Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

HPG’ê di çalakiyên 9’ê Cotmehê de 8 dagirker ceza kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku ji bo şermezarkirina komploya 9’ê Cotmehê gelek çalakî hatin lidarxistin û di van çalakiyan de herî kêm 8 dagirker hatin cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek nivîskî da û ev agahî parve kir: “Hêzên me ji bo bîranîna şehîdên fedayî ku ji bo şermezarkirina komploya 9’ê Cotmehê bi dirûşma ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ li dora Rêber Apo xeleka ji agir çêkirin, gelek çalakî lidar xistin. Di van çalakiyan de 8 dagirker hatin cezakirin û dagirkerek birîndar bû.”

Di daxuyaniyê de derbarê çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa tirk a dagirker ev agahiyên berfireh hatin dayîn:

“Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

6’ê Cotmehê di saet 07.00’an de bi taktîka sekvaniyê li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin û 2 dagirker hatin cezakirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hat lidarxistin.

6’ê Cotmehê di saet 12.00’an de bi çekên nîv otomatîk li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin û 2 dagirker hatin cezakirin.

6’ê Cotmehê di saet 13.00’an de bi çekên nîv otomatîk mudaxele li dronan hat kirin ku hewl didan teqemiyan berdin çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî.

7’ê Cotmehê di saet 01.30’an de bi taktîka sekvaniyê li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin û 2 dagirker hatin cezakirin.

Li Herêma Zapê;

6’ê Cotmehê bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Kurojahro hate xistin. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin û dagirkerek birîndar bû.

Li herêma Metînayê;

4’ê Cotmehê di saet 11.20’an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê hate xistin.

6’ê Cotmehê di saet 19.30’an de bi çekên nîv otomatîk li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê hate xistin.

6’ê Cotmehê di navbera saet 20.50 û 21.20’an de bi çekên nîv otomatîk mudaxeleyî tevgera helîkopterê ya li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê hate kirin.

Êrîşên ku artêşa tirk a dagirker pêk anîn;

5 û 6’ê Cotmehê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê û Girê Çarçel ê herêma Metînayê 4 caran, çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê û Girê Cûdî ya herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 12 caran; bi giştî 16 caran bi dronên bombebarkirî hatin bombebarankirin.

4 û 6’ê Cotmehê qada Dola Şehîdan a herêma Qendîlê 2 caran, herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 1 car, herêma Zapê 3 caran; bi giştî 6 caran bi balafirên şer hatin bombebarankirin.

6’ê Cotmehê herêmên Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û Metînayê bi helîkopterên êrîşê hatin bombebarankirin.

Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Xakurkê û Metînayê bi topan hatin bombebarankirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar