Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

HPG’ê 4 pakrewan bi rêzdarî bi bîr anîn

HPG’ê 4 gerîlayên ku li bakurê Kurdistanê şehîd bûn, bi bîr anî û got: “Em soz didin ku têkoşîna hevrêyên xwe bi serkeftinê tacîdar bikin.”

“Berxwedana gerîla ya sala 2022’an ku têkoşînek destanî hat meşandin, li bakurê Kurdistanê mohra xwe daniye. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li dijî her cûre êrîşên dijmin bi îradeyek mezin, şer kir û ji Mêrsînê heta Botanê, ji Serhedê heta Garzanê û ji Amedê heta gelek qadên li dijî êrîşên dijmin têkoşînek fedayiyane meşandiye. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku hemû siyaseta şerê taybet a dijmin pûç dike û hêviya gelê me ya azadiyê zindî dihêle, bi çalakiyên xwe derbeyên giran li artêşa tirk ya qirker xistiye. Di vê têkoşîna destanî de li qada Garzan hevrêyên me Gabar û Nûman, li qada Wanê hevrêyê me Berxwedan, li qada Besta jî hevrêyê me Sîpan li dijî êrîşên dijmin bi fedayiyane li ber xwe dan, şer kirin û gihiştin asta şehadetê.

Di serî de malbata hêja ya hevrêyên me Gabar, Nûman, Berxwedan û Sîpan em sersaxî ji hemû gelê xwe yê welatparêz ê Kurdistanê re dixwazin û soz didin ku têkoşîna hevrêyên xwe bi serkeftinê tacîdar bikin.

Nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne, wiha ye:

  Nasnav: Gabar Demhat

Nav Paşnav: Kemal Boral

Cihê jidayikbûnê: Êlih

Navê Dayik – Bav: Vecîde – Aydin

Cih û demê şehadetê: 8’ê Tebaxa 2022’an / Garzan

 

  Nasnav: Nûman Timoq

Nav Paşnav: Ûgûr Acet

Cihê jidayikbûnê: Stenbol 

Navê Dayik – Bav: Sevgî – Îsmaîl

Cih û demê şehadetê: 20’ê Cotmeha 2022’an / Garzan

 

  Nasnav: Berxwedan Qoser

Nav Paşnav: Yakûp Aba  

Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn

Navê Dayik – Bav: Edla – Memdûh

Cih û demê şehadetê: 28’ê Tebaxa 2022’an / Wan

 

  Nasnav: Sîpan Kato

Nav Paşnav: Mihemed Ehmed

Cihê jidayikbûnê: Hesekê

Navê Dayik – Bav: Şirîn – Ahmed Seîd

Cih û demê şehadetê: 30’ê Îlona 2022’an / Besta

Gabar Demhat

Qada me ya Garzan her tim li dijî dagirkerî û mêtingeriya li ser Kurdistanê bi têkoşîna xwe bûye yek ji navendên herî girîng ya dîrokî ya gelê me. Bi pêşengiya Rêber Apo bi derketina partiya me PKK’ê hêviya gelê me ya azadiyê hatî nava pencên komkujiyê, ji nû ve zindî bû û yek ji qadên destpêkê ku xwedî li têkoşîna azadiyê derket, xelkê Garzan e. Zarokên bi wêrek ên Kurdistanê ref bi ref tevlî refên têkoşînê bûne, Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku nûneriya xeta sekin û jiyana bi rûmet a gelê me dike qada Garzanê weke navenda têkoşînê hilbijartiye. Dewleta tirk ya mêtinger ku dixwaze xelkê me yê Garzanê yê welatparêz ji têkoşînê dûr bixe, di salên 90’an de bi destê çeteyên Hîzbûl-kontra li dijî gelê me gelek komkujî pêk anîn. Xelkê me yê Garzanê tevî hemû zextan jî, xeta jiyana azad a Rêber Apo esas girt, li dijî êrîşên dagirkeran têkoşîn geş kirin û bûne bersiv. Hevrêyê me Gabar jî li bajarê me Êlihê ya ku girêdayî kevneşopiya berxwedanê bi kok a Garzanê, di nava malbatek welatparêz de ji dayik bûye. Hevrêyê me ji temenê xwe yê zarokatiyê ve Rêber Apo û berxwedana dîrokî ya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi eleqedariyek mezin dişopîne, tevî xebatên ciwanan bûye û di nava pratîkê de bi demê re hîn baştir û nêztir PKK nas kir. Ji bo demek dirêj ciwanên kurd li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta tirk ya mêtinger biparêze, li bajarên cuda têkoşîn meşandiye. Hevrêyê me her tim geşkirina têkoşîna esas girtiye, tiştên ku kirine têrker nedîtine û hîn zêdetir di nava berxwedanê de esas girtiye. Hevrêyê me li ser vî esasî lêhûrbûnên xwe kûr kirine û sala 2013’an ku li Êlihê ku lê ji dayik bûye û xebatên ciwanan bi rêve biriye, tevlî nava refên gerîla bûye.

Hevrêyê me Gabar bi perwerdeyên gerîlatiyê yên dîtine, di demek kurt de fêrî jiyana gerîla bûye ku ne biyaniyê wê ye, piştî ku li qada Garê demekê xebat meşand, derbasî qada Qendîll bûye. Hevrêyê me demek dirêj li gelek qadên Qendîlê gerîlatiyek bi serkeftî kiriye û di taktîkên de gerîla de bûye pispor. Bêyî ku bibêje mezin biçûk, bi cidiyetek mezin nêzî hemû erkên xwe yê Partiyê bûye û esas girtiye ku bi serkeftinê bi encam bike. Di felsefetiya Rêber Apo û jiyana PKK’ê de ji bo hîn zêdetir xwe kûr bike, bi perwerdeyên ku dîtine li ser esasên gerîlatiya demê ya nû serweriyek mezin çêkiriye. Hevrêyê me Gabar perwerdeyên xwe bi bûyîna fermandariyê perwerdeyên xwe bi serkeftî bi encam kir û piştre car din derbasî qada pratîkê bûye. Ji bo li ser xaka Garzanê ya pîroz gerîlatiyê bike ku timî xeyala wê yekê kiriye, gelek caran pêşniyar kiriye. Hevrêyê me Gabar ji aliyê partiya me ve pêşniyara wî hat qebûlkirin û xwe ji bo qada Garzanê amade kir, gihiştiye armanca xwe ku ji zarokatî ve xeyal dikir ku li Garzanê gerîlatiyê bike. Hevrêyê me ji bo bibe bersiva êşên ku bi deh salane gelê me dijî û tunekirina sîstema komkujiyê ya Îmraliyê kiriye navenda têkoşîna xwe ya şoreşgerî, di tevahiya jiyana xwe ya şoreşgerî de ji vê armanca xwe dûr neketiye û bi xwe fedakariyek mezin têkoşiyaye. Hevrêyê me Gabar di nava hevrêyên xwe de bi dilnizmî, kedkarî û xwîngermiya xwe dihat naskirin û li her qada ku lêye kariye heskirin û rêzdariya hevrêyên xwe qezenc bike. Weke ku di jiyanê de, di şer de jî ji xwe re kiriye hêman ku li herî pêş be, esas girtiye ku xeta têkoşîna şehîdên me yên nemir, ber bi serkeftinê ve bibe. Hevrêyê me Gabar li dijî dagirkerên ku dixwazin hêviya pêşeroja azad a gelê me tune bikin, ket nava têkoşînek bê hempa û ji bo erkên xwe yên şoreşgeriyê bi serkeftinê pêk bîne, bi biryardarî û hêza îradeya xwe xebat kirine. Weke mîlîtanek fermandar derketiye pêş û ji hevrêyên xwe re pêşengî kiriye. Hevrêyê me Gabar bê navber tempoy tevlîbûna Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bilind kiriye û bi hevrêyên xwe re bi ruhê serkeftinê nêzî erkên xwe yên şoreşgeriyê bûye û kariye bibe mîlîtanek bi wêrek û fedayiyê Rêber Apo. Hevrêyê me Gabar ji bo me hevrêyê xwe mîrateyek mezin a têkoşînê hiştiye û tevlî karwanên nemiran bûye. Em soza tacîdarkirina têkoşîna wî ya bi serkeftinê, dubare dikin.

Nûman Timoq

Hevrêyê me Nûman weke endamek ê malbatek a endamê eşîreta Timoqê, li Stenbolê ji dayik bûye. Hevrêyê me Nûman ji ber ku derdor û malbata wî welatparêz bû û ji xizmên wan ên nêz tevlîbûn û şehadet hebûn, hîna di temenê xwe yê zarokatiyê de partiya me PKK nas kiriye. Tevî ku ji welatê me Kurdistanê dûr mezin bûye, tu carî cewhera xwe ya kurdîtiyê ji bîr nekiriye, rû û dilê wî timî li ser Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bûye ku ji bo azadiya welat û gelê me têdikoşe. Hîna di temenê xwe yên biçûk de lêpirsîn kiriye ku weke li kurdekê li metropolên Tirkiyeyê ji dayik bûye û mezin bûye, neçar maye ku li wir bijî û zext û komkujiyên dijmin ên li dijî gelê me. Hevrêyê me Nûman bi bersivên ku bi van lêpirsînan xwe gihandiyê, bûye sedem ku rastiya dijmin hîn baştir fêm bike û nêzî partiya me PKK’ê bibe ku li dijî vê dijminê qirker li çiyayên Kurdistanê ji bo azadiya gelê me têdikoşe. Hevrêyê me weke ciwanek bi rûmet li dijî êrîşên dijmin ên li ser gelê me, ketina nava lêgerîna têkoşînê û destpêkê di nava xebatên ciwanan de cih girtiye. Hevrêyê Nûman demekê di nava van xebatan de, cih girt û bûye sedem ku ciwanên kurd ên mîna wî ji Kurdistanê dûr jiyane, bi zane bibin û tevlî refên têkoşînê bibin. Hevrêyê me Nûman ket wê zanebûnê ku divê li dijî êrîşên topyekûn ên dijmin ji sala 2015’an ve daye destpêkirin, têkoşînek hîn radîkaltir bimeşîne. Dizanî ku ev yek tenê bi tevlîbûna nava refên gerîla pêkan e û berê xwe daye çiyayên Kurdistanê û tevlî refên gerîla bûye.

Hevrêyê me Nûman dema tevlî gerîla bû cara destpêkê ji hêmanên hevrêtiyê û bedewiyên xwezayî yên jiyana çiya bandor bû û bilez fêr bûye. Hevrêyê me ji ber ber zelalbûna di armanca xwe de û hêrsa xwe ya li dijî dijmin, di perwerdeyên ku dîtiye de bi serkeftî bûye. Di demek kurt de di şexsiyeta xwe de guhertinên girîng çêkirin û bi îdeolojiya Apoyî re bûye yek. Bi perwerdeyên ku dîtiye, dijminahiya dîrokî ya dewleta tirk ya qirker a li dijî gelê me û polîtîkayên şerê taybet a ku bi armanca şerê taybet pêş xistî, derxistiye zanebûnê. Hevrêyê me Nûman Ji bo derbaskirina bandorên dijmin ên li ser şexsiyeta wî ava kirî û meşa xwe ya azadiyê bi gavên hîn xurtir bavêje, bê navber lêhûrbûn kiriye û di şexsiyeta xwe de guhertinên girîng ava kirin û bersiva herî mezin daye dijmin. Hevrêyê me bi perwerdeyên ku dîtiye ji dîroka Kurdistanê heta dîroka Partiya me  û îdeolojiya azadiya jinê, di gelek mijaran de xwe pêş xist û ev perwerdeyên xwe kiriye bingehê esas ê hemû jiyana xwe. Hevrêyê me Nûman ji bo ji êrîşên dijmin ên li ser gerîla re û bendewariyên azadiyê ya ku gelê me ji gerîla dike, ket wê zanebûnê ku xwe di aliyê leşkerî de pêş bixe. Bi taybetî ji bo di taktîkên gerîla yên demê nû de kûr bibe, hewldanek mezin daye. Hevrêyê me Nûman di branşê sekvaniyê de perwerde dîtiye û bi serkeftinên xwe yên di perwerdeyê de, kariye teqdîra hemû hevrêyên xwe qezenc bike. Lewma demek dirêj hevrêyên xwe perwerde kiriye û bûye sedem ku bi dehan hevrêyên wî jî bibin sekvan. Hevrêyê me ji bo pêşxistina branşê sekvaniyê ku yek ji taktîkên girîng ên şerê gerîla ya demê nûye û bandora wê li Herêma Parastinê yên Medyayê dewam dike, xwedî kedek girîng e. Ev keda wî îro li çeperên berxwedanê encam digire. Hevrêyê me Nûman bi perwerdeyên îdeolojîk û leşkerî, kariye bibe gerîlayek serwext û her tim pêşniyar kiriye ku biçe qada şer da ku tiştên fêrbûne bixe pratîkê. Bi taybetî di sala 2018’an de şehadeta xaleta wî hevrê Fîdan-Mizgîn Alphan, hevrêyê Nûman bandor kiriye. Hevrêyê me ji bo tola hemû şehîdên me ji dewleta tirk ya qirker û mêtinger bistîne, hîn zêdetir ket nava lêhêrbûnan û qada ku herî zêde bikare derbe li dijmin bide, weke bakurê Kurdistanê dîtiye. Ji bo vê yekê çûye qada Garzanê û têkoşîna xwe li xaka sereke ya ku têkoşîna wê tu carî nedît lê di dilê xwe de hîs dikir, meşand. Hevrêyê me Nûman tevî hemû şert û mercên zehmet, bi ked û fedakariyek mezin têkoşiya û kariye heskirin û rêzdariya hevrêyên xwe qezenc bike. Hevrêyê me li qada Garzanê tevlî gelek çalakiyên li dijî dijmin bû û ji bo ji daxwazên gelê me yê azadiyê re bibe bersiv ketiye nava lêgerînan. Tu carî xwe têrker nedîtiye û ji bo tevlîbûna xeta fedayitiyê bê navber ketiye nava lêhûrbûn û hewldanan. Hevrêyê me Nûman roja 20’ê cotmeha 2022’yan li qada Çatak a Wanê li dijî êrîşên dijmin heta nefesa xwe ya dawîn bi awayek fedayî şer kir û her tim wê di nava têkoşîna me de bijî û pêşengiyê ji me hevrêyên xwe re bike.

Berxwedan Qoser

Hevrêyê me Berxwedan li navçeya Qoserê ya Mêrdînê ku yek ji bajarên me ye ku welatparêzî herî zêde lê zindî ye, di malbateke welatparêz de hat dinê. Hevrêyê me Berxwedan bi çanda xwe ve girêdayî mezin bûye, pêkhateya civakî ya ku jê tê bi çanda kurdî ve girêdayî ye. Hevrêyê me yê ku li hawîrdoreke wiha kesayeta wî teşe girtiye, bi salên ku derbas bûne kariye vê çandê veguherîne rêgeza jiyanê. Hevrêyê me Berxwedan li dijî polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirinê yên dewleta tirk ku di şexsê ciwanan de li ser gelê kurd tê meşandin gelek bi hêrs bû. Hevrêyê me Berxwedan ketiye ferqa ku heta kontrolkirina kîn û hêrs çênebe, ew nikare têkoşînek bi zanabûn bimeşîne. Li ser vê bingehê van hestan kiriye zemîna têkoşînê û di têkoşîna xwe de bi ser ket. Hevrêyê me Berxwedan ku pê zane ku partiya me PKK’ê yekane tevger e ku li dijî hemû polîtîkayên komkujî û asîmîlasyonê yên dewleta tirk ya mêtinger û qirker têdikoşe û tola êşên gelê me hiltîne, kîn û hêrsa xwe kiriye zemîna têkoşînê û pê bawer kiriye ku divê di nava vê tevgerê de cih bigire û biryar daye tevlî bibe.

Hevrêyê me Berxwedan ku di sala 2015’an de li Merdînê ku lê ji dayik bûye tevlî nava refên gerîla bû û piştre ji bo perwerdehiya şervaniya nû bibîne derbasî herêma Metîna bû. Ji roja ewil a tevlîbûnê bi heyraniya li hember jiyana gerîlatiyê û bi heyecana ku di derdoreke bi vî rengî de ye, tevlî jiyanê bû. Hevrêyê me Berxwedan ku perwerdehiya şervaniya nû bi serketî bi dawî kir, li qada Metîna jî yekemîn pratîka xwe ya gerîla pêk anî. Ji roja ewil ku çû qadên ku lê bû, bi ked û tevlêbûna xwe ya bi cewher karîbû bal û qîmeta hemû hevrêyên xwe bi dest bixe. Hevrêyê me Berxwedan ku dixwaze bi avaniya xwe ya jiyanî û mutewazî di nav hemû xebatên pratîk de cih bigire, di hemû hawîrdoran de di xweşkirina jiyanê de xwedî pareke mezin e. Hevrêyê me Berxwedan ku bi nêzîkatiya xwe ya ji dil û ji erk re, ji aliyê hevrêyên xwe ve weke mînak hate girtin, di hemû erkên xwe de ji bilî serkeftinê tu pîvan qebûl nekir. Hevrêyê me Berxwedan ku pê zane ku zanebûn û tecrûbeya leşkerî ya bi dest xistiye wê têra gerîlayeke profesyonel neke, ji bo xwe ji aliyê îdeolojîk ve perwerde bike her tim di nava hewldanê de bû. Di vê pêvajoyê de li Akademiya Mahsûm Korkmaz perwerde dît. Di vê pêvajoya perwerdeyê de li ser têgihiştin û pêkanîna felsefeya Rêbertiyê lêhûrbûye. Dîsa hevrêyê me Berxwedan di pêvajoya perwerdehiyê de, kêmasiyên xwe yên di pratîkê de ber çav re derbas kiriye û li ser rê û rêbazên derbaskirinê lêhurbûye. Hevrêyê me Berxwedan ku di pêvajoya perwerdeyê de serkeftî bû, bi dersên ku ji pratîkên berê girtibû, hîn xurtir dest bi pratîkê kir. Hevrêyê me Berxwedan ku di dema pratîka xwe de erkên cuda girt ser milê xwe, ji bo van erkên xwe bi serketî bi cih bîne têkoşiya. Di dema erka xwe de bi tevlêbûna xwe ya ji dil û kedkar hurmeta hemû hevrêyên xwe girt. Hevrêyê me Berxwedan di 28’ê tebaxa 2022’yan de li herêma Geliyê Îdilê ya Wanê di dema li ser erka xwe bû, li dijî operasyonên dijmin heta nefesa xwe ya dawî şer kir û tevlî kerwana şehîdan bû. Hevrêyê me Berxwedan bi tevlêbûna xwe ya ji dil, kedkar û bê hesab mîraseke mezin hiştiye. Em weke şopdarên wan soz didin ku em ê li ser bîranîna hemû şehîdên xwe bi taybet hevrê Berxwedan bisekinin û xeyalên wan bi serkeftinê tacîdar bikin.

Sîpan Kato

Hevrêyê me Sîpan li bajarê Hesekê yê rojavayê Kurdistanê di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Hevrêyê me Sîpan ê ku bi pêkhatina Şoreşa Azadiyê ya Rojava dest bi naskirina Tevgera Azadiya Kurdistanê kir, her çendî bi hevrêyên me yên ku di dema şoreşê de nas kir bandor be jî, bi taybetî tevlîbûna du bira/xuşkên xwe di nav refên şoreşê de bandor lê kir. Hevrêyê me yê ku di sala 2015’an de dema ku êrîşên li dijî Şoreşa Azadiyê ya Rojava di lûtkeyê de bûn, tevlî nava refên şoreşê bû û firsend dît ku felsefeya Rêber Apo ji nêz ve nas bike. Hevrêyê me Sîpan, ji hevrêyên me yên ku bi awayekî fedaî tevlî jiyanê bûne, xwedî li felsefeya Rêbertî derketine û gihiştine şehadetê bandor bûye û ev yek lêgerîna wî ya azadiyê mezin kiriye.  Şehadet û lêgerîna ku tê de, bû sedem ku tevlîbûna hevrêyê me Sîpan hîn zêdetir bibe û bibe xwediyê tevlîbûneke bênavber. Hevrêyê me Sîpan ku di şerê li dijî çeteyan de bi cesareta xwe derket pêş, di pevçûnan de 2 caran bi giranî birîndar bû, lê ji ber lêgerîna wî yê azadiyê di demek kin de radibe ser piyan û dîsa cihê xwe di nava têkoşîna şoreşgerî de digire. Şehadeta birayê wî hevrê Xerîb-Welat Ehmed di sala 2016’an de di pêngava rizgarkirina Minbicê de bandor lê kir û ev yek di jiyana hevrêyê me Sîpan de bû qonaxeke nû. Hevrêyê me Sîpan ku di zane rêya layiqbûna hemû şehîdên Kurdistanê bi taybetî jî birayê wî mezinkirina têkoşînê ye, li ser vê bingehê berê xwe da çiyayên Kurdistanê û di sala 2016’an de tevlî nava refên gerîla bû.

Piştî ku perwerdeya xwe ya destpêkê li gerîlatiyê dît, hevrêyê me ku di aliyê îdeolojîk de xwe kûr kir, bi alîkariya hevrêyên xwe di demeke kurt de adapteyî jiyana çiyê û gerîlatiyê bû. Hevrêyê me ku azweriya xwe ya azadiyê roj bi roj mezin dike, di karê xwe yê pratîkî de ev yek nîşan daye. Bi taybetî jî bi coş û moraleke mezin beşdarî xebatên amadekirina tunelên şer bû. Bi baweriya ku serketina li hemberî artêşa tirk ya dagirker wê bi berxwedana di tunelên şer de bi ser bikeve, roj bi roj xebatên xwe zêde kiriye û bi tevlîbûna xwe ya kedkar ji hemû hevrêyên xwe re bûye mînak. Hevrêyê me yê ku li kêleka xebata xwe ya giran perwerdekirina xwe jî îhmal nedikir, felsefeya Rêbertiyê ji nêz ve nas kir û bi fêrbûna ji Rêbertiya me re bû milîtanekî sade û mutewazî. Bi van taybetiyên xwe rêz û hezkirina hemû hevrêyên xwe qezenc kir. Êrîşên dewleta tirk ya dagirker li dijî gelê me û Tevgera me ya Azadiya Kurdistanê û şehadeta di van êrîşan de hêrsa hevrêyê me Sîpan a li hemberî dijmin zêdetir kir û ji ber vê yekê xwest biçe herêmên ku şer lê dijwar bû. Ji bo vê jî di warê leşkerî de zêdetir xwe perwerde kir û ji bo taktîkên şerê gerîla yê serdema nû bi awayekî jêhatî bi kar bîne, kete nava pêvajoyeke girîng a lêhurbûnê. Bi perwerdehiya ku dît, di branş xwe de bû gerîlayekî pispor. Hevrêyê me Sîpan ku her tim dixwaze biçe qadên herî dijwar ên têkoşînê, bi hişmendiya ku li bakurê Kurdistanê li dijî dewleta tirk ya dagirker dikare têkoşîna herî bi bandor bide, berê xwe dide herêma Botanê. Hevrêyê me Sîpan di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Egîdên Botanê de, ku têkoşîna xwe ya li qada Besta didomand, di gelek çalakiyên ku hatin lidarxistin de cih girt û bi çalakiyên xwe hêrs û kîna xwe ya li hemberî dijmin nîşan da. Bi tevlêbûna xwe ya bi coş, bi heyecan û fedaî ji hemû hevrêyên xwe re bûye mînak. Hevrêyê me Sîpan tevî hevrê Nevzat Şervan û Piling Qoser di 30’ê îlona 2022’yan de li herêma Bestayê li dijî operasyona dijmin berxwedaneke destanî pêş xist û heta nefesa xwe ya dawî li ber xwe da û gihişt şehadetê. Hevrêyê me Sîpan ê ku bi cesaret, fedekarî û hevrêtiya xwe ya jidil karîbû bibe milîtanekî Apoyî yê mînak, wê her tim pêşengiya têkoşîna me bike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar