî baweriya xwe bi wê yekê anî ku jiyanek li derveyî sîstema heyî dibe, her tim hewl da bibe kesayetekî azad. Hevrêyê me Cesûr alternatîfa jiyana azad a ku lê digeriya di nava felsefeya Rêber Apo de dît, ji ber vê yekê jî tevlî nava refên gerîla bû û hem xwe gihand jiyana azad hem jî derfet dît ku tola zilma ku bi salan li gelê me tê kirin hilîne. Hevrêyê me Cesûr bi kûrbûneke bi vî rengî ya bi îdîa tevlî nava jiyana gerîla bû, ev îdîaya xwe jî bi pratîka xwe nîşan da. Bi taybetî kîna xwe ya li dijî dijmin bi şarezabûna di hunera leşkerî de gihand asteke bilind a têgihiştinê, ev yek di gelek çalakiyan de jî ispat kir. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê di serî de li Zap û Xakurkê li gelek qadan kar kir, tecrûbeyên ku di şer de bi dest xist kir ku di temenê ciwantiyê de bibe fermandarekî pêşeng. Fermandarê ciwan ê projeya jinûve avabûnê hevrêyê me Cesûr her tim ji aliyê îdeolojîk ve hewl da xwe bi pêş bixîne, bi her awayî hewl da bibe milîtanekî şareza. Lewma jî di her şert û mercî de lêkolîn kir, xwend û kûr bû. Ji xwe re kir esas ku bi rengê herî baş û bi bandor tevlî pêvajoya şoreşê bibe. Bi enerjiya ciwantiyê, bi coş û wê kelecanê hevrêyê me Cesûr nesekinî û bi van taybetmendiyên xwe bû çavkaniya moral û mînakek baş ji hevrêyên xwe re.”

Di dawiya daxuyaniya xwe de jî HPG’ê ev tişt got: “Hevrêyê me Delîla, Mawa û Cesûr bi hunera xwe ya li qada şer armancên tasfiyeyê yên dijmin pûç kirin û gelê me û tevgera me bi gaveke din nêzî serketinê kirin. Em hevrêyên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin, bi vê wesîleyê di serî de malbatên wan ên hêja sersaxiyê ji tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar