Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

Çarşamba - 17 Temmuz 2024

HPG’ê bîlançoya pevçûnên dawî parve kir

HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li Lêlikanê li artêşa tirk xistiye. HPG’ê da zanîn ku di çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin, 5 leşker birîndar bûne û firokeyeke Bayraktar jî hatiye derbkirin. HPG’ê diyar kir ku di şer û pevçûnên li Amedê de jî 5 leşker hatin kuştin û 5 gerîla jî şehîd bûne

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî şer û pevçûnên dawî daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de HPG’ê da zanîn ku hêzên wan li dijî artêşa tirk li Lêlîkanê çalakî pêk anîne û li Amedê jî hêzên wan li leşkerên ku derketine operasyonê xistine.

Di daxuyaniyê de HPG’ê destnîşan kir ku hêzên wan di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê didome de, di 28’ê nîsanê  li bajarokê Sîdekanê yê başûrê Kurdistanê li dijî artêşa tirk ên li ser Girê Lêlîkanê, saet di 16:00’an de çalakî pêk anîne. HPG’ê ragihand ku di çalakiyê de hêzên wan derbên giran li çeper û stargehên li ser gir xistine. HPG’ê diyar kir ku bi qasî ku hatiye zelalkirin, di encama çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin û 5 leşker jî birîndar bûne.

Firokeya Bayraktar hat derbkirin

HPG’ê diyar kir ku piştî çalakiyê, hêzên artêşa tirk bi çekên giran û ferdî derdor reşandine, her wiha bi SÎHA’yan xwestin derbê li hêzên wan bixin. HPG’ê diyar kir ku firokeyeke bê mirov a bi tîpa Bayraktar ku li ser gir hate rakirin, ji hêla hêzên wan ve hatiye derbkirin. HPG’ê destnîşan kir ku di çalakiya wan de tu zirar negihaşt hêzên wan.

Gerîla li baskê operasyonê xist

Daxuyaniya HPG’ê wiha dom kir: “Di 24’ê nîsanê de artêşa TC a dagirker li qada Şehîd Remzî ya Amedê dest bi operasyoneke berfireh kir. Bi teknîkeke xurt, bi yekîneyên veşartî yên berê li herêmê hatin bicihkirin û bi gelek leşkeran operasyon hate kirin. Di roja destpêkê ya operasyonê de (24’ê nîsanê), li Girê Ziyaretê yê li nêzî gundê Lêxosorê hêzên me li baskekî operasyonê xistin. Di çalakiyê de ku bi bandor bû, 5 leşkerên dijmin hatin kuştin.”

5 gerîla şehîd bûn

HPG’ê daxuyand ku di 25’ê nîsanê saet di 07:30’an de jî li nêzî gundê Mala Farqînê hêzên wan yekîneyeke artêşa tirk şopand û ji nêz ve lê da û hûrgiliyên çalakiyê wiha parve kirin: “Şerê ku li vir rû da heta nîvro dewam kir. Hejmara leşkerên dijmin ên hatin kuştin û birîndarkirin nehate tespîtkirin. Hevalên me Azîz, Çekdar, Bahoz, Ferhat û Zaza ku heta fîşeka dawî bi lehengî şer kirin, di şer û bombebaranê de şehîd bûn. Operasyon di êvara 26’ê nîsanê de bi dawî bû. Hevrêyên me Azîz, Bahoz, Çekdar, Ferhat û Zaza di vê operasyona berfireh de bi baweriyeke mezin şer kirin û derbên giran li dijminê mêtinger xistin. Em hevrêyên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin û soz didin ku bi serxistina Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê em ê xwedî li bîranînên wan derkevin. Agahiyên li ser nasnameyên hevrêyên me yên şehîd bûne dê piştre bi raya giştî re bên parvekirin.”

Bombebarana li herêma Zê

Daxuyaniya HPG’ê wiha bi dawî bû: “Di 28’ê nîsanê saet di navbera 22:00-23:55’an de, balafirên şer ên artêşa TC a dagirker êrîşî qada Çemço ya Zê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê. Hêzên me ji van êrîşan zirar nedîtin lê zirar li cografya Kurdistanê bû.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar