Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

HPG’ê derbarê komkujiya li Mêrdînê daxuyanî da

HPG’ê diyar kir 5 kesên li Mêrdînê hatine kuştin welatparêzên ji Rêkaniyê ne û dewleta tirk ev eşîr kiribû hedefa xwe. HPG’ê diyar kir dibe ku ev komkujî êrîşeke kontrayî ye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê komkujiya li Mêrdînê daxuyaniyek da û got, “Şeva 19’ê çileyê li Mêrdînê 5 welatiyên me yên ji başurê Kurdistanê bi awayekî hovane hatin kuştin. Di serî de malbatên kesên xizmên hatine kuştin em sersaxiyê ji gelê Rekanî û hemû gelê Kurdistanê re dixwazin.

Ev malbata ku hatiye kuştin, welatparêzên eşîra Rekanî ne û gelek caran gund û herêmên wan bûne hedefa êrîşên dewleta tirk û di van êrîşan de gelek ji wan şehîd ketine. Ji ber ku ev mirovên me di hedefa dewleta tirk de ne, tê dîtin ku bûyera dawî ya li Mêrdînê bûyereke tarî ye. Balkêş e ku dewleta tirk hewl da vê bûyerê weke dozeke edlî nîşan bide û ji aliyê dozgeriyê ve biryara nepenîtiyê da. Ji ber vê yekê, dibe ku ev êrîşeke kontrayî ye ku di çarçoveya têkbirina kurdan de hatiye kirin. Em Hêzên Parastina Gel diyar dikin em ê vê bûyerê bişopînin û hesab bipirsin. Em careke din ji gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.”

Êrîşên dewleta tirk didomin

Di dûmahîka daxuyaniyê de ev tişt hat gotin:“Di çalakiyên ku bi pêşengiya tîmên me yên gerok hatin lidarxistin de pergaleke kameraya mobesseyê hat rûxandin.

Artêşa tirk a dagirker 17 caran bi çekên kîmyewî, carekê bi bombeyên qedexe, bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran çeperên berxwedanê yên gerîla bombe kiriye. Di heman demê de 4 caran bi balafirên şer qadên gerîlayan bombe kirine.”

Agahiyên li ser çalakî û êrîşên hatine kirin wiha ne;

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

Di 21’ê çileyê saet 09:00’an de pergalek kameraya mobesse ya ku dagirkeran li derdora çeperên berxwedana gerîlayan a li nêzî gundê Sîda ya nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê bi cih kiribûn, ji aliyê tîmên me yên gerok hat rûxandin.

Di 21’ê Çileyê saet 18:00’an de tîmên me yên gerok li nêzî gundê Sîda yê girêdayî nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê bi çekên giran li dagirkeran xistin.

Di 21’ê çileyê saet di 09:30 û 10:10’an de tîmên me yên gerok li nêzî herêma Çemço ya nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê 2 caran bi çekên giran li dagirkeran xistin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

Di 21’ê çileyê saet 08:20’an de li herêma Berxwedanê ya Girê FM tîmên me yên gerok bi çekên giran li dagirkeran dan.

Êrîşên artêşa tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî;

Di 21’ê çileyê de çeperên berxwedanê yên gerîla yên li nêzî gundê Sîda û herêma Çemço ya girêdayî nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê 17 caran bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Di 21’ê çileyê saet 16.00’an de çeperên berxwedanê yên gerîla yên li nêzî gundê Sîda yê girêdayî nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê bi bombeyên qedexekirî carekê hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa tirk a dagirker;

Di 21’ê çileyê de qada Deşta Kafya ya Garê û qada ava Lolan a Xakurkê 4 caran ji aliyê balafirên şer ve hatin bombekirin.

Di 21’ê çileyê de Herêmên Berxwedanê yên Girê Amediyê, Girê Cûdî û Girê FM, her wiha çeperên berxwedanê yên gerîla yên li nêzî navçeya Çemço û gundê Sîda yê nehiya Şeladizê ya Amediyê bi obus, tank û çekên giran bi dehan caran hatin bombekirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar