Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

HPG’ê 5 şehîd bi rêzdarî bi bîr anî

HPG'ê 5 gerîlayên ku di sala 2018'an de şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr anî û wiha got: "Hevrêyên me Şahan, Agît, Mazlûm, Dara û Sofî di sala 2018'an de pêşengî ji berxwedanê re kirin û şehîd bûn. Em soza xwe ya dilsoziya bi armancên wan re dubare dikin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûbûn aşkera kir.  HPG’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser têkoşîna gerîlayan û destnîşan kirin rêhevalên wan li dijî dewleta tirk bi lehengî şer kirine.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya li ser mijarê wiha ye: “Di sala 2018’an de ji bo dîroka me ya têkoşînê saleke girîng bû ku êrişên dijmin hingî berfireh bûn. Di nava vê salê de dewleta Tirk a qirker xwest tevgera me bi temamî tasfiye bike, bi vê armancê êrişên berfireh kir. Destpêka sala 2018’an berê çeteyên xwe da Efrînê û bi vî rengî çav berda destketiyên gelê me. Piştre jî êriş li seranserê Kurdistanê belav kir û xwest tevgera me bi temamî tasfiye bike. Lê belê artêşa Tirk a mêtinger li gel piştgiriya hêzên navneteweyî jî nekarî li hemberî îradeya ji pola ya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi ser bikeve ku ev îrade bi felsefeya azadiyê ya Rêber Apo afiriye. Di têkbirina polîtîkayên qirêj ên dijmin de bêguman sekan fedayî ya şehîdên me yên leheng diyarker e. Lehengên ku hêviya serketinê ya heyî afirandine şehîdên me ne. Ji şehîdên me yên leheng hevrêyên me Şahan, Agît, Mazlûm, Dara û Sofî sala 2018’an pêşengî ji berxwedanê re kirin û şehîd bûn. Em hevrêyên xwe yên şehîd bûne careke din bi rêzdarî bi bîr tînin û dilsoziya xwe ya bi armancên wan wan re dubare dikin.”

HPG’ê nasnameya gerîlayên şehîd wiha aşkera kir: “Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne: Şahan Cîlo (Bariş Demîr) li Wanê ji dayik bûye, anvê dê û bav: Gulîzar-Mehmet Alî, di 6’ê tîrmeha 2018’an de li Wanê şehîd bûye.  Agît Tolhildan li Wanê ji dayik bûye, di 1’ê tebaxa 2018’an de li Bestayê şehîd bûye. Mazlûm Tûfan (Mazlûm Kizil) li Mêrdînê ji dayik bûye, anvê dê û bav; Nûrê-Mûrat, di 9’ê tîrmeha 2018’an de li Bestayê şehîd bûye. Dara Serhildan (Fatîh Îpekten) li Mêrdînê ji dayik bûye, anvê dê û bav; Selîme-Mehmet Şerîf, di 9’ê tîrmeha 2018’an de li Geverê şehîd bûye. Sofî Berbang (Ensar Duşkun), li Colemêrgê ji dayik bûye, anvê dê û bav; Sidika – Selahattîn, di 1’ê tebaxa 2018’an de li Geverê şehîd bûye.”

HPG’ê têkildarî gerîlayê xwe Şahan Cîlo de ev agahî parve kir: “Hevrêyê me Şahan li Wanê ji dayik bû û li nava malbateke welatparêz ku dilsozê nirxên Kurdistanî ye mezin bû. Hevrêyê me Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê zû nas kir û di jiyana xwe de timî bû xwedî xeteke têkoşînê. Hevrêyê me Şahan di demekê de ku êrişên giran li ser partiya me û gelê me dihate kirin, tevlî nava refên gerîla bû û rê nîşanî ciwanên Kurd ên bi rûmet da. Hevrêyê me sala 2008’an li Xakurkê perwerdeya şervanên nû temam kir û bi daxwazeke mezin tevlî nava karên şoreşê bû. Hevrêyê me Şahan zû bi pêş ket û bû fermandar, derbasî Zagrosan bû demeke dirêj li vê derê gerîlatî kir û sala 2014’an berê xwe da navenda gerîlatiyê qada Botanê. Hevrêyê me li her cihê ku lê ma bi rengekî serketî wezîfeyên xwe yên şoreşê bi cih anî, di têkoşîna me ya şoreşê de bû xwedî kedeke mezin. Bi tevlîbûna xwe ya ji dil, bi hezkirina ji hevrêyên xwe û kesayetiya xwe di nava hevrêyan de bû cihê hezkirin û hurmetê. Di şer û jiyanê de bû fermandarekî pêşeng. Ji bo taktîkên serdema nû bixe pratîkê her tim kûr dibû û tecrûbeyên xwe, çand û exlaqa partiyê her tim ji şervanên ciwan ên li gel re vedigot. Tevlî gelek çalakiyan bûn ên li dijî dewleta Tirk a dagirker hatin lidarxistin û derbên giran li dagirkeran xist. Hevrêyê me Şahan hêrsa xwe bi rêxistin kir ku veguherand çavkaniyeke mezin a hêzê. Hevrêyê me Şahan bû milîtanekî leheng ê felsefeya Rêber Apo, li her devera lê ma xeta jiyanê ya Partiyê bi xurtî bi cih anî û parast. Di xeta şehîdan de bêteredût meşiya û wê her tim di têkoşîna me de bê bîranîn û rêya me ronî bike.”

HPG’ê derbarê gerîla Agît Tolhıldan de ev tişt ragihand: “Hevrêyê me Agît li bajarê me Wanê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû ku ev herêma me di nava şert û mercên herî giran de jî xwedî li çand û kevneşopiya welatparêziyê derdikeve. Hevrêyê me Agît Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê her tim ji nêz ve şopand û tevî temenê xwe yê ciwan jî zextên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gelê me dît, li dijî dagirkeriyê û dagirkeran têkoşîn ji bo xwe kir hinceta hebûnê. Hevrêyê me ji bo demeke kurt di karên ciwanan de ma, asta xwe ya biryardariyê bilind kir û sala 2016’an berê xwe da çiyayên azad ên Kurdistanê, li Mêrdînê tevlî nava refên gerîla bû. Hişmendiya xwe ya welatparêziyê bi taybetmendiyên şervaniyê re gihand hev û di demeke kurt de veguherî gerîlayekî şareza û tevlî gelek çalakiyan bû ku derbên giran li dagirkeran xist. Sala 2017’an derbasî navenda gerîlatiyê Botanê bû, zû bi qadê û hevrêyan re bû yek, bi enerjiya xwe pêşengî ji jiyanê re kir. Bi dilsoziya xwe ya bi xeta şehîdan û eleqeya ji bo felsefeya Rêbertî hevrêyê me Agît li her qadê nûnertî ji xeta şoreşgerî ya partiya me re kir. Bi taybetmendiya xwe ya çalak her tim bi daxwazeke mezin tevlî dibû. Bi kesayetiya xwe ya ji dil û kedkar li nava hevrêyên xwe bû cihê hezkirin û hurmetê. Di demeke kurt de li qada leşkerî şareza bû û di xeta Gerîlatiya Mordernîteya Demokratîk de meşiya, ji bo berpirsyarî û wezîfeyên xwe yên dema nû bi cih bîne timî hewl da.”

Derbarê Mazlûm Tûfan de jî HPG’ê ev agahî parve kir: “Hevrêyê me Mazlûm li Mêrdînê ji dayik bû ku li vê herêma me hişmendî û çanda welatparêziyê timî li pêş e. Li nava malbateke hêja mezin bû ku gelek tevlî nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê kir. Hevrêyê me Mazlûm ji ber zext û êrişên dewleta Tirk a dagirker neçar ma ku tevî malbata xwe koçî Stenbolê bike û ji bo tevkariya madî li malbata xwe bike di karên cuda de xebitî. Li gel êrişên înkar û tunekirinê yên dagirkeran jî hevrêyê me her tim cihê xwe di nava têkoşînê de girt. Beşdarî nava karên ciwanan bû û ji bo ciwanên Kurd ji polîtîkayên asîmîlasyonê yên dagirkeran biparêze gelekî hewl da. Gelek caran bû hedefa êrişên dagirkeran û hate destgîrkirin. Hevrêyê me ti carî serî li ber dagirkeran netewand, sala 2010’an tevlî nava refên gerîla bû û helwesta şoreşgerî nîşan da. Piştî perwerdeya şervanên nû demekê li Garê ma û piştre derbasî Zagrosan bû, gerîlatiya xwe li vê qadê dewam kir. Di demeke kurt de bi vê cografya zehmet re bû yek, bi daxwazeke mezin karên şoreşgerî hembêz kir û pratîkeke xurt a gerîlatiyê nîşan da. Hevrêyê me ku bi taybetmendiyên xwe yên leşkerî li pêş bû, di demeke kurt de bû fermandar û li qadê pêşengî kir. Beşdarî gelek çalakiyan bû û bû xwedî kedeke mezin ku derbên giran li dagirkeran xist. Bi kesayetiya xwe ya kedkar biçûk an jî mezin hemû wezîfeyên xwe bi eşq û têkoşîneke mezin bi cih anî û bi vî rengî ji hevrêyên xwe re her tim bû mînak. Bi dilsoziya xwe ya bêteredût a bi xeta şehîdan û Rêber Apo bû xwedî pratîka bênavber a şoreşgerî û tecrûbeya xwe ya gerîlatiyê jî bi hevrêyên xwe re timî parve kir. Xwe li armanca serketinê ya partiya me asê kir û enerjiyeke bêdawî ya şoreşgerî afirand. Wê her tim di têkoşîna me de bê bîranîn û rêya me ronî bike.”

HPG’ê li ser Dara Serhildan ev tişt ragihand: “Hevrêyê me Dara li bajarê serhildanan li Mêrdînê ji dayik bû, li nava malbateke welatparêz a dilsozê nirxên gelê me mezin bû. Ji ber zextên dagirkeran neçar ma ku tevî malbata xwe koçî Stenbolê bike û têkiliyên bi Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê re ti carî qut nekir. Li metropolên Tirkiyeyê li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê yên bi rêk û pêk li dijî gelê me bi taybetî jî li hemberî ciwanên Kurd tên meşandin di sala 2015’an de tevlî nava refên gerîla bû û bi sekna şoreşgerî bersiv da dagirkeran. Hevrêyê me li qada Cîlo perwerdeya şervanên nû wergirt û zû hînî şert û mercên giran ên Zagrosê bû, bi kelecaneke mezin dest bi gerîlatiyê kir. Li hemberî êrişên tunekirinê yên dewleta Tirk a mêtinger ên sala 2015’an, hevrêyê me Dara li refên herî pêş cih girt, têkoşîneke bi bandor meşand û di demeke kurt de di şer de xurt bû, bû gerîlayekî şareza. Hevrêyê me yê ciwan enerjiya xwe ya jiyanê ya xurt li her qadê xiste meriyetê, bi kesayetiya xwe ya kedkar û fedayî jî li nava hevrêyên xwe hemûyan bû cihê hezkirin û hurmetê. Ji bo di felsefeya Rêber Apo de şareza bibe timî kûr dibû û di demeke kurt de bû xwedî danheviyeke mezin, agahiyên xwe jî bi hevrêyên xwe re parve kir. Ji roja ku tevlî bû heta roja şehîd bû li qada Cîlo gerîlatî bi serketî bi cih anî. Hevrêyê me Dara wê rêya me hevrêyên wî ronî bike.”

Têtildarî Sofî Berbang jî HPG’ê ev agahî da: “Hevrêyê me Sofî li bajarê Colemêrgê ji dayik bû ku ev bajar bi serhildanan û tevlîbûna bêteredût a li nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê tê naskirin. Li nava malbateke hêja û welatparêz mezin bû ku gelek tevlî nava têkoşînê kir. Li gel êrişên dewleta Tirk a mêtinger ji çanda xwe tawîz neda û gihîşt wê baweriyê ku bi berxwedana li ser felsefeya Rêber Apo dikare dawî li êşa gelê me bîne. Hevrêyê me Sofî tevlî karên ciwanan bû. Piştî demekê zextên giran lê hate kirin û weke bersiv li van êrişên dagirkeran di sala 2015’an de li Wanê tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû. Hevrêyê me Sofî ku ji bo tevkariyê li malbata xwe bike di gelek karên cuda de xebitî, xwedî kesayetiyeke kedkar bû û ev taybetmendiya xwe li nava refên têkoşînê hîn bi xurtî û ji dil bi cih anî, bi vî rengî tevlî bû. Demekê li Heftanînê gerîlatî kir û sala 201″7’an derbasî qada Cîlo ya Zagrosan bû ku qadeke ehmet e û li dijî dagirkeran têkoşîneke xurt meşand. Hevrêyê me ku bi perwerdeya wergirtî veguherî gerîlayekî profesyonel, timî hewl dida xwe bi pêş ve bibe û tiştên hîn dibû jî bi hevrêyên xwe yên ciwan re parve dikir. Hevrêyê me ku nûnerekî xurt ê xeta şehîdan bû, ji bo bicihanîna armancên azadiyê yên gelê me û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bêrawestan kar kir û ev yek jî ji xwe re kir xeteke bingehîn a jiyanê. Hevrêyê me Sofî wê bi nirxên ku afirandiye timî di têkoşîna me de bê bîranîn û têkoşîna me ya şoreşê ronî bike.”

HPG’ê di dawiya daxuyaniya xwe de jî ev tişt anî ziman: “Hevrêyên me Şahan, Agît, Mazlûm, Dara û Sofî ku tevlîbûna li nava têkoşînê ji bo azadiya gelê me weke wezîfe dîtin, bi eşqê xwedî li wezîfeyên xwe derketin, şerê li dijî dewleta Tirk a qirker her roj mezin kirin û mizgîniya serketinê dan gelê me. Di serî de malbatên hêja yên van hevrêyên me yên şehîd bûne em sersaxiyê ji tevahiya gelê me yê welatparêz ê Kurdistanê re dixwazin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar