Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

HPG’ê bang li malbatên li ber deriyê HDP’ê kir

Fermandarê HPG’ê Mahîr Denîz têkildar rûniştina malbatên li ber deriyê avahiya HPG’ê axivî û wiha got: “Ger malbatên gitiyên di destên me de dixwazin zarokên xwe bi saxî û selametî bibînin bila hesab ji rejîma AKP-MHP’ê bipirsin. Ji ber ku ji bilî hewldana kuştina zarokên wan tiştekî din nakin.”

Bi rojan e hin malbat û derdorên ji aliyê AKP’ê ve hatine organîzekirin li ber deriya avahiya HDP’ê ya Amedê hatine rûniştandin.  Yek ji fermandarên HPG’ê Mahîr Denîz rûniştina malbatên hêzên tirk ên girtî ku li ber avahiya HDP’ê ya Amedê, her wiha nêzîkatiya hikumeta AKP-MHP’ê ya li rewşa girtiyan nirxand.

Fermandar Mahîr Denîz bi bîr xist ku polîs, leşker û endamên MÎT’ê 5 sal in li gel wan girtîne û ji ber meraqa malbatên wan, wan beriya niha dîmen û axaftinên wan weşandine, her wiha her sal bi wesîleya cejnê kirine ku nameyê ji malbatên xwe re bişînin. Fermandar Denîz da zanîn ku lê belê tevî vê yekê jî dewlet û raya giştî ya tirk mîna ku ev polîs, leşker û endamên MÎT’ê nînin tevdigerin, ji nedîtî ve tên û kesek li wan napirse.

Bi êrîşên hewayî dixwazin wan bikujin

Fermandar Mahîr Denîz diyar kir ku rayedarên dewleta tirk ji bo polîs, leşker û endamên MÎT’ê yên girtî tiştekî nakin, ji bo devera ku lê ne tespît bikin dikevin nava hewldanan û dixwazin bi êrîşên hewayî wan personelên xwe bikujin. Denîz wiha got: “Ji ber ku zanin bi operasyoneke bejahî nikare xwe bigihînin wan. Dewlet û îstîxbarata tirk demeke di nava hewldaneke bi vî rengî de ye. Du sedemên vê hene:

* Wê van êsîrên li gel me girtîne bi êrîşên hewayî bikuje û ji raya giştî re bêje ‘PKK polîs û leşkerên me înfaz kiriye’.

* Polîs û leşkerên wan bi xwe jî bin ji bo rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst qîmeta jiyana mirovan nîne.

Denîz bi bîr xist ku di sala 2008’an de dema ku li Oremarê 8 leşkerên tirk êsîr hatin girtin rayedarên AKP’ê yên wê demê gotibûn, ‘Li şûna ku êsîr bigirin ew bikuştina baştir bû’. Denîz destnîşan kir ku rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst niha bi heman zîhniyetê hewl dide polîs, leşker û endamên MÎT’ê îmha bike.

Yên ku berê wan didin şer bila xwedî lê derkevin

Derbarê bavê leşker Muslum Altintaş ê ku li ser rêya bejahî ya Dêrsim-Pîlemûriyê hat girtin li pêşiya avahiya HDP’ê ya Amedê rûniştiye, Denîz wiha got: “Sedema girtina van hêzên dewletê tevlîbûna wan a li sûcên şer û mirovahiyê yên rejîma Erdogan e ku li dijî gelê Kurdistanê tê kirin. Aliyekî vî şerî rejîma AKP-MHP’ê ye. Lewma ya ku divê xwedî li wan girtiyan derkeve jî ev rejîm e. Ji ber ya ku ew ber bi vê rewşa xitimandî ve dehf dane ev rejîm e.”

Rûniştina wan li ber avahiya HDP’ê bêkêr e

Fermandar Mahîr Denîz destnîşan kir ku rûniştina wan malbatên leşkeran li pêşiya avahiya HDP’ê bêkêr e û ev tişt anî ziman; “Yên ku ev leşker girtin em in, aliyekî vî şerî em in, lewma mûxatab em in. Ger malbatên girtiyên di destê me de dixwazin zarokên xwe rojekê bi saxî û selametî bibînin hingî bila ji rejîma AKP-MHP’ê bipirsin, ji Erdogan bipirsin ku ji bo vegerandina zarokên wan çi dikin. Bipirsin jî wê nikaribin bersivekê werbigirin, ji ber ku tiştekî nakin. Weke ku min got, dewlet û îstîxbarata Tirk ji bo cihê  girtiyên di destê me de ne tespît bikin hewl didin ku dixwazin bikujin. Niha jî êşa malbatan bi kar tîne û ji bo berjewendiyên xwe wan bi kar tîne. Tu ji van samîmî nîne. Bila tu malbat nekevin vê xefikê, divê vê polîtîkaya Erdogan bibînin.”

Çima dixwazin bikujin, bila ji wan bipirsin

Fermandar Denîz ev tişt anî ziman: “Em bi rengekî aşkere dibêjin: Ger tiştek bi serê girtiyan bê berpirsyar rejîma Erdogan, AKP-MHP’ê ye. Ew malbat divê beriya her tiştî ji AKP-MHP’ê, ji Erdogan re bêjin, ‘hûn çima dixwazin zarokên me bikujin, hûn çima dixwazin wan bikujin’. Ji ber ku ev rejîm hewl dide wan bikuje.”

Bi vî rengî nikarin xwe bigihînin zarokên xwe

Fermandarê HPG’ê Mahîr Denîz ji bo malbatên ku îdîa dikin zarokên wan li çiyê ne û bi hewldana MÎT û Emniyetê li pêşiya avahiya HDP’ê hatine rûniştandin jî wiha got: “Qaşo Erdogan îdîa dike ku ew ê ji bo gihîştina dayikên gerîla li zarokên xwe bibe şopdarê mijarê. Gelo yê ku ji bo îmhakirina gerîla hemû derfetên Tirkiyeyê ji bo şer bi kar tîne kî ye? Ne ev dewlet e ku ji bo îmhakirina gerîlayekî hemû teknîkê û bi milyaran lîreyî bi kar tîne? Ev dewleta ku li pey kuştina leşker, polîs û endamên xwe yên îstîxbaratê ye, gelo wê li malbatên gerîla bifikire? Aşkere ye ku tu derdekî Erdogan û dewleta tirk a bi vî rengî nîne. Yên ku îdîa dikin ku malbatên gerîla ne, divê vê rastiyê bibînin, rûyê rast ê vê dewletê bibînin û nekevin xefika şerê taybet. Bi vî rengî nikarin xwe bigihînin zarokên xwe. Mîna ku Fermandarê me yê biryargeha navendî got, li wê deverê ne deh rojan deh salan jî rûnên wê neyên.”

Leşker, polîs û endamên MÎT’ê

Ji MÎT’ê Serokê Karên Cihêkariya Etnîkî ya li derveyî welat Erhan Pekçetîn û Rêveberê Çavkaniyên Mirovan ê MÎT’ê Aydin Gunel di 4’ê Tebaxa 2017’an de li bajarokê Dokanê yê Silêmaniyeyê bi operasyoneke taybet hatibûn girtin. Ji bilî wan hîn jî 9 polîs û leşker di destê PKK’ê de girtî ne.

Sedat Sorgûn: Ji Erzîromê ye. Li Girtîgeha Tîpa F a Wanê leşkerî dikir û 5 sal in girtî ye.

Umît Gicir: Ji Balikesîrê ye. Ji bo Cendermeyên Navçeya Çûkûrcayê hatibû tayînkirin û sê sal in girtî ye.

Semîh Ozbey: Ji Meletiyê ye. Dema ku ji Dêrsimê diçû Meletiyê ji bo destûrê hate girtin û çar sal in girtî ye.

Adîl Kabakli: Ji Osmaniyeyê ye. Li Etîmesgût a Enqereyê perwerdeya xwe bi dawî kir û dema diçû Dêrsimê di rê de hate girtin û çar sal in girtî ye.

Mulsum Altintaş: Ji Rihayê ye, beriya çar salan li Dêrsimê ku leşkerî dikir hat girtin û girtî ye.

Mevlût Kahvecî: Ji Eskîşehîrê ye. Dema ku ji Çelê diçû Colemêrgê sê sal beriya niha hate girtin.

Sedat Yabalak: Ji Mersînê ye. Li Rihayê polîs bû. Dema ku ji Erzîromê diçû Rihayê di rêya Amed-Licê de hat girtin û çar sal in girtî ye.

Suleyman Sûngûr: Ji Sêrtê ye. Li Çewlikê leşkerî dikir. Di rêya Amed-Licê de berî çare salan bû hatiye girtin.

Huseyîn Sari: Ji Mereşê ye. Li Sarikamişê çawişê pispor bû. Dema diçû Mereşê beriya çar salan hat girtin. BEHDÎNAN

 

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar