Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

HPG’ê 6 pakrewanên nemir aşkere kir

Hêzên Parastina Gel (HPG)'ê 6 gerîlayên di sala 2017’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne, bi bîr anî û soza pêkanîna xeyalê wan hat dayîn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê gerîlayên şehîd ev agahî da:

“Em hevrêyên xwe Alî, Rojhat, Serhat, Şervan, Welat û Mazlûm bi rêzdarî bi bîr tînin. Hevrêyên me Abdurrahman Saltan (Alî Asya), Tarik Tûnç (Rojhat Zîlan), Erdal Bozkûrt (Serhat Colemerg), Firat Ay (Şervan Întîkam), Orhan Sagniç (Welat Reşan) û Mazlum Gelhat (Diyar Kaya) di sala 2017’an de dema li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ber xwe didan, şehîd bûn.

Gelê me xwedî van zarokan e ku zarokên gelê me tevlî nav refên gerîla dibin û derseke mezin mêtingeriyê. Zarokên gelê me her cure fedakariyê dikin û ev ji bo gelê me serbilindî ye.

Malbatên hêja yên hevrêyên me Alî, Rojhat, Serhat, Şervan, Welat û Mazlûm di serî de, em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:

  Nasnav: Alî Asya

  Nav û paşnav: Abdurrahîm Saltan

Cihê jidayikbûnê: Amed

Navê dê û bav: Bedriye – Mehmet

  Dîrok û cihê şehadetê: 2017/Herêmên Parastinê yên Medyayê

  Nasnav: Rojhat Zîlan

Nav û paşnav: Tarik Tûnç

Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn

Navê dê û bav:Nesîme – Remzî

Dîrok û cihê şehadetê: 2017/Herêmên Parastinê yên Medyayê

  Nasnav: Serhat Colemêrg

  Nav û paşnav: Erdal Bozkûrt

Cihê jidayikbûnê: Mêrsîn

  Navê dê û bav: Hulya – Cevher

Dîrok û cihê şehadetê: 2017/Herêmên Parastinê yên Medyayê

 Nasnav: Şervan Întîkam

Nav û paşnav: Firat Ay

Cihê jidayikbûnê: Riha

Navê dê û bav: Zehra – Abdullah

  Dîrok û cihê şehadetê: 2017/Herêmên Parastinê yên Medyayê

  Nasnav: Welat Reşan

  Nav û paşnav: Orhan Saginç

  Cihê jidayikbûnê: Wan

Navê dê û bav: Nafya – Suslu

Dîrok û cihê şehadetê: 2017/Herêmên Parastinê yên Medyayê

  Nasnav: Mazlûm Gelhat

  Nav û paşnav: Diyar Kaya

  Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Navê dê û bav: Ayşe – Kazim

  Dîrok û cihê şehadetê: 2017/Herêmên Parastinê yên Medyayê

Alî Asya

Hevrê Alî li Amedê ku hîmên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê lê hat avêtin û gelê me bi serhildanan têkoşîna me silav kir, ji dayik bûye. Ew di nav malbateke welatparêz a ku beşdarî têkoşînê bûye û şehîdên wan heye mezin bûye, di temenekî ciwan de çanda welatparêzî û berxwedanê nas kiriye. Ji ber ku di nava malbata wî ya nêz de şehadet çêbûne, bûye sedem ku hevrêyê me Elî di temenê xwe yê biçûk de li pergalê bipirse. Girtina birayê wî yê ku ji bo siberoja azad a gelê me têdikoşiya ya ji aliyê dagirkeran ve û di dilê hevrê Alî bû sedema hêrseke mezin. Hevrêyê me biryar daye ku ew rastiya PKK’ê ji nêz ve nas bike û tevlî nav xebatên ciwanan bûye. Tevî temenê xwe yê ciwan bû xwedî îradeyeke mezin û bi felsefeya Rêber Apo xwe perwerde kir.

Hevrêyê me yê ku dît ku bi têkoşîna Gerîlaya Azadiya Kurdistanê serkeftin dikare pêk were, di sala 2012’an de tevlî nav refên gerîla bûye. Hevrêyê me yê ku bi perwerdeya xwe ya nû ya şervaniyê re xwe ji nû ve afirand, bi hêz û coşeke mezin tevlî jiyana gerîla bû. Hevrêyê me Alî di nava PKK’ê de, bi çand û exlaqê PKK’ê perwerde bû. Hevrêyê me yê ku xwedî asteke kûr e, di her hawîrdora ku lê bû de weke mîlîtanekî partiyê yê mînak derdiket pêş. Hevrêyê me Alî xwe ji pêşketina her rêhevalekî xwe berpirsyar dibîne, xwedî tevlîbûneke bêsînor e, jiyana bi felsefeya Rêbertiyê û di pratîkê de weke armanca xwe ya sereke nirxandiye. Hevrêyê me ku asteke mezin bi dest xistiye, li ser esasê kûrkirina xeta fedayî ya PKK’ê tevlî nava Hêzên Taybet bû. Weke rêhevalê Fermandar Egîd û Berîtan, rêhevalê me Elî ku şopdarê xeta şehîdan bû, ji bo bibe milîtanê xeta serketinê bênavber ked da. Hevrêyê me yê ku di demeke kin de di qada leşkerî de jêhatî bû, her erka ku digirt bi cih anî û bû yek ji fermandarên ciwan ên serdema nû. Hevrêyê me yê ku hem di şerê xwe yê li dijî dagirkeran de hem jî di jiyana xwe de pratîkek bi qasî îdiaya xwe nîşan da, ji bo tevlîbûna xwe ya rast a di jiyana partiyê de bû mîlîtanekî mînak. Em careke din soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna hevrêyê xwe Alî bi serketinê tacîdar bikin.

Rojhat Zîlan

Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bi ji nû ve afirandiye, rûpelek nû di dîroka berxwedana gelên bindest de vekir. Gelê mazlûm ê Kurdistanê ku hêviyek lê tune ye û li hemberî êrîşên herî hovane bê parastin maye, bi Partiya me PKK’ê re bûye hêviya nû. Bi vê yekê ku Rêber Apo di şert û mercên herî dijwar de çirûska têkoşînê pêxist, gelê Kurd bi tevahî hebûna xwe bi têkoşînê re bû yek û lehengên Kurdistanê berê xwe dan nav têkoşînê. Hevrê Rojhat ku li Mêrdînê ku yek ji navendên berxwedanê ye ku têkoşîna azadiya Kurdistanê bi coşeke mezin pêşwazî kir û bi tevlîbûna girseyî xurt kir, ji dayik bû, ji biçûkatiya xwe partiya me nas kir. Hevrêyê me yê ku di malbat û derdoreke welatparêz de mezin bû, zilma dewleta dagirker li ser gelê Kurd dît û ji dijmin gelekî hêrs bû. Hevrêyê me yê ku bi organîzekirina hêrsa xwe tevlî nava refên têkoşînê bû, tevlî çalakiyên ciwanan bû. Weke ciwanekî pêşeng di têkoşîna berxwedan û serketinê ya civaka me de bûye milîtanekî bêhempa. Hevrêyê me Rojhat ê ku rastiya polîtîkaya asîmîlasyon, înkar û îmhayê ya li Kurdistanê tê meşandin dît, di sala 2015’an de tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me yê ku bi coş û moraleke mezin tevlî jiyana gerîla bû, di demeke kin de pêvajoyeke mezin a pêşketinê derxist holê. Hevrêyê me yê ku bala xwe da felsefeya Rêber Apo, bi xwendin û lêkolînên xwe yên timî xwe pêş xistiye. Hevrêyê me yê ku her tim hêza xwe ya leşkerî pêş dixe, di gelek qadên cuda de pispor e. Hevrêyê me yê ku bûye gerîlayekî jêhatî û xwedî tecrûbe û tevlî Hêzên Taybet bû. Hevrêyê me yê ku bi fedakarî jiyana pîroz a gerîla parast û bê dudilî li ser xeta Partiyê meşiya, bi tevlîbûna xwe bû mîlîtanekî mînak. Bi dayîna her kêliya têkoşînê, di her hawirdora ku lê bû de bandorek xurt li rêhevalên xwe afirand û pêdiviya xwe ya li gorî pêwîstiyên serdemê her tim zêde kir, em ê jî têkoşîna hevrêyê xwe bi serkeftinê tacîdar bikin.

Serhat Colemêrg

Ji ber polîtîkayên asîmîlasyon, zext, înkar û tinekirinê yên dewleta Tirk a dagirker ku bi dehan salan li ser gelê me dimeşîne, gelek malbatên me neçar man ji xaka qedîm a Kurdistanê koç bikin. Gelê me yê ku bi birçîbûn, xizanî û her cure zextan re rû bi rû ma û di heman demê de dagirkeriyê hewl da ku gelê me ji Têkoşîna Azadiya Kurdistanê dûr bixe. Tevî hemû êrîşan gelê me yê welatparêz ku ti carî dev ji xeta berxwedanê ya PKK’ê berned û her der kiriye qada berxwedanê. Tevî hemû êrîşên qirêj ên dewleta Tirk, ciwanên Kurd ên bi rûmet bi awayekî girseyî beşdarî nava refên têkoşînê bûn û bi vê yekê polîtîkayên dagirkeran pûç kirin. Hevrêyê me Serhat di malbateke welatparêz de ku ji ber zextên dewleta mêtinger neçar ma ji Kurdistanê koçî Mêrsînê bike hat dinê. Tevî ku neçar ma dûrî Kurdistanê bijî jî, ji xaka xwe û PKK’ê dûr neket û her tim di nava têkoşînê de bû. Hevrêyê me yê ku di ciwaniya xwe de dest bi naskirina têkoşîna me kir, li metropolên Tirkiyeyê rastiya dijmin dît. Hevrêyê me yê ku piştî girtina birayê xwe yê mezin ê ku ji bo mafên rewa yên gelê Kurd têdikoşiya hêrsa xwe ya li hemberî dagirkeran zêde bû, hêrsa xwe zêdetir li ser têkoşînê esas girt. Hevrêyê me Serhat ku li hemberî zextên li ser gelê me bê bersiv namîne, di sala 2015’an de tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me yê ku piştî perwerdeya xwe ya destpêkê derbasî pratîkê bû, li çiyayên pîroz ên Kurdistanê pratîkeke xurt a gerîla nîşan da ku hesreta wî bû. Hevrê Serhat ê ku di bin bandora girêdana PKK’ê ya pîroz de bû û ji bo hembêzkirin û xurtkirina vê girêdanê gelek hewl da, di qada ku lê mabû gerîlayekî jêhatî de zû bû pêşeng. Hevrêyê me yê ku ji bo di warê leşkerî de jêhatî bibe tim dixwîne û xwe pêş dixist, parastin û xurtkirina nirxên şehîdên PKK’ê yên pîroz di jiyana xwe de kiriye esas. Em soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna hevrêyê xwe Serhat bi serketinê tacîdar bikin.

Şervan Întîkam

Ji bo gelê me bibe xwedî pêşerojek bi rûmet û azad, di şert û mercên bêderfetiyê de, bi pêşengiya Rêber Apo Partiya me PKK’ê bûye hêviya gelê me û hemû gelên hatine çewisandin. Hevrêyê me Şervan jî li qadên berxwedanê ya Rihayê ku serî li ber zilmê ne tewandiye û têkoşîna me yekem lê bûye ya gelan, hatiye dinê û bi kevneşopiyek welatparêz mezin bûye. Bûye mîlîtanê hêviya serkeftinê ya ku Partiya me ji nû ve ava kir. Hevrêyê me di nava malbatek de ku bi keda dijî û di nava pirsgirêkên madî de dijî, mezin bûye û ji temenê biçûkahiyê û vir ve dest bi xebitînê kiriye û tevlêkarî li malbatê kiriye. Meşa xeta berxwedan û serkeftinê ya ku PKK’ê ji nifşan derbasî nifşan bûye û bandorek kûr li ser her kesê kiriye, ji temenê zûde bala hevrêyê me Şervan jî kişandiye. Hevrêyê me her derfeta ku dîtiye, veguherandiye derfetê naskirina Partiya me. Li aliyê din bûye şahidê êrîşên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê me pêk anî. Hevrêyê me Şervan li dijî êrîşên tunekirinê yên li Şengal û Rojava li ser gelê me hatine kirin, weke ciwanek Kurd ê bi rûmet bi hêrs bûye û ketiye nava lêgerînên têkoşînê. Hevrêyê me dît ku gelê me encex dikare bi felsefeya Rêber Apo xwe hîn kiriye û bi berxwedanê gerîla ya ku li çiyayên qedîm ên Kurdistanê tê meşandin, bigihije serkeftinê û bêyî teredut biryar daye ku tevlî refên gerîla bibe.
Hevrêyê me weke mîlîtanek bi xwestekek mezin û xwedî hêviya serkeftinê, tevlî refên gerîla bû. Bi perwerdeya gerîlatiyê ya ku dîtiye, bi lez fêrî jiyanê bûye. Hevrêyê me yê ciwan bi felsefeya Rêber Apo, li dijî dagirkerên ku dixwazin hêviya azadiyê ya gelê me tune bike, ketiye nava têkoşînek bê navber. Hevrêyê me ji bo ku erkên xwe yên şoreşê bi serkeftinek mezin temam bike, bi biryardarî û hêza îradeyê xebitî. Di demek kurt de derket pêş û pêşengî ji hevrêyên xwe re kir. Hevrêyê me Şervan asta xwe ya lêhêrbûnê kûrtir kir, bi armanca pêkanîna xeyalên Kurdistana azad a şehîdên nemir, tevlî Hêzên Taybet bû. Hevrêyê me ji bo di qada leşkerî û îdeolojîk de kûr bibe, bê navber hewl daye û di demek kurt de li gelek qadan bûye pispor. Li ser rêya fedaiyan meşiya û tevlîbûnek xurt pêk aniye. Hevrêyê me bi tempoya xwe ya tevlîbûnê timî bilind kiriye û bi hevrêyên xwe re bûye yek. Bi ruhek komunal nêzî erkan bû bi awayek mîlîtanî jiya û bûye xwedî tevlîbûnek mîlîtanî. Hevrêyê me Şervan di refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de, di demek kurt de bû mîlîtanek xwedî tecrube û li ser xeya fedayî meşiya. Em ê teqez têkoşîna hevrêyê xwe bi serkeftinê tacîdar bikin.

Orhan Sagniç

Hevrêyê me Welat li Wan, Qelqeliyê hatiye dinê û di nava malbat û derdorek xwedî zanista welatparêz de mezin bûye. Hevrêyê me weke gelek malbatên Kurdan ên ji ber êrîşên dewleta Tirk a mêtinger bi zoriyên madî re rû bi rû maye, neçar maye ku ji metropolên Tirk koçî Stenbolê bike û ji xaka lê mezin bûye, dûr ketiye. Li metropolên Tirk ji nêz ve şahidî ji polîtîkayên bişaftinê re kiriye ku dewleta dagirker li ser gelê me û bi taybetî li ser ciwanên Kurd pêk tîne. Bi zorê leşkerî bi hevrêyê me Welat dane kirin û di vê pêvajoyê de rûyê dewleta faşîst û mêtinger hîn nêztir nas kiriye. Hevrêyê me Welat li dijî êrîşên mêtingeran qet serî netewandiye û tevlî refên têkoşînê bû. Bi awakek çalak di nava berxwedana li dijî dagirkeran de cih girtiye. Hevrêyê me demekê di nava xebatên ciwan û gel de cih girt û gelek caran rastî terora destgîrkirinê ya dewleta mêtinger hatiye. Hevrêyê me Welat li dijî êrîşên qirkirinê yên ku li Rojava, Şengal û Mexmûrê li dijî gelê me tê kirin bêdeng nebû û baş fêm kiriye ku divê gelê me bi pêşxistina xeta parastina cewherî, dikare li ser piyan bimîne. Hevrêyê me Welat li çiyayên Kurdistanê li ser xeta Rêber Apo meşiya û sala 2015’an tevlî refên gerîla bû.
Hevrêyê me Welat di demek a ku êrîşên îmhayê ya li dijî gelê me herî zêde bûn de, ji ciwanên Kurd re cih û tarzê têkoşînê nîşan da û pêşengî kir. Roja ku tevlî gerîlayên azadiyê bûye, weke roja ji nû ve ji dayikbûna xwe pênase kir. ji bo xwe ji bandorên nerênî yên ku sîstemê di kesayeta wî de ava kirî rizgar bike, bê navber xwe lêpirsîn kiriye. Di demek kurt de bûye mîlîtanek mînak ê Partiya me. Hevrêyê me Welat bi hevrêtî û jiyana pîroz a PKK’ê re bûye yek û hezkirin û teqdîra hemû hevrêyên xwe qezenc kiriye. Hevrêyê me Welat ji bo hem xwe û hem jî hevrêyên xwe yên derdor pêş bixe hewldanek zêde daye, bûye şopdarek yilmaz ê felsefeya Rêbertî û ji bo têkoşîna şehîdên nemir bi serkeftinê tacîdar bike, her tim lêhêrbûn kiriye. Ji xwe re esas girtiye ku fikrên xwe bixe pratîkê. Hevrêyê me Welat bi lez di nava refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de pêş ket, ruhê mîlîtanê demê hilda û li ser xeta serkeftinê meşiya. Em soza hevrêyê xwe ya pêkanîna Kurdistana Azad dubare dikin.

Mazlûm Gelhat

Hevrêyê me Mazlûm bi eslê xwe Koçer e û li Şirnex, Hezexê hat dinê. Bi koka xwe ya çanda Koçeriyê bi xwezaya Kurdistanê re rû bi rû mezin bûye. Civaka me ya Koçer kariya xwe ji bandorên nerênî yên sîstema kapîtalîst parastiye, timî Têkoşîna Azadiya Kurdistanê maye û gelek zarokên xwe yên bi nirx şandiye refên têkoşînê. Hevrêyê me Mazlûm çanda berxwedanê ya welatparêz re mezin bûye û ji ber ku bavê wî di girtîgehê de bû, ji bo debara malbata xwe di temenê ciwan de kar kiriye. Ji temenê zû û vir ve bi têgihiştina kedê, bûye xwedî hestê berpirsyariya bi hêz. Hevrêyê me Mazlûm ne tenê li hemberî malbata xwe ya kedkar, li hemberî hemû civaka Kurd xwe berpirsyar hîs kiriye.
Hevrêyê me Mazlûm şahidî ji berxwedana ciwanên Kurd ên di dema Berxwedana Rêveberiya Xweser a Hezexê li dijî êrîşên dewleta Tirk şer kiriye re kiriye û ruhê berxwedanê yê derketî holê qet ji bîr nekiriye. Hevrêyê me li dijî êrîşên nemerdane yên li ser gelê me, bûye xwedî hêrsek mezin û dest bi lêgerîna rê û rêbazên têkoşîna bi bandor kiriye. Di vê pêvajoyê de Partiya me PKK hîn baştir nas kiriye û zaniye ku gelê me encex bi fikrên Rêber Apo dikare azad bibe. Hevrêyê me tevlî xebatên ciwanan bû û ji bo ciwanên Kurd bi zane bibin û tevlî refên têkoşînê bibin kedek mezin daniye holê. Hevrêyê me Mazlûm dît ku gelê me bêyî parastinek bi hêz, nikare bibe xwedî pêşerojek azad û sala 2016’an tevlî refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bûye.
Hevrêyê me Mazlûm piştî perwerdeyên gerîlatiyê yên esas, derbasî qada pratîkê bû. Bi sekna xwe ya samîmî, dirûst, fedakar û kedkar hezkirin û rêzdariya hemû hevrêyên xwe qezenc kiriye. Girêdanên xurt bi hevrêyên xwe re çêkiriye û ji bo di felsefeya Rêber Apo de kûr bibe, hewldanek zêde daye. Hevrêyê me Mazlûm enerjiya xwe ya ciwantiyê, fedayî têkoşîna şoreşê kir û bêyî ku bibêje biçûk yan mezin bi cidî nêzî hemû erkên şoreşê bûye û di xebatên xwe serkeftina mezin kiriye armanc. Hevrêyê me Mazlûm qasî qada îdeolojîk di qada leşkerî de jî bûye xwedî tecrube. Ji bo di gerîlatiya demê nû de profesyonel bibe, bê navber xwe pêş xistiye û ji bo pêşketina hevrêyên xwe jî ked daye. Hevrêyê me Mazlûm di temenê ciwan de tevlî refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bûye, ji bo bibe layiqê Rêber Apo û şehîdên me yên nemir, bi enerjiyek bêyî sînor têkoşiyaya. Em ê xwedî li bîranîna wî derkevin û têkoşîna wî bi serkeftinê tacîdar bikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar