Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

HPG’ê 5 gerîlayên li Serhedê şehîd bûbûn bi bîr anî

HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2017’an de li Serhedê şehîd bûne bi bîr anî û wiha got: “Em soza xwe dubare dikin ku em ê girêdayî bîranîn û têkoşîna wan bin.”

Nevenda Ragihandina HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 5 gerîlayên di sala 2017’an de li Serhedê şehîd bûne aşkara kir. HPG’ê di daxuyaniya xwe de şehîdên Serhedê bi bîr anî.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wisa ye: “Di 8’ê Tebaxa 2017’an de li qada Çemçê ya Serhedê dewleta Tirk a dagirker êriş kiribû. Di vê êrişê de hevalên me Xeyrî, Elî Dirêj, Êrîş, Gelhat û Rustem ên ku li Eyaleta Serhedê efsane bûn û derbên giran li dijmin xistibûn, şehîd bûne. Dijmin bi taybetî di salên 2016-2017’an de li qada Serhedê ji bo tasfiyekirina gerîlayan êrişên berfireh dikir. Ev hevrêyên bi tarza fedaî ya Apoyî têkoşiyan, hemû êrişên dijmin şikandin. Em van hevalên xwe bi hurmet bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê girêdayî bîranîn û têkoşîna wan bin.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye: Nav û paşnav: Yaşar Tekîn nasnav Xeyrî Andok, ji Qersê ji dayik bûye, navê dê Aysel û navê bav jî Mehmet e. Di 8’ê tebaxa 2017’an de li Serhedê şehîd bûye.

Nav û paşnav: Mazlûm Bel Elî Dirêj Serhat ji Erziromê jidayikbû ye, navê bav û dê Besra-Esat e, di 8’ê Tebaxa 2017’an de li  Serhedê şehîd bûye.

Nav û paşnav: Fatîh Buyukkaya nasnav Êrîş Şengal, li Elezîzê ji dayik bûye, navê dê û bav Şohret- Ekrem, di 8’ê Tebaxa 2017’an li  Serhed şehîd bûye.

Nav û paşnav: Ercan Genç nasnav Gelhat Ararat, li Erzormê ji dayik bûye, navê dê û bav Dîlber – Mehmet di  8’ê Tebaxa 2017’an de li Serhed şehîd bûye.

Nav û paşnav: Mahsûm Guvercîn nasnav Rustem Serhat, li Mûşê ji dayik bûye, navê dê û bav Nûrgul – Maşallah, di  8’ê Tebaxa 2017’an de li Serhed Şehîd bûye.

Xeyrî Andok

Hevalê me Xeyrî li navçeya Selîmê ya Qersê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Malbata wî ji dema destpêka Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê di nav têkoşînê de cih girtiye û berdêl dane. Hevalê me Xeyrî jî ji zaroktiya xwe ve PKK nas kiriye. Di ciwantiyê de xebatên ciwanan di serî de, xwedî li peywirên xwe yên welatparêziyê derketiye. Dema ku wî têkoşîn dimeşand, bi qasî rastiya welat û gel, wî rastiya dijmin jî nas kiriye û biryar daye divê têkoşînê zêdetir bike. Li ser vî esasî di sala 2015’an de li qada Serhedê tevlî nav refên gerîlayan bûye û ji roja ku tevlî nav refên gerîlayan bûye, wî di warê îdeolojîk û rêxistinî de bal kişandiye. Hê gerîlayê salekê bû wî êrişên giran ên dijmin û operasyona dijmin dîtiye, bi îradeyeke xurt hemberî van êrişan derketiye.  Li qada Tendurekê piştî sala 2016’an dema ku êrişên dijmin zêde bû, wî di asta pêşengtiyê de di gelek çalakiyan de cih girtiye. Bi cesaret û fedakariya van çalakiyan de, wî cesaret û bawerî daye hemû hevrêyên xwe. Bi îddîaya xwe ya helwesta leşkerî û biryardariya xwe di demeke kurt de bûye fermandar. Heval Xeyrî di asta fermandariya herêmê de peywir stendiye û wî bawerî pê aniye ku divê şer were geşkirin. Ji bo ku ew tola qetlîamên di dema berxwedana xwerêveberiyê de bistîne, her dem lê hûr bûye, hevalên xwe li ser vî esasî perwerde kiriye û peywira xwe ya fermandariyê bi serkeftî bi cih aniye.

Elî Dirêj Serhat

Heval Elî Dirêj jî navê xwe ji fermandarê efsanewî Elî Dirêj stendiye. Heval Elî Dirêj li navçeya Qereyazî ya Erziromê ji dayik bûye. Qereyazî bi dehan şehîdên xwe heye û girêdayî partiya me PKK’ê ne. Heval Elî bi bandora derdora xwe têkoşîna me nas kiriye û ketiye bin tesîra fermandarê efsanewî Elî Dirêj.  Heval Elî Dirêj beriya ku tevlî nav refên gerîlayan bibe, demekê di nav xebatên ciwanan de cih girtiye. Ligel ku hevalekî ciwan bûye jî wî her dem hewl dida xwe di warê leşkerî de û di warên din de perwerde bike. Wekî gerîlayekî pispor li qada Serhedê rola xwe ya pêşengtiyê bi cih aniye û di gelek çalakiyan de bi awayekî çalak cih girtiye û bûye fermandarekî xwedî bandor. Heval Elî Dirêj her dem tevlêbûneke di tarza fedaî de ji xwe re dikir esas û hemû peywirên xwe bi serkeftî bi cih aniye. Heval Elî Dirêj rastiya Rêbertî, xeta îdeolojîk a partiya me baş dizanî û bi kesayetiya xwe ya paqij bûye milîtanekî Apoyî yê mînak.

Êrîş Şengal

Hevrêyê me Êrîş li Depê, li nav malbateke welatpêz çêbûye, ku dema têkoşîna me nû dest pê kirî ji hembêza Depê Mazlûm, Delîl û gelek leheng çêbûne. Hê bi ciwantî mîrateya van lehengan dîtiye û biryar li ser daye ku layiqî vê mîrateyê be. Bi vê biryardariyê hevrêyên me Êrîş tevlî nav xebatan dibe, zû geş dibe û di xebatan de bi roleke pêşeng radibe. Di her xebatê de girîngî dide ku xebat bêkêmasî bin û her demê xwe li gorî vê hazir dike.Her demê daye ber xwe ku li dijî qikerî, hişmendiya faşîst têbikoşe. Hevrêyê me Êrîş ku pê dizanî ku li dijî vê hişmendiya faşîst têkoşîn bi tevgera azadiyê dikare were dayin, bi biryardariya ku vê hişmendiyê têkoşînê geş bike berê xwe daye çiyayên Kurdistanê û sala 2015’an tevlî nav refan bûye. Wan demên destpêkê ku tevlî nav refan bûyî, li gel şertên zor û zehmet ên Serhedê jî hînî van şertan bûye, bi vê xaseta xwe hê wan demên pêş vê bala hevrêyên wî kişandiye. Di vê pêvajoyê de hem ji hêla leşkerî ve hem ji hêla îdeolojîk û polîtîk ve aliyên xwe yên leşkerî geş dike. Li ser mijara şer û taktîkên şer her demê hûr bûye, li qadên lê dima tim hewl daye ku şer û taktîkên di nav şer de geş bike. Ji bo ku felsefeya Apoyî fêhm bike û bi cih bîne her demê xwe perwerde kiriye, ji hêla leşkerî û îdeolojîk ve hevrêyên xwe perwerde kirine û bi van xasetên xwe kiriye ku hevrêyên wî jê hez bikin, hurmetê bine û çavê wan lê bigere. Hevrêyê me Êrîş ku pîvanên hevrêtiyê li asta jor digirt, tim hewl daye ku bi hevrêyên xwe re têkiliyên hevrêtiyê yên geş bijî. Hevrêyê me Êrîş rastiya dijmin aniye ser hiş, di têkoşîna dijî dijmin de bêdudilyekê, xurt û bi vîn tevlî nav têkoşînê bûye. Hevrêyê me Êrîş bi helwest, biryardarî, zîrektiya xwe û derbên li dijmin dayî di pratîka Serhedê de cih girtî, bi van xasetên xwe her demê wê bibe pîvan me hevrêyên wî.

Gelhat Ararat

Hevrêyê me Gelhat li Erzerom Qereyaziyê li nav malbateke welatparêz, ku di Têkoşîna AzadiyaKurdistanê de berdêl dayî, çêbûye. Ji ber ku li derdora malbatê gelek şehîd hene û bi dastanên lehengiyê yên gerîla mezin bûye, hê bi ciwantî tevlî nav têkoşînê dibe. Piştî ku gelek xebatên cihê dike sala 2015’an tevlî nav refên gerîla dibe. Di êrîşên dijimn de yên salên 2016-2017’an de, li dijî êrîşan bûye milîtanekî pêşeng. Her wiha di Eyaleta Serhedê de di gelek çalakiyan de bi rengekî çalak cih girtiye û ji bo têkbirina dijmin bi peywirên girîng rabûye. Bi wêrekî û helwesta milîtanî ya Apoyî tesîrê li ser hemû hevrêyên xwe dike. Her wiha lê hûr bûye bê ka çawa dikare zêdetir derbê li dijmin bide, bi vê çarçoweyê xwestiye ku taktîkên şer geş bike. Weke fermandarekî zîrek ê gerîla, li dijî êrîşên dijmin bi taktîkên karîger ên şer li ser hev derb li dijmin daye. Li ser xeta partiyê tim xwe pêş ve biriye,  hewl daye ku têkiliyên hevrêtiyê geş bike, bi kesayata xwe ya dilniam kiriye ku hemû hevrêyên wî jê hez bikin, bûye milîtanekî Apoyî yê mînak ku hurmet jê were girtin.

Rustem Serhat

Hevrêyê me Rûstem li Qopê ya Mûşê, li nav malbateke welatparêz çêbûye. Ji ber sedema welatparêziya malbatê û derdora lê mezin bûyî, ji ber ku Partiya me PKK tekane parêzvanê gelê Kurdistanê ye, bi vê bingehê li dijî dijminê qirker, mêtinger şer daye, vê bandoreke mezin li ser hevrêyê me Rûstem kiriye. Hevrêyê me Rûstem ku pir ji Gerîlayên Azadiyê, yên têkoşerên azadiyê hez dike, weke her ciwanê Kurd tim xwestiye ku bibe gerîla. Dema ku tê temenê ciwantiyê ji bo ku xetala xwe pêk bîne, bigihije Gerîlayên Kurdistanê dikeve rêyeke zor û zehmet û mehekê li gerîla digere. Hevrêyê me Rûstem bi rawesta xwe ya li ser gerîlabûnê û milîtanbûna Apoyî ji ciwanên Kurdistanê re bûye mînak, bê sekn û rawest bi tevlêbûna xwe bûye gerîlayekî zîrek. Li nav Yekîneyên Bagerê ya li qada Çemçê bûye û di gelek çalakiyan de bi rola pêşeng rabûye.Hevrêyê me Rûstem lê hûr dibû ku taktîkên şer geş bike, bi wêrekî bi ser dijmin de biçe û hemû peywirên ku ketine ser hevrêyê me Rûstem bêkêmasî bi cih aniye. Hevrêyê me Rûstem li hemû qadên jiyanê ji hevrêyên xwe re bûye moral û wêrekî û bi van xasetên xwe kiriye ku hemû hevrêyên wî lê bigerin.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Xeyrî, Elî Dirêj, Êrîş, Gelhat û Rûstem, zaroyên leheng ên Serhedê, ku nirx li têkoşîna mafdar a gelê me zêde kirine, serê tevahiya gelê me yê welatparêz ê Kurdistanê sax be, em sond dixwin ku şehîdên xwe li Kurdistana azad bidin jiyîn.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar