Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

HPG’ê gerîlayê ku li zindanê bi êşkenceyê hate qetilkirin, bi bîr anî

HPG'ê Azad Çewlîk (Îrfan Kiliç) bi bîr anî ku li Zindana Kandirayê di sala 2019'an de hate qetilkirin. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Fedaiyek bû ku di ber têkoşîna azadiyê ya gelê me de xwe feda kir."

“Hevrêyê me Azad Çewlîk 3’ê Tîrmeha 2019’an de li Zindana Kandira ya Kocaeliyê ku di destê dewleta tirk de dîlgirtî bû, şehîd bû. Hewl hat dayin ku bê lêkolîn û eşkerekirin bê hevrêyê me Azad çawa şehîd bûye. Li gorî encamên gihîştin me; hevrêyê me Azad dema ku di destê dewleta tirk de dîlgirtî bû, bi îşkenceya hovane ya dijmin hat qetilkirin. Lêkolîna otopsiyê û kesên ku cenazeyê wî dîtin, ev yek piştrast kirin. Qetilkirina hevrêyekî me bi vî rengî ku di destê dewleta tirk de dîlgirtî bû, hem li dijî hiqûqa dewleta tirk e, hem li dijî qanûnên navneteweyî ye, ku dewleta tirk mohra xwe daniye binî, hem li dijî hiqûqa şer e û hem jî li dijî exlaqê mirovahiyê ye. Li hucreyeke yek kesî qetilkirina şervanekî azadiyê ku bêçek û bêparastin bû, di heman demê de namerdiyeke mezin e.

Hevrêyê me Azad ku milîtanekî fedaî yê Apoyî bû, di pêvajoya têkoşîna çalak de, her wiha li zindanê berxwedêrek bû ku serî netewand. Fedaiyek bû ku di têkoşîna azadiyê ya gelê me de xwe feda kir. Hevrêyê me Azad di her şert û mercî de tawîz ji sekna xwe ya milîtaniyê neda û dilsozê xeta berxwedanê ya partiya me PKK’ê bû.

Hevrêyê me Azad bi berdêla şehadeta xwe li dijî dijmin heta dawiyê li ber xwe da. Di serî de malbata wî ya hêja bila serê xelkê Çewlîkê û gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz sax be. Di şexsê hevrêyê xwe Azad de em soz didin ku tola şehîdên xwe hemûyan hilînin, xwîna wan li erdê nehêlin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Azad Çewlîk bi vî rengî ne:

Nasnav: Azad Çewlîk
Nav paşnav: Îrfan Kiliç
Cihê jidayikbûnê: Çewlîk
Dayik-Bav: Sabriye-Mûstafa
Dem û cihê şehadetê: 3’ê Tîrmeha 2019 / Zindana Kandirayê

Hevrêyê me Azad li navçeya Solhan a Çewlîkê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber welatparêziya malbata xwe bi nirxên Kurdistanî mezin bû. Bû xwedî taybetmendiyên kedkar, karker û li ser lingên xwe bisekine, bi vî rengî mezin bû. Siyaseta qirkirinê ya li ser gelê me tê meşandin, bû sedem ku hevrêyê me Azad bikeve nava lêgerînekê. Bi sempatiya ji tevgera me beşdarî nava karên ciwanên welatparêz û şoreşger bû. Bi vê wesîleyê firsend dît ku Rêber Apo û Tevgera me ya Azadiyê ya Kurdistanê hîn bêhtir ji nêz ve nas bike. Bi vê asta hişmendiyê bêhtir bala wî çû ser PKK’ê ku navê jinûve hebûna nirxên cewherî yên Kurdistanê ye. Sala 2013’an ku ji derdora wî ya nêz tevlîbûn li nava refên gerîla çêbû, hevrêyê me Azad gihîşt wê baweriyê ku divê têkoşîneke çawa bê meşandin. Hevrêyê me Azad di vê pêvajoyê de kûrbûn û lêgerîna xwe mezin kir, nakokiyên xwe yên bi sîstemê re roj bi roj nirxand û gihîşt asteke biryardanê. Dît ku li gel hemû hewldanên Rêberê me û Tevgera me, dewleta tirk a dagirker polîtîkayên qirkirinê li ser gelê me dewam dike û baweriya xwe bi wê yekê anî ku divê li dijî vî mejiyê qirker teqez têkoşîn bê meşandin. Hevrêyê me Azad gihîşt wê encamê ku helwesta dewleta tirk a dagirker û rejîma wê ya faşîst tenê bi nêzîkatiya li Rêber Apo ku navê têkoşîna me û hebûna me ye, dikare bê pîvandin. Baweriya xwe pê anî ku bêyî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo aştî nikare pêk were. Hevrêyê me Azad bawer kir ku pîvana jiyana bi hev re, azad û aştiyane ya gelên Rojhilatê bi taybetî jî gelê me yê qedîm, bi îdeolojî û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dibe. Hevrêyê me Azad li ser vê bingehê sala 2015’an hem ji bo bersivê bide komployê, hem jî bersivê bide dagirkeran, di 15’ê Sibatê de ku gelê me weke ‘Roja reş’ bi nav dike, tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Azad tevlîbûna xwe li vê demê pêk anî û xeta xwe ya têkoşînê bi vî rengî hîn ji roja destpêkê ve bi biryardariyeke mezin diyar kir.

Hevrêyê me Azad li Herêmên Parastinê yên Medyayê ku qadên jiyana azad de beşdarî perwerdeyên bingehîn bû, bi eşqeke mezin û tempoyeke bilind beşdarî jiyan û perwerdeyê bû. Hevrêyê me Azad li ber taybetmendiyên ji civak û sîstemê wergirtî rabû û têkoşiya. Hevrêyê me Azad tevlîbûneke rast û şoreşgeriyeke xetê ji xwe re kir esas, sekneke mînak nîşan da. Her tim hewl da bibe bersiv ji tespîta ‘Ji biçûkatiyê ber bi mezinahiyê’ ya Rêberê me. Hevrêyê me Azad diyar kir ku naskirina PKK’ê bi tenê bû sedem ku di kesayetiya wî de guhertin û veguhertin pêk were û bi feraseta gerîlatiya 24 saetan li nava refên PKK’ê xwe bi pêş ve bir. Hevrêyê me Azad kêmasiyên şexsî li pêşiya serketinê weke astengiya bingehîn dît, bi pratîk û feraseta xwe ya têkoşînê hewl da kêmasiyên xwe ji holê rake û bibe hêza çareseriyê. Hevrêyê me Azad pîvana xwe her tim bilind kir, ji bo hêjayî şehîdan û Rêber Apo bibe, pêşniyar kir ku derbasî nava Hêzên Taybet bibe. Ji ber tevlîbûna xwe ya bêfikar û sekna xwe ya milîtanî ji bo vî karî hate qebûlkirin. Hevrêyê me Azad baş zanibû ku şopdariya xeta fedaî ya Zîlan bi xwefedakirinê dibe û pratîkeke ku hêjayî vê xetê be meşand. Ji bo bibe milîtanekî fedaî yê Rêber Apo hewl da ji ya ji dest tê bêhtir bike û xwe heta her hucreya xwe bi rêxistin kir, berê xwe da azadiyê. Hevrêyê me Azad li ber diket ku dereng tevlî bûye û gihîşt wê encamê ku astengiyên li pêşiya xwegihandina tevgera me tenê bi rêxistiniyeke mezin ji holê dikare bê rakirin. Baweriya xwe pê anî ku Şerê Gel ê Şoreşgerî tenê bi rêxistinî û xurtî dikare bê meşandin. Têgihişt ku birêxistinkirina civakê jî bi pêşengiya milîtan û kadroyên fedaî yên ji îdeolojiya Rêber Apo dikare pêk were. Hevrêyê me Azad ku xwe ji aliyê îdeolojî û leşkerî ve bi pêş ve bir û li gorî ruhê demê tevgeriya, huner, înîsiyatîf û biryarên xwe li ser vê bingehê bi cih anî û bû gerîlayekî şareza. Hevrêyê me Azad ku gotin û cewhera xwe yek bû, îdeolojiya Rêberê me û jiyana fedaî her tim ji xwe re kir esas. Bi tevlîbûna xwe ya bi coş, kedkar û ji dil a li nava jiyanê li nava hevrêyên xwe bû cihê hezkirin û hurmetê. Hevrêyê me Azad her tim bi hîn bêhtir ked û xebatê tevlî nava jiyana kolektîf û komunal a hevrêyên xwe bû.

Hevrêyê me Azad zû fêhm dikir û dixwest di cih de derbasî pratîkê bike, bi vî rengî bibe bersiv ji pêvajoya dîrokî re, li ser vê bingehê jî ji bo hin karên krîtîk derbasî metropolên Tirkiyeyê bû. Dema ku bi erka xwe radibû, bi rengekî bêşensî dîl kete destê dijmin. Hevrêyê me Azad dilsozê xeta berxwedanê ya li Zindana Amedê ya partiya me PKK’ê bû ku bi pêşengiya Mazlûm Dogan, Çaran, Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek hate afirandin, û li gel êşkence û zextên dijmin jî ji sekna fedaî tawîz neda. Bi baweriya ku berxwedan wê teqez serketinê bi xwe re bîne, hevrêyê me Azad bi derfetên herî biçûk li ber xwe da, bi kêliyekê jî serî li ber dijmin netewand. Dewleta tirk a qirker ku fêhm kir sekna bi milîtanî ya hevrêyê me nikare bê şikandin, îşkenceya li dijî hevrêyê me Azad giran kir.

3’ê Tîrmeha 2019’an li Zindana Kandirayê dijmin careke din êrîşî hevrêyê me Azad kir û bi êşkenceyeke hovane qetil kir. Hevrêyê me Azad di nava şert û mercên herî giran de jî ji xeta fedaîtiyê tawız neda û bi sekneke hêjayî kevneşopiya me ya têkoşînê li ber xwe da, şehîd bû. Weke hevrêyên wî em soz didin ku di şexsê hevrêyê xwe Azad Çewlîk de dilsozê bîranîna şehîdan bin û armancên wan teqez bi ser bixînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar