Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

HPG’ê 7 gerîlayên pakrewan bibîranî

HPG'ê nasnameyên 7 gerîlayên ku li Qada Girê Hakkarî ya Metînayê şehîd bûn aşkere kir û got, "Destpêkê malbatên hêja yên van şehîdên me yên leheng bila serê tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz sax be."

“Di daxuyaniya xwe ya 5’ê sibatê de me ragihandibû ku li qada Girê Hakkarî ya Metînayê, li dijî dagirkeran çalakiyeke koordîneyî ya gerîla hatiye lidarxistin û di vê çalakiyê de derbên giran li hêzên dijmin hatiye xistin. Me ragihandibûn ku 7 hevrêyên me yên ku di nava şert û emrcên giran ên zivistanê de bi îradeyeke mezin, bi biryardarî û ruhê fedaî şer kirin, şehîd bûne û dema agahiyên li ser nasnameya wan diyar bû wê bi gelê me û raya giştî re bêne parvekirin. Hevrêyên me yên şehîd bûn Roza Kerboran, Rûken Kobanê, Hekîm Zana, Serhildan Kelasor, Nûman Amed, Karasûngûr Kanîreş û Serhed Hesekê ne.

Van lehengên me bi ruhekî fedaî li gel şert û mercên giran ên zivistanê ji bo dijmin ji qadên dagirkirî biavêjin bi biryardariyeke mezin şer kirin û şehîd bûn. Di serî de malbatên hêja yên van şehîdên me yên leheng bila serê gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz sax be.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Roza Kerboran
Nav paşnav: Buşra Aktaş
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Pervîn-Alî
Dem û cihê şehadetê: 2’ê Sibata 2023 / Metîna
Nasnav: Rûken Kobanê
Nav paşnav: Buşra Besrawî
Cihê jidayikbûnê: Kobanê
Dayik-Bav: Xanim-Xişman
Dem û cihê şehadetê: 2’ê Sibata 2023’an / Metîna
Nasnav: Hekîm Zana
Nav paşnav: Kanî Sakîn
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Rûkiye-Alî
Dem û cihê şehadetê: 2’ê Sibata 2023 / Metîna
Nasnav: Serhildan Kelasor
Nav paşnav: Alî Fener
Cihê jidayikbûnê: Riha
Dayik-Bav: Hatîce-Hasan
Dem û cihê şehadetê: 2’ê Sibata 2023 / Metîna
Nasnav: Nûman Amed
Nav paşnav: Zana Savûran
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Şemsîhan-Kûdbettîn
Dem û cihê şehadetê: 2’ê Sibata 2023 / Metîna
Nasnav: Karasûngûr Kanîreş
Nav paşnav: Zubeyîr Teymûroglû
Cihê jidayikbûnê: Çewlîg
Dayik-Bav: Hayriye-Paşa
Dem û cihê şehadetê: 2’ê Sibata 2023 / Metîna
Nasnav: Serhed Hesekê
Nav paşnav: Îsmaîl Hasan Îbrahîm
Cihê jidayikbûnê: Hesekê
Dayik-Bav: Îlham-Hasan
Dem û cihê şehadetê: 2’ê Sibata 2023 / Metîna

 

Roza Kerboran

Mêrdîn ku yek ji herêmên destpêkê yên pêşketina têkoşîna me ya azadiyê ye, piştî ku Tevgera Apoyî nas kir ewladên xwe yên herî leheng tevlî nava refên têkoşînê kir û ji bo mezinkirina têkoşîna azadiyê ya gelê me pêşengî kir. Bi taybetî jinên serhildêr ên Mêrdînê ref bi ref herikîn nava refên têkoşînê, bi erka pêşengiya şoreşa civakî ya li Kurdistanê rabûn. Hevrêya me Roza jî li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê li nava eşîra Torî ji dayik bû ku kevneşopiyeke bi vî rengî ya têkoşîn û berxwedanê lê serwer e. Ji ber ku malbat û derdora wê welatparêz e, her wiha ji eşîra wê bi dehan şehîd di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de heye, ji ber vê yekê hevrêya me Roza jî hîn di temenê biçûk de partiya me PKK nas kir. Hevrêya me Roza bi destanên lehengiyê yên gerîla mezin bû û her tim berê xwe da çiyayên welatê me. Bi taybetî di pêvajoya Berxwedana Xwerêveberiyê de şahidî ji şerê bi fedaîtiyê yê gerîla re kir. Bi bandora berxwedana destanî, weke jineke ciwan bawaeriya xwe bi wê anî ku divê tevlî nava têkoşîna azadiyê ya gelê me bibe û berpirsyariyên xwe bi cih bîne. Hevrêya me Roza bi vî rengî biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe. Bawer kir ku hesabê komkujiyên ku di dema Xwerêveberiyê de dijmin li gelê me kir, bi tevlîbûna li nava refên gerîla dikare bipirse. Li ser vê bingehê sala 2016’an berê xwe da çiyayên Kurdistanê û li qada Gabarê tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêya me Roza demeke kurt li qada Gabarê gerîlatî kir, jiyan û hevrêtiya gerîla ya li vê derê gelekî bandor lê kir. Di her kêliya jiyanê de hevrêyên li qada Gabarê û kêliyên bi wan re bi bîr anî. Perwerdeya xwe ya destpêkê ya li nava gerîla, li qada Heftanînê dît, bi vê perwerdeyê re Partiya me û têkoşîna me hîn bêhtir ji nêz ve nas kir. Her wiha rastiya gelê kurd, li gel vê yekê rastiya xwe bêhtir nirxand. Her roj hîn bêhtir hînî jiyana li çiyê û gerîla bû, bi çiyê re bû yek. Li herêma Heftanînê ku pratîka xwe ya destpêkê ya gerîlatiyê lê meşand, ji aliyê leşkerî û îdeolojîk ve roj bi roj xwe xurtir kir, derfet dît ku hişmendiya azadiyê ya jinan bêhtir bi pêş ve bibe. Li gel hevrêyên xwe yên ku bi hev re pratîk kirin, di çarçoveya pîvanên Partiyê de têkiliyeke xurt danî, cihê xwe di dilê her hevrêyên xwe de girt. Li qada Heftanînê hevrêtiyên bi wate jiya, gelek hevrêyên hêja nas kir ku ji bo heman armancê şer kirin û xwe ji nû ve nas kir. Lewma gava ku dijmin êrîş bir ser Heftanînê, bêdudilî kete çeperên şer û ji bo derba giran li dijmin bixe beşdarî gelek çalakiyan bû. Hevrêya me Roza cihê xwe di nava tîmên bi tevger de girt ku li gelek qadên Heftanînê derbên giran li dijmin xistin û tecrûbeya xwe ya destpêkê ya şer jî li vê qadê wergirt. Bi wêrekî û xwînsariya xwe ya li nava şer pêşengî ji hevrêyên xwe re kir. Li gel temenê xwe yê ciwan jî namzeteke fermandariyê ya paşerojê bû. Piştî tecrûbeyên ku ji Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê wergirtî, derbasî qada Metînayê bû, li vê derê beşdarî nava tîmên bi tevger bû. Hevrêya me Roza tecrûbeyên ku di şerê Heftanînê de wergirt bi hevrêyên xwe re parve kir, ji bo pêşvebirina hevrêyên xwe kedeke mezin da. Li hemberî êrîşên dijmin ku ji sala 2021’ê û pê ve li qada Metînayê da destpêkirin, her tim bi rengekî çalak cihê xwe di nava têkoşînê de girt. Hevrêyên wê li qada Zendûrayê li dijî dijmin yek ji berxwedanên herî esîl ên dîrokê afirandin. Hevrêya me Roza jî tevî hevrêyên pê re bi çalakiyên xwe silav dan vê berxwedana destanî û wezîfeya xwe ya hevrêtiyê bi serketî bi cih anî. Hêrsa xwe ya li dijî dijmin, piştî şehadeta her hevrêyekê/î zêde kir. Agirê tolhildanê ku di dilê wê de bû mîna pîzot û dixwest vî agirî veguherîne çalakiyeke mezin û derfetê vê yekê di çalakiya li ser Girê Hakkarî de dît. Beşdarî gelek çalakiyên li dijî dijmin bû, di van çalakiyan de bi tevlîbûna xwe ya fedaî weke gerîlayeke YJA Starê bi rola pêşengiyê rabû ku jê dihate hêvîkirin. Hevrêya me Roza baweriya xwe bi wê anî ku divê dijmin ji Girê Hakkarî bê avêtin, ji bo vê jî divê bi her cûreyî fedakarî bê kirin û demeke dirêj kete nava amadekariyên çalakiyê. Hevrêya me Roza bi wî fikrî bû ku şer bi amadekariyan dikare bê qezençkirin, di taktîkên gerîlatiya serdema nû de xwe pispor kir û bi kûrbûneke xurt divê bersiv ji pêvajoyê re bê dayin. Di çalakiya 2’ê sibata 2023’yan de weke fermandara baskê çalakiyê wezîfe wergirt.

Hevrêya me Roza li gel şert û mercên giran ên zivistanê bi îradeyeke xurt a Apoyî û biryardariyeke mezin, tedbîrên dijmin hemû têk bir, xwe gihand heta çeperên dijmin û derbên giran li dijmin xist. Bi fedakariya xwe, bi rêbaza xwe ya kar a bi dîsîplîn, bi hunera xwe ya fermandariyê, bi hevrêtiya xwe ya ji dil û bêhesab bû fermandareke mînak a YJA Starê. Wê ji hevrêyên xwe re her tim pêşeng be.

Rûken Kobanê

Hevrêya me Rûken li bajarê Kobanê ku li cîhanê bi berxwedan û lehengiya xwe tê naskirin, li nava malbateke ji eşîra Kêtikî ji dayik bû. Hevrêya me Rûken ku tevgera Apoyî zêde nas nekir û tenê navê wê bihîstibû, sala 2014’an di pêvajoya Berxwedana Kobanê de derfet dît ku Apoyiyan ji nêz ve bibîne û nas bike. Dît ku sekn, axaftin, nêzîkatî, liv û tevger û hevrêtiya Apoyiyan ji ya mirovên ji rêzê gelekî cuda ye û pê bi bandor bû. Şerê bi wêrekiyeke mezin a fedaiyên Apoyî bi taybetî jî jinên kurd ên azad, kir ku hevrêya me Rûken heyranê wan be. Weke jineke kurd ji bo ew jî bibe xwedî heman hunerê û kesayetiya xwe bilind bike, biryar da tevlî nava tevgera Apoyî bibe.

Hevrêya me Rûken ku tevlî nava refên partiyê bû li Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi pratîka gerîla kir, bû gerîlayek û tevlî nava jiyana azad a bi hevrêtiya PKK’ê hatiye avakirin. Her ku têkiliyên hevrêtiyê jiya moral jê wergirt, bi vê moralê bêhtir xurt bû. Di heman demê de fikrên Rêber Apo xwend, tevlî perwerdeyê bû, xwe kûr kir û rastiya Rêbertî hîn bêhtir ji nêz ve nas kir. Derfetên ku Rêber Apo ji bo têkoşîn û jiyana azad li çiyayên Kurdistanê ji bo jinan afirandiye, kir ku bi xurtî bi Rêbertî ve bêgirêdan. Her ku hêza mezin a fikrê ya Rêber Apo, keda ku ji bo jinan û gelên bindest dide, nas kir bêhtir bi îdeolojiya Apoyî ve hate girêdan. Bi vê hest û têgihiştinê tevlî qadên pratîkê bû, li Zagrosan gerîlatî kir. Piştî pratîka 5 salan a gerîlatiyê, ji bo karibe di gerîlatiyê de kûrtir bibe tevlî perwerdeya pisporiya leşkerî bû û di taktîka sûîqestê de weke gerîlayeke pispor mezûn bû. Ji bo tiştên di akademiya leşkerî de hîn bû bigihîne hevrêyên xwe 2 salan tevlî karên akademiyê bû, di vê demê de ji aliyekî ve ji pêşketina hevrêyên xwe re bû alîkar, li aliyê din jî xwe bêhtir şareza kir.

Hevrêya me Rûken weke gerîlayeke pispor gihîşt asteke girîng, di heman demê de di gerîlatiya jinan ya azad û fermandariya YJA Starê de xwe kûrtir kir, ji her alî ve ji bo xwe profesyonel bike derbasî akademiya jinan ya azad a leşkerî bû û beşdarî pêvajoya perwerdeyê bû. Bi kûrbûnên xwe yên li vê derê xwe bi pêş ve bir, weke fermandareke jin a pêşeng, bi berpirsyarike mezin tevlî nava pratîkê bû. Hevrêya me Rûken li qada pratîkê tevlî gelek operasyonên şoreşgerî û çalakiyan bû. Bi karakterê xwe yê dilnizm zêde neaxivî bûya jî bi sekn û pratîka xwe bandor li hevrêyên xwe kir. Di nava jiyanê û pratîka leşkerî de bi jêhatî û wêrekiya xwe ya mezin, xwe ji bo wezîfeyên giran pêşniyar dikir. Bi pratîka xwe ya serkeftî li pêş bû, bi tevlîbûna xwe ya serkeftî xwe nîşan dida.

Hevrêya me Rûken li her qada ku lê dima bandoreke mezin li hevrêyên xwe dikir û di sala 2022’an de bi rengekî çalak tevlî berxwedana li dijî dagirkeran bû. Bû yek ji rastiya şênber a sekna jin a azad ku li qada şer bi wêrekî û lehengî nîşan dida û derb li dijmin dixist. Bi rengekî çalak tevlî operasyona şoreşgerî û çalakiya li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî bû, derbên giran li dagirkeran xist û cihê xwe di çalakiya dawî de girt, li refên herî pêş bi ser dijmin ve meşiya. Bi wêrekî, daxwaza xwe ya mezin, baweriya bi serkeftinê û biryardariya ji bo hesabpirsîna ji dijminê dagirkeran, di nava şert û mercên herî giran de bi ser çeperên dijmin ve çû, şer kir û bi lehengî şehîd bû.

Hekîm Zana

Hevrêyê me Hekîm li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû û mezin bû. Hevrêyê me Hekîm ji ber ku li nava malbat û derdoreke dilsozê nirxên civakî mezin bû, hîn di temenê zarokatiyê de bi nirxên xwe ve hate girêdan. Li gel mezinbûna li nava derdoreke bi vî rengî her wiha di zarokatiyê de şahidî ji polîtîkayên qirkirina fîzîkî û çandî ya dewleta tirk a faşîst a li ser gelê kurd re şahidî kir. Lewma jî li hemberî van polîtîkayan bû xwedî hêrseke mezin. Hevrêyê me Hekîm pê hesiya ku bêyî têkoşîna li dijî van polîtîkayan tu destkeftî bi dest nakevin û hêrsa mezin a li dijî komkujiyên li ser gelê kurd fêhm kir û biryar da ku vê yekê bike bingeheke têkoşînê.

Sala 2014’an dema ku DAIŞ’ê û dûvikên wê bi destê dewleta tirk a qirker, faşîst êrîşî gelê kurd kirin û komkujiyên mezin kirin, weke yek ji bi hezaran ciwanên kurd ên bi rûmet bi hawara gelê xwe ve beziya. Hevrêyê me Hekîm di her kêliyê de li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer kir, bi enerjiya xwe ya bê dawî kete çeperan, bi daxwaz û biryardariya xwe bû hêz û moral ji hevrêyên xwe re. Hevrêyê me Hekîm di vî şerî de tecrûbeyeke mezin a leşkerî wergirt, tecrûbeya xwe bi hevrêyên xwe re parve kir û ji bo mezinkirina şer bi roleke girîng rabû. Tevî ku di vî şerî de birîndar bû, bi îradeya Apoyî ji nû ve rabû ser piyan û yekser berê xwe da çeperan, berê xwe da gel hevrêyên xwe yên li eniyê. Bû yek ji wan hevrêyên me ku di têkbirina gefa çeteyan a li ser gelê me, bû xwedî pareke mezin. Di şerê dijî paşverûtiya DAIŞ’ê de wezîfeya xwe bi serkeftî bi cih anî, pê hesiya ku divê ji bo azadiya gelê me hîn bêhtir têbikoşe û berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Hevrêyê me Hekîm li herêma Metînayê dest bi pratîka gerîla kir, bi qîmeta ku dida hevrêtiyê li nava hevrêyên xwe hemûyan bû cihê hezkirin û hurmetê. Bi dilnizmî û tevlîbûna xwe ya bêfikar, wezîfeyên xwe hemû bi rengekî serkeftî bi cih anî, bi zemîna serketinê nêzî hemû wezîfeyan bû. Hevrêyê me Hekîm li qadên Metînayê kedeke mezin da karên binesaziyê, pêwîstiya vî karî fêhm kir û bi baweriyeke mezin tevlî bû. Hevrêyê me Hekîm timî têkoşiya ku ji bo ji aliyê îdeolojîk ve xwe bi pêş ve bibe û bi meraqeke mezin kete nava hewldana hîn bûnê, tiştên hîn dibû jî bi dilnizmiyeke mezin bi hevrêyên xwe re parve dikir. Dema ku dewleta tirk a dagirker 14’ê nîsanê dest bi operasyonên dagirkeriyê kir, hevrêyê me Hekîm bû yek ji wan hevrêyan ku destpêkê li eniya herî pêş bersiv dan êrîşan. Hevrêyê me Hekîm tecrûbeya xwe ya li qada leşkerî bi serkeftî derbasî pratîkê kir, ji destpêka operasyonê ve pêşengî ji gelek çalakiyan re kir ku derbên mezin li dijmin hate xistin. Hevrêyê me Hekîm di nava sermaya ku berf bi metreyan bilind bû, tu mirov nekarî çend deqeyan jî lê îdare bike, tevî hevrêyên xwe bi ser dijmin ve meşiya û ispat kirin ku rêbaz û taktîka gerîla ya dema nû dema bi rengekî rast bê bicihanîn wê serkeftinê bi xwe re bîne. Hevrêyê me Hekîm ji bo me hevrêyên xwe bû mînaka bawerî, îrade, daxwaz û biryardariye mezin. Weke hevrêyên wî em soz didin ku hevrêyê xwe Hekîm û hemû şehîdan ku mîrateya wan a berxwedanê teqez bi ser bixînin.

Serhildan Kelasor

Hevrêyê me Serhildan li navçeya Siwêreg a Rihayê, li nava malbateke cotkar û welatparêz a eşîra Îzolî ji dayik bû. Navçeya Siwêregê yek ji navendên destpêkê yên berxwedanê ye ku tevgera Apoyî nas kir û di şexsê kadroyên pêşeng ên tevgera Apoyî de mîna Kemal Pîr, Mehmet Karasûngûr, Cûma Tak, têkoşîna azadiyê nas kir. Ji ber vê yekê Siwêreg bû qadeke têkoşînê ku bi sempatî û dilsoziyeke kûr nêzî Tevgera Apoyî dibe. Dewleta tirk di dema darbeya faşîst a 12’ê Îlonê û piştî wê de çiqasî êrîş bir ser xelkê Siwêregê jî nekarî tevgera Apoyî di dil û mejiyê xelkê Siwêregê de biçûk bike. Hevrêyê me Serhildan jî li qadeke bi vî rengî ya têkoşînê bi hestên kûr ên welatparêziyê mezin bû. 12 salan xwend, lê belê dît ku di nava sîstema dewleta tirk de cih ji kurdên azad re nîne, li dijî vê sîstema ku li ser qirkirina kurdan ava bûye, pêwîstiya bi têkoşînê dît. Mîna darek li ser koka xwe şîn bûye da ser şopa Alî Çîçek, Halîl Çavgûn û Cûma Tak, beşdarî nava karên ciwanên şoreşger bû. Di vî karê de jî bi mîsyona pêşengiyê rabû û bi her awayî fedakarî kir.

Ji bo meşa şoreşê bi lez bike û hîn bi xurtî têbikoşe di sala 2014’an de dema ku çeteyên DAIŞ’ê bi piştgiriya dewleta tirk êrîş bir ser Kobanê, beşdarî nava refên têkoşînê bû. Hevrêyê me Serhildan li Kobanê beşdarî nava têkoşîna şoreşgerî bû, bi rengekî çalak tevlî nava têkoşîna li dijî DAIŞ’ê bû ku mirovahî ji belayekî mezin rizgar kir û bû paşerojeke bi hêvî ji mirovahiyê re. Beşdarî gelek çalakî û pêngavan bû, bi wêrekiya xwe ya mezin cihê xwe li refên herî pêş girt, du caran bi giranî birîndar bû lê tevî van hemûyan jî piştî rehet bû yekser li karê xwe vegeriya.

Hevrêyê me Serhildan tevî ku şoreşgerekî wêrek û şerker bû, di branşa tenduristiyê de jî xwe bi pêş ve bir û weke şoreşgerekî tenduristiyê cihê xwe di nava refên têkoşînê de girt. Weke kedkarekî tenduristiyê xizmet da hevrêyên xwe û gelê xwe, birîn pêçand, kir ku rehet bibin, her tim bi wê têgihiştinê tevgeriya ku xizmeta li gel û hevrêyan xizmeta li şoreşê ye. Hevrêtî weke nirxê herî mezin dît ku divê bêparastin û bê jiyîn, bi manewiyateke bilind û dilgermiyeke mezin nêzîk bû. Li ser vê bingehê li her qada ku lê ma bi fedakariyeke mezin ked da hevrêyên xwe, bi kesayetiya xwe ya dilnizm li nava hevrêyên xwe hemûyan bû cihê hezkirin û hurmetê. Bi moralê xwe yê bilind her tim reng da derdora xwe, moral bilind kir, hêz û bawerî da derdora xwe. Weke şoreşgerekî, piştî ku têkoşîna li dijî DAIŞ’ê li gelek qadan bi serkeftî qedand, derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û heman tevlîbûna xwe ya serketî li vê derê jî dewam kir. Derbasî Metînayê bû, her kar bi hezkirin bi cih anî û bi hesta berpirsyariyê tevlî pratîkê bû. Hevrêyê me Serhildan li çiyayên Kurdistanê bi hezkirina xwe ya ji jiyanê, bi moral, hevrêtiya xwe ya ji dil û tevlîbûna xwe ya çalak, pêşengî kir.

Hevrêyê me Serhildan xwe bi hunera Apoyî xurt kir, di heman demê de taybetmendiyên fermandariya leşkerî di kesayetiya xwe de bi pêş ve bir. Tu carî xwe tenê ji aliyekî ve nenirxand, her tim hewl da li her qadê xwe bi pêş ve bibe û bike şoreşgerekî şareza. Bi vê daxwaz û biryardariyê tevlî nava perwerdeya akademiyê bû, bû pispor, di taktîkên gerîlatiya serdema nû de kûr bû û weke fermandarekî gerîla yê profesyonel cihê xwe li eniya şer wergirt. Hevrêyê me Serhildan di heman demê de bi rengekî çalak tevlî şerê li tunelan bû, li dijî dijmin şer kir, tevî ku gelek caran bi çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî êrîş lê hate kirin jî tu carî ji helwesta xwe ya berxwedêr tawîz neda. Di kêliyên herî zehmet de jî ku bi çekên kîmyewî li hemberî wî û hevrêyên wî êrîş hatin kirin, moralê xwe timî bilind dikir, tempo û moralê xwe qet nexist, ji hevrêyên xwe re bû çavkaniya hêzê. Hevrêyê me Serhildan di heman demê de tevlî nava tîmên bi tevger bû, di birêxistinkirina binesaziya şer de fedakariyeke mezin kir, ked da. Hevrêyê me Serhildan bi tevlîbûna xwe ya bi her awayî, li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî ji her alî ve pêşengî kir.

Hevrêyê me Serhildan ku li dijî dijminê mêtinger qirker xwedî hêrseke mezin bû û ji bo hilanîna tola êşên giran ên gelê me yê mezlûm sozên mezin da, tevlî gelek çalakiyan bû. Di çalakiya dawî de jî ya li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî ku lê şehîd bû, bi heman hest û biryardariyê şer kir, bi wêrekiyeke mezin bi ser dijmin ve meşiya, bi lehengî şer kir û şehîd bû. Hevrêyê me Serhildan mîna Alî Çîçek, Halîl Çavgûn û Cûma Tak, bû şoreşgerekî sembol ku di serî de ciwanên Rihayê hemû ciwanê Kurdistanê ji xwe re bikin mînak û bidin ser şopa wî. Bi vî rengî cihê xwe di dîroka me ya têkoşînê de girt.

Nûman Amed

Bajarê me Amed ku hîmên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê lê hate danîn, çanda serhildanê lê hate afirandin û di nava şert û mercên herî giran û êrîşên firan de jî navenda berxwedanê ya Kurdistanê ye, bû bersiva şênber a lêgerîna li azadiyê û sekna bi rûmet a gelê me. Bi hezaran ciwanên Amedê yên leheng û berxwedêr, her demê tevlî nava refên gerîla bûn û têkoşîn bilind kirin. Hevrêyê me Nûman jî li vê navenda berxwedanê û dilsozê nirxên Kurdistanî li Amedê ji dayik bû, li nava çanda têkoşînê ya xurt mezin bû. Hevrêyê me, polîtîkayên qirêj ên dewleta tirk a mêtinger ji nêz ve dît ku hewl dide ciwanên kurd ji têkoşînê dûr bixîne û li dijî êrîşên sîstema faşîst gihîşt biryardariya têkoşînê. Hevrêyê me demekê tevlî nava karên ciwanan bû, ji boz anekirina ciwanên kurd û xizmeta gelê me kar kir, karê xwe tu carî têker nedît û berê xwe da têkoşîneke hîn çalak. Sala 2015’an xwe gihand çiyayên qedîm ên Kurdistanê û beşdarî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû.

Piştî perwerdeyên bingehîn ên gerîlatiyê hevrêyê me derbasî herêma Avaşînê bû û demeke dirêj li vê derê kar kir. Hevrêyê me Nûman ku karê xwe yê destpêkê yê gerîlatiyê li Avaşînê meşand, di bin bandora heybeta Zagrosan de têkoşîna şoreşgerî meşand. Hevrêyê me ku bi kesayetiya xwe ya kedkar dihate naskirin, mezin an jî biçûk bi cidiyeteke mezin nêzî hemû wezîfeyên şoreşê bû. Di karê amadekirina binesaziya şer de kedeke mezin da, di nava şert û mercên herî giran de karekî serkeftî kir. Piştî tecrûbeya ku li Avaşînê wergirt, derbasî herêma Metînayê bû û li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî bi dek û rêbaza şerê bi bandor hate naskirin. Hevrêyê me Nûman bi rengekî çalak tevlî Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê bû, ji bo berfirehkirina rêbaza tîm ê bi tevger kedeke mezin da. Li herêma Metînayê li refên herî pêş tevlî hemû çalakiyan bû, li çeperên berxwedanê ji bo piştgiriyê bide hevrêyên xwe yên şer dikirin, li kûrahiya qadê derbên giran li artêşa tirk a dagirker xist. Hevrêyê me Nûman ku milîtanê dem û cihên zehmet bû, bi rêbaza şerê fedaî di gelek çalakiyan de bi ser dagirkeran ve çû û ji bo serketina çalakiyên tevlî bû bi roleke mezin rabû. Ji bo xwedîderketina li têkoşîna hevrêyên me yên şehîd, ji bo serxistina vê mîrateyê hevrêyê me Nûman bêrawestan kar kir, şer kir û bi kesayetiya xwe ya ji dil li nava hevrêyên xwe hemûyan bû cihê hurmet û hezkirineke mezin. Ji bo bibe milîtanekî hêjayî Rêber Apo û partiya me PKK’ê timî kûr dibû, hîn dibû û tiştên hîn bûyî jî bi hevrêyên xwe re parve dikir. Timî dilsozê xeta hevrêtiyê ya pîroz a PKK’ê bû. Weke fermandarekî pêşeng taktîkên gerîla yên serdema nû derbasî pratîkê kir, di rêya fedaiyan de meşiya û bi xurtî tevlî bû. Tempoya xwe ya tevlîbûnê timî bilind kir û bi hevrêyên xwe re bû ye, bi ruhê komunal nêzî hemû wezîfeyan bû, bi rengekî milîtanî jiya, bi milîtanî tevlî bû. Di nava şert û mercên herî giran de bêdudilî bi ser dagirkeran ve çû û bû milîtanê xeta serketinê. Hevrêyê me Nûman wê her tim di nava têkoşîna me de bê bîranîn.

Karasûngûr Kanîreş

Hevrêyê me Karasûngûr li Çewlîgê li Kanîreşê ji dayik bû û li nava malbat û derdoreke welê mezin bû ku çanda berxwedan û serîntewandina li ber zilmê, lê serwer e. Bajarê me Çewlîg ê welatparêz ku di dîroka Kurdistanê de bi rengekî çalak tevlî nava lêgerîna azadiyê û jiyana bi rûmet bû, bû hedefeke taybet a dewleta tirk a mêtinger û bû navenda polîtîkayên asîmîlasyonê. Li hemberî êrîşên bêrehm ên mêtingeran ku dixwaze îradeya azad a gelê me yê welatparêz ji dîrokê bibe, xelkê me ti carî dest ji berxwedanê berneda. Bi partiya me PKK’ê re ya bi pêşengiya Rêber Apo, hêviya azadiyê ya gelê me ji nû ve şîn bû, ciwanên kurd ên bi rûmet jî pêl bi pêl herikîn nava refên têkoşînê. Xelkê me yê Çewlîgê jî her tim bêfikar piştgirî da têkoşîna me û bû şopdarê çanda serhildanê. Hevrêyê me Karasûngûr ku çanda welatparêziyê di zarokatiyê de nas kir û çanda xurt a Kurdistanê pejirandin, bi vî rengî mezin bû. Li hemberî êrîşên înkar, tunekirin û asîmîlasyonê yên li ser gelê me weke ciwanekî kurd ê dixwest bi îradeya azad û bi rûmet bijî, bû xwedî hêrseke mezin û hîn di temenê biçûk de kete nava lêgerîna têkoşînê. Hevrêyê me ku gelekî bala wî çû ser felsefeya Rêber Apo, ji bo Rêbertî baştir fêhm bike kete nava gelek lêkolînan. Li Meletiyê dema ku diçû zanîngehê, ev lêgerîn û lêkolînên xwe kûrtir kir, baweriya xwe bi wê anî ku paşeroja azad a gelê me tenê bi xeta PKK’ê ya bi felsefeya Rêber Apo û fedaîtî şer dike, dikare pêk were. Hevrêyê me Karasûngûr, sala 2015’an ku hingî êrîşên înkar û tunekirinê yên li ser gelê me gihîşt asta herî bilind, beşdarî nava refên gerîla bû, bersiva herî mezin û bi wate da dagirkeran û rêya têkoşîna rasteqîn nîşanî ciwanên kurd da.

Hevrêyê me Karasûngûr dema tevlî nava refên gerîla bû, paşnavê hevrê Mehmed Karasûngûr li xwe kir ku yek ji fermandarên pêşeng ên têkoşîna me bû û 2’ê gulana 1983’an şehîd bû. Bi vî rengî têkoşîna şehîdên me yên nemir dewr wergirt. Hevrêyê me Karasûngûr ku baş zanîbû PKK partiyeke şehîdan e, di jiyana xwe ya şoreşgerî de xwedî li mîrateya têkoşîna şehîdan derket û li ser xeta fedaî bêdudilî meşiya. Bi kesayetiya xwe ya ji dil û kedkar li nava hevrêyên xwe di demeke kurt de bû cihê hezkirin û hurmetê û bi pêş ket, bû milîtanekî pêşeng. Hevrêyê me ku bala xwe ya li ser qada leşkerî zêde bû, bi perwerdeyê re bû xwedî tecrûbeyeke mezin û bû fermandarekî gerîla ku ji wezîfeyên serdema nû re amade bû. Li gelek qadan û di karên cuda de ma, wezîfeyên tevgera me bi rengekî serkertî bi cih anî û kete nava lêgerîna wê yekê ku tevkariyê li têkoşîna şoreşê hîn bêhtir bike. Dema ku artêşa tirk a mêtinger sala 2020’î êrîş bir ser Heftanînê, li eniya herî pêş cih girt û li dijî dagirkeran şer kir. Ji bo taktîkên gerîla yên serdema nû bixe pratîkê kedeke mezin da. Hevrêyê me Karasûngûr ku yek ji milîtanên pêşeng ên Pêngava Cenga Heftanînê bû, di bin fermandariya hevrê Şehîd Bargiran Erkendî de şer kir û derbên giran li dagirkeran xist. Hevrêyê me ku di şer û jiyanê de bi sekn û tevlîbûna xwe ya fedaî dihate naskirin, ji bo her tim li eniyên pêş be bi israr tevdigeriya. Gava ku li ser Metînayê êrîşa dagirkeriyê destpê kir, careke din xwest ber bi qadên şerê giran ve biçe, bi tecrûbeya xwe beşdarî nava tîmên bi tevger bû û li Metînayê bû xwedî kedeke mezin ku derbên giran li dagirkeran bê xistin. Hevrêyê me Karasûngûr ku di her çalakiyê de li refên herî pêş û bi fedaîtî bi ser dagirkeran ve çû, bi wêrekî bû tirsa mezin di dilê dagirkeran de. Hevrêyê me Karasûngûr ku her kêliya jiyana xwe da têkoşînê û timî dilsozê xeta şehîdan bû, bû milîtanekî mînak. Mîrateya têkoşînê ya hevrêyê me Karasûngûr wê her tim rêya me ronî bike.

Serhed Hesekê

Hevrêyê me Serhed li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber ku malbat û derdora wî welatparêz bû, hîn di temenê biçûk de partiya me PKK û Rêber Apo nas kir. Bi Şoreşa Azadiyê ya Rojava re rastiya Rêber Apo, Şoreşa Kurdistanê ya bi pêşengiya wî hîn bêhtir ji nêz ve nas kir û fêhm kir. Hevrêyê me Serhed di nava şert û mercên Şoreşa Azadiyê ya Rojava de kete ciwantiyê û têkşoîna hêzên azadiyê yên Rojava ji nêz ve şopand ku êrîşên çeteyan û rejîmê bi fedakarî û berdêleke giran têk birin. Hêzên azadiyê yên Rojava ku gelê me diparêzin û paşeroja azad roj bi roj xurt dike, ji ber ku ji felsefeya Rêber Apo sûdê werdigirin, hevrêyê me Serhed jî hîn bêhtir xwe nêzî Rêber Apo û partiya me PKK’ê kir. Weke ciwanekî kurd xwe li hemberî gelê me berpirsyar dît, xwest ku têkşoîna xwe li çiyayên Kurdistanê bimeşîne ku çavkaniya şerê me yê azadiyê ye. Li ser vê bingehê sala 2015’an berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Serhed li qada Zapê dest bi gerîlatiyê kir û bi tevlîbûna xwe ya bi xwestek û bi coş di demek kurt fêrî jiyana çiya û gerîla bûye. Bi perwerdeyên ku dîtine, rastiya Rêbertî û PKK’ê ji bo gelê me wateya wê û dîroka gel û Partiya me hîn baştir fêmkiriye. Hevrêyê me Serhed piştî ku xwe bi awayek îdeolojîk pêş xist, xwe di qada leşkerî de jî kir xwedî tecrube û bû gerîlayek profesyonel. Hevrêyê me Serhed li dijî êrîşên dijmin ku ji sala 2015’an û şûn ve di serî de Zap li ser hemû Herêmên Parastinê yên Medyayê dayî destpêkirin, her tim li çeperê herî pêş bû û di jiyana xwe ya gerîlatiyê de ji destpêkê û vir ve di çalakiyan de cih girt û derbên giran li dijmin xistiye. Hevrêyê me Serhed piştî her çalakiya ku tevlî bûye, li ser wê çalakiyê lêhêrbûn kiriye û waneyên pêwîst ji bo xwe derxistiye û di demek kurt de bû xwedî tecrûbeyên mezin. Ev tecrubeyên xwe bi hevrêyên xwe re parve kiriye û ji tecrubeyên hevrêyên xwe sûd wergirtiye. Bi vî awayî di tarzê şer ê gerîla de, bû xwedî tecrubeyên girîng. Bi van tecrubeyan, ji bo taktîkên gerîla bi awayek hîn dewlemendtir bên bikaranîn, lêhêrbûnên kûr kiriye. Hevrêyê me Serhed dîsa tarzê şer ê dijmin di demek kurt de çareser kir û bû xwedî zanist. Ji bo ku li hemberî êrîşan tedbîrên pêwîst werin girtin, bûye pispor. Hevrêyê me Serhed piştî demekê li qada Zapê ma, derbasî qada Metînayê bû û demek dirêj li qada Metînayê pratîk meşand. Herî zêde li qadên Hekarî û Çarçêlê maye û li van qadan di amadekariyên ji bo şerek pêkan de, ked daye. Ji xebatên binesazî, heta amadekariyên tuneyên şer tevlî gelek xebatên pratîkê bûye. Bi pêşniyarên ku kirine bû sedem ku amadekariyên şer bi awayek hîn xurtir bê domandin û di vê wateyê de her tim hewl daye ku pêdiviyên erkê pêşengiyê bîne cih.

Bûye yek ji pêşengên me ku li hemberî êrîşên dijmin ên sala 2022’an li ser qada Girê Hekariyê, pêşengî ji berxwedanê re kiriye. Ji ber ku qada Girê Hekarî baş nas dikir, tevlêkariyên girîng di çalakiyan de kiriye. Ji amadekariyên gelek çalakiyan heta rêxistinbûna wê, di gelek pêvajoyan de cih girtiye. Lê her tim wî bi xwe jî xwestiye ku di van çalakiyan de cih bigire, ji bo vê yekê pir israr kiriye. Hevrêyê me Serhed di encama van israrên xwe de, roja 2’ê sibata 2023’yan tevlî çalakiyên li Girê Hekarî li dijî çeperên dijmin hatin kirin de, bû û weke hevrêyên xwe yên din tevî hemû zor û zehmetiyan di xwesteka dijmin ji Girê Hekariyê avêtinê de, israr kiriye û ji bo vê yekê her cure fedakarî girtiye ber çavê xwe. Hevrêyê me Serhed tevlîbûna xwe ya fedayî bi tarzê xwe yê şer ê fedayî yê di vê çalakiyê de car din nîşan daye û ji bo serkeftina mûtleq heta nefesa xwe ya dawî li dijî dijmin şer kir û şehîd bû. Hevrêyê me Serhed bi sekna xwe ya fedakar, kedkar, tecrubeya xwe ya di qada şer de û dilnizimiya xwe kariye di dilê hemû hevrêyê xwe de cih bigire û her tim wê rêya me hevrêyê xwe ronî bike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar