PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

HPG’ê Azê Erdal bi bîr anî

HPG’ê got: “Hevrêya me Azê di êrîşên nemerdane yên dijmin de şehîd bû. Bi sekna xwe ya jina azad, bi hevrêtiya xwe ya samîmî û dirûst wê her tim di têkoşîna me de bê bîranîn.”

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Artêşa tirk a dagirker li hemberî berxwedana destanî ya ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li rojhilat û rojavayê Zapê raber dike, xitimî ye. Ji bo ku xitîmîna xwe derbas bike, hewldan kir ku hin qadên nû dagir bike. Di vê çarçoveyê de 25’ê Mijdara 2022’yan êrîşî Qada Berxwedanê ya Girê Hekarî hate kirin. Li dijî van êrîşên dewleta tirk a mêtinger, hevrêya me ya li qadê bi fedayiyane li ber xwe da û derbeyên giran li dijmin xist. Destpêkê bi taktîka tîmên pispor a li ser esasê araziyê, piştre jî bi taktîkên di tunelên berxwedanê de derbeyên giran li xeyalên dagirkeriyê yên dewleta tirk xist û nehêla bigihije armancên xwe. Hevrêya me Azê Erdal jî di vê berxwedana dîrokî ya bi pêşengiya fermandarê me yê bi wêrek û hêja Nûrî Yekta de cih girt. Di çeperê xwe yê berxwedanê de heta dawiyê nûneriya mîrateya berxwedana dîrokî ya jina Kurd a azad kir û bi berxwedana xwe kir ku derbeyên giran li dijmin bikevin. Bi îradeya xurt a ji Rêber Apo wergirtî, tevî her cure êrîşên dijmin ên bi çekên kîmyewî û bombeyên taktîk nukleer bi ruhê xwe yê fedayî heta nefera xwe ya dawî girêdayî îdeala jiyana azad ma. Hevrêya me Azê di tevahiya jiyana gerîla de bi sekna xwe ya bi israr a li ser xeta jina azad û bi hêrsa xwe ya li hemberî dijmin gerîlatiya serketinê di kesayeta xwe de afirand û bi van taybetmendiyên xwe bû gerîlayeke YJA Starê ku ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak.

Di serî de malbata wê ya hêja ku mîlîtaneke fedayî ya Apoyî ya mîna hevrêya me Azê mezin kir û bi têkoşîna azadiyê ya gelê me da qezenckirin, em ji gelê xwe yê cefakar ê li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî û hemû gelê Kurdistanê yê welaparêz re sersaxiyê dixwazin. Em soz didin ku em ê xeta berxwedanê ya ku hevrêya me Azê dewrî me kiriye, di şexsê wê de hewl bidin ku bibin layiqê hemû şehîdên xwe û vê xetê heta serketinê bidomînin.

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêya me Azê Erdal, bi vî rengî ye:

Nasnav: Azê Erdal

Nav û Paşnav: Kurdistan Sîdar

Cihê Jidayikbûnê: Etrûş

Navê Dayik – Bav: Qumrî – Mehmet Salih

Cih û Dîroka Şehadetê: Tebaxa 2022’yan / Metîna

Hevrêya me Azê weke endamek a malbateke welatparêz û dilsozê nirxên azadiyê ya ji Botanê, li Geliyê Qiyametê ya girêdayî Etrûşê ji dayik bû. Malbata hevrêya me Azê ji ber zextên dewleta tirk neçar ma koçî Başûrê Kurdistanê bike, lewma ew jî li Mexmûrê mezin bû. Malbata wê li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta tirk teslîm nebû û ji bo jiyaneke bi rûmet penaberî qebûl kir û ket ser rêya penaberiyê. Malbata wê hevrêya me Azê û zarokên xwe yên din bi çanda welatparêzî û kurdîtiyê mezin kirin. Lewma hevrêya me Azê di temenê xwe yê biçûkahiyê de partiya me PKK û têkoşîna me ya azadiyê nas kir. Hevrêya me Azê her çendî ku li wargeha Mexmûrê bi zimanê xwe yê dayikê perwerde dibîne û di tevahiya jiyana xwe de bi rengekî azad bi ziman û çanda jiyan kiribe jî, ket ferqa êrîşên qirkirinê yên dijmin ên li hemberî gelê me. Lewma ti carî xwe ji gelê me cuda nekir û fêm kir ku heta gelê me azad nebe, ew bi xwe jî azad nabe. Hevrêya me Azê ti carî qebûl nekir ku bi zorê ji warê xwe yê cewherî, ji Botanê bê dûrxistin. Her tim xeyal kir ku vegere Botanê û jiyaneke li ser kokên xwe bidomîne. Hevrêya me dizanî ku ev yek jî encex bi azadiya welatê me Kurdistanê pêkan e û di temenekî zû de li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî beşdarî xebatan bû. Hevrêya me Azê di her xebata beşdar bûyî de, bû xwedî tevlîbûneke serketî û ti carî tevlîbûna xwe ya heyî bes nedît. Hevrêya me weke pîvan her tim azadiya fîzîkî ya Rêbertî û azadiya gelê me esas girt. Heta pêkanîna van armancan, ti carî xwe bi serketî qebûl nekir. Hevrêya me Azê ji sala 2010’an û vir ve ket nava lêgerînê ku têkoşîna xwe hîn mezintir bike û di ferqê de bû ku ev yek jî bi tevlîbûna nava refên gerîla pêkan e. Hevrêya me têkildarî vê yekê ket nava lêhêrbûnê. Bi taybetî ji ber ku xwişka wê tevlî nava refên gerîla bûye û ji xizmên wê yên nêz jî tevlîbûna nava refên gerîla hene, di serî de li qada Botanê ji gelek şehadetên li gelek deverên cur be cur ên têkoşîna me çêdibin û ji operasyonên şoreşgerî yên ku di sala 2012’an de bi pêşengiya fermandarên me yên hêja Reşît Serdar û Rojîn Gewda tên meşandin, pir bandor dibe. Hevrêya me di ferqê de bû ku divê ew jî weke jineke Kurd a ciwan tevlî nava refên gerîla bibe û wezîfe û berpirsyariyên xwe pêk bîne. Bi israr û biryardariyeke mezin berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêya me Azê ya ku li herêma Garê perwerdeya xwe ya destpêkê ya gerîlatiyê dît, ji ber ku bi xwestek û kelecaneke mezin tev li nava refên gerîla bûbû, di hînbûna jiyana li çiyê û jiyana gerîla de zehmetî nekişand. Hevrêya me Azê ku bi tevlîbûna xwe ya xurt ji hevrêyên xwe re bû mînak, di demeke kurt de karî bibe gerîlayeke jêhatî ya YJA Starê. Tevî ku hevrêya me Azê di nava refên gerîla de nû bû jî, di sala 2012’an de xwest cihê xwe di nava operasyonên şoreşgerî yên li Zagrosê de cih bigire û ji bo vê xwesteka xwe, israr kir. Lê hevrêyên wê yên ku dixwestin hevrê Azê di taktîkên gerîlatî û bîrdoziya Rêbertî de hîn bêhtir pêş bikeve, pêşniyar kirin ku biçe Dibistana Operasyonê ya Şehîd Rojîn Gewda. Li ser pêşniyara hevrêyan, hevrêya me Azê jî derbasî dibistana operasyonê ya perwerdeyê bû. Hevrêya me bi perwerdeya ku dîtî re xwe di taktîka gerîlatiyê de bi pêş xist, hem di gelek taktîkên gerîla de kûr bû û hem jî bi hînbûna bikaranîna gelek çekan serketineke girîng bi dest xist. Hevrêya me ya ku bi hevrêyên xwe yên jin re di perwerdeya ku dîtî de hişmendiya xwe ya zayendî kûrtir kir, di heman demê de ket ferqa hêza xwe ya cewherî. Hevrêya me Azê ya ku ket ferqa divê hemû xebatên xwe yên jiyanî û perwerdeyî bi xwe pêk bîne, di vê pêvajoya perwerdeyê de bi baweriya ku bi dest xistî zemîna pratîkeke hê serkeftîtir danî.

Hevrêya me ya ku heta sala 2015’an herî zêde li qadên Garê û Zapê pratîk meşand, di van pêvajoyan de tecrûbeyeke girîng bi dest xist. Di her xebata ku tê de cih girtî û li her qada ku lê ma ye, bi kesayeta xwe ya bi cewher, kedkar û sekna xwe ya zelal di xeta jina azad de, bû gerîlayeke YJA Starê ku hemû hevrêyên wê ji xwe re mînak bigirin. Di sala 2015’an de dema ku dewleta tirk li dijî gelê me û Tevgera me dest bi êrîşên topyekûn kir, hevrêya me Azê jî dixwest weke milîtaneke jin a Apoyî li dijî êrîşên dijmin bersiva pêwîst bide û li ser vê bingehê pêşniyar kir ku derbasî qadên ku şer lê dijwar, bibe.

Hevrêya me ya ku gerîlatiya herêma Botanê ji bo xwe kiribû xeyal, ji bo ku ev xeyal pêk were bû xwedî israreke mezin. Hevrêya me ji bo ku di pêvajoya şerê giran de tevlîbûnek çalak pêk bîne, hewcedarî dît ku xwe di warê bîrdozî de hê bêhtir pêş bixe û li ser vê bingehê di sala 2015’an de derbasî Akademiya Hakî Karer bû û beşdarî perwerdeya bîrdozî û leşkerî bû. Bi vê perwerdeya ku hevrêya me dîtî re, ji bo ku nasnameya jina azad di kesayetiya xwe de ava bike ketiye nava lêhûrbûnên kûr û di heman demê de ji bo bersivê bide pêvajoya şer ketiye nava hewldanek mezin. Hevrêya me piştî ku perwerdeya xwe bi serkeftî bi dawî kir israr kir ku derbasî herêma Botanê bibe, lê ji ber pêwîstiyan derbasî herêma Heftanîn bû.

Hevrêya me Azê ku 5 salan li herêma Heftanînê pratîkeke serkeftî meşand, li gelek qadên wê ma û pratîk kir. Hevrêya me ya ku tevahiya herêma Heftanînê nas kiribû, li vê derê tevlî gelek çalakiyên li dijî dijmin bû. Hevrêya me Azê weke milîtaneke PKK-PAJK’ê di ferqa wê de bû ku divê teqez bersivê bide êrîşên dijmin ên li ser gelê me. Bi vê hişmendiyê nêzî her çalakiya ku tevlî bûye, bû.

Hevrêya me Azê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dijmin ên li ser herêma Heftanînê yên di sala 2020’an de bi hemû wêrekiya xwe di ceperên herî pêş de li ber xwe da û bi awayekî serkeftî taktîka şer a tîmên bi tevger pêk anî. Hevrêya me Azê di berxwedana Heftanînê ya bi pêşengiya hevrêyên weke Bargiran, Esmer, Memyan û gelekên hevrêyên din ên hêja de, cihê xwe girt û ev yek ji bo xwe weke şansekê nirxand. Di heman demê de ev yek weke berpirsyarî û mîsyoneke dîrokî didît. Hevrêya me Azê dizanî ku rêya şopandina dilsoziya bîranîna van şehîdan ji berfirehkirina têkoşîna wan derbas dibe û girêdayî vê yekê xwe zêdetir pêş xist. Hevrêya me Azê ji bo ku tecrubeyên xwe yên dewlemend ên berxwedana Heftanînê bi hevrêyên xwe re parve bike û pêvajoya pratîkê ya 5 salan binirxîne, di sala 2021’an de careke din beşdarî perwerdeya Akademiya Hakî Karer bû. Hevrêya me di heman demê de di taktîkên gerîla yên serdema nû de xwe gelekî pêş xist. Piştî perwerdeya li wir derbasî herêma Metîna bû ku li dijî êrîşên dijmin berxwedaneke bêhempa lê dihat dayîn. Hevrê Azê bû şahidê berxwedana dîrokî ya ku bi pêşengiya hevrêyên me Rêber û Hêjar li girê Zendûra pêk dihat û ji bo layiqbûna vê berxwedanê her tim li ber xwe da. Li qada Metîna zêdetir li Qada Berxwedanê ya Girê Hekarî beşdarî gelek xebatan bû. Hevrêya me di çêkirina tunelên şer heya xebatên binesaziyê de di her xebatê de cihê xwe girt û bi beşdarbûna xwe ya çalak her tim hêz û moral dida hevrêyên xwe. Dema ku dijmin ji bo têkçûna xwe ya li Zap û Avaşînê veşêre, di 25’ê Gulana 2022’yan de li dijî Qada Berxwedanê ya Girê Hekarî êrîşek da destpêkirin, şerekî dijwar qewimî. Hevrêya me Azê jî di vî şerê dijwar de berpirsiyariyeke mezin girt ser milên xwe û li gel fermandarê me yê hêja Nûrî Yekta û hevrê Amara Amed berxwedaneke bêhempa li dijî êrîşên dijmin nîşan da. Hevrêya me Azê di tunelên şer de helwesta xwe ya hêja ya Jinên Kurd a li dijî polîtîkayên dagirkerî û qirkirinê bi îradeya xwe ya Apoyî, bi awayekî serkeftî nîşanî dijmin da. Hevrê Azê di encama êrîşên hovane yên dijmin de tevlî karwanê şehîdan bû û şehîda me wê bi helwesta xwe ya jina azad û hevrêtiya xwe ya jidil û durist her tim di nava tekoşîna me de bê bîranîn.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar