Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

HPG’ê 5 şehîd bi rêzdarî bi bîr anî

HPG'ê 5 gerîlayên şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Têkoşîna li ser xeta serketinê ji hevrêyên xwe re weke mîrate hiştin. Têkoşîna bi rûmet a hevrêyên me yên şehîd wê teqez bi serketinê bê tacîdarkirin."

“Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li dijî mêtingerên ku dixwazin hebûna gelê me ji holê rakin her timî bi fedaîtî şer kirin. Ji bo gelê me bibe xwedî paşerojeke azad, gerîlayên me yên azad canê xwe feda kirine û di her şert û mercên giran de rûmeta gelê me parastine. Di sala 2017’an de jî ku êrîşên dewleta tirk a mêtinger zêde bûn, ewladên leheng ên gelê me canê xwe kirin çeper û xaka Kurdistanê ya pîroz parastin û derbên giran li dagirkeran xistin. Hevrêyên me Bêrîtan, Argeş, Bakur, Sîdar û Berxwedan jî li refên herî pêş cih girtin, bi fedaîtî şer kirin û tevlî şehîdên me yên nemir bûn. Bi jiyana xwe, tevlîbûna xwe ya li nava têkoşînê û rêbaza fedaî ya şer, bûn milîtanên mînak ên Apoyî û ji hevrêyên xwe re têkoşîna li ser xeta serketinê kirin mîrate. Têkoşîna bi rûmet a hevrêyên me yên şehîd wê teqez bi serketinê bê tacîdarkirin.

Agahiyên berfireh ên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Bêrîtan Çiya
Nav paşnav: Aycan Baytar
Cihê jidayikbûnê: Êlih
Dayik-Bav: Songul-Huseyîn
Dem û cihê şehadetê: 2017 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
Nasnav: Argeş Tolhildan
Nav paşnav: Ramadan Bedrî
Cihê jidayikbûnê: Heleb
Dayik-Bav: Hamîde-Bedrî
Dem û cihê şehadetê: 2017 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
Nasnav: Bakur Kûrtay
Nav paşnav: Yûsûf Ertaş
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Perîhan-Tahsîn
Dem û cihê şehadetê: 2017 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
Nasnav: Sîdar Adar
Nav paşnav: Adem Ozkan
Cihê jidayikbûnê: Agirî
Dayik-Bav: Mûazzez – Amhet
Dem û cihê şehadetê: 2017 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
Nasnav: Berxwedan Gelhat
Nav paşnav: Yakûp Donmuş
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Koçê-Mûhyettîn
Dem û cihê şehadetê: 2017 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar