KCK: Dıvê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

KCK: Dıvê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...
Çarşamba - 3 Temmuz 2024

KCK: Dıvê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

HPG: Fermandar Sabrî Bagok bi îradeya Apoyî li dijî dijmin şer

HPG'ê daxuyand ku fermandar Yahya Dûman (Sabrî Bagok) bi îradeya Apoyî, moral û baweriyeke bilind li dijî dijmin bi awayekî herî xurt şer kir û wiha got: “Tevlî gelek çalakiyan bû, derbên giran li dijmin xist û di heman demê de bi jêhatîbûna xwe gelek êrîşên dijmin ji holê rakir û pûç kir.”

ANF Images

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, fermandar Yahya Dûman (Sabrî Bagok) 14’ê çileya 2020’an şehîd bûbû, bi rêzdarî bibîr anî û ev tişt gotin: “Em di salvegera şehadeta milîtanê fedaî yê Rêber Apo, şervanê leheng, şoreşgerê mezin fermandarê me yê hêja hevrê Sabrî Bagok bi rêzdarî bibîr tînin.

Hevrê Sabrî ku meşa xwe ya şoreşgerî li ser bingeha herî watedar û rast a li gorî perwerdehiya ji Rêber Apo wergirtî destpê kir, heta nefesa xwe ya dawî 26 salan di xeta Rêbertî de têkoşîna azadiyê bi rengekî serkeftî meşand. Ji bo berpirsyariyên xwe yên şoreşgerî bi cih bîne ji Mêrdîn heta Gabarê, ji Zap heta Qendîl û Xakûrkê li gelek herêmên Kurdistanê, kedek mezin daye. Hevrêyê me Sabrî ku ji bo azadiya gelê me û mirovahiyê bênefes têkoşiya, ji bo mezinkirin û parastina nirxên gelê me mohra xwe li serkeftinên girîng daye û di pêşketina têkoşîna me ya azadiyê de roleke bi bandor lîst.

Kesayetiya bi mînak a hevrê Sabrî, milîtaniya Apoyî, fedakariya wî, hevrêtiya ji dil û jêhatîbûna fermandariya wî, dê her tim ji aliyê hevrêyên wî ve mînak bê girtin û ji bo bêrîkirin û armancên wî dê têbikoşin û vê têkoşînê bi Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a Demokratîk ve tacîdar bikin.

Agahiyên derbarê hevrêyê me Sabrî Bagok bi vî rengî ye:

Nasnav: Sabrî Bagok
Nav û Paşnav: Yahya Dûman
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Navê Dayik-Bav: Hanim-Mehmet
Cih û Dîroka Şehadetê: 14’ê Çileya 2020’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê

Hevrê Sabrî Bagok ku ji aliyê hevrêyên xwe ve bi navê Sabrî Torî dihat naskirin, weke ferdê malbatek welatparêz li navçeya Mîdyat a Mêrdînê hat dinê. Di nava malbat û derdoreke welatparêz de mezin bû. Ji malbata wî tevlîbûna nava têkoşîna azadiyê çêbûn. Hevrê Dijwar (Abdurrahman Dûman) ku kurê apê Hevrê Sabrî ye, di sala 1996’an de li Dersîmê şehîd bû û Hevrê Hogir (Feyruşah Dûman) ku di heman demê de kurê apê wî ye, di sala 2006’an de li Garzanê şehîd bû. Hevrêyê me Sabrî ku heta lîseyê xwend, piştre dest ji dibistanê berda û karê kedkariyê kir. Hevrê Sabrî ku li hemberî sporê eleqeya wî pêş dikeve, bi sivikî û jêhatîbûna xwe derket pêş. Hevrê Sabrî çû Ewropayê û wextekê li wir xebitî, piştre berê xwe da Kurdistanê û di sala 1993’yan de tevlî nava refên PKK’ê bû.

Îdeolojiya Apoyî di kesayeta xwe de ava bike

Hevrê Sabrî di sala 1994’an de derbasî qada Rêbertî bû û perwerdehiya xwe ya destpêkê ji Rêber Apo wergirt. Li vir bi dil û fikirên xwe ji bo rastiya Rêbertî fêm bike ked da û hewl da ku îdeolojiya Apoyî di kesayeta xwe de ava bike. Hevrêyê me weke milîtanekî Apoyî xwe perwerde kir û tiştên ku ji Rêber Apo û li Dibistana Navendî ya Partiyê hîn bûye, hewl da di karekter û kesayetiya xwe de bide rûniştandin. Hevrê Sabrî hişmendiya Partiyê, têkoşîna xeta rêxistinî, têkiliyên hevrêtiyê û perspektîfa leşkerî ya ku li qada Rêbertî bi dest xistî ji bo xwe kir rênîş û li ser vê esasê di sala 1994’an de derbasî eyaleta Mêrdînê bû.

Tevlî gelek çalakiyan bû, derbên giran li dijmin xist

Hevrêyê me ji sala 1994’an heta 2000’î li herêmên Kerboran, Bagok û Gabarê yên Mêrdînê bênavber gerîlatî kir. Di van salan de ku êrîşên dijmin herî dijwar bûn, bi îradeya Apoyî, moral û baweriyeke bilind li dijî dijmin bi awayekî herî xurt şer kir. Tevlî gelek çalakiyan bû, derbên giran li dijmin xist û di heman demê de bi jêhatîbûna xwe gelek êrîşên dijmin ji holê rakir û pûç kir. Hevrê Sabrî li qada şer bi pêkanîna perwerdehiya bingehîn a ji Rêber Apo wergirtî re, tecrûbeyeke girîng bi dest xist. Hevrê Sabrî ku girêdayî Rêbertî bû û di prensîb û pîvanên Partiyê de ti carî tawîz neda, hem prensîb û pîvanên girîng di şexsê xwe de da rûnişkandin û hem jî li derdora ku lê van pîvanan parast û ji bo pêkanînê pêşengî kir. Hevrê Sabrî yê li hemberî nirxên ku gelê me û Partiya me di şert û mercên herî zehmet de bi dest xistiye xwedî kesayetek hesase, li dijî nêzîkatiyên takekesî yên modernîteya kapîtalîst ku nirxan ji holê radike, her tim bûye xwedî helwest û ji bo mezinkirina nirxên civakî têkoşiyaye. Bi parastina nirxên manewî û madî, erkên xwe ya milîtaniya Apoyî bi cih anî. Hevrê Sabrî yê ku di pratîkê de gav bi gav xwe ava kir û bû fermandar, di jiyana ku her tim bi hevrêyên xwe re bû, weke kedkar, mirovekî fedekar û milîtanekî pêşeng dihate naskirin.

Hevrê Sabrî yê ku li ser hunera gerîlatiyê lêhûr dibû, karîbû taktîkên gerîlatiyê dewlemendtir bike. Di salên 90’î de ku hêj ji bo branşên pisporiya leşkerî derfeta perwerdehiyek bi sistematîk pêş neketibû, xwe di taktîkên sabotekirinê de bi pêş xist û di lêxistina gelek derbên bi bandor a li dijî dijmin de rol lîst. Hevrêyê me ku xwe fedayê serkeftina têkoşîna azadiyê kiriye, bi afirîneriya xwe ya di şêwaz û taktîka gerîlatiyê de, li gorî ruhê gerîla yê serdemê bûye fermandarek xurt.

Li ser esasê perspektîfa gerîla ya serdema nû xwe amade kir

Hevrê Sebrî ku di sala 2000’î de derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê dibe û heta sala 2003’yan li herêmên Qendîl û Xinêre dimîne. Weke fermandarekî li van qadan wezîfeyên xwe bi cih anî û rola xwe lîst. Hevrê Sebrî piştî ku di sala 2003-2004’an de li Gabarê li ser esasê wezîfeyê pratîk meşand, di sala 2004’an de derbasî Zapê bû. Hevrê Sebrî ku biryar da têkoşîna xwe ya bi salan li ser xeta fedaî berdewam bike, tevlî rêxistinbûna Hêzên Taybet bû. Hevrê Sabrî ku di nava Hêzên Taybet de xebat meşand, hem di asta rêveberiyê de cih girt, hem jî di dewreyên perwerdehiya bingehîn ên hevrêyên fedaî de bi berpirsyarî rabe, alîkarî da perwerdeya hevrêyên xwe. Piştî li herêmên Xakurkê û Xinêrê jî pratîk kir, derbasî Akademiya Leşkerî ya Mahsûm Korkmaz bû. Hevrê Sabrî li akademiyê pratîka xwe berçavan re derbas kir û ji bo derbaskirina nebesiyên xwe hewl da û di vê çarçoveyê de li ser Stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî lêhûrbû. Hevrê Sabrî li ser esasê perspektîfa gerîla ya serdema nû xwe amade kir û di bihara 2011’an de berê xwe da bakurê Kurdistanê. Hevrê Sebrî ku weke fermandarê herêma Gabarê erk girt, piştre berê xwe da herêma Herekolê û li wir weke fermandarê herêmê wezîfe kir. Hevrê Sabrî ku bi wêrekî, durustî, kedkarî û hevrêtiya xwe ya jidil li Qada Botanê derket pêş, demekê di taximên bi tevger a gerîla de fermandarî kir.

Hevrê Sabrî ku piştî pratîkek giran di sala 2017’an derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû, tevî hin nexweşiyên fîzîkî jî ti carî qebûl nekir ku ji pratîkê veqete û berpirsyarî girt ser milê xwe û li eniyên pêş şer kir. Hevrê Sabrî di sala 2018’an de li Ocaxa PKK’ê ya Sakîne Cansiz tevlî dewreya perwerdehiyê bû û li vir li ser avakirina jiyana azad, sazîbûyîna modernîteya demokratîk, pêşketina Şerê Gel ê Şoreşgerî, hakîmkirina xeta Apoyî ya li her qada kar, pirsgirêkê têkoşînê û çareseriyên wan sekinî. Piştî li Ocaxa Partiyê lêhûrbû û di hişmendiyê de xwe zelal kir, ji bo lêhûrbûna xwe derbasî pratîkê bike di asta fermandariya eyalete de, derbasî pratîkê bû. Hevrê Sabrî li qadên ku lê dima, ji bo bersivê bide erkên serdemê, karîbû bibe fermandarekî serketî ku hemû hevrêyan wî ji xwe re mînak bigire. Hevrê Sabrî di 14’ê Çileya 2020’an de di dema êrîşa dijmin a li Herêmên Parastinê yên Medyayê de gihîşt şehadetê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar