Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

HPG’ê fermandar Cesûr bi bîr anî

HPG’ê hevrê Cesûr Azad ê ku milîtanê fedaî yê Apoyî yê partiya me bi bîr anî got: "Ew bû îspata mezin ku milîtaniya fedaî ya Apoyî ya ku azadî daye pêş xwe wê karibe çi bike û xwe bigihîne kîjan astê.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ev agahî da:

“Hevrê Cesûr Azad ê ku milîtanê fedaî yê Apoyî yê partiya me, fermandarê pêşeng, hosteyê zanist û teknîkê û jiyana derwêşane di jiyana xwe de xistibû pratîkê, di 1’ê Kanûna 2022’yan de di êrîşa dijmin de şehîd bû. Em soz didin ku em ê bîranîna fermandarê xwe yê şehîd ê ku şoreşgerekî bêhempa bû biparêzin, em ê têkoşîna wî mezin bikin, em ê keda wî ya ku tevahiya jiyana xwe ji bo wê feda kiriye pêş bixin û bikin bingeha şoreşa xwe ya ku ber bi serkeftinê ve diçe. Li ser vê bingehê em sersaxiyê ji malbata hevrêyê xwe yê hêja, ji gelê xwe yê welatparêz ê Mêrdînê û ji hemû gelê Kurdistanê re dixwazin.

Nasnameya hevrêyê me Cesûr Azad wisa ye

  Nasnav: Cesûr Azad

  Nav û paşnav: Edîp Temîz

  Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn

  Navê dê û bav: Tamîle – Mahmût

  Dîrok û cihê şehadetê: 1’ê Kanûna 2022’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Bajarê Mêrdînê bajarekî qedîm e ku bi hezaran sal e ji gelê Kurd re bûye war û Kurdayetî tê de cih girtiye. Ji Mîtaniyan heta Medyayê, ji Medan heta îro gelê Kurd li van derê jiyaye. Gelê me yê Mêrdînê yê ku hişmendiya kurdayetiyê, ziman û çanda xwe pir zindî dijî, di dilsoziya xwe ya bi nasnameya xwe ya civakî û welatê xwe de her tim bûye mînak. Bi avabûna Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê re gelê Mêrdînê ji dil bi têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ve hate girêdan, pir zû bûn welatparêz. Agirê berxwedanê yê ku ji aliyê qehremanên pêşeng ên weke hevrêyê me yê nemir Ferhat Kurtay ve hatiye pêxistin, gihîştiye heta vê rojê. Her devereke herêma Mêrdînê veguheriye cihê berxwedanê. Ji Çemê Şikestûnê heta Tûrcelê, ji Bagokê heta Nisêbînê bi çiya, deşt û bajaran destanên berxwedanê yên dîrokî hatine jiyîn. Gelê Mêrdînê ku ji salên 1990’î û vir ve bi hestên xwe yên welatparêzî û bi karaktera xwe ya berxwedanê ya bi rûmet bi serhildanan rabûye, bûye navê welatparêziya ku ji bo tevahiya Kurdistanê bûye mînak. Welatparêziya bi rûmet a gelê Mêrdînê bi hezaran mêr û jinên qehreman tevlî nav Têkoşîna Azadiya Kurdistanê kir.

Yek ji kurê gelê me yê welatparêz ê Mêrdînî yê ku tevlî têkoşîna me bûye, hevrê Cesûr e. Hevrêyê me Cesûr di sala 1978’an de li gundê Şemrexê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bû. Hevrêyê me Cesûr heta dibistana seretayî xwend. Lê ji ber sedemên aborî di temenekî biçûk de xebitî. Di temenekî ciwan de bi ked û zehmetî xebitî, diyardeya kedê nas kir û ji xwarinçêkirinê bigire heta xebatên teknîkî di gelek karan de xebitî. Hevrêyê me Cesûr her çendî li metropolên Tirkiyeyê û dûrî axa ku lê ji dayik bûye xebitî jî, li dijî her cure asîmîlasyona çandî ya metropolan ku mirovan dadiqurtîne û ji koka wan derdixe, helwesta xwe nîşan daye. Taybetmendiyên civaka xwezayî ku ji gundê xwe girtiye û cewhera xwe winda nekiriye û jiyaneke li ser koka xwe mezin bûye hilbijart. Dema ku li metropolên Tirkiyeyê dixebitî, bi xwe nêzîkatiya pergala netewe-dewleta faşîst a Tirk a ku Kurdan biçûk dixe, polîtîkayên wê yên ku Kurdayetiyê tune hesibandiye dîtiye. Wî dît ku Kurd di serî de keda hemû bindestan tê xwarin û wî tu carî ev neheqî û bêedaletî qebûl nekir. Hevrê Cesûr li dijî tunehesibandina nasnameya civakî û xwarina kedê serî hilda û kete nav lêgerînan. Di encama van lêgerînan de di sala 2003’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nav refên gerîla bû.

Hevrêyê me Cesûr ku bi daxwaz û îradeyek mezin tevlî jiyana gerîla bû, di destpêkê de bi kesayet, meraq û însiyatîfa xwe ya gihîştî, di nav hevalên xwe de hate hezkirin. Ne xema wî bû ku di dibistanên dijmin de zêde nexwendiye û ew bû şagirtekî baş ê dibistana şoreşê û wî dest bi pêşdebirina xwe kir. Îdeolojiya partiyê ji Rêber Apo hîn bû, ji bo kûrbûna wê fêm bike serê xwe êşand û li ser wê hûr bû. Di sala 2003’an de dema ku meyla tasfiyekirina xayîn li ser tevgera me hate ferzkirin ew tevlî tevgera me bûbû wî dît ku rêya herî baş hînbûna Rêbertî ev e ku mirov ji Rêbertî hîn bibe û wî bala xwe da analîz û parastinên Rêber Apo. Her tim li ser vê bingehê hewl da ku di nava xwe de hêzeke mezin a wate û ramanê biafirîne û ji ber vê yekê jî rojekê ji xeta Apoyî dûr neket. Hevrê Cesûr gerîlayekî xwedî cewher, dilpak, civaknas û kedkar, bi asta pêşketina xwe ya domdar bala hevrêyên xwe dikişand. Hevrê Cesûr ku di her qadê de bi keda xwe derket pêş û ji Zapê heta Garê têkoşiya, li gel hevalên di rêveberiya rêxistinê de man. Hevrê Cesûr ku di van xebatan de kedeke mezin da, di heman demê de fêrî şervaniya xeta rêxistinî, hunera rêveberiyê, narîniyên rêbertiya Partiyê bû û xwe kûr kir. Ev pêvajoyên ku di meşa şoreşgerî de qonaxên girîng ên veguherînê nîşan didin, tecrubeyên mezin dane hevrêyê me Cesûr.

Hevrê Cesûr ku dixwest ast û leza tevlîbûna xwe ya têkoşînê bilind bike, ji bo meşa şoreşê bi awayekî fedaî berdewam bike tevlî nava Hêzên Taybet bû. Hevrêyê me yê ku perwerdeya xwe bi serkeftî temam kir û tevlî nav xebatên zanist û teknîkê yên gerîla bû. Avakirina binesaziya xebatên zanistî û teknîkî ku pîvaneke girîng a Gerîlaya Modernîteya Demokratîk e, pêşxistin û lezkirina van lêkolînan, pêşxistina serdestiya gerîla di teknîka şer de û çêkirina îcatên nû bû armanca sereke ya hevrê Cesûr. Hevrê Cesûr ti carî nebû şoreşgerekî ku derfet qedandiye, wî her dem nirx li nirxan zêde kir û têkoşîn geştir kir. Armanca wî ew bû ku her karê xwe zexk bike, bi qasî zexmbûnê fonksîyonel be, bala xwe da ser estetîka wê û xwest wê bedewtir bike. Li ser vê bingehê, bi şev û roj li ser armancê sekinî, bi tempoyeke bilind wekî ku îbadetê bike xebitî. Hevrêyê me Cesûr bi heyecana mezin a hilberandinê, afirandina ya nû û wî tiştî têxe bin xizmeta têkoşînê, bûye abîdeya şoreşgeriyeke berdewam û bi îstîkrar.

Di bin fermandariya hevrê Fazil Botan de ku yek ji fermandarê efsanewî yê têkoşîna me ya gerîla ye, ji nêrîn û tecrûbeya wî ya taktîkî sûd wergert û ket lêgerîna pratîkkirinê. Bi salan bêyî navber û hincet nîşan bide, kedên mezin da têkoşîna gerîla. Hevrê Cesur xeyala şoreşgerî ya ku di atolyeyê de mezin kiribû veguherand berheman û bi berhemên afirandî re çeka li ser milê hevrêyên xwe û teknîka şer a di destê wî de, her roj li Zap, Avaşîn, Xakurkê û Bakur bû. Hevrê Cesur di şexsê xwe de gotina Rêber Apo ya ‘Teknîka herî mezin mirov e’ pêk aniye û her çend wî zêde nexwendibe jî, pratîkek di zanîna zanistî de nîşan da ku teknîsyen û endezyarên mezûnên zanîngehê li dû xwe hiştine. Di vê wateyê de îspata herî mezin bû ku milîtaniya fedaî ya Apoyî ya ku li ser armanca azadiyê disekine, dikare çi biafirîne û bigihêje çi astê.

Hevrê Cesur bi girêdana bi pîvanên partiyê, bûyîna xwedî pîvanên red û qebûlkirinê, serdestiya jiyana rêxistinî ya di her hawîrdorê de, bi sazkirina nîzam û dîsîplîna leşkerî bû fermandarek pêşeng û mînak. Xwe ji pêşketina hevrêyên xwe berpirsyar dît, hewl da, bi dilnizmî li hevrêyên xwe guhdarî kir, nîqaş kir, bi feraseteke bi bandor û bi rê û rêbazên dewlemend wan perwerde kir. Hevrê Cesur ê ku xwedî kesayeteke herikbar e, di jiyana xwe ya şoreşgerî de ti carî cih neda têgînên ‘nikare.’ Bi hêz û îlhama ku ji îdeolojiya Apoyî girtiye, her tim çareyekê peyda kiriye û bi afrîneriya xwe kariye her zehmetî derbas bike. Bi şoreşgeriya xwe ya piralî, bê hesab beşdar bû û têkoşiya. Tevahiya jiyana xwe ji bo layiqî Rêbertiya xwe, gelê xwe û hevrêyên xwe yên şehîd bibe derbas kir. Hevrêyê me Cesur hevrêyekî xazî bû, destek wî nebû lê ti carî vê yekê li hemberî xwe weke astengî nedît û bi yek destî çi dikare bê kirin nîşanî hevrê, dost û dijminan da.

Hevrêyê me Cesur ku navê xwe wêrek e, bi salan bêyî navber têkoşiyaye û ked daye. Ji bo ku biçe akademiyên perwerdehiyê, perwerde bibîne û lêhûrbûnên xwe kur bike derfet nedît. Lê belê her kêliya jiyana xwe veguherand qada perwerdehiyê, li ser esasê 24 saetan bi Rêbertî re jiyan kir, fikirî, lêhûrbûnên xwe kur kir û hevrêyên xwe xurt kir. Hevrêyekî ku xeta azadiya jinê esas girtibû, bi jina azad re hewl dida hevrêtiya rast bike, bi hezkirin û hurmeteke mezin nêzî hevrêyên xwe yên jin bû û li ser esasê pîvanên azadiyê tevgeriya. Bi van taybetiyên xwe hezkirin û rêzdariya hevrêyên xwe yên jin qezenç kir.

Fermandar û milîtanê fedaî yê Apoyî û afrînerê gerîlaya Modernîteya Demokratîk hevrê Cesûr di 1’ê Kanûna 2022’yan de dema ji erka xwe vedigeriya di encama êrîşa dijmin de şehîd bû. Em soza xwe dubare dikin ku em ê di şexsê hevrê Cesur de layiqî hemû şehîdên xwe bin û têkoşîna xwe bigihînin serkeftinê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar