Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:
“Têkoşîna me ya azadiyê ya Kurdistanê bi berxwedana dîrokî ya şehîdên me yên nemir ku di nava şert û mercên herî giran de bi fedaîtî şer kirin, gihîşt vê astê û hêviya paşeroja azad a gelê me xurt kir. Hevrêyên me Şiyar, Şevger, Têkoşer, Rêzan û Zinar dilop bi dilop xwîna xwe rijandin, h ebûna gelê me parastin û can dan têkoşîna azadiyê. Weke ewladên leheng ên Kurdistanê, wezîfeya dîrokî bi berpirsyariyeke mezin bi serketî bi cih anîn. Hevrêyên me Şiyar, Şevger, Têkoşer, Rêzan û Zinar bi lehengî şer kirin û şehîd bûn. Bila serê malbatên wan ên hêja, gelê me yê welatparêz sax be û em careke din soz didin ku xeta berxwedanê ya ku wan li pey xwe hiştine ji xwe re bikin esas û bi ser bixînin.
Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:
Nasnav: Şiyar Azad Nav paşnav: Samet Yuce Cihê jidayikbûnê: Qers Dayik-Bav: Rûken-Îsmaîl Dem û cihê şehadetê: 26’ê Adara 2017 / Cîlo |
Nasnav: Şevger Germikî Nav paşnav: Emrah Avci Cihê jidayikbûnê: Şirnex Dayik-Bav: Saniye-Haci Dem û cihê şehadetê: 26’ê Adara 2017 / Cîlo |
Nasnav: Têkoşer Gimgim Nav paşnav: Delîl Yilmaz Cihê jidayikbûnê: Mûş Dayik-Bav: Sabriye-Ercan Dem û cihê şehadetê: 26’ê Adara 2017 / Cîlo |
Nasnav: Rêzan Kato Nav paşnav: Bariş Orhan Cihê jidayikbûnê: Wan Dayik-Bav: Mîrarihan-Abdulcebbar Dem û cihê şehadetê: 20’ê Nîsana 2017 / Zap |
Nasnav: Zinar Pasûr Nav paşnav: Kazim Kaya Cihê jidayikbûnê: Amed Dayik-Bav: Nefîse-Fehmî Dem û cihê şehadetê: 21’ê Nîsana 2017 / Avaşîn |